Jina ku hunera xwe bi raperîna xwe re digihîne hev

- Lîlyan ÇIYA
613 views

Giuditta e la sua serva con la testa di Oloferne, 1610-1612 circaArtemisia Gentileschi, di sedsala 17. an de jiyaye û wênesazeke barok ya Îtalî ye. Artemisia di serdemekê de ku jin di her qadê de hatiye tune hesibandin, di mal de hatiye heps kirin û hewceyê zilam hatiye hîştin jiyan kiriye û bi hunera xwe li dijî êrîşên pergala desthilatdar û dêrê berxwedaye.

Ji bo ku Artemisia perwerdeya wêne bibîne, babê wê wênesazeke binavê Agostino Tassi dibîne û dixwaze keça wê perwerde bike. Lê Artemisia rastê tecawuza wênesazê bi navê Agostino Tassi tê û çîroka wê jî wiha tê destpêkirin. Lêbelê, ji ber ku Tassi keseke arîstokrate ji aliyê dadgeha dêrê de nayê tewambar kirin. Dadgeha dêrê li şûna Tassi, Artemisia yê bi tewana bênamûsiyê suçdar dike û di bin navê kontrol kirina keçiniyê wê tacîz dikin, ji xwe di dawiyê de jî li ser bûyerê tê girtin. Lêbelê mebesta Artemisia nîne ku tiştên jiyan kiriye bîr bike û bide bîr kirin. Di serdemekê de ku jinên bi hunerê re eleqedar dibin wêneyên xwe bi navê mêr an jî babê xwe îmze dikin, Artemisia hunera xwe vediguherîne çekê.

Ji ber gotinên nebaş yên di derbarê wê de li Romayê tên belavkirin, Artemisia neçar dimîne bizewice û li Floransayê bi cih dibe, xebatên xwe li vir didomîne. Yekemîn xwendekara jine ku li Academia del Disegno yê tê qebûl kirin. Herçend hunera wê ji aliyê teknîkî de bê ecibandin jî naveroka wê tê rexne kirin. Ji ber ku wêneyên wê ne cureyek wêneyanin ku kêfa mêr an pê bê.

MANSETJiber ku xebatên wêneyê yên nû û anatomiyê tên asteng kirin, jinên wênesaz yên wê demê berê xwe didin wêneyên naturmort. Artemisia xebatên ku dîn û mîtolojiyê dike mijara xwe çêdike. Taybetmendiya hevbeş a çirokên ku hildibêjêre jî jinên bihêz e. Mînak behsa kuştina kesê tecawuzkar yan jî xwekuştinên jinên ku li şûna bi dijminê xwe re pevbike, dike.

Susanna û îxtiyar

Ew tabloya ku ji Tevratê îlham girtiye û çêkiriye, çîroka Susanna vedibêje. Susanna di dema sirgûna îsraîliyan a Babîbê de hevjîna bazirganeke dewlemend e û dema di hewşa mala xwe de serê xwe dişu rastê tacîza du zilamên îxtiyar ku wê dinêrin dibe. Îxtiyar ji jinê dixwazin ku ya jê dixwazin bike û dibêjin, ger a ku jê dixwazin neke vê wê bi zîna kirina bi mêreke ciwan re tewambar bikin. Dema Susanna li dijî wan derdikeve û tişta ku ew dixwazin nake, îxtiyar gefên xwe didomînin. Susanna ji aliyê dadgehê tê darizandin, ligor zagonên wê demê bi mirinê tê mehkûm kirin.

Susanna ku ji aliyê du mêrên îxîyar we dema serê xwe dişu tê tacîz kirin, ji aliyê zilamên wênekêş  yên bi navê Rubens û Velazguez tê resmandin. Ev wênekêş di wêneyên xwe de li şûna ku nerehetî û aciziya jinê a li hemberê wê rewşê biresimîne, weke ku ev jin ji rê derxistina zilaman hes bike û  xwe bi xwe, xwe rezîl dike, diresimînin. Lê di tabloya Artemisia yê de jina tazî û bê parastin, li hemberê zilamên ku bi ser wê de tên, bi hesteke tije kerb û acizî dinêre, tê xûyan.   

Yek ji mijara din a girîng ku di tabloyê de tê xûyan jî du zilamên ku Artemisia yê resimandiye û babê xwe û Tassi yê ku tecawuzê wê kiribû, wek model diresimîne. Nefret û aciziya ku li hemberê babê xwe û zilamê tecawuzkar dijî, di rûyê Susannaya ku ji xwe re model digire de diresimîne.

Judith a ku serê Holofernes dibire

Judith ku jineke bî a bi eslê xwe Cihû ye, ji bo ku gelê xwe ji êrîşên Asur an rizgar bike, vê fermandarê Asur an Holofernes bikuje. Bi xizmetkara xwe Abra re dikevin wargeha Asur an. Judith ku bi demê re Holofernes dike evîndarê xwe, di rojeke piştî şahiyê de dema ku bi tenê dimînin û Holofernes serxweş e, serê wî bi şûra xwe jêdike û dibe meydana bajêr. Gelê Asur ku fermandarê wan dimire, bajêr diterikînin.Self-portrait-as-a-lute-player

Çîroka vê tabloyê jî wiha ye. Gelek wênekêşên ku ev çîrok resimandine Judith, di destê wê de şûr û dema bi serê jêkirî cihê bûyer lê qewimî diterikîne, tê dîtin. Lêbelê di tabloya Artemisia yê de xwîna ku li derdor belav bûye û dîmenên balkêş yên xwînsar bûna Judith derdikeve pêş.

Tê gotin ku Artemisia ji Caravaggio ku berê wê ev mijar bikaranîbû bandor bûye, lê dema wêneyên her du wênekêşan mirov tîne ber hev, bi dest girtina mijarê ji hev pirr cûda ne. Di tabloya Caravaggio de Julith ku di destê wê de şûr heye û pirr diltirs tê xûyan. Arîkara wê Abra jî li teniştê sekiniye û bi destmala di dest de ku bi qirika xwe girê dide, wisan disekine. Lê, di wêneya Artemisia yê de Judith di nav tarîtiyê de bi şûra ku di dest de ye, serê Holofernes dibire. Di rûyê wê de jî îfadeyeke xwînsar hebû. Arîkara wê Abra vê carê li ser Holofernes te, nahêle ku ew tevbigere û arîkariya Judith dike.   

Artemisia, her weke ku di tabloya Susanna û îxtiyaran de di vê tabloyê de jî Tassi, Holofernes wek model diresimîne. Judith jî ew bixwe ye.

34 tabloyên Artemisia ku heya roja me ya îro hatine heye. Lêbelê di dîroka hunerê de gelek caran xebatên wê ji nedîtî hatine, car carnan jî bi navê babê wê hatine bibîranîn.

Berovajî zilamên hunermend yên wê demê ku jin bê rih, nêrandinên bê wate û di cihê herê cidî de jî kompozîsyonên ku tiştên erotîk bibîr dixîne tên resimandin, Artemisia tabloyên ku jin bi hêz û bi biryar dide nîşandan diresimîne. Jiber ku wê hêrsa tune hesibandina jinan û tiştên ku jiyaye rijandiye nav tabloyên ku resimandiye. Li dijî her cûre sînordarkirin, çewisandina civakî, tecawuz, çewisandinên dînî û babiksalarî berxwedaye û berxwedana xwe jî bi hunera xwe re gihandiye hev.

Çavkanî: Dünyalılar

Werger: Lilyan Çiya