Ji perspektîfa jineolojîk di biwara rêbazê de 

yazan Ruhşan BOZAN

Rêbaz ew rê ye ku mirov ji bo çareserkirina pirsgirêkekê yan jî ji bo ku xwe bigihîne armancekê, di çarçoveya planekê de datîne ber xwe. Dinyaya mirovî ya hest, hizr û xewnê çi bihewîne, hedef û armancên wî jî li gorî wan bi gewde dibin, teşe digirin. Ji bo bigihîje hedef û armancên xwe jî rêbaz şênber dibin. Newton îdîa dike ku diyardeyên feza û zeman ji sîstem, çandan serbixwe hene, mutleq û naguherin. Ew van weke fezaya mutleq û zemanê mutleq diyar dike. Ya esas teqezbûn û hişkbûna qaîdeyê/qanûnê ye. Newton dibêje, ev qanûnên wî vedîtî, her dem, li her deverî lê ne, çavdêr biguhere jî hereket û tevgera tişteya mirov çavdêriya wê dike naguhere. Ew wekî din dibêje, heger ji derve hêzeke din li ser neyê sepandin, ev tevger timûdaîm weke xeteke rast dewam dike. Li gorî vê teoriya Newtonî, heger mirov bi tevger û rabihuriya tiştekê bizane, hingê mirov wê bi encam û siberojê jî zanibe. Qanûnên teqez ên fena vê yên di fizîkê de yên mutleq, rast berbipêşveber, bi teoriya îzafiyetê ya Einsteinî re di cîhana fizîkê de rê li ber pêngaveke şoreşger vekir û li teoriya xwe rohnî û zeman jî zêde kir, û fizîka Newtonî li paş hişt. Lê belê Einstein bixwe jî li elimandinên rêbazên fikrî yên bi awira zihnî ya heyî pêkhatî aliqî û ev aliqîna xwe jî bi gotinên “Xwedê li hemberî bûyerên xwezayî kabê naavêje” îfade kir. Naveroka esas a vê îfadeyê kûrbûn û xurtbûna kartêkeriya hest û hizrên vê zihniyeta mutleq a bi hezaran salan çêbûyî ye. 

Rêbazên  teng ên fizîka klasîk 

Rê û rêbazên zihniyeta mutleq bi kod kiriye ku her tiştî parçe bike, hin parçeyan bike kirde û hinên din bike tişte. Her tişt bi tena serê xwe rastiyek e, bêyî ku bi tiştên din re têkiliyê deyne yan jî bigihîje wan jî dikare xwedî maneyekê be. Têgihiştinên zihnî hatin afirandin yên ku ji duyên kirde-tişte, beden-ruh yekî esas yan jî li pêş dibînin, û bi yên din mişt dibin û bi ser ve diçin. Bidawîkirina têgihiştina ya din/yê din di zihnan de tenê mumkin dibe, heger rê û rêbazên qalibgirtî yên ku yên din diafirînin, biguherin. Pêkanîna vê mumkinê jî bi “Pêngava Kuantumê” re yek e. Rê û rêbazên mutleq, hişk û teng di hemû zanistên civakî de karîger bûne. Mînak, çi tib, çi perwerde, çi rêveberî û yên weke wan, hemû dibin tesîra van rêbazan de ne. Fêrî doktoran dikin ku bedenê weke koma wan parçêyan bibînin yên ku her yek ji wan bi serê xwe ji yên din serbixwe kar dike. Doktorekî cihê yê her parçeyî heye. Perwerde zanînê li mijarên cihê dabeş dike û pisporiya her kesî ji yê din serbixwe dixebite. Rêveberî jî bi rengekî din parçekirî ye. Ji beşdariya komunal lîçikek jî di navê de nîne. Li dora komekê, proje û siyasetên îdeolojîk ên daneheva desthilat û sermayeyê bi lodan çêdikin, hildiberînin ku ti elaqeya wan bi pêdiviyên civakî re nîne; û van bi qanûnên zor û zextê li ser civakan pêk tînin. 

Lênêrîna fizîka Kuantûmê li fizîka klasîk

Abstract big bang conceptual image.

