Keskesor bû
Baran bû
Ewr bû
Tav bû
Çi bihar
Pepûkê di neqeba bê û guhê me de dadigirt dengê poşmaniya xwe
û mohr dikir keleng li bihara mey rengîn
Ez pey hizna te a nazik
Pey xwîna te a şêrîn bûm
Delalê xwehka xwe bûyî tu
û xezalek kedî nedibûyî
Ji evîna te sermest û kovan bû bihara dawî
Di xweşiya biharê de
Di nava ferca tew delaliya wa kêliyan de
Jiyan bohistek bextewariya serwext bû
Me hîqe hîqa kenê xwe dişand nav şahiya xurmêniya berq û birûskan
Û keskesorên renga reng
Çi wext
Çi dinya
Jiyan
Çilo wilo diherikî
Lawikên herî ji dil digotin ku guhê şênî û zindiyên vî welatî
Xezaliya te ahenga çiyayê berxwedêr
Ji deverên kimtedûr re digotin delal ê
Ew çi zeman bû ku min serbestiya heskirina te a şîrîn distirand
Baran dihat xwehkê
Berq û beledyan vedidan komik
Şiyar dibûn
Dema nobedariya te bû
Ez û tu bihevre diçûn nehtoriya danê wê beresrê
Gelekî şad bû kêlî
Qet dilê me jî bîra nedikir ew gava ku hêdî hêdî
Hêdî hêdî xwînşîrînê dihat
Me ji hev re sond xwar
Li ber bayê hênik ê demsala rengîn a bihar ê
Ji bo vegereke din
Û careke dî
Hemû tişt ji bo xatirê xwînşîrînitiya te bû xezal ê
Meşeke şev ê
Meşa me a gerîlla
Ya min û te yeke
Meşa şev ê
Ya min û te a dawî
Û heyv zirav
Tuyê bêjî heyva çardehan
Stêrk li dorê diçirisin
Te digot, ‘bi kelecanim’
Bayê baranê xwe dijdand
Li dev û rûyê me diqelibî ji qafil da
Ez bi kelegirî dibûm
Te digot, ‘ez qet natirsin û ger winda bibim jî tu cem minî’
Ez gelek ditirsiyam xwehkê
Ne ji windabûnê ha
Ez gelek ditirsiyam
Û bi firînekê bê per li bayê te siwar dibûm
Kêlî, kêlî bû hetta tu bêjî
Di cokekê de av giha bû hev
Te xwe tewand û menterê xwe yê avê dagirt
Qurtek av bû bextewriya meşa me a wê şeva hênik
an jî tiştek din bû
Çibû nizanim
Dengê kenê te û baranê bi hev re rihê min dişûştin xwehkê
Westanê xwe li deriyê şeveke kin û dirêj dixist
Ne xelas dibû
Ne jî dem têra me dikir
Dîsa û dîsa
Nîvco dima her tişt
Nîvco dima careke din her tişt xwehkê
Ji bo bîranîna rêheval Robîn MîDYAT (Bêrîvan AKAN) ku di sala 2017´an de, li Mardînê şehîd ket.