Jineke bê qisur, zana û feylesof : HYPATÎA

- Newaya Jin
817 views

Ger Hypatîa nehatiba kuştin û dibistana îskenderiye nehatiba girtin, gelo vê mirovatî bi hezaran sal berê niha gihaba asta şaristaniya îro? Îskenderiye di sala 332 b.z ji aliyê qiralê makedon îskender we tê avakirin; herHYPATIA 2 wiha navendek zanistê ye û hemû gelên Yewnan, Misir û Cihû di nav aramiyê de bihevre jiyan dikirin. Mixabin wê ev bajêrê xweşik, di sedsala. 5’an de ku dema belavkirina Xiristiyantiyê ye bibe navenda şerên baweriyan. 

Hypatîa, jineke xweşik û jîre ku di sala 370 p.z li Îskenderiye tê dinyayê. Babê wê Theon, mamosteyê zanîngeha Îskenderiye beşa matematîkêye û her wiha di rêveberiya zanîngehê de jî cîh digirt.

‘Ji bo Hypatîa dîn, zanist û felsefe bû’

Hypatîa ciwanek jêpirsîner, lêkolîner û pirr meraqdarê fêrbûnê bû. Hypatîa di nav atmosferek wiha de mezin dibe û bi alikariya bavê xwe hunerên dest, helbest, matematîk, astronomî, geometrî û di mijara felsefeyê de bi awayek bêqisur tê perwerde kirin. Bi demê re xwe di nav xebatên bavê xwe yên zanistî de dibîne. Ji bo Hypatîa dîn, zanist û felsefe bû. Bavê wê hemû dînên dogmatîk fêrî wê kiribûn; lêbelê dûre jî ew tişt lê zêde kiribû:

“Hemû dînên dogmatîk tije çewtî û şaşîne, ji bo wê jî negengaze ev dogma ji aliyê kesek ku ji xwe re rêz nîşan dide wek rastiyek dawîn bê qebul kirin. Lazime hertim heqê fikirandinê bikar bînî, ji ber ku şaş fikirîn ji nefikirînê çêtire.”         

Hypatîa ligor wê demê, wek jineke di her hêlê de bêqisur tê perwerde kirin; ne tenê ji aliyê zanistê de her wiha di spor û muzikê de jî perwerdeyek baş dibîne. Di wan deman de xitabet li gel Yewnan an hem wek zanist û hem jî wek hunerê dihat destgirtin. Hypatîa yek ji wan kesan bû ku herê baş hunera xitabetê bikar tanî.    

Piştî salan, tiştên ku ji bavê xwe fêr dibe û tiştên ku xwe bi xwe fêr bibû lê zêde dike û wiha dinivîsîne:

“Pêwîste çîrok wek çîrok, efsane jî wek efsaneyan bêne vegotin. Tiştek bi qasî ku mirov baweriyên vala wek rastî fêr bike, tirsnak tine ye. Aqilê zarok ji vane bawer dike û zarok ji tiştên şaş bawer dikin. Ji van baweriyên şaş safî bûn pirr zehmet dibe û ji bo wê salên dûr û dirêj divê. Mirov ji baweriyên tewş re wek rastiyek in nêz dibin, bawer dikin û di rêya vê de şer dikin. Heta di rêya baweriyên tewş de hîn zêdetir şer dikin; ji ber ku baweriyên wisan tewş û ne berbiçav, rizandin û ji holê rakirina wan jî zehmet dibe.”           

‘Ev jina zana bala herkesê dikşîne’ HYPATIA 3

Hypatîa di zanîngehê de wek mamoste tê heskirin û jê re rêz tê raberkirin. Ligor dîroknas Sokrat, mal û ref a Hypatîa hertim bi xwendekar, zanistên serdemê û kesên xwedî raman tije dibû; ji Ewropa, Asya û Efrîqa ref bi ref xwendekar tenê ji bo ku li dersên wê guhdarî bikin, dihatin bajarê Îskenderiye yê. Di nav xwendekarên Hypatîa de Orestes ku, wê paşê biba parêzger û pîskoposê Ptolemaîs ê Synesîus jî hebû.       

