Li dijî faşîzmê berxwedan mafê herê rewa ye!

- Feleknaz UCA
580 views

Sedsala 21’an bi awayekî dîrokî dibe sehneya qeyranên taybet yên kapîtalîzma neolîberal. Bêguman ev sedsal di pêşketin û pêşxistina gavên şoreşgerî de jî xwedî cihek girîng e.  Zextên dewletên kapîtalîst yên navendî ên li ser dewletên kolonî, paşverû û dijminatiya bi jinê û zarokan, axaftînên bi kîn û nîjadperestiya li dijî penaberan hatiye asteke bilind; beşeke mezin ya civakê bi vê zîhniyetê hatiye dagirkirin. Desthilatdar ji bo ku derzên qeyranê pîne bikin, tundiyê dixin dewrê. Lê, li hember vê zordestiyê, li her qadê rastê tevgerên berxwedanê tên.

Jin di têkoşîna li dijî faşîzmê de pêşeng in

Dema ku îro mirov li taybetmendiyên diyarker û dînamîkên tekoşînê yên li ser çixêzeke siyasî ya antî-emperyalîst, antî-paşverû, antî-şovenîst û antî-zayendî dinêre, tekoşîna jinê bi damezirîneriya xwe derdikeve pêşberî me. Di têkoşînên bajar-xweza, çalakiyên dijberê şer, têkoşînên penaberan, qadên kedê û tevgerên cîwanan de ew kirdeyên ku derdikevin pêş, piraniya xwe jin pêktînin. Îro di tekoşîna ku li dijî faşîzmê tê dayîn de rola herî girîng ya jinê ye. Ji bo ku mirov vê rola jinê fêm bike, pêwiste mirov nêrîn û polîtîkayên faşîst ên di mijara pirsgirêka jinê vekole.

Faşîzm wek tevgereke siyasî, cara yekem li Îtalyayê û piştî şerê cîhanê yê yekem derket holê. Ew tişta ku di navbera dewlet-takekes de hatiye damezirandin, îtaeta takekes ya li dijî dewletê ji neçarî qebûl kiriye, bi vê re jî fikra nebûna wekhevîya mirovan û fikra bilindbûna hin mirovan empozeyî civakê kiriye. Ji bo ku ew cûdahiya çînî ji holê rabe, têgehên wek “hişmendiya netewî û berjewendiya netewî’’ avêtine holê û taybetmendiya netewperweriyê ya belavker û mîlîtarîst derxistine pêş; ji bo ku dilsozî û îtaet pêk bê jî kiryarên propagandî xistine meriyetê. Bi taybetî jî ji bo ku ciwanan bêxin bin kontrolê, di perwerdeyê de sererast kirinên paşverû hatine kirin û herî dawî jî axaftin û çalakî hatine mîlîtarîze kirin.

AKP dijminahiya jinê kûr dike

Her wekî ku li cîhanê, li Tirkîyê jî bi sedan sale gel li dijî faşîzm, nijadperestî û bişaftinê têdikoşe. Bi taybetî jî ew polîtîkayên paşverû ku bi rejîma AKP’ ê re derketine holê û dijminahiya jinê kûr dike, gihiştiye asteke bilind. Jinên ku bi salan li hemberî gelek pirsgirêkan têkoşîn kirine, bûne kirdeya sereke ya berxwedan ê. Ew jinên ku li dijî tundî û destdirêjiya li ser jin û zarokan têdikoşîn, li dijî faşîzm, nijadperestî, bêhiqûqî û polîtîkayên bişaftinê jî di nav têkoşînê dene.

Bêguman di nav Tevgera Jinên Kurd de yên ku serî dikşînin jî dayîk in. Dayîkên aştiyê ji bo ku li Tirkiyê êdî dawî li şer bê ketine rê. Însiyatîfa ku di sala 1996’an de hatiye damezirandin, xwest di qada netewî û navnetewî de van daxwazên xwe yên aştiyê belav bike, rewabûna wê nîşan bide. Yek ji çalakiya ku herê zêde deng derxist jî, çalakiya rêxistinbûyî ya sala 1999’an bû ku li Enqerê hat lidarxistin. 40 jin bi dirûşmên ‘Ji bo eşqa yên mane’, ‘Em dayîkin û alîgirên aştiyêne’, ji Amedê ber bi Enqerê ketin rê. Lê di ketina Enqereyê de ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Berxwedana dayîkên laçik spî

