Li Başûr di qadên huner û wêjeyê de şîdeta li ser jinan

- Gelawej Ewrin
597 views

Bi rasthatina Roja Cîhanî ya Tekoşîna li Hember Şîdeta li ser Jinê, li Herêma Kurdistanê ku yek ji cihên herî zêde şîdet li ser jinan tê meşandin, pêwîstî bi nirxandin û lêkolîna sedemên wê yên siyasî,civakî û dîrokî heye.

Jin di jiyana xwe de bi gelek şêwazên şîdetê re rû bi rû ye. Derveyî hevjîn, bav, bira û heta zarokên kur jî dikarin şîdetê li jinê bikin. Li Başûrê Kurdistanê jin rastî gelek şêwazên şîdetê tên ku çend şêwazên wek fîzîkî, saykolojîk, aborî, qanûnî, civakî û cinsî herî li pêşe. Newekheviya di navbera jin û mêr û bi gotinek din hebûna nêrînek cinsiyetparêz di civakê de yek ji sedemên sereke yê şîdetê ye û zêde dike. Gelek caran jinên ku rastî şîdetê tên amade nînin ji şîdeta li hember xwe gilî bikin, di vê mijarê de tirsek ji malbatê û bêbaweriyek li hember saziyên dadweriyê heye.

Hunermend û peykertiraşa Kurd li Başûrê Kurdistanê Asos Caf li ser şîdeta li ser jinan diyar kir ku sedemên sereke yên şîdetê rastiyên civakî ne ku jin pêre rû bi rû ye. Çîroknivîs Fewziye Memnî jî diyar kir ku divê zarokên keç û kur rast werin ASOS CAF 2perwerdekirin, ji ber ku civak li gorî hişmendiya mêrsalar hatiye avakirin.

Asos Caf dazanîn ku di civaka Başûrê Kurdistanê de gelek sînor ji jinan re hatiye xêzkirin û jin di nava çarçoveya ku mêran daye diyarkirin, jiyan dike. Caf bal kişande şîdeta di her qadên jiyanê de ku li ser jinan tê ferzkirin û dazanîn ku divê jin bikare li ser piyê xwe bisekine û bi îrade tevbigere.

‘Hêza biryarê di hikûmetê de di destê mêran de ye’

Hunermend Asos balkişande ser rewşa nebaş a jinan di dema rejîma Sedam de ku gelek êş kişandin û wiha berdewam kir: “Jinan di dema Sedam de jî gelek êş kişandin. Di pêvajoya hikûmeta 23 salan a Herêma Kurdistanê de jî pir guhertin di rewşa jinan de çênebû. Ger niha hinek pêşketin hebe jî bi ked û tekoşîna jinan bixwe ye. Hêjî jin nikare di qada siyasetê de cih bigire û rolek diyarker bilîze. Hêza biryarê di hikûmetê de di destê mêran de ye. Di rewşekê ku jin dikarin di qada siyasetê de rola pêşeng bilîzin û pergala heyî demokratîk bikin.

‘Di ol de gelek helwestên jinan wek şerm tê zanîn û nabe ku jin bike’

Mijarek din jî ku di şîdeta li ser jinê de bi bandore, ole. Nêrîna olî li ser hemû tevger û nêzîkatiyê jinan bi zorê tê ferzkirin. Qanûna heyî jî li gorî dîn hatiye dariştin. Herkes xwedî baweriyekê ye lê ola ku tê ferzkirin, dest û piyê jinan girê dide û qeyd û benda dayndine pêşiya wê. Di ol de gelek helwestên jinan wek şerm tê zanîn û nabe ku jin bike. Tekoşîna jinan heta astekî li hember vê hişmendiya hişk heye lê belê mirov nikare bêje ku bi temamî kariye giraniya wê ya li ser xwe rabike.

