Jina Berxwedêr Şîrîn Elemholî

- Zeynep ERDEM
794 views

Ch_pv3BWwAEyzR4

9’ê gulanê roja şehadeta Şirin Elemholî û sê hevalên wê ye.

Şîrîn di sala 1984’an de li bajarê Rojhelatê Kurdistan Mako gundê Dêmkişlak’ê ji dayik buye. Di sala 2008’an de ji aliyê pasdarên rejîma Îran’ê ve hate girtin û bi îşkenceyên dij mirovî re ru biru ma. Bi mahkemeyeke şikli û çen deqan de hukmê îdamê lê hate birin. Şîrîn di 9’ê gulana sala 2010 an de bi Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan re hete îdamkirin. Piştî Leyla Qasim jina Kurd a duyemine ku ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve tê îdamkirin.

Şehadeta Şîrîn Elemholî û hevalên wê di serî de li Rojhelatê Kurdistan, li herçar beşên Kurdistanê her çiqas bube sedemê xemgîniyeke mezin jî, berxwedan û sekna wan ya li dijî teslîmbun û îxanetê, xeta ‘berxwedan jiyane’ şopandin û xelekeke din ya jiyana bi rumet dan avakirin.Ji ber ku bi taybet hêzên rejîma Îranê li ser wan teslîmîyet ferz dikirin ku di şexsê van her çar lehengan de dixwestin îradeya azad ya civaka Kurd teslim bigrin. Ji ber ku civaka Kurd bi hezarên sala li dijî teslîmîyet û qirkirinê li ber xwe daye. Bi taybet di sedsala 20’an de bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistan’ê re dagirkeran li çar beşên Kurdistan’ê xwestin di zindanan de îradeya Kurdên azad bişkînin û di şexsên wande civaka Kurd teslim bigrin, bînin ser çokan.

Mazlum Dogan di sala 1980’î de li dijî zilma dewleta Tirk got; Teslîmiyet îxanete, berxwedan jiyane. Ji wê rojê û heyanî roja meya îro, ev çand weke kevneşopiyekê hatiye runiştandin. Berxwedan û xeta bi şehadeta Mazlum Dogan re hate avakirin ruh da civaka Kurd. Ji wê rojê û heta niha civaka Kurd li ser vê bingehê û çandê dimeşe.

Bê guman tişta ku hîşt tekoşera Kurd Şîrîn Elemholî li dijî faşîzma rejîma Îranê hêza berxwedanê nîşan bide jî ev çand bu.Ji ber ku Şîrîn bi îşkenceyên gelek giran re ru biru dimine. Diwazin ew di televîzyonan de bi axive, hebuna xwe, nasnameya xwe û çanda xwe înkar bike. Lê ew vê yekê red dike. Ji xwere jina Kurd Leyla Qasim ku li dijî rejîma Baais ya Seddam serî netewand mînak digre û rêhevalên xwe Mazlum Doganan dişopîne.

SIRIN ELEMHOYICareke din hêvîyên dijminên gelê Kurd bi berxwedana xwe têk dibe û gaveke din jinên Kurd û gelê Kurd nêzî azadiyê dike. Pîştî şehadeta Şîrîn Elemholî berxwedan li her çar beşên Kurdistanê hê geştir dibe. Li Rojhelt’ê Kurdiatan jinên Kurd xwe bi rêxistin dikin, dibin xwedî artêş û pergala konfederal ava dikin. Bi dehan jin li ser şopa Şîrin berê xwe didin çiyayên azad û xwedî li mirasa wê derdikevin. Di nava vê tekoşîn û berxwedanê de ti caran çavên wan ji dijminên wan natirse. Ew jî weke Şîrîn bê tirs li dijî dijminê mirovahiyê disekinin.

Şoreşa Rojava, berxwedana qadên xweser li Bakurê Kurdistan’ê û berxwedana li Şengalê ku bi dehan şehîdan li ber xwe da û hê jî bi biryardariyeke mezin li dijî faşîzmê li berxwe didin xwe dispêre vê mîrasê.

Şîrîn û hevalên xwe bi surudên berxewdanê berbi sêdarê ve meşyan. Bi biryardariyeke mezin li dijî zilma rejîma Îranê sekinîn û teslîm nebun. Ji ber ku wan dizanîbu ala berxwedanê ya ku wan hilda wê li erdê nekeve. Wê heyanî serkeftinê rêhevalên wan wê alê hilde.

Ew al niha li serê çiyayê Şaho, li çiyayê Şengalê, li Kobanê, Qamişlo, Şêxmexsud, li kolanên Nisêbîn, Şirnex û Geverê bilin dibe. Ew al di destê xwendevanên li dibistanên bi navê Ferzad Kemanger vebune, perwerde dibinin de hatiye hildan. YPJ, YJŞ, HPJ û YJA- Star Şirin û hevalên wê li lutkeyên çiyayên ku dijminê gelê Kurd bi ti awayî nikare xwe bighinê silav dikin, dibin mivanên Şirin di taritiya zidanê de, benê sê darê diqetînin.