Li dijî mîlîtarîzmê li her derê parastina rewa

- Berjin TEKOŞER
627 views

militarizm-cizim-2Ger mirov mîlîtarîzmê di nav peyveke giştî de bigire dest û binirxîne, koka vê peyvê ji Frensî tê û hema bêje di hemû zimanan de di heman wateyê de tê bikaranîn; mîlîtarîzm ku peyveke bi koka xwe siyasî-polîtîk e, yek ser tê wateya artêş ango hertişta naveg artêş ê. Ji ber ku mîlîtarîzm îfadeya fikirîna hêza navendî a herê mezin ya leşker û artêşê ye.

Mîlîtarîzm bi şêveyê fikirîna ku pêwîste leşkerên li welatekê bikaribin li ser jiyana sîvîl a li wî welatî xwedî rol bin û di heman demê de ji hêla polîtîk de jî bikaribin rol bilîzin, diparêze. Ligor mîlîtarîzmê şer tişteke ku nabe dest jê bê berdan û hema bêje ev şer tevahiya civakê digire ber xwe, a herê zêde jî ji van şeran zirarê dibînin jin û zarok in. Di heman demê de mîlîtarîzm, çi demê ku wek ramanekê di nav tevahiya civakekê de hatibe qebûl kirin û gihiştibe hêzê, mirov dikare ji hebûna wê behs bike. Mînaka vê yekê jî civaka li Tirkiyê ye ku bi bilind kirina hestên leşker û artêşê di her şaneyeke civakî de mîlîtarîzm tê belav kirin. Di nav civakên ku ev şêveyê hizirandinê pê re zêde heye, tehlûkeya her kêliyê şerek rû bide bi xwe re tîne. Ev yek dikare wek mîlîtarîzma sîvîl ku îro em rastê tên jî xwe bide der. Ji ber ku mîlîtarîzm ne tenê şerê di navbera du dewlet an jî artêşan deye. Pêwîste baş ve re fêm kirin ku ji bo mîlîtarîzm pêş bikeve ne hewceye şerek rû bide, civak hertim di nav rewşeke şer de hîştin û ev hest zînde girtin, têra pêşxistina mîlîtarîzmê dike.

Mîlîtarîzm wek nexweşiyekê belav dibe      

Pênase kirina dewlet-zilam-artêş a girêdayî hev, dema tê pêşxistin, jin jî wek dayîka pîroz, dayîka leşker û wek jinên ku pêdiwiya wan a parastinê heye, tê destgirtin. Her wiha di têkiliyên civakî yên di nav pergala babiksalarî de, bi taybetî bi desthilatdariya zilam a di nav malbatê de, ji hêla bi cih kirina şêweyê desthilatdarî û serdestiyê mîlîtarîzm dîsa rola sereke dilîze; mirov nikare tûnd û tijiya dewletê a ku evçend di nav civakê de hatiye erê kirin ji nedîtî bê û wek rasthatinekê bigire dest. Saziyên mîlîtarîst li ser esasê têkiliyên cînsiyetparêz yên ku bi ketina nav raçikên civakê de hêz û desthilatdariya xwe belav dike û li ser van esasan şikil digire militarizm-cizimû xwe rewa dike.

Ev yek jî rastiya ku ka tûnd û tijî çavan wek şêweyê sazî xwe birêxistin kir û çavan bi pêvajoya bisazîbûna zilamtiyê re di nav hev de derbas bûn û hev û du xwedî kirin, radixe ber çav an. Ji bo ku xwe wek bîrdoziyekê birêxistin bike û bibe hêza polîtîk û şîddetê jî pêdivî bi bi çek kirina hejmareke zilaman dibîne. Û vê jî di zemîneke bîrdozî de û bi pişta xwe dana  pergala ku dixwaze têkiliyên zayendî pêşpixîne, xwe li ser van têkiliyan pêk bîne, dike. Ji ber ku ‘parastina welat’, ‘tehlûkeya li welat’ tenê sedemên bîrdozîne ku ji bo bikaranîna hêzê ne û biçekbûnê rewa dike, jinê dadixîne objeyek di bin parastgeha zilam de. Ji ber ku êdî mîlîtarîzmê dengê zilamê “wêrek”, “qehreman”, “hişk” ku di her qadê de dengê xwe li ser civakê de wek şûrekê dihejîne, bilind dike.

