Jinên di rêya şûr de jiyan

- Lîlyan ÇIYA
734 views

Ew dayîk, xwîşk û xwedî zarok bûn. Lê ev jin berê her tiştî cengawer bûn. Di tevahiya dîrokê de li her devera cîhanê, şûr û çeka xwe bikaranîn û şer kirin. Di nav şer de hejmara wan ji rêhevalên wan yên zilam herçend kêmtir be jî her yek ji wan jinên cengawer di dîrokê de şopên mayînde hiştin.

1-Onna BugeishaDema Samuray tê gotin, yek ser zilam tên hişê herkesekê, lêbelê dîroka Japon an bi cengawerên jin dagirtiye. Vaye rûpelek ji dîrokê ku li ser hatiye pêçan: Onna Bugeisha, yanî jinên cengawer. “Samuray” li Japonya ji bo çîna leşkerên biesil tê bikaranîn. Li Japonya ev gotin ji peyva Saburau ku tê wateya ‘xizmet kirinê’ hatiye girtin. Wek “Bushido” jî tê bikaranîn û tê wateya ‘ rêça cengawer’, ji tirsê azad, aram û cengawerê ku bi dilsozî girêdayî efendiyê xwe ye.           

Ji ber ku mijara me bi giştî li ser Samuray nîne, emê tenê bi kinahî bal bikşînin ser dîroka wê û derbas bin. Di navbera sadsalên 9-12. an de Samuray wek çînekê pêşketin û bi du navên Samuray ( şovalye ), Buşî ( cengawer ) hatin nasîn.

“Onna Bugeisha”, ji wan jinên cengawer re tê gotin ku di meydana şer de pirê caran ji zilaman jî wêrektir şer kirine û bûne qehreman. Lê mixabin di çavkaniyên heyî de pirr kêm qala wan jinan tê kirin.   

Împaratorîçe Jingu, Tomoe Gozen, Nakano Takeko yek ji wan jinê cengawer in ku herê zêde behsa wan tê kirin. Dîrok wek her carê neheqî li jinan kiriye û ew jinên cengawer ji nedîtî hatiye. Mînak li herêmekê ku di sala 1980’an de şerek lê diqewime û gelek Samuray beştar dibin, lêkolînên DNA yê tên çêkirin û ligor encamên dikevin dest, ji 105 şervanên ku beştarî vî şerî bûne, ji wan 35 jin in.

‘ONNA BUGEİSHA’ yên pêşîn

Jinek bi navê Jingu ku tê texmîn kirin PZ. di navbera salên 169 û 269’an de jiyaye û wek yekem Onna Bugeisha tê bîranîn. Ligor gotegotan, Jingu bi awayeke mucizewî bê ku damleke xwîn bê rijandin Kore yê fetih dike. Rexmê ku li ser hebûn û serkeftinên wê gelek nîqaş hebin jî di sala 1881’an de Jingu bû yekem jin ku li ser Banknot ên Japon cih digirt.    

2-Trieu Thi TrinhTrieu Thi Trinh

Trieu dema hîn 20 salî bû, hêzeke ji 1000 kesî kom dike û di sedsala 3. an de bang li hemwelatiyên xwe yên Vîetnamî dike dako li dijî dagirkeriya hêzên Çînê yên ku hewl didan welatê wan dagir bikin, derkevin. Birayê wê hewl dida ku ew dev ji raperînê berde, lê bersiva Trieu yê bi qasî şerê li qadê hişk bû û wê wiha bersiva birayê xwe dida û digot: “Ez dixwazim di nav ewran de rêvîtiyê bikim û li ser çiyayan bimeşim, nehengên behra rojhelat serjê bikim, sînoran paqij bikim û mirovan ji fetisandinê rizgar bikim. Çima ez kesên din teqlîd bikim, serê xwe bitewînim û çongên xwe bişkênim û bibim koleyek? Çima ez xwe bidim karê malê ku tenê karek ji rêzê ye?” Piştî van gotinên wê, birayê wê jî beştarî nav artêşê dibe.

Trieu di qada şer de figurek bi heybet bû: Du şûr hildida, û li ser pişta fîl ê bi cilên xwe yên zer pirr bi heybet û xweşik dihat xuya. Herêma xwe rizgar dike, 30 êrîşên dagirkeriyê yên Çînê têk dibe û di dawiyê de bin dikeve û ligor gotegotan dema hîn 23 saliye xwe dikuje. Rexmê rewşa bi hezin a jiyana wê, navê wê hîna jî tê jîn. Ligor efsaneyê, dengê Trieu yê bi qasî dengê zingila perestgehê bi hêz bû û bejna wê 3 metre bû. Ev efsane jî dide nîşandayîn ka insan ji raborî heya roja me ya îro çiqas bi vê jina hêja bandor bûne.

Dema ku mirov hunera wê a axaftinê dide ber çav, têgihiştina wê hêsantir dibe: “Ez dixwazim di nav bahozê de rêvîtiyê bikim, hemû semasiyan di nav behrê de biqewitînim û koletiyê di nav rûpelên dîrokê de weşêrim; naxwazim bibim heskiriya yek ji wan zilaman û li ber serê xwe bitewînim.”

Nakano Takeko3-Nakano Takeko

Takeko yek ji wan jinên Samurayî ye ku kêm tê nasîn û berê ku di nav şerê hûndurîn yê Boshin ku ji 1868’an heya 1869’an dom kir de cih bigire, di qada leşkerî û wêjeyê de perwerde dibîne.