‘Gotinek ji lêdanek fîzîkî jî zêdetir dikare bandorek kûr a derûnî li ser jinan bihêle’

Asos Caf dide zanîn ku hêj di civaka Başûrê Kurdistanê de têgînek rast ji peyva şîdetê çênebûye û hinekî jî neçarî rewşa heyî hatiye kirin, ji ber ku bê stargehe. Caf herwiha behsa wateya berfireh ya şîdetê jî dike ku tenê ne lêdane belkû di gotinekî de jî dibe şîdeteke hebe û wiha berdewam kir: “Gotinek ji lêdanek fîzîkî jî zêdetir dikare bandorek kûr a derûnî li ser jinan bihêle. Ew gotin bixwe şîdeteke ku di hafizeya jinê de bi demdirêjî dimîne. Dûrxistina jinan ji karkirin û xwendinê bi serê xwe yek ji şîdeta li ser jinane.

Pergala perwerdehiyê di zêdekirin û kêmkirina şîdetê de diyarkere. Rola dibistan û zanîngehan di çêkirina kesayetan de gelekî zêde ye. Pergala perwerdê divê kesayetek serbixwe û bi îrade mezin bike. Bi awayekî ku bixwe bikare biryara xwe ya jiyanê bigire. Divê bêzextên bav û dayik mezin bibin û xwedî îrade bin.”

‘Jin di hunerê de rastiya xwe dibînin’

Peykertraş Asos Caf diyar dike ku ew bixwe di vê qadê de rastî gelek astengiyan tên û wiha berdewam kir: “Huner qadeke ku herî zêde jin dikare xwe tê de îfade bike û ayîdî jinê ye. Lê beşdarbûna jinan di vê qadê de gelekî tê astenkirin. Tirsek jinê ji vê qadê heye ji ber ku kes piştgiriya wê nake. Li gel hemû astengiyan dîsa jinên Başûrê Kurdistanê dixwazin bi rêya hunerê xwe îfade bikin. Jin di hunerê de rastiya xwe dibînin.

Fewziye Memnî 6Ji aliyê din ve mixabin jin li malên jinan jî nayên parastin. Gelek jinên ku li ser jiyana wan gefa kuştinê heye lê belê qet nayên parastin. Di warê qanûnî de jî tu piştgiriyek wan nîne. Ji bo wê jî gelek caran jin ji aliyê malbat û hevjînê xwe ve tên kuştin.

Me hemû jinan ezmûna tal a şîdetê jiyan kiriye, lê ya girîng ewe ku em bi ser de biçin û pê re tekoşîn bikin.

‘Jin nabe xwe li benda zilam bihêle ku parastina wan bike’

Mînaka herî ber bi çav a şîdeta li dijî jinan rewşa jinên Êzidî û Şengale. Jinên Şengalê divê bixwe ji bo parastina xwe bikevin nava tevgerê. Jin nabe xwe li benda zilam bihêle ku parastina wê bike. Bi giştî ya girîng ewe ku jin bikare li ser piyê xwe bisekine û xwedî îrade be.

Çîroknivîs Fewziye Memnî jî dazanîn ku jin li her devera cîhanê rastî şîdetê tê û li gor wê jî di dem û civakên cuda de tekoşîna jinan li hember vê yekê hatiye meşandin. Fewziye Memnî herwiha bal kişande ser rola ragihandinê û wiha berdewam kir: “Ragihandin dikare xwe bigihêne her takekî civakê. Ji bo wê jî dikare rolek erênî yan jî neyênî bilîze. Em bixwazin nexwazin civaka me civakek mêrsalare. Hişmendî û nêzîkatiyên li hember jinan jî li gor vê yekê hatiye dariştin.”

Fewziya Memnî ku ji bo zarokan çîrokan dinivîse diyar dike ku sîstema perwerdê û berhemên wêje û huner dikare bandorê li ser guhertina hişmendiya mêrsalar bike û wiha got: “Bi rêya perwerdeyê ji zarokatiyê ve ferdên civakê werin guhertin. Ev tenê ji bo zarokên keç derbasdar nîne, divê zarokên kur jî baş werin perwerdekirin. Em dikarin bi rêya nivîs û berhemên xwe civaka we biguherînin.”