Ji bo jinê êdî her der bi tehlûkeye

Bêguman mîlîtarîzm ne tenê şer e. Ango em bibêjin şerên dewletî an jî ne tenê şerên navdewletî ne. Ji ber ku pergala serdest a zilam wisa kiriye ku civak di bîst û çar saetan de di nav rewşa şer deye. Mînak derveyê şer, rojane em bi tûnd û tujî, hiyerarşî, newekheviya cinsî, îtaet, destavêtin û bi gotinên cînsiyetparêz re rû bi rû dimînin ku her yek ji van şêweyek şer a li dijî jin û civakan e. Bitaybetî di rewşên şerde ev dengê mîlîtarîst hîn zêdetir bilind dibe, xwe bi rewş, şêweyên cihê dide der; tûnd û tujiya li dijî jinê jî digihe asteke herê metirsyar û bi awayên cihê dora jinê dorpêç dike, di nav pençê xwe de dikuje. Mirov dikare wek şêweyek din a şerê taybet ku hertim wek sîlek xurt li dijî civak, bitaybetî jî li dijî jinê tê bikaranîn.

Her wiha şêweyê şerê zûrê ye ku hêzek bihêz li dijî hêzek din hewldanên serweriyê dike, dixwaze bi darê zorê serweriya xwe pê bide pejirandin. Ev yek jî tê vê wateyê ku civak hertim û dayîm di rewşeke şer de hîştin ê.

Mîlîtarîzm-cînsiyetparêzî
Mîlîtarîzm bi xurt kirin û pêşxistina gotinên cînsiyetparêz xwe di her şaneyên civakê de belav dike, bi vê yekê jî zîhniyeta xwe a hertim serwer bûnê dide rûnişkandin. Ji bo vê jî cihên herê baş qadên perwerdehiyê ne. Mînak di artêşan de berê hertiştî li beregehên leşkerî de, leşker li ser esasê cînsiyetparêziyê tên perwerdekirin, ev hişmendî bi wan re tê pêşxistin. Bi gotinên wek, ´wek jinan ditirse´, ´ma tu ne mêr î´, ´ ger tu mêr bî nizanim tu yê çijê bikî´ û hwd.  wan mîna cinawirekê ku dema tu berdî nizanîbî ka wê bi xwe re tehrîbatên çavan avabike ku hey êrîşê derdora xwe dikin.

Helbet dema em roja me ya îro dinêrin, ne tenê li baregehên leşkerî de, di heman demê de li her qadeke civakî ev hişmendî tê pêşxistin û ev yek jî bi awayeke geleke birêk û pêk tê kirin. Ger em pergala perwerdehiyan binêrin, rewşa zarok û ciwan di nav dene mêze bikin, emê hîn baştir vê rastiyê bibînin. Dîsan pêşxistina hestên şîdetê di kes de, di her gotinekê de bi hevokên cînsiyetparêz êrîşê jinê kirin, careke din bi me dide diyar kirin ka civak di çi astê de bi mîlîtarîzmê hatiye dorpêç
kirin. Mirov dikare van mînakan hîn zêdetir bike; mîlîtarîzm di wechê ‘zilam’tî de xwe bi şêweyên cihê dide der. Ji ber ku hîn di temenê bicûk te ev wek nexweşiyekê di kes de tê pêşxistin. Di zaroktiyê de rola zarokan a civakî tê destnîşan kirin û bi gotinên wek, ´kurê min zilam e´, ´çi mêrek jê derketiye´, ´kurê min xurt´ e ( ku di vir de hîn di temenê bi çûk de bihêzbûn di wî de gihandina asta pîroziyê, mijara gotinê ye) tê pêşxistin.kadin-mesale-direnis-polis

