Jiyanek di nav çembera agir de

- Newaya Jin
640 views

emine-alturk-11Emîne Alturk, jineke ku di temeneke ciwan de hîn di salên 90 de şahidî ji gelek bûyer û zûriyan re dike, jiyaneke bi zehmet dijî û dibe penabera rêyên nediyar. Niha jî bê ku em gotinê dirêj bikin emê jiyan û serpêhatiya dayîka Emîne ji wê guhdarî bikin.

Em heft xwîşk û birayek me heye. Di salên 1990´î de li herêma Qileban yekemîn gund, gundê Pîran bû ku ji aliyê dewleta Tirk we hat şewitandin. Em di sala 90´î de ji gund derketin, bavê min wê demê hat birîndar kirin. Li her cih û warê ku em diçûnê, em nedihewandin. Ji ber ku gelek xurtên me bibûn gerîla û ev yeka han bibû sedema tirsê di nav herkesekê de. Her gundê ku em diçûnê giliyên me dikirin û dixwestin me bidin girtin. Zilam didan girtin û dibin şikenceyên giran de derbas dibûn. Hevserê min bi xwe jî hat girtîn, li ser zext çêdikirin ku leşkeriyê bike, lê wî ev yeka han nedipejirand. Wî rexmê hemû şikence, zext û zûrê jî çûna leşkeriya dijmin qebûl nekir û ji ber vê jî yêgane rê ji me re ma bû, ev jî derbasbûna li ser axa Başûrê Kurdistanê bû. Em di sala 1994´an de derbasê Başûrê Kurdistanê bûn û li wargeha Bihêrê ku dikeve aliyê çiyayê Xantûrê, bi cih bûn.

Sê şehîd û sê jiyanên nû

Heya wan salan hevserê min wek mîlîs erka xwe a welatparêziyê bi cih tanî, lê piştî ku em hatin û li wargeha Bihêrê bi cih bûn şûn de, sîleha xwe girt û bi awayeke aktîf tevlî xebatên rizgar kirina welat bû. Li wargeha Bihêrê em derbasî Geliyê Qiyametê bûn li wê derê jî em derbasî wargeha Etrûşê bûn. Di sala 1995´an de dema ku ez li Etrûş bûm, hevserê min jî tevî bismam û zawayê min beştarî çalakiyekê dibin û di vê çalakiyê de şehîd dikevin. Di wan salan de her welatparêzekê ji bo xwe erk û berpirsyarî didît ku tevlî şerê rizgariyê ku li her deverê welat belav dibû, bibe. Biştî şehadeta hevserê min; ji xwe xwîşka min Wesile a bi navê rêxistinê Çîçek û du dotmamên min tevlî nav refên gerîla bûn û gotin ku me sê şehîd dan, pêwîste em çeka wan rakin û şûna wan bê girtin. Ji xwe qet ji bîra min naçe, lawê min Diyar hîn çend roj bûn hatibû dinyayê ku me şehadeta bavê wî bihîst. Di wan deman de gelek zext jî li ser wargehê hebûn, av û nan li ser me hatibû birîn. PDK´ê ambargo danî ser wargehê û em 95 rojan birçî hîştin; li ser me hin tiştên ku ne gengaz bû em bipejirînin, ferz dikirin, dixwestin bi darê zorê wan tiştan bi me bidin qebûl kirin. Gelek caran jî êrîş tanîn ser wargehê, lê me jî bi berxwedaneke mezin li berxwe da û em teslîm nebûn.

Piştî salek û nîv ên zor û zehmet yên li Etrûşê, em derbasî Nehdaran bûn. Me jiyaneke perîşanî dijiya. Nan nebû ku em bidin zarokên xwe. Di wan deman de gelek zarok ji xwe ji birsa û ji bê avî yê jiyana xwe ji dest dan. Li Nehdaran jî hema bêje em nêzî salekê man. Bavê min li wargeha Nehdaran şiwan bû û li ber pez dima. Rojekê PDK´ ê êrîş kir û dema ew li ber pez bû kuştin. Qet ji bîra min naçe, sal 1996 bû û di 12 nîvro de, li ber çavên me ew kuştin û me nekarî em tiştekê bikin. Kesekê ji ber êrîşan nevêra biçe cenazeyê wî jî ji erdî rake. Dijmineke hov û har bû, tiştên wisan bi serê me de anîn ku bi tu peyv û gotinê ne gengaze ku bê ziman. Ew pezê ku di dest me de bû jî hemû girtin birin, dayîka min bi çend êtîman ma; tiştek nebû ku bide wan zarok an.