Ev jina zana bala her kesekê dikişîne ser xwe û bi dehan evîndarê wê hebûn; lê bi awayek pirr nazik tanî ziman ku “ew bi rastiyê re zewiciye” û bi vî rengî hemû pêşniyarên zewacê paşve divegerandin.

Xwe di nav dibistana ramanê, ya wek Eflatunên nû dihat bi nav kirin de dihesiband. Lêbelê avahiya ramanên wê dibistanê, bi nêrînên baweriyên hişk û dogmatîk yên xiristiyantiyê re di nav nakokiyan de bû.

Di rojên ku Hypatîa ders dida, Îskenderiye rojên gelek bi zehmet dijiya. Di sala 412’an bz. papazê bi navê Kirîl (Cyrille) ji bo patrîkxaneya Îskenderiye tê erkdar kirin. Ew kes, fedaiyên dîn yên bi navê “Parabolanî” ku qaşo ji bo alikariyê bidin kesên xêzan û lewaz hatibûn cem hev, bandor dike û destpêkê pagana, piştre jî ji bo kuştina Cihûyan wan bikar tîne.    

Kirîl kesek ji xwe razî bû. Dîn ligor xwe bi kar tanî. Her wiha bi şêweyê axaftina çalak gel dixist bin bandora xwe. Armanca wî ne belav kirina dîn, bi dest xistina hêzek e siyasî bû. Di wê demê de li Îskenderiye hêza siyasî di destê Orestes ku ji aliyê Roma we hatibû şandin, xwendekarê Hypatîa, evîndar û pişt re yek ji hevalên herê baş yê Hypatîa bû. Armanca Kirîl bê hêz kirina Orestes e. Lewma du firsendên ku Kirîl bikar bîne di dest de hebû. Yek dîn û ya din jî Hypatîa.    

‘Dibistana Grek piştî Hypatîa bidavî dibe’

HYPATIA 4Di dîroka zanistî de kujarek herê tirsnak dihat plan kirin. Di nav gel de gotinên, Hypatîa bê dîne û pêwîste bê tinekirin, dihatin belavkirin. Û Hypatîa wek pîrhevok dihat destnîşan kirin. Hypatîa ji aliyê gelê nezan we bi awayek bê parastin di zanîngehê de hat girtin, rastî her cure îşkencê hat û di 45 saliya xwe de hat kuştin.   

Wek matematîkzanê navdar Hardy jî tîne ziman; dibistana Grek piştî kuştina Hypatîa bidavî dibe. Ji wê demê û şûn de fikra skolostîk hakim dibe û wê 1500 sal ev fikir dom bike. Ji hêla zanistî de serdemek tarî destpê dike. Mixabin, gelek pirtûk û nivîsên ku Hypatîa nivîsîbûn di pirtûkxaneyê de hatin şewitandin û talan kirin. Lêbelê em dizanin ku, ger Hypatîa û Theeon nebana vê berhemên Ptolomy, Euclîd û matematîkzanên din yê Yewnan heya roja me ya îro nedihatin. Tê zanîn, Hypatîa li ser koniyên Oklîd û Apollonîus hin pirtûk nivîsîne. Lê piştî Hypatîa, heya nîvê sedsala 17. an li ser mijarê ne Descartes, ne Fermat û heya Leîbnîz, di cîhana zanyarî de behsa vê yekê nehatiye kirin.          

Di vir de pirsek wisan tê hişê mirov: Ger Hypatîa nehatiba kuştin û dibistana Îskenderiye nehatiba girtin, vê mirovahî bi hezaran sal berê niha gihaba asta şaristaniya roja me ya îro?

Em nivîsê bi gotinek Hypatîa ku nêrînên wê yên jiyanî xulase dike, bidawî bikin:

“Tiştên ku me digihînin hev, ji tiştên ku cûda dikin zêdetir in. Em hemû xûşk û bira ne.”

Çawkanî: dünyalilar.org

Weger: Lilav Çiya