Jin di nav pençên mîlîtarîzmê de 

Bi darbeya 14 Tîrmehê a li Tirkiyê pêk hat re, carekedin mîlîtarîzm û dengê bi her cûre şîdetê re bar kiriye ku xwe li her qadekê de dide der, bû mijara nîqaşan di navbera gelek jinên nivîskar û tevgerên jinan de. Ev zîhniyeta ku her roj tevkujiya jinan pêk tanî, jin bi awayên herê metirsiyar qetil dikirin û xwe li pişt dadgeh û dewletoka xwe a ku bi her awayî ew diparastin, vê carê wê daketibana qadan û şûrê xwe li ser civakê bihejandana. Yên daketin qadan ne tenê polîs, leşker bûn, zîhniyeta mîlîtarîst bû ku jin rojane bi tûnd û tujiya wî re rû bi rû dima. Zîhniyetek teş a ku xwe di çav û devê wan de wek barotekê agir belav dikir ser serê civakê de. Ji ber vê em ji bîr nebin ku mîlîtarîzm polîtîkayeke ku bi zanebûn ji aliyê dewletê we tê pêşxistin e. Herê zêde jî di dema hikumeta AKP’ ê de xwe di nav civakê de hîn zêdetir birêxistin kir, belav kir.

Ev zilamên li qadan dîn û har bûyî û êrîşê her deverî dikirin, careke din bi me dan diyar kirin ku her der bi mîlîtarîzmê hatiye dorpêç kirin, bi taybetî jî jin di nav pençên vê zîhniyetê de dîl hatiye girtin. Ji xwe em gelek caran rastê gotinên rayedarên AKP’ ê yên li dijî jinê û bi cînsîyetparêziyê dagirtî bûn, dihatin, lê bitaybetî bi vê darbeyê re û gotinên dihatin raber kirin, me carekedin pirr baş dît ka mîlîtarîzm ta çi rajeyê di nav civakê de hatiye belav kirin û ji vir û şûn de mîlîtarîzm wê çavan di her şaneyeke civakê de bê pêşxistin.

Li dijî mîlîtarîzmê, xwe parastin

Ji bo vê jî li dijî zîhniyeta mîlîtarîst ku çar hilên civakê dorpêç kiriye, li her derê pêşxistina parastina rewa pêdiviyeke ku ne mimkune mirov dest jê berde. Û ev yek ji her demê zêdetir ji bo me jinan wek pêdiviyeke sereke derdikeve pêş; helbet ne tenê ji bo jinan, ji bo hemû civakê, derdorên demokratîk û bitaybetî jî ji bo zarok an, mijareke sereke ye. Li dijî mîlîtarîzma ku xwe di her qadeke civakê de belav kiriye, em dibêjin li her qadekê, li her cihekê û li her malekê de pêşxistina parastina rewa a jin ê, pêdiviyeke ku nema dest jê tê berdan e.

Dema ku em mîlîtarîze kirina mrk-19-04-11-genel-fotolar20civakê digirin ber çav an, dîsan bi çek kirina şexsî a kes ku ji aliyê AKP’ ê gelek grubên çete jî hatine bi çek kirin û hema her roj jin ji aliyê vê zîhniyetê we tên qetil kirin, em dixwazin balê bikşînin ser vê rewş ê. Ferasetek dîn û har ku kenkê, çi demê, çi bike nediyar e, dibe rê li tevkujiyên nû yên jinan vebike; ji bo vê jî pêwîste em jin jî tedbîrên xwe bigirin û xwe biparêzin. Di qonaxa heyî de derveyê pêşxistina parastina rewa a jinê, tu rê û rêbazeke din a li dijî mîlîtarîzmê xwe parastin, nîne. Li dijî zîhniyeta mîlîtarîst her cûre şêweyên xwe parastinê a jinê rewa ye û bi xwe re civak jî parastin dibe erkek a civakîbûnê. Ji bo jinê êdî tu dever ne ewleye, ji ber vê jî li her devera ku mîlîtarîzm bilind dibe, lazime jin derbasê rewşa xwe parastinê bibin.

Polîtîkayên bişaftinê yên desthilatdariyê 

Bitaybetî li cihên ku zilam bi çek dibe, jin jî lazime di her warî de parastina xwe a rewa pêş bixînin. Di kîjan alî de em mêze bikin, bila bikin, di her rewşê de a ku ji mîlîtarîzmê zirar dibîne jin in. Ji ber ku çi di rewşa şereke dijwar û çi di rewşeke şer a ku hertim civak di nav de tê hîştin