David Bohm yek ji fizîknasên kuantûmê ye. Ew rê û rêbazên zihniyeta fizîka klasîk weke “virusa parçekirinê” bi nav dike. Ji ber ku parçekirin ne tenê di civakê de lê di nava her ferdî de jî belav e, bi giştî rê li ber sergêjiyekê vedike, û pê re jî rêzepirsgirêkên bêdawî diafirîne û wan bê çareserî dihêle. Çawa bi her nimûneyê jî diqewime, ya ku derdikeve pêşiya me bi parçekirina cewher re zêdebûn û kûrbûna bêmanetiyê ye. Jixwe karên ku zihniyeta nêr yan jî zilam herî baş dike jî ev e. Wekî din, felsefevanê siyasetê John Lockerê û rêbazên vê zihniyetê dane ber xwe; wî li navenda ferdparêziya xwe ya lîberal pêdiviyên ferdî û mafên ferdî bi cih kirine. Ew yekeya kominal a civakî, bi navê maf û pêdiviyên ferdî parçe parçe dike. Roja me yaîro, di serê wan mijarên esasî de yên ku sîstem wan pirr xweşik organîze dike û dixe piyaseyê, ferdparêziya lîberal heye. Bi vî rengî civakan havî û sil dikin ji nirxên wan ên dînamîka wan bixwe, ew li ber sînorê jiyaneke besît tên hiştin. Faktora ku civakan manedar dike yan jî wan dike civak, bihevrebûna kominal a civakê ye. Ya ku çawaniya bihevrebûna kominal diyar dike jî ferdên xwe bi nirxên kominal bi gurçûpêç kirî ne.Ji ber vê yekê, rêbaza sereke ya sîstemên deshilatdar ew e ku kominalîteya gerdûnê di şexsê jinê de parçe parçe û bê mane bikin. Paşê jî vê parçebûyînê li tevahiya civakê û ferdên wê berbelav dike. Ev ji rêbazên bivênevê yên zihniyeta zilam e. Ji ber ku şert û mercên hebûna wê, daîmîkirina hebûna wê li ser wê yekê ava ye ku wê kominalîteya azadîxwaz, wekhev, timî diberide, nirxan diafirîne û manedar dike beralî bike. Li vir tişta em behsa wê dikin, rastiya du rêbazên zihnî yên ji binî ve cuda dixebitin. 

“Pêngava kuantumê” 

Heta bi serdema Neolîtîikê, ew rêbazên zihnî yên li kar, ew rêbazên li gorî prensîpa zindîbûna gerdûnê yên diyalektîk in. Rêbazên zihnî yên piştî neolîtîkê bixwe ew in ku xwe li navenda gerdûnê datînin, pragmatîst, tepeserker in, koma nirxên gerdûn, xweza, jin û civakê yanî kominalîteya sîmbiyotîk dimijin, wê îstîsmar dikin, û bi vî rengî heta îro jî xwe bi dewamî anîne. Rêbazên zihniyeta desthilat ne ku tenê nirxên ferdî û civakî ji xwebûna wan kiriye; ew ewçend bûye pispor ku yek bi yek xwe berdaye nava şaneyên ferdan jî. Bi vî awayî hest, hizr, ruh û psîkolojî hatine beralîkirin, û dinamîkên xwe bixwe jî kêm bûne. Hebûna mirovî gava qismî bi vê rastiya ji hev belavkirî, parçekirî, ji maneya xwe kirî hisiyaye, dest bi lêpirsîna wê, jêbihurîn yan jî guherîna wê kiriye jî nekariye ji formatên heyî, rêbazên bikodkirî gelekî bibihure, di ya heyî de bist bûye û maye. Ji bo bihurîna ji vî sînorî guhertina zihniyet û rêbazê ya yeksanî “Pêngava Kuantumê” şert e. 