Dîsa di sala 2004’an de, 120 jin ji Stenbol, Amed, Êlih, Riha, Qoser, Sêrt, Nisêbîn û Dîlokê ber bi Enqereyê ve ketin rê û xwestin bi serfermandar Hîlmî Ozkok re hevdîtinekê pêkbînin.  Wek her car di serê wan de laçika spî, di deste wan de sosinên spî hebûn. Her çîqas bi Hîlmî Ozkok re hevdîtin pêk neanîbin jî, lê ev çalakiya wan di raya giştî de cihek berfireh girt.  Tevlî Newroz û çalakiyên 8’ê Adarê bûn. Ji bilî vê, bi komên jinan yên derveyî welat û siyasetmedaran re pêwendî danîn. Di sala 2002’an de Parlementoya Ewrûpayê ew vexwendin.

Di 2005’an de dayîkbûn wek nasnameyek gerdûnî ya li ser siyasetê hat pênasekirin. Dayikên aştiyê bi vê pênaseyê xwestin di navbera dayikên Kurd û Tirk de fikra piştgiriya li dijî şer tevger bikin. Ji ber ku yên herê zêde ji mezinkirin û hezkirina zarokan fêm dikin, ew in. Êşên wan hevbeşin û encax ew vê yekê dikarin fêm bikin. Dayîk di vê baweriyê de bûn ku bikaribin li ser nasnameya dayîkbûnê tevgerek a li dijî şer pêş bixînin.

Ger li Tirkîyê aştî tê axaftin, di vê de para dayîkên aştîyê, têkoşîna Tevgera Jinên Kurd ya bi biryar gelekî mezin e. Têkoşîna dayîkan a ku ji bo zarokên xwe dane, di vê pêvajoya dîrokî de û bi grevên birçîbûnê re gihişt asteke cûda. Çalakiya ku di pêşengtiya Leyla Guven de ji bo şikandina tecrîta li ser birêz Ocalan hatibû destpêkirin, destpêkê li girtîgehan belav bû, bi hezaran girtî tevlî vê berxwedanê bûn û bi vê re parlementer jî bûn perçeyek ji vê berxwedan ê, di encam de ev berxwedan belavê qadên Ewrûpa û gelek cihên cîhanê bû. Jixwe dayîkên laçik spî wek her car bi rola xwe a pêşengtiyê rabûn û sekneke dîrokî raber kirin.   

Vîna dayîkan zext û êrîş şikandin

Dayîk ji aliyekê ve xwedî li berxwedana Leyla Guven derdiketin, ji aliyê din de jî ji bo zarokên xwe, li ber girtîgehan pêvajoyeke nû ya berxwedanê dan destpêkirin. Di vê pêvajoyê de jî em rastî şîddeta polîsan ya li ser dayîkên berxwedanê ku li ber girtîgehên Amed, Gebze û Bakirkoyê  di çalakiyê debûn, hatin. Lê ev êriş, zext û faşîzm têra şikandina vîna dayîkan nekir. Dayîkan bi çalakiyên xwe yên ji bo piştgiriya zarokên xwe ku di greva birçîbûnê de bûn, bêyî ku serî li ber van zext û zorên desthilatdaran bitewînin, ketin nav têkoşînek bêrawest û paş de gav neavêtin. Tecrîd, di encama têkoşîna mezin ya dayîkan de hat şikandin.

Ew rihê berxwedana ku dayîkan li ber deriyên girtîgehên Amed, Gebze, Bakirkoy, Patnos û Êlihê dabûn destpêkirin, ji bo meclîsên jinên ciwan jî bû sirûş û ev rih di 8’ê Adar û Newrozên Amed, Stenbol, Îzmîr û Êlihê de xwe nîşan da. Dema ku qeyûm hatin tayînkirin jî, cara yekem dayîk li bajarên Wan, Amed û Mêrdînê daketin qadan. Min li ber şaredariyên Mêrdîn û Amedê gelek dayîkên ku nedikarîn bimeşin, lê rexmê wê jî berxwedana xwe didomandin, dîtin.

‘Em qeyûman napejirînin’

Her çiqas pirsgirêkên dayîkan ên tenduristiyê hebin jî di navbera tomayan de berxwe didin û bersivê didin mudaxaleya ava bi şid. Dayîk bi şîarên ‘Bêdeng nemîne, bêdengî wê hêz bide zîhniyeta qeyûman’, ‘Min deng neda we’, ‘Ez ê heqê xwe li we helel nekim’, bertek didan raber kirin. Ev berxwedana ku di pêşengtiya dayîkan de hat destpêkirin, her ku diçe mezin dibe. Dayikên ku roj li ber şaredariyan çalakiyên xwe didomandin, şev jî tax bi tax, kolan bi kolan digerîn, bi stranan û şîarên xwe, dengê berxwedanê gur dikirin.

