Klîbên bêesilbûyî yên muzîka Kurd

- Zozan SİMA
614 views

Ahmet Kaya, ji ber ku di merasîma xelatdayînê ya rojnamevanên magazînê de gotibû, “Ez ê di rojên pêş de straneke Kurdî bistirêm, klîbeke Kurdî bikşînim û bawerim ku mirovên wêrek ên vê biweşînin jî hene” hatibû lînçkirin û li sirgûnê jiyana xwe ji dest dabû. Her straneke wî, mîna muzîka fon a beşek ji jiyana me, di hişê me de bicih bûye. Rêhevaltî, lehengî, civakîbûn, eşq, xiyanet, hêrs, êş, têkoşîn, ruhê salên 80, 80, 90’î, gelo ji bilî stranên Ahmet Kaya kî dikare bedewtir bîne ser ziman. Mîna Yilmaz Guney ê li goristana li Parîsê li kêleka hev radizên, eger ewçend neêşandibûya êşa sirgûniyê dilê wî, me yê salên 2000’î jî bi muzîka Kurdî ya Ahmet Kaya guhdarî bikira, bîranînên van salan jî wê bi Kurdî di hişê me de bicih bibûya. Bilêvkirin û parastina rastiya Kurdewariyê bi muzîkê, bi xwe re êrîş jî anî. Dema qedexekirin, girtina hunermendan û zext têrê nekir, bi hezaran stranên Kurdî bi naverok û gotinên bêwate kirin Tirkî. Hunermendên ji vê re pêşengî kirin jî, weke modeleke Kurdê spî derxistin pêşberî gelê Kurd. Çiqasî nirxên Kurdewariyê xistin bazarê, ewçend jî dewlemend bûn. Xwe weke împaratorê li haremê manken li derdorê direqise dîtin û klîp kişandin. Ev mînaka nebaş bi Tirkiyeyê bi sînor nema û mixabin li Rojhilata Navîn li pêwendiyekê rast hat. Li van begên muhterem, niha stranbêjên nû yên bi Kurdî distirê zêde dibin. Ez yên mîna Berdan Mardînî yê li TRT6 a dewletê dixebite datînim aliyekî. Rola ku wan hilgirtine ser milê xwe ji xwe ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Behsa wan kesên ku kêm be jî hesta welatparêziyê bi wan re heye, dikim.

Li ser navê muzîka Kurdî em li klîbên ku piraniya wan ji aliyê heman derhêneran ve bi fanteziyê nêrza hatine kişandin û hemû kopyayên hev in, temaşe dikin. Mebest her çi be, giranî li peravan tên kişandin. Mêrê Kurd ê metroseksuel ê li ser kincên modern pûşî girêdaye, bi porê xwe yê jolekirî straneke gelêrî ya govendê veguherandiye danseke dîskotekê û li ber amûrên modern distirê. Hin jê jî, yek ji mînakên kêmdîtî yê arabeska Kurdî ku gotinên wan bêwate ne û dişibin hev, çêdikin. Lê ya ku min gelekî aciz dike ew e, ji straneke dengbêjiyê ya ji kevneşopiyeke bi hezaran dawerivandî hatiye roja îro re, klîbên bi vî rengî yên pespaye tê kişandin. Li dora van stranbêjên ku bi giranî mêr in teqez komeke jin yan jî mankenên kincên neteweyî li xwe kirine yên por zer û nazdar ên li dora mêr digerin, hene. Dema li fonê pişt jî komeke govendê bicih dike, hay jê heye klîbeke gelekî xweşik kişandiye.