Tu êrîşekê nekarî vîna me têk bibe

emine-alturkJi bo wan sedemek ne lazim bû, bê sedem êrîş dikirin û kes dikuştin, her çi hebû digirtin û bi xwe re dibirin. Piştî demekê şûnde jî ji me re xeber hat ku dixwazin bi êrîşeke berfireh bên ser wargehê de bigirin; wê demê jî lawê min pirr biçûk bû û em bê ku bikaribin tiştekê bi xwe re bibin, hema me destên zarokên xwe girtin û em hatin ketin navbera sînorê Kurd û Ereb an. Ji aliyekê PDK´ê êrîş tanî ser me û heqeret bi me dikirin, ji aliyê din jî Ereban pêşiya me girtibû û nedihîştin em derbas bibin. Zivistan bû, befir û baran têkelê hev dibarî, ji aliyekê hawara dijmin û êrîşên wan yên li ser me û ji aliyê din jî qêrîn û hawara zarokên me ku bi tirs û xofê ketibûn. Hema li wê derê min perçeyek naylonê danî erdê û zarokên xwe danîn ser ku xew bikin û perçeyek din jî min avêt ser wan. Lê di nîvê şevê de avê da bin cihê zarokê min, ev jî ne bes bû ez dema sibê rabûm, min dît ku li ser serê zarokê min ewqas befir bariye ku qeşayê girtiye.

Di rê de zarokê min yê biçûk berzebibû, ez di wê reşeşevê de li pey zarokê xwe digerîm. Şev wek sehmekê xwe li ser cendekê min danî bû, ez ji tirsê bi lerzînê ketibûm. Tirsa ku wan jî wenda bikim. Dema ez zarokê xwe digeriyam ketim çaleke kur a avê û heya sibê bi wan cilên şil di wê seqema zivistanê de mam. Ji xwe ji wê demê deye nexweş im. Ji xwe me ji wê şevê re digot şeva axir û zeman, ji ber ku reşeşevek wisa bû ku tu yê bijî roja mehşerê ye. Di wê şevê de reşahî wek kirasek ji dojehê xwe li bedenê me pêçabû. Rojeke wisa bû ku kes bi kesê ne agah bû, herkesekê hema hewl dida ku rihê xwe û yê zarokê xwe xilas bike. Ez ewçend şaşûmaşû bibûm ku min zaroka xwe ku di destê xwesiya min de bû, nedîtibû û wisa dizanî ku wenda bûye. Her gava ku ez disekinîm ez bi recifê diketim, lê dema ez dimeşiyam min serma û laşê xwe yê şil ku cilê li ser min wek perçeyek ji cemedê ew pêça bû, dihesiyam! Ger em zû tevnegeriyaban vê PDK´ê êrîşeke berfireh anîba ser me. Ji ber ku bi artêşa Tirk re di mijara êrîş kirina bi ser me, li hev kiribûn. Niyeta wan ew bû ku yên dikarin bikujin, bikujin û yên dimînin jî dîl bigirin.

Li wareke mirî, me tovê jiyanê reşand

Dema em hatin vir, me dît ku çolek rip û rût, tiştek nîne, ne dar ne jî berek lê ye. Dema ku min bera xwe dida van çiyayên bê ber û dar, ez bi giriyê diketim û min digot ku ma piştî evçend zor û zehmetî, çima wê ev der biba nesîbê me. Gelek tişt me jiya, gelek tişt..! Lê mixabin gelek ji wan jî ji bîra min diçin. Dema em hatin wargeha penaberan ya Ş. Rustem (Mexmûr) ê, min hertim digot ku ne mimkune em li vir bikarin debara xwe bikin, jiyan bikin. Lê wek hûn jî dibînin li vir jiyanek hat avakirin, li cihekê ku tovê jiyanê lê hatibûn birîn, me jiyan afirand.

Me hêdî hêdî çadirên xwe ku ji xwe perçeyek ji naylonê bûn, vekirin. Ji ber ku her der bê dar û şinahî bû, tije mar û dûpişk bû. Di her alî de mar û dûpişk diketin nav çadirên me. Ev der cihek bê av bû. Piştî demekê şûn de tankêrek avê dihat, lê heta her kesekê ji xwe re pîçek av jê digirt, bi hezar zor û zehmetî. Pênc şeş rojan em bê av man, av nîn bû ku ez bidim zarokên xwe. Zarokên min ji bê aviyê digiriyan û her gava ku ew digiriyan ez jî bi wan re dirûniştim û digiriyam. Em ji ambargoya xwarinê xelas bibûn, lê hatin ketin nav ambargoya bê avî yê. Heçî dikarî û derfetên wan hebû, rêya dûr diçûn û ji xwe re av tanîn. Rojekê min jî got ka ez jî biçim û li wan deran bigerim, belku min jî hinek av bidest xist. Bîrek hebû ku jê re digotin bîra Ereban, ez çûm wê derê û min ji wê bîrê hinek av vexwar û hinek jî bi xwe re anî. Lê ez di cih de dikevim û dilê min li hev dikeve. Em kesên zozanan bûn, fêrî ava paqij û cihên dar û ber bûn. Ava ku min anî bû, aveke tehl bû ku ne pêkan bû mirov bikare vexû. Ger îro li vir me jiyanek wiha avakiriye, ne bi hêsanî bû, bi ked, berxwedan û fedakariyeke mezin me ev jiyan ava kir.