Di roja diduyan a tayîn kirina qeyûman de ku yek ji dayîkên ku li ber şaredariyê di çalakiyê debû, li min zivirî û got; “Ez naçim malê, me her tişt da ber çav an, êdî em van qeyûman napejirînin. Êdî bese! Ma em ê heya kengê dagirkeriya li ser ax û warê xwe qebûl bikin? Ger hûn me bikujin jî, em ji vir naçin.”

Rastiyek heye, ev rastî jî ev e ku vî rihî, vê seknê pêvajoyek nû ava kir. Rih û kelecana ku di çalakiyên birçîbûnê de hîn zêde derket holê. Polîsan hewl dida avêtina şîar û gotina stranên dayîkan asteng bike. Ev jî tê wê wateyê ku sekn, stran û şîarên dayîkan bûye sedema tirsa wan. Ev rihê berxwedêr wê hem faşîzma AKP’ê û MHP’ê, hem jî qeyûmên wan tune bike. Ew vîna ku gelê me li Mêrdîn, Amed û Wanê nîşan da, bû nîşaneya serkeftina me ya li dij zext û polîtîkayên dagirkeriyê. Ev zext û politikayên tunekirinê ne tenê li bakur, belku li başûrê Kurdistanê jî pêkanîn. Wargeha penaberan a Mexmûrê ev du mehin di bin dorpêçê deye û nahêlin kes ji wir derkeve.

Hêvî ji berxwedanê hat girtin

Têkoşîna dayîkan di nav civakê de riheke mezin da avakirin. Tişta ku ji vir û şûnde em bikin jî, mezinkirina vî rihî ye. Dewlet bi hêza dayîkan hesiya û hewl da bi stratejiya xwe a li dijî dayîkan encam bigre. Bi konsepta şerê taybet nêz bûn û êrîşê partiya me kirin. Helbet  bikaranîna dayikên me ya ji aliyê dewletê ve, tiştekî gelekî giran e. Dewlet bi vê re jî sînordar nema, wezîr û hemû hunermendên xwe kêşan ber deriyê partiya me HDP’ê. Bêguman ev yek jî bêçaretiya dewletê a li hemberî hêza gel a berxwe dide, radixe ber çav an. Hewceye her kes, di serî de jî dayîk ji hikûmeta AKP’ê hesap bipirsin.   

Dewleta ku hestiyên zarokên wan dayîkan nade, îro zarokên wan ji HDP’ê dixwaze. Dewlet ewçend bê çare maye ku bi êş û hêsirên dayikan dilîze. Êş êşa dayîkan e, zarok zarokên dayîkan in. Jixwe yên ku sebebê van êş û kederanin jî AKP û hikûmeta xwe ne. Ji ber vê, lazime kes nebe amûrê destê pergala faşîst a AKP-MHP’ê.

Di pêvajoyekê de ku birêz Oalan da diyarkirin ku ew amadeye ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, qeyûm hatin tayîn kirin û tecrîta li ser birêz Ocalan ji nû de hat pêkanîn. Dewlet di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de tu caran ji dil nebû û naxwaze gav bavêje. Jixwe gelê Kurd jî di ferqa vê yekê deye; her wekî tê dîtin, têkoşîna dayîkan lîstokên AKP’ê vala derxist. Dayikên Şemiyê, dîsan dayîkên aştiyê li dijî zilm û faşîzma AKP’ê û qeyûmên wan, bi laçikên xwe yên spî bûn deng û rengê berxwedana serdemê, bûn hawara bê edaletiya ku li pêş çavên cîhanê tê kirin. Ev qêrîn û hawara dayîkan dibe sedem ku komên siyasî yên cûda li Tirkiyê jî vê zilma li ser serê gelê Kurd bibînin. Bêguman ev ne tenê desteserkirina şaredariyane, ev di heman demê de desteserkirina destkeftiyên jinê û dayîkanin ku bi sekn û têkoşîneke dem dirêj bidest xistibûn. Wê demê hewceye her jin û dayîkên li Tirkiyê vê qêrînê bibihîse û li dora têkoşîna hevpar bicive. Tevgera Jinên Kurd jî wek her carekê, wê îro jî bi rola xwe a dîrokî rabe û bibe hêviya têkoşîna li dijî faşîzm, cihêkarî û nijadperestiyê.