Jina ku di temenek ciwan de nasîna wê bi şoreş û şoreşgerî re çêdibe

- Berjin TEKOŞER
548 views

Nadejda Krupskaya, şoreşgera Rus di 16’ê Sibata 1869’an de tê dinyayê. Krupskaya ku di temenek ciwan de nasîna wê a bi îdealên şoreşgerî re çêdibe, her wiha li gel şoreş ê, yek ji wan kesan bû ku Yekîtiya Şoreşa Sosyalîst a Sovyetê avakir û bingeha perwerdehiyek sosyalîst avêt.   

Krupskaya di temenek ciwan de hay li rewşa kambax a kar û xebatê ku çîna karker di nav de dixebitîn û jiyan dikirin, dibe. Di temenê xwe ê ciwan de marksîzmê re nasîna wê çê dibe û li ser esasê ku şert û mercên jiyanê yê mirovan serirast bike, bi awayek kûr bi îdealên şoreşê ve hat girêdan. Ji bo wê, Krupskaya di nav rêxistinên bin erd ên weşartî de cih girt, Lenîn jî di sala 1894’an de bi vî rengî dinase û pêre dizewice.  

Jiyana Nadya Krupskaya

Nadya Krupskaya di nav malbatek bi esil arîstokrat û perwerdekirî de tê dinyayê. Lê ji ber ku êdî rewşa malbata wê ne ewçend jî baş bû, di nav şert û mercên çîna jêrîn de mezin dibe. Nasîna wê a bi şert û mercên jiyana xizan bandor li kesayeta wê a şoreşgerî kir û li ser wê bi bandor bû.  

Nadya di sala 1887’an de, li St.Petersburg ê, di dibistana amadehî (Gymnasium) ê de bi xelata zêr mezûn dibe. Di sala 1889’an de, di dibistana bilind a Bestujev ya St.Petersburg ê qeyda xwe çê dike. Piştî mirina bavê wê şûnde Krupskaya û diya xwe ji bo bikaribin debara xwe bikin, dersên taybet didan. Bi taybetî girîngî bi teoriyên Tolstoy dida. Krupskaya ji berhemên Tolstoy feyde verdigire û bi teoriyên ku pêş dixîne re alîkariyek mezin dide pergala perwerdehiya Sovyet ê.     

Piştî ku ji dibistanê mezûn dibe şûnde jî tevlî gelek nîqaşên cihê ên polîtîk û mijarên perwerdeyê dibe. Di van dorhêlan de nasîna wê a bi bîrdoziya Marksîst çê dibe û ji bo jiyanek dadmend dest bi parastina Marksîzmê dike. Berhemên Marksîzm lêkolîn dike. Lê ji ber ku hikûmeta Çark berhemên bi vî rengî qedexe kiriye, xwe gihandina wan jî ewçend asan nedibû. Nadya jî wek gelek kesan bi rêya şoreşgeran xwe digihand van pirtûk an. Bi vî rengî jî karî xwe bigihîne pirtûkxaneya jêr erd.    

“Rojekê, ez di encama rasthatinekê de beştarî nîqaşek polîtîk a xwendekaran bûm. Vê bûyerê jî çavên min vekirin. Min dest ji çûna qursan berda, dest bi xwendina berhemên Marksîst kir. Min hingê fêm kir ku tenê çalakiya şoreşgerane a karkeran dikare guherînê bîne… 1917 ji bo min wek saeta mirina kapîtalîzmê bû. Heman tişt min di Kongreya 2. ya Sovyetê de jî ku xwedaniya (mülkiyet) amûrên hilberîn û axê radestê gel dikir jî fikirîbûm. Beriya serkeftina dawîn, hewcebû ku hîn çend gav bên avêtin? Gelo ez ê biqasî ku gava dawîn jî bibînim, bikaribim bijîm? A girîng hizrandina vê yekê û zanîna wê nîne, berevajî mirov bizane ku pêkanîna vê xeyalê pêkan e û ev yek jî di destê me deye. Ji aliyê herkesekê de tê dîtin ku tu hêz nikare pêşiya vê yekê bigire. Kapîtalîzm ber sikratê ye. (…)

Ew damezînera pergala perwerdehiya Sovyetê bû

Krupskaya ku ji sala 1903’an pê ve di nav Bolşevîkan de cih digirt, piştî şoreşê jî bi qasî nasnameya xwe a polîtîk, bi nasnameya xwe a perwerdeyê jî derdiket pêş. Di sala 1917’an de, piştî Şoreşa Cotmehê şûnde wek Komîsera perwerdehiya gel û Ronakbûnê hat wezîfedar kirin, her wiha di nav damezînerên pergala perwerdehiya Sovyetê de cih girt.   

Krupskaya ku di 12 Tîrmeha 1924’an de, di Kongreya 6. ya Ciwanên Komînîst Lenînîst ên Rus de axafinekê dike û li ser jiyana sosyal a kesa/ê komînîst û ka wê girêdaneke çawa bi jiyana xwe a sosyal re çê bike, radiveste: 

“Hewceye kes bizanibe ka çawa jiyana xwe bi ya civakê re bike yek. Ev yek nayê wê wateyê ku xwe ji nîmetên cîhanê qût bike. Li ser bingehê vê pevgihandinê, armanca tevahiya karkeran bibe armancek kesane û ev yek jî wê jiyana takekes dewlemend bike. Ev yek jiyanê belengaz nake, berevajî jiyana yekaheng a malbatê, jiyanek kûr û bi reng pêşkêş dike.       