“Pêngava Kuantumê” peyvek e ku bi teoriya kuantumê re hatiye bikaranîn. Di jiyana rojane de xwe bi gotina, ‘ez pêngava kuantumê dikim’ dide der. Lê belê, em çima dibêjin pêngava kuantumîk? Ev ji bo çi rewşan e? Ev diyaelektîk di jiyan, peywendî, xwebûnên me de çawa li kar e? “Pêngava Kuantumê” di nava xwe de wê rewşa ji rastiyekê ketina nava rastiyeke din dihewîne. Yanî wî halî îfade dike ku li kategorî û stratejiyên sereke ji nû ve bê fikirîn, ew ji nû ve bên şirovekirin û destpêkirina diyarkirina rê û rêbazan îfade dike. Gelo hebûna mirovî di jiyana xwe ya civakî de çend beridînên ji rastiyekê derbasbûna rastiyeke din di ser xwe re bihurandine ku yeksanî “Pêngava Kuantumê” bin? Heger em ji teqîna mezin (Big-Bang) heta roja îro hesab bikin, em ê bigihêjin hejmareke mezin. 

Ya ku ji bo gerdûn, xweza û civakan girîng e, ji bo hebûnên yek bi yek yên ku vê bitûna maneyê çêdikin jî girîn e. Mirov dikare van kêliyan weke wê kêliyê îfade bike ku tê de bêhejmar îhtîmalên di zik hev de yên di navbera kaosê de pêkhatî çêdibin. Derketina ji navbera kaosê bi hilbijartina yekê ji bêhejmar îhtîmalên di navbera kaosê ketî zik hev, dibe. Ev hilbijartin dikare rê li ber ji rastiyekê derbasbûna rastiyeke din veke, lê ew her wiha dikare rê veke li ber dewamkirina zexmtir a rastiya berê jî. Ya li vir girîng ew e ku mirov zanibe, ev kêlî timûdaîm nînin. Dema ku derfetên pêkhatina wan çêbûn, ya manedar ew e ku mirov bêyî ku di rêbazên desthilatdar ên heyî yên zihniyeta zilam de bist bibe, ji wan bibihure. Ji ber ku di van kêliyan de bêhejmar îhtîmal dikevin zik hev û bi tenê bi hilbijartina yêk ji van îhtîmalan zemînê çêbûna rastiyekê êdî şênber dibe. 

Ji bijarteyên azad welidîna bijarteyên azad 

Baş e, faktorên ku dikin zerreyên ji atomê piçûktir hilbijêrin, çi ne? Ya ku dike ku ev hilbijartin bibe,  herikîna xurt û mişt a enerjiyê ya parçe bi bitûnê, û ya bitûnê bi parçe re ye. Ji ber ku herikîna xurt a enerjiyê di vegera xwe ya xwezayî de dibe, bijarteyên azad zêde dibin, parçe û bitûn ji bijarteyên azad ên zêdebûyî, tercîhên azad dikin. 

Herçî navbera kaosê yan jî rewşa geremolê ye, dema ku herikîneke enerjiyê ya bêtewazûn a parçe bi bitûnê re û ya bitûnê bi parçe re tê ferzkirin, çêdibe. Dema ku herikîna enerjiyê ji rêya diyalektîka xwe ya xwezayî derdikeve, tewazûna xwezayî derbê dixwe, û bi vê re li ser zexta xurt a her parçe dûçarî dibe, li ser zexta encama reaksiyona enerjiya diyarkirinê, geremol û bêhêjmar îhtîmalên ku geremol (bêpergalî) berhev dike, peyde dibin. Ev diyalektîk ji parçeyên ji atomê piçûktir heta bi tevahiya zindiyên li gerdûnê heyî dibin, li kar e. Ti parçe bi awayekî ji bitûnê serbixwe, xweber hilnabijêre. Hillbijartin bi tesîrlihevkirina bitûnê û ger û vegera wê dibin rastî. Dibe ku li vir mirov xwe bigihîne têgihiştneke wisa jî; naxwe, derdor jiyan û biryarên me diyar dike, yan jî hêzeke raser diyar dike, ev jî dibe çarenûsparêziya serwer bixwe. Lewma jî muhim e, em xwe wisa nexapînin, tenê bi lihevtesîrkirina parçe bi parçeyên din re îhtîmalên hilbijartinê çêdike. 

