Jiyan di navbera sînoran de

- Zeynep ERDEM
632 views

Canê kolberan di turikê wan de ye û li ser pişta wan e… Jiyana wan bi çûn û hatina di navbera  sînorên ku desthilatdaran di nava dilê Kurdistanê de daniye re derbas dibe. Hin caran bi fîşekên pastarên Îran ê, hin caran bi guleyên leşkerên Tirk tên gulebarankirin û li ser MANSETwan sînorên çêkiri canê xwe didin. Li ber serê wan kesek nîne ku birînên wan bipêçe, bedenê wan yê bê can ji erdê rake, xeyalên wan yên di turikê wan de birîndar kom bike û bi wan re bişîne, oxir bike…

Gelek caran jî kolber bi xezeba xwezayê re rû bi rû dimînin. Berf bi ser wan de dibare, lehî radibin, di bin aşûtê de dimînin, di ber pêlên avê de diçin. Lê, ranawestin. Gelo ev kolberên Kurd çima li hemberî ev qas zext, kuştin û dijwariyê vî karî dikin?

Ji ber ku neçarin; tenê dikarin debara xwe bi vî karî bikin û  jiyana xwe bidomînin. Wekî din tu derfet ji bo wan tuneye. Ji bo jiyaneke bi rûmet bidin meşandin vî karî dikin. Nexwe rejîma Îranê li ser wan besîcî, xwefiroşiyê ferz dike. Ew jî vê yekê red dikin û gelek bi êş û azar be jî û zahmetiyên wê zêdebin jî vê jiyanê tercîh dikin.

Bê guman rejîma Îranê dixwaze xof û tirseke mezin bixe nav civak ê. Ji aliyê din ve polîtîkaya aborî ku li Kurdistanê dide meşandin yekser bi vê siyasetê re girêdayî ye. Tu riya jiyaneke hêsan ji gel re nahêle. Yan wê xelk teslîmê van polîtîkayên dîlgirtinê yên bi rêya  birçîbunê bibe,  yan jî wê li dijî vê siyasetê bi xwîdana eniya xwe kar bike û jiyana xwe bidomîne.

Di demekê de ku li çar beşên Kurdistanê tekoşîneke bi rûmet tê meşandin de, bêguman xelkê Rojhelatê Kurdistanê jî ji vê qonaxê bandor dibe û ji nêz ve vê têkoşînê dişopînin. Her wiha siyaseta dewleta Îranê ya tesviyekirina îradeya gelan jî baş nas dikin û dizanin. Rejîma Îranê ji raperîna gel dikeve nav tirs û xof ê. Gel dizane ku rejîma Îranê weke ku xwe dide xûyakirin ne bi hêz e, di nava xwe de kaoseke mezin dijî. Lawazî û tirsa rejîmê herî zêde gelê Kurd dizane. Ji ber ku li beşên din yên Kurdistanê rojane dibîne ka gel çawa li dijî siyaseta qirkirinê têdikoşe. Hele şoreşa Rojavayê Kurdistanê bandoreke mezin li ser xelkê me yê Rojhelat kiriye. Bi dehan ciwan  çûne û di nava şoreşê de şehîd ketine. Di vê pêvajoya şoreşa Kurdistanê ya çil salan de beşê herî zêde bandor bûye Rojhelatê Kurdistanê ye. Hêzeke mezin ya şoreşê bi xwe re daye avakirin. Ji xwe hêza xwe ya şoreşê jî avakiriye ku bi hezaran jin û ciwan pêşengiyê jê re dikin.

KOLBER-Di demeke wisa ku gelê Kurd ewqas hestiyar e, rejîma Îranê bi berdewamî bi hincetên cûde li ser sînoran ciwanên Kurd qetil dike. Li gor amarên tora mafê mirovan a Kurdistanê di sala 2016’a de 92 kolber ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetil kirin. Îsal jî di heft mehên despêkê yên salê de 47 kolber hatine qetil kirin,  24 ji wan bi guleyên pastarên rejîma Îranê, 23 ji wan di encama qeza û bûyerên sirûştî de jiyana xwe ji dest dane, di vê demê de  97 kes jî birîndar bûne.

Serê meha derbasbûyî de, xelkê Rojhelatê Kurdistanê li dijî polîtîkayên rejîma Îranê ya kuştina kolberan serî hilda. Kolberên bi navê Heyder Ferecî û Mam Qadir li ser sînorê bajarê Bane ji aliyê pastarên Îranê ve hatin qetil kirin. Vê carê sebra gelê herêmê êdî nemabû. Bedenê van her du kolbaran li ser sînor bê xwedî nema û gel xwedî wan derket. Despêkê xelkê Bane rabû serhildan ê. Piştre jî li hemû bajarên Rojhelatê Kurdistanê li dijî vê siyaseta rejîma Îranê gel daketin qadan. Di serîde dewleta Îranê her kes şaş û matmayî ma li hember van serhildanan. Gel bi rojan li kolanan ma û zilma rejîmê ya li hember kolberan ku di şexsê kolberan de li dijî gelê Kurd tê bikaranîn, şermezar kir. Rejîmê yek bi yek hemû bajarên Kurd an ku raperîn lê pêk hat, bi hêza bi hezaraî leşkeran dorpêç kir. Xwest çavê gel bitirsîne. Lê,  gel kolan vala nekirin, bi rojan neçûn ser kar, deriyên dikanên xwe venekirin. Li dijî hêzên rejîma Îranê sekinîn û çavê wan ji zextên rejîmê netirsiya.

Di demeke ku rejîma Îranê hemû hêzên dijber bêdeng kiriye de, serhildana gelê Kurd li bajarên Rojhelatê Kurdistanê bê guman xwedî wateyeke mezine. Di nav Kurdan de potansiyelek wisa derket holê ku tirsa rejîmê li welêt avakiriye, dikare bi xwebirêxistinkirinê were şikandin. Her wiha gelê Kurd dikare pêşengiyê ji muxalefeta îranê re jî bike ku tirsa di dilê wan de hatiye avakirin bişkîne. Xaleke din ku van serhildanan derxist holê jî ew bu ku polîtîkayên rejîmê yên li dijî gelê Kurd bi tu awayî encam negirtiye û nagire. Îran ger bixwaze vê serhildanê rast bixwîne, dikare encamên baş jî jê derxe û bizanibe ku bi tirs û çewisandinê nikare îradeya gelan bişkîne. Berdêl çi dibe bila bibe, ji bo jiyaneke bi rûmet gel bi israr e.

Êrîşên li ser kolberan bi dehan salan e ku didome. Tirkiye, Iraq û Sûriyê jî heta niha bi dehan bazirgan û kolberên Kurd li ser xetên sînor qetil kirin. Qetlîama Roboskiyê ku dewleta Tirk di 28 Kanûna 2011´an de pêkanî û di encamê de 34 welatiyên Kurd hatin qetilkirin, hêjî di hişê me zîndî ye.

Gelo kolberên Kurd çima tên qetil kirin? Ev dewletên ku xaka Kurdistanê dagir kirine, çima evqas hovîtî dikin?

Çawa ku me di destpêkê de jî anî ziman, qetil kirina kolberên Kurd zêdeyî bi polîtîkayên aborî ku dewletên dagirker li Kurdistanê didin meşandin û yekser bi polîtîkayên asîmîlasyonê ve girêdayî ye. Hêzên dagirker nêzî sedan sal in ku sînor danîne navbera axa Kurdistanê, welatê Kurdan kirine çar perçe û kêm an jî zêde naxwazin tu pêywendî di navbera gelê Kurd de çêbibe. Bi dehan sal in li her çar perçeyê Kurdistanê gel rexmê hertiştekê jî di mijara hebûna xwe de agahdar e, li hemberî hemû qetlîam û polîtîkayên asîmîlasyonê pêywendiyên xwe yên di warê aborî de didomînin. Em dibînîn ku hêzên faşîst ji bo bi her awayî pêywendiyên di navbera gel de qut bike, hafizaya gelê Kurd ji holê rabike, ji xeynî têlên sînor û erdên bi mayîn niha dîwar û “kalekol”an jî çêdikin. Qetlîam û polîtîkayên ku sed sal in pêk tînin bi temamî têk çûne.  Gelê Kurd li her çar perçeyê Kurdistanê li ser piyan e. Em dibinin ku ev dewletên dagirker di nav kaoseke çiqas mezin de ne ku biryara dîwardanînê girtine. Bêguman ev yek pêkanînên wan yên dawî ne. Ji ber ku dîroka berxwedana gelê Kurd jî nîşanê me daye ku ew dîwar û sînorên li ser dilê Kurdistanê de hatiye lêkirin, wê bi serê wan de were xwarê!