Ya herê girîng jî ev e ku kes bizanibe jiyana kes, bi xebata ji bo komînîzmê, her wiha hewldana kesên ku ji bo înşa kirina komînîzmê dixebitin û bi têkoşîna wan çawa dikare bîne cem hev, yek ji xebata li pêşiya me ye. Hûn, mirovên ciwan, hûn hîn nû dest bi jiyanê dikin, ji ber vê çendê jî wê wisa biparêzên ku di navbera jiyana we a takekes û civakê de valahî çênebe…”    

Wekheviya di navbera jin û zilam bi sosyalîzmê pêkan e

Krupskaya balê dikşîne ser wekheviya di navbera jin û zilam û pêşketinên di vê mijarê de ên di nav Şoreşa Sovyetê û dide diyar kirin ku di nav tevahiya karkeran de jin jî lazime di nav rêveberiya cihê a welat de cih bigire û ne tenê di nav de cih bigire, bi demê re ev tevlîbûn hîn mezintir bibe. Û di 30 Mijdara 1933’an de, di gotareke xwe a bi ser navê “Mafên wekhev ên jinê” de wiha dibêje:  

“Di nav pergala beriya vê de jiyana jinan ketûber berdewam dikir û bi kareke ku qet dawî lê nedihat, dagirtî bû. Lê belê ev kar xweş dihat dîtin û wek zîncîrên koletiyê bûn. Lê niha perwerdeya jinan a kar û wêrektiya wan a di cihê kar de wan ber bi çeperên pêş ên avakirina Sosyalîzmê de dibe, wan di nav qehremanên kedê de bi cih dike.  

Jin ji aliyê çandiyarên gund ên çi mezin û çi jî biçûk hat dîlgirtin, ew bi mala wan da girêdan û hîşt ku ew xwedî nêrandineke teng a jiyanê bin. A rast her yek ji wan bibûn koleyên zilamên xwe ku bi awayek zalimane li wan dida. Cotkariya biçûk rê li pêşiya ol vekir. Gundiyan wiha digot: ‘Her zilam ji bo xwe, xwedê ji bo herkesekê.’ Ev gotina ku pirê caran ji aliyê Lenîn ve hatiye gotin, derûniya kesên xwedî xwedanî pirr baş tîne ziman. Lenîn da zanîn ku encax sosyalîzm dikare mafê wekhev ê di navbera jin û zilam de bide. Ji xwe gotinên wî ji niha de rast derdikevin. Ji xwe em dibînin ka di cotkariyên kolektîf de rewşa jinê çawa tê guhertin.”    

Bi tevgera ciwanên proleter re ji nêz de eleqedar dibû

Krupskaya bi awayek çalak beştarî jiyana siyasî jî bû. Li Londrayê erka amadekariyên ji bo Kongreya RSDİP û birêvebirina wê girt ser milê xwe. Di sala 1905’an de bû sekretera Komîteya Navendî a RSDİP yê. Ger di sala 1903’an de tevî Lenîn vegeriyabin Rusyayê jî, lê ji ber hewldana ne serketî a şoreşê ya di sala 1905’an de, dovre vedigerin Fransa yê. Krupskaya li Parîsê, di dibistana Partiyê a Longjumeau yê de wek mamoste dest bi xebatê dike. Wek sekretera Lenîn bi rêxistinên li Rusyayê re dikeve nav danûstandinê û di vê mijarê de xwedî roleke girîn e. Piştî Şoreşa Cotmeha 1917’an şûnde, di Komîsertiya Perwerdeya Gel de dest bi xebatê dike. Di sala 1920’an de jî dibe seroka Komîteya Perwerde yê. Ji sala 1929’an û heya mirina xwe di Komîsertiya Perwerdeya Gel de (wek alîkara wezaretê)  peywira xwe bi cih anî. 

Krupskaya bi taybetî bi rêxistinbûyîna tevgera ciwanên proleter re ji nêz de eleqedar bû. Ji neslên ciwan re hem ji hêla bingeh û teorî de, hem jî di qada pratîk a perwerdeyê de, ji bo pêşketina wan rêxistinên Komsomol û Pioner ku wê di pêşketina wan a bi tenduriste de xwedî bandor be, pêşengtî kir.  

Her wiha di nav damezînerên rojnameya zarokên Sovyetê a bi navê Pionerskaya Pravda de jî cih girt û di vê rojnameyê de di derbarê zarokan de gelek babet nivîsîn. Di heman demê de yek ji wan kesan bû ku di pêşxistina pergala perwerdeya Sovyetê û belavkirina pirtûkxaneyan de xwedî rol bû.  

Di sala 1930’an de, di axaftineke xwe a Komîteya Navendî de li ser têkoşîna çînî radiveste û balê dikşîne ser têkoşîna di vê mijarê de. Li dijî avakirina pergala îdarî-fermande berxwe dide. Ew li gel e ku di pergala Partî û karsaziyê de hewce bi pergalên hîn demokratîk heye û vê yekê diparêze.  Li dijî zarokên karker û kedxwariya zarokan ku hîn di dema Çar de mabû, derdikeve û têdikoşe.  

Heya dawiya jiyana xwe wek endama Desteya Rêveberiya Navendî û Komîteya Navendî ya SBKP yê erk girt. Her wiha xebatên xwe ên çapemeniyê jî bê navber domand. Di sala 1937’an de wek alîkara seroka SSCB hat hilbijartin. Nadejda Konstantinovna di 17’ê Sibata 1939’an de li Moskovayê diçe ser dilovaniya xwe.