Ji ber vê yekê, dema ku pêl tercîh dike ka weke pêl yan weke parçe xuya bibe, ev ne tenê elaqedarî xwezayê ye. Wê yek ji îhtîmalên hawêrdora wê û peywendiyên wê yên ew bi wan re di lihevtesîrkirinê de afirandî, tercîh kiriye. Bi hilbijartina wê yek ji wan îhtîmalan şênber bûye û bûye rastî. Ji ber vê yekê hilbijartin ji bitûnê qut çênabin, hilbijartinên îhtîmalên bitûnê afirandî û ji wir jî bûyî rastî hene. Mixabin civakên mirovan ku hebûnên zindî ne, di warê hesabkirin, nirxandina bêhejmar îhtîmalan de hîna ji fikir û hayjêhebûnê pirr dûr in. Sedema herî serek jî ji bo vê ew e ku rêbazên nirxandin û pêdaketina bûyer û diyardeyan parçeparçe ne, û pê re jî di ser encaman re ku diyar dibin xwe digihînin hukman. Ev jî tesîrên rê û rêbazên herî diyar ên zihniyet û awira çor, ripîrast, mutleq in. 

Gelo mirov dikare derkeve derveyî avahiya fikra ripîrast? 

Di fizîka kuantumê de rewşa parçebûyî yanî bitûna belavbûyî “rewşa hebûnê” bi xwe re nayîne. Berevajî, tişt di nava bitûniyê de bi detayên ji hev piçûktir carinan jî xuya nakin bi hev ve girêdayî ne, tesîrê li hev dikin, carinan yek dibe ya din, carinan her du jî dikevin wê rewşa hebûnê. Rast e ku hilbijartina ji nava îhtîmalên bêhejmar ên timî didewirin dibe rastî, lê belê hilbijartin weke xetekê ripîrast nînin, ew îhtîmalên din ên bêhejmar jî hene, timî di nava tevger û lêgerînê de ne, ji ber wê jî bi bîreweriya îhtîmalên bi hilbijartinên nû mirov enerjiyê bi rêxistin bike, ber bi jiyanê ve biherikîne, ev rê li peyedebûna hebûnên bêhtir manedar û azad veke. 

Di kitêba Danah Zohar ya bi navê Avakirina Aqilî Jinûve de, nimûneyeke malbateke masiyan heye, û ev nimûne pirr ecêb balkêş e. Ew baş îfade dike ka rastiya heyî ya insên di rêbazên jiber ên fikrê çiqasî dogmatîk bûne. Temaya esas a nimûneyê wiha ye: Ti fikir û hisa masiyan nîne ku di nava akvaryûmekê de ne û akvaryûm tije ye bi madeyeke navê wê av. Lê rojekê yek ji masiyan, bi carekê xwe mezin hildipekîne û xwe hildiavêje ser ava akvaryûmê, û dibêje, ‘ax’. “Binêre bê ez ji ku têm.” Ev masiyê ne li gora qaîdeyan, ji derve akvaryûmê ji masiyên din baştir dibîne. Ew têdigihîje ku ji dinyayeke akvaryûm û avê tê û li derveyî akvaryûmê, dinyayeke nehîtîheye ya ku tê de ji bilî ava ku masî tê de xwe tevdidin, madeyên din jî hene; ha bi hazjêhebûna vê ditamije. Ha li vê derê muhim e ku hebûna insên jî weke masiyê di vê nimûneyê de biwêre derkeve derveyî rê û rêbazên avahiya fikira mutleq naguhere, xeta wê ripîrast. Divê mirov karibe derkeve sînorê dinyayên tengik ên jiberkirî û carekê jî ji derve ve binihêre. Bêyî ku mirov cudakeriya kirde-tişte bike, xwe ji rêbazên fikirê yên parçeparçe kirî, maneyên wan kêmkirî bişo û rêbazên hevgirtî û bitûnî esas bigire. Ji bo bipêşketina rê û rêbazên vê herika fikirê ya girîng ew e ku mirov ji tevahiya kodên heyî qut bibe, li aqilê gerdûnê rast serwext bibe, wan rêbazan dewlemend bike ku ew aqil rast manedar bibe û  pêk bê. 