Di şerê Aizu yên bayîza 1868’an de, ew û jinên cengawer yên bi daxwaza xwe beştarî şer bibûn; lê bi awayek resmî ne girêdayî artêşê bûn. Lêbelê Takeko pişt re hemû rêhevalên xwe yên jin di bin banê yekîneyekê a bi navê Joshitai (“Artêşa jinan”) de kom dike. Wek çek jî ji bo xwe şûra Japon a bi navê naginata yê hildibêjêre. Ev çek her çiqas di nasîn û bi nav û deng bûna wê de rol lîstibe jî nikare wê di tevahiya şeran de biparêze.

Takeko dema li dijî mîrtiya Ogaki ku girêdayî artêşa Japon bûn, êriş birêve dibir, ji sînga xwe derb xwar. Wê dizanî ger bê kuştin vê li hemberî bedena wê bêrêzî bête kirin û serê wê wek xenîmeta şer ji aliyê dijminê wê ve bête veşartin, ev yek ew pirr hêrs dikir û ji bo vê jî ji xwîşka xwe xwest ku ew serê wê jê bike û li cihekê bin ax bike. Ev daxwaza wê a dawî bû, ji bo vê jî serê wê hat jêkirin û di bin dareke çamê a li hewşa perestgehê a li Hokai-ji ku li nav sînorên Fukushima ya îro ye, hat veşartin. Di roja me ya îro de jî her sal di dema cejna payîzê a Aizu jin tên vir, wê û artêşa jinan li ber abîdeya ku li wan dorhêlan hatiye çêkirin, bibîr tînin.         

4-Tomoe GozenTomoe Gozen

Lê jina herê bi nav û deng a Samuray, Tomoe ye ku 700 sal berê Takeko jiyaye. “Gozen”, nîşaneyek rêzdare ku ji aliyê mamosteyê wê general Minamoto no Yoshinaka jê re hatiye dayîn. Di navbera salên 1180-1185’an de di şerê Genpeı de bi Samurayên zilam re beştarî nav şer dibe. Di demekê de ku bi zilaman re tevlîbûna jinan a şer neasayî dihat dîtin; tê xuyan ku Yoshinaka li hemberê Tomoe û hunera wê a şer matmayî dimîne û bi hurmet nêz dibe, ev yek jî dide nîşan dayîn ku hemû qalibên fikrên pûç hatine têk birin.

Di pirtûka dîrokê a bi navê “The Tale of Heike” de Tomoe, “bi awayek hestiyar û wek tîrendazek bi hêz ku bi îblîs re yan jî bi xweda re, li ser pişta hesp an jî erdê, amadeye ji bo lihevketinê; ew wisan şûr bikar tîne ku bedela hezar şervana ne.” Di heman demê de xweşik, bê tirs û rêzdar e.

Temoe hertim leşkerên xwe ji bo şer û serkeftinan amade dike. Herê dawî di şerê Awazu de cih digire ku di vî şerî de Minamoto no Yoshinaka tê kuştin. Temoe di vî şerî de dikare bi saxî xwe ji destê neyarên xwe rizgar bike û pişt re şûra xwe datîne û xwe ji her tiştî dide alî. Tê gotin ku dûv re dizewice û piştî mirina hevserê xwe dibe rahîbe. Lê di hin cihan de jî berovajî vê tê îdîa kirin, ji bo vê jî baş nayê zanîn ka di dawiyê de çi bi serê wê tê û jiyaneke çawan didomîne.   

Lozen5-Lozen

Tê texmîn kirin ku dema bi darê zorê ev cengawera Apaçî di sala 1870’an de bi qebîleya birayê wê Victorio re dibin San Carlos li wargehên kom kirinê, 30 salî bûye. Ji ber rewşa xirap a li vê wargehê, navê “Cehenema çil donim î” li wargehê hatibû kirin û êdî li herêmê bi vî navî dihat nasîn. Li derdora salên 1877’an  de Victorio ji bo ji wargehê birevin ji komekê ku di nav de Lozen jî heye pêşengtiyê dike. Lozen û birayê xwe bi hevre hin cihan dagir dikin û kontrola herêmên Apaçiyan bi dest dixin, tirs û xofê dixin dilê şêniyên nû yên Black Mountain li New Mexico ê.

Lozen di dema dagirkirineke wiha de dilê wê bi jin û zarokan dimîne û ji bo zirar bi wan kesan nekeve wan dibe cihek bi ewle. Dîsan ligor James Kaywaykla ragihandiye, wan dibin cihekê ji Rio Grande yê dûr û li herêmek ewle bi cih dikin.  Kaywaykla wiha qala Lozen ê dike: “Min xwîşka Victorio jina delal û hêja Lozen a li ser pişta hespeke xweşik, dît. Jina cengawer Lozen! Ji zilam an çêtir hesp baz dida, çek bikar tanî û dikarî şer bike.”   

Ligor hatiye tomar kirin, gotinên birayê wê jî wiha ne: “Lozen milê min yê rastê bû… bi qasî xurtekê bi hêz, ji gelek ji wan jî dilawertir bû û xwedî hişeke zelal a stratejîk bû. Lozen ji bo gelê xwe mertal bû.” Lozen dema xebera mirina birayê xwe Victorio dibihîse, ji bo arikariyê bide kesên ma ne dikeve rê. Ji vir û şûnde bi hestên tolhildanê xwe bi çek dike û dest bi êrîşên dijwar ku li tevahiya New Mexico yê belav bûye, dike.

Pişt re li gel Geronimo şer kir û ligor efsaneyê; tenê milên xwe dirêj dikirin û cihê dijminê xwe û hejmara wan dida diyar kirin. Piştî ku Geronimo teslîm bû û şûnde, Lozen jî hat girtin. Dema dîl girtî bû, ji nexweşiya weremê mir. Ji bo ku ligor kevneşopiya Apaçiyan û bi awayek şanaz bête veşartin, radestê qebîleya wê tê kirin.

Lêkolîn/ Lilyan Çiya