Ev klîp û stranên nû yên Kurdî ku ti nûbûn û orjînalîteya xwe nîne, careke din sendroma Îbrahîm Tatlises, Mahsûm Kirmizigul, Kuçuk Emrah, Ozdan Denîz dide jiyîn. Ev çanda ku di klîbên hunermendên ji Başûrê Kurdistanê de bêhtir tê dîtin, di salên dawî de li Bakurê Kurdistanê jî belav bû û ev yek nîşaneya xeteriyeke mezin ji bo muzîka Kurdî ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya dawî de, bi van gotinan bal kişandibû ser vê tinebûnê û yên haya wan ji nebûna hunermendiya gel nîne: “Wêjeyeke Yahûdiyan heye ku li ser qirkirina bi serê wan de hatiye afirandiye û li gelemperiya cîhanê tê qebûlkirin. Lê belê tevî ji ewçend fîlm, roman, berhemên zanistî, muzîk û wêne re bûye mijar jî, der heqê jiyana Kurdan û ya bi wan hatiye jiyandin de, rewşeke berevajî li naverastê heye. Ne wêje, ne sînema ne jî lêkolîneke zanistî li ser serpêhatî û jiyana wan hatiye kirin. Li holê bi tenê di qada muzîkê de cureyeke destanê maye. Ew jî diqede, tê qedandin.” Mîrateya ku muzîka Kurdî xwe dispêrê, ne ew kesên ji Kurdîtiya xwe fedî dikin, stranên Kurdî didizin û dema Ahmet Kaya hat lînçkirin pengizî ser dikê û sirûda onuncu yil gotin e. Mîrateya muzîka Kurdî xwe disêre wan kesên di îşkence û kuştinên kiryar nediyar de hatin kuştin, li zîndanan bi dehan salan razan, di xizanî-birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dan, li sirgûnê çavên xwe li jiyanê girtin, li çiyê ji bo azadiyê şer dikin, û hunermendên heqîqeta Kurdayetiyê didin jiyîn e. Li şûna vê yekê ketina bin bandora çandeke sosret a dijminatiya Kurdayetiyê, dijminatiya jinê, dijminatiya nirxên civakî, çikandina hemû bedewiyan, gelo qirkirina Kurd û Kurdayetiyê nîne? Muzîka Kurd piştî ku bi salan li hemberî dewletên zordar li ber xwe da, niha jî wê li dijî hunermendên bi vî rengî, berxwedaneke nû ya xwe dispêre nirxên xwe yên cewherî. Li gelemperiya cîhanê ne tenê klîbên hunermendên mêr, klîmên hunermendên jin -ku êdî nepêkane ew bi navê hunermendiyê bên pênasekirin- ên ji dîmenên zêdeyî fîlmên pornografîk, têra xwe dejenerebûnê diafirînin. Çi pêwîstî heye ku li vê rewşê versiyona Kurd were zêdekirin, muzîka Kurdî li vê çîrkefê were kirin. Bi reşandina çend hêmanên folklorîk li van klîban re bazareke nû tê afirandin. Dixwazin vê yekê jî weke azadiyekê pêşkêşî gelê Kurd ê bi salan ji ber fîkandina bi Kurdî, gerandina govendê rastî heqaretên giran hat, bikin. Ez nabêjim bila îlehî stran û klîbên ji propaganda, yên li ser êş û rondikên çavan bên çêkirin. Lê belê li hemberî van klîbên ku bi salan em lê temaşe dikin û tê wateya heqaret li çanda me, nasnameya me weke jinekê li zayenda min, îtiraza min heye. Yên ku xwe li gotineke Ahmet Kaya ya ji bo kişandina klîba Kurdî ranegirtin, çetel avêtin wî, hewl dan wî lînç bikin jî heman klîban dikşînin, muzîka bi heman rêbazî dikin. Ji bo bîranîna wî, bi dîtina min divê li muzîka Kurdî ya tê çêkirin pîvaneke etîk û estetîk a hurmetê nîşanî nirxên azadîparêz-demokratîk, nasnasmeya jinê dide, were qezençkirin. Stranbêjekî pop ê Tirkiyeyî di bernameyeke li ser jiyana xwe de, dema klîbeke xwe ya berê bi vî rengî hatibû kişandin dît, dema dansa xwe ya li klîbê dît têra xwe keniya, dûre li ber xwe ket û got, “gelo kesekî bi aqil derdora min tinebû, ku ez hişyar bikira û nehişta vî karê tewişandî nekim.” Dibe ku ev nivîs jî, ji bo derhênerên nedane dû fiortina nirxan û qezençkirina pereyan, ji bo hunermendên difikirin bi vî rengî klîbê bikşînin û ji bo welatparêzên dixwazin di van klîban de bilîzin, hişyariyeke dostane be. Hebin hevparê vê sosretiyê!