Enerjiya li cem jinê herikbar e 

Li gorî perspektîfa jineolojîk, cureyê enerjiya aqilê gerdûnî xwedî xisleteke mê ye. Xisleta mêtiyê ji enerjiyê yan jî ji bûna cinsiyeteke potansiyel û wê de, potansiyelek e ku hemû enerjiyên gerdûn çêkirine, ew heyî, manedar kirine, dihewîne. Yanî ew potansiyela ku pirr dibe, pê re cihêreng dibe, pê re pirrcure dibe, bi wê re jî maneyên yek bi yek çêdike. Dema mirov bi vê awirê lê dinihêre, mirov dibîne ku diyalektîka aqilê gerdûnê pirr bêhtir nêzîkî xwezaya jinê ye. Heta mumkin e ku mirov bibêje, ew xisleta beşdarker a kominal a jinê ya çêker, pirrker, cihêrengker, bi awa û rengên zengîn manedarker bi xwe ye jî. Ji ber vê yekê jin bi gerdûn, xweza û jiyanê re yek tê dîtin.Jiyan rewşa herikîna timûdaîm a zindîbûnê ye. Guhertin û nûbûn, ên ku îfadeya jiyanê ne, bi xwezaya jinê re yek tên dîtin. Lê belê mirov rabe û vê yekdîtinê tenê bi bi xisletên biyolojîk ên jinê ve girêbide, ev ê bibe çarçoveyeke pirr teng. Ji bo ku mirov di vê çarçoveyê de asê nebe, wê rohnîker be mirov duyetiya enerjî-maddeyê bike esas. 

Rêber Ocalan dibêje, enerjî li gorî madeyê bêhtir esas e, made bixwe enerjiya avabûyîmayî ye, ew rewşa bûyî xwedî gewde ya veşartina madeyê û heyîkirina wê ye. Ew dibêje, di xwezaya civakî de ji ber ku enerjiya mêr veguheriye amûrên desthilatê bûye xwediyê form û gewdeyên madî: Form li tevahiya gerdûnê weke enerjiya sarbûyî muhafezekar in. Di civakê de bûyîna mêrê desthilat, dibe bigewdebûna îqtîdarê. Li cem jinê bixwe, bi pirranî enerjî weke form qebûlnake bi gewde bibe. Enerjiya jinê halê xwe yê herikbar diparêze. 

Gerdûna li cem jinê heyî dibe 

Çawa ku ji van nirxandinan jî mirov dikare fêm bike, cureyê aqilê enerjiya di madeya zilam de li kar e, hukimran, hişk, mutleq, sekan e û xwe li navendê bi cih dike. Ew pirrengiya xwezaya civakî di rengê xwe yê navendperest de xerikî û şêlo dike. Ji ber vê cewhera peyvên “vegera li dayikê”, “vegera li cewher” qêrîna wan lêgerînan e ku dixwazin enerjiya di jinê de heyî dibe, gerdûn, xweza û xwezaya civakî dinava bitûniya komînal de bi peywendiyên sîmbiyotîk manedar dike, ji wê rikiha tê de hepis kirî rizgar bike. 

Ev enerjî ne ya girêdayî dike ye, ev enerjiyeke azad û demokratîk e ku bi peywendiya sîmbiyotîk maneyên zengîn ava dike. Peywendiya sîmbiyotîk diyalektîka gerdûn, xweza û xwezaya civakî ye. Ew her lêdigere ku bi vê diyalektîka xwezayî biherike nav maneyên nû. Ne mutleq, sekan û neguher e. Berevajî, pirr diguhere, timî bi bûyîn û maneyên nû bibar e. Dema ku mirov bi awira vê rastiyê li meseleyê binihêre, mirov dikare bibêje, heger li şûna rê û rêbazên (-ku weke kodên serwer ên zilam ên heyî  yên heta niha di jiyanê de weke koma elimandina xwe îfade kirine-), mirov li jinûve bipêşxistina rêbazên fikira aqilê gerdûnî yê li cem jinê heyî dibe, hingê ev dikare jiyana civakê ber bi hebûnên azadtir û demokratîktir ve bibe. 

* Hepsa Tîpa M ya Gebze 

Wergêr: Luqman Guldivê