Ji ´Henerala´ ber bi mezintirîn tevgera jin: Gabrîela Sîlang

- Berjin TEKOŞER
630 views

MANSET-Gabrîela Sîlang, li Fîlîpînê têkoşîna serbixwebûnê a li dijî mêtîngeriyê di refên herê pêş de dide meşandin; destpêkê li herêma xwe, paşê jî li tevahiya welat bû yek ji fermandara jin a gerîla ´Henerela´ yê. Di dema şerê serbixwebûnê de, di 20 Îlona 1763´an de, tevî 100 şervanên xwe ji aliyê dagirkeran we tê girtin û dardekirin. Lêbelê jinan berxwedana wê mîras devr girtin û hewl dan rihê berxwedêr yê vê jina têkoşer di sala 1984´an de bi avakirina tevgera jin a xwedî alîgirek herê mezin GABRIELA carekedin bidin jiyan kirin.

Şerê serbixwebûnê a şervana bi navê fermandar Gabrîela Silang ku ji Fîlîpînê yek ji welatê giravê a li başûrê Asyayê cih digire ye, jiyana wê 254 sale ku bûye rê û rêç ji bo jinên welatê wê.

Jinên Fîlîpênê ev du dal û nîv qerne ku bi navê tevgera GABRIELA a ji wê mîras vergirtine, li dijî pergala babiksalarî û emperyalîzmê tê dikoşin.

Fîlîpîn ku îro di bin dîktatoriya hêzên serwer de tê mêtîngeh kirin, wek erdnîgarî dûr, lê ji hêla berxwedaniyê de çandeke nêz îfade dike. Fîlîpîn welatek Asyaya Başûre ku li rojavayê Oqyanûsa Pasîfîk cih digire û piştî keşfên erdnîgarî şûnde tê dagir kirin û li dijî gelê xwe cihî polîtîkayîn qirkirinê tê meşandin. Gelê xwe cihî yê Fîlîpênê ku di bin serweriya rêveberiya dagirker a Ispanya yê de dijiyan, neçar dimînin ku salên dûr û dirêj li hemberî zilma heyî serî tewînin.

Çîroka Gabrîela Sîlang

GABRİELA SILANG-6Gelê Fîlîpînê tu caran dagirkeriya li ser xwe a sê qernan domkir nepejirand û ji hêla gelên xwe cihî, li dijî êrîşên xedar 300 raperînên mezin û girîng ên çektarî didin destpê kirin. Niha jî çîroka fermandara vê raperînan herê girîng û mezin ku rê li serxwebûnê re vekir Marîa Josefa Gabîela Sîlang: Jinên welatê wê ku ji nav û jiyana wê îlham digirin, piştî 221 sal şûnde bi damezirandina tevgera jinan a bi navê GABRIELA di malpera rêxistinê de, vê ji bo wê van gotinan bînin ziman:

Jinên Fîlîpînê li dijî çewisandin, serdestiya zilam û zilma biyaniyan xwedî têkoşînek dûr û dirêj in. Ji bo mafê kar û xebatek hîn baştir, mafê deng danê û çûna dibistanê şer dikin. Yek ji van jinan jî li dijî dagirkeriya Îspanyol şereke herêmî dide destpê kirin. Ew jina ku em qala wê dikin jî Gabrîela Sîlang e…

Di raperînê de cih digire 

Gabrîela, di Adara 1731’an de li herêma Santa ya Fîlîpînê ku di bin dagirkeriya Îspanyayê de bû, tê dinya yê. Gabrîela ji aliyê malbata xwe we, bi bazirganek ku pirr jê mezintir bû re tê zewicandin û piştî demekê şûnde jî ew kes dimire. Gabrîela zewaca xwe a duyemîn li ser daxwaza xwe pêk tîne û kesê ku wê hilbijartibû, rêberê raperîna serbixwebûnê ya gelê Fîlîpînê Dîego Sîlang bû. Sedema ku wê Dîego hilbijart, ew bû ku nêzî şerê ‘serxwebûnê’ be û di kêmtirîn wext de perwerdeya leşkerî bibîne, her wiha di vê raperînê de cih bigire. Dema ku Dîego di sala 1761’an de ji aliyê Îspanyolan we tê kuştin, bi awayek xwezayî berpirsyariya rêbertiya vê berxwedanê Gabrîela hildigire ser milan. Gabrîela hewl dida hêviyên ku piştî kuştina rêberên berxwedanê hatibûn tune kirin ji nû de zîndî bike.

Tevgera jinên Fîlîpînê ‘Henerela’

GABRİELA SILANG-7Di demeke pirr kin de xwe bi çek dikin û di nav gel de alîgiran kom dikin. Gabrîela ku li herêma xwe de pêşenga şerê serxwebûnê ye, ji Dîego cûdatir, li herêmên din jî ji hêla gel de piştgiriyek mezin bidest dixe. Ji bo raperînê birêxistin bike diçû gundên din û li wir Fîlîpîniyan bi navê ‘Henerala’ yanî generala jin gazî wê dikirin. Gabrîela yekem car wek fermandarekê di şerê li dijî dagirkeriyê ku li welatê wê Santayê bû, cih girt. Serkeftina wê a li meydana ceng ê, ji bo Fîlîpîniyan cisaret û ji bo Îspanyolan jî wek tehlûkeyek mezin dihat dîtin. Piştî serkeftina yekem şûnde, serhêldêran li herêma çiyayî a Pîdîgan Abrayê bi cih bûn û li wir dest bi amadekariyên şer kirin. Bi şerê gerîla, êrîşa li hemberî koloniyên Îspanyol hat pêk anîn. Ji her hêla Fîlîpînê ref bi ref alîgirên serxwebûnê dihatin wan herêman û beştarî nav refên Gabrîela yê dibûn, ji ber wê jî cara ewil bû dagirkeran ditît ku tevahiya gel bi rihê raperînê bi hev re tevdigerin. Gabrîela ku hêviya şereke berfireh a serxwebûnê dikir û bi taktîk û hêza wê a birêxêstin kirinê ku her diçû tevgera raperînfê mezin dikir, ji koloniyan hêzeke mezin a dijî wê li herêmê tê bi cih kirin.           

Li çiyayê Abra di meydana cengê de 

GABRİELA SILANG-2Dema ku şer destpêkir, li ser pişta hespê û di refên herê pêş de cihê xwe digirt. Ne tenê di refên herê pêşte cih digirt, di heman demê de fermandara hêzên gerîla bû Gabrîela… Li çiyayê Abra di meydana cengê de êsîr ket dest. Gelek şervan di vî şerî de ji aliyê Îspanyolan tên dardekirin, dagirkeran ji bo Gabrîela merasimek taybet a kuştinê amade kirin. Ji ber ku Gabrîela ji bo serxwebûnê hêvî bû û bandora ku wê li ser gel dabû çêkirin diviya bû ne tenê fîzîkî, her wiha ruhî jî bihata tune kirin.

Di ber banga sibehekê de, tevî rêhevalên wê yên cengê, wan tînin meydana bajarokek Abrayê û li pêşberê komek Îspanyolên bi meraq wan darde dikin. Tevî 100 şervanên xwe di 20 Îlona 1763’an de, dema hîn 32 salî ye, bi awayek aram û bi cisaret diçe mirinê. Weke ku li her herêmek an jî erdnîgariyekê, ji bo ku hafizeya civakî bê tune kirin li wir jî serî bi rêbazek dij mirovî didin û cenazeyê wan dibin cihekê ku qet neyê zanîn û vedişêrin. Cihê gora wan hîn jî nayê zanîn lê, bîryardariya wê, jêhatîbûn û bi hêza xwe bû yek ji wan kesan ku gelê Fîlîpînê tu caran ji bîr nebe û ev 254 sal in wek pêşenga jinê tê jiyan kirin.

Sembola rêbertiya li dijî baviksalariyê

Îro wek rêberek wêrek di nav civaka jinên Fîlîpînê de mîna sembolek a li dijî emperyalîzm û pergala baviksalariyê tê dîtin. Gabrîela, qehremana ku li sertaserê GABRİELA SILANG-1welat tê nasîn, di derbarê wê de gelek pirtûk, wêneroman hatine amadekirin, di derbarê jiyan û şerê wê de gelek fîlm hatine çêkirin. Dîsan li gelek meydanên welat de, gelek hêkelên wê ku li meydana cengê ye, li ser pişta hesp e û şûr di dest deye, hene. Hema bêje li gelek cihan mirov dikara rastê van hêkelan bê.

Kesên ku Gabrîela darde kirin êdî baş dizanîbûn ku fîtîla serxwebûnê carekê hatibû pêxistin, ji bo hêzên mêtingeh roja binketinê êdî nêz bû û gelê Fîlîpînê piştî 300 raperînan şûnde di sala 1898’an de serxwebûna xwe bidest xist.

Rêbertiya Gabrîelayê îşare bi têkoşîna li Fîlîpînê a li dij dagirkeriyê û antî-emperyalîst dike. Berxwedana wê ku jinan mîras hilgirt; di sala 1984’an de hevgirtinek jinan a bi navê GABRIELA hat avakirin.

Mebdeyên sereke a yek ji rêxistina jinê ya herê mezin a cîhanê Gabrîela yê, şerê li dijî emperyalîzmê û berfireh kirina xebatên di bin banê xwe de ye. Li gelemperiya welat û cîhanê gelek endamên tevgerê hene. Ji xwe nivîsên di malpera GABRIELA yê de, yên di derbarê armanca rêxistinê de, piştî du qern şûnde jî bi awayek zelal ruhê berxwedêr yên newiyên Gabrîelayê pirr eşkere tîne ziman.