Heya sala 1999´an jiyana me her çend zehmet bû jî kêmek baştir bû. Ji ber ku zehmetiyên jiyanî bûn, lê piştî esareta Rêberê gelê Kurd ew rewş guherî. Jiyan ji bo me wek dojehê lê hat, min nedikarî xwarin bixwim, me xwe dida ber çadirên xwe û em diaxiwîn ka emê çibikin û piştî vê rewşê çavan bijîn. Qet ji bîr nabim, di şevekê de ku ez wiha bi êş razabûm Rêbertî hat xewna min, em hemû rêz dibûn, me silav didayê û ji min re digot; ´Ez dizanim dilê te gelek şewitiye, ez derdê te dizanim, derdê te gelek in.´ Rêbertî di nav herkesê de dihat destê min digirt û ez bi vê yekê pirr şa dibûm. Her gava ku ez dikevim nav fikaran, an jî zehmetiyek tê pêşiya min, Rêbertî tê xewna min. Dema ji rêxistinê re jî zehmetiyek rû dide dîsan ez xewnên wiha dibînim.

mansetJi xwe û têkoşîna xwe bawer bin

Ez kar dikim û bi keda destê xwe min zarokên xwe mezin kirin. Ji sisêyê şevê ez radibûm û diçûm kar heya heştê êvarê. Her karek ku heba min dikir. Hevserê min hîn 20 salî bû şehîd ket, ez wê demê ciwan bûm, lê min ji bo mezin kirina zarokê xwe a dihat xwestin kir. Dema şehîd ket ez tenê bi yek tiştî fikirîm, ew jî xwedî li têkoşîna wan derketin bû. Lazime gotin û pratîka mirov yek be. Ji ber ku em deyndarê wan egîdan in. Dema hevserê min nû şehîd ket, min digot ka ezê van zarokan çavan mezin bikim. Ez pirr hestiyar dibûm, gelek caran ji min re digot ger ez şehîd bim tuyê jî bibî malbata şehîdan û xwedî li têkoşîna me derkevî. Ji xwe ji hertiştî re vekirî bû, dema serhildana Cizîr û Nisêbînê de em jin jî tevlî serhildanê bûn û digot tu biçî ku ez li pêşiya te nabim asteng. Ji pêşketinê re vekirîbû. Em nêzî 20 jin ji deşta darê çûn Hezexê ku tevlî serhildanê bibin. Me di vê serhildanê de gelek şehîd dan. Me şehîdên xwe rakirin. Me birîndarên xwe jî rakirin û me xwe di ber çavan da wenda kirin. Me xwe sê rojan weşart, li her derî polîsan cihên kontrolê danîbûn, em sê rojan di bajêr de asê man. Ji xwe cevaba şehadeta me gihabû gund û herkesekê wisa pê zanî bû ku em jî şehîd ketine. Roja çaran em gihan gund û herkesê ku em didîtin ecêp mayî diman û digotin ku ma hûn şehîd neketibûn.

Xwîşka min di 2007´an de li çiyayê Çirayê şehîd ket. Helbet tu şoreş bê bedel, zor û zehmetî nabe; ked, xebat û bedel dixwaze. Îro jî hemû dinya li dijî me ye û li her aliyan de êrîş dikin, lê em ji her demê zêdetir xurt û bi hêz in. Ez hertim dibêjim; tu caran li doza xwe û keda şehîdên xwe bê bawer nebin. Ji ber ku partiya me partiya şehidane, bi keda şehidan em gihan van roj an. Bingehê wê raste, ji ber ku li ser xwîna şehîdan hatiye ava kirin. Tu caran nekevin dudiliyan, ji xwe û têkoşîna xwe bawer bin. Insanê ku zor û zehmetî dîtibe, lazime hemû tiştan rabixe ber çavan û nekeve xefletê. Lazime em rojên zehmet de haj xwe hebin, bizanibin çi dikin û çavan tevbigerin. Pêwîste em rojên teng de li xwe haydar bin. Dijmin nasname û hebûna me tune kiriye, niha jî dixwaze qirkirina fîzîkî li ser me bide meşandin, lê bi ser nakevin. Her wekî salên borî, wê ev planên wan yên têkbirinê jî vala bên derxistin. Em gelek bûn ku ber bi tunebûnê we diçûn, lê îro em xwedî nasname ne, me hebûna xwe pêk anî. Em vegerîn cewherê xwe, wek jin îro em şoreşan pêk tînin, şoreşa ku navê şoreşa mirovahiyê lê tê kirin. Ger îro ez wek jinekê bi sera xwe dikarim bijîm, li ser lingên xwe rawestim û xwe, malbata xwe birêve bibim, ev bi saya vê şoreşa jinê ye. Ma qey gengaz bû ku em jin wiha bi rehetî jiyan bikin. Na ne mimkun bû. Me xwe berê bê nirx, bê feyde û kêrnehatî didît, lê îro em xwedî vîn û îradeyeke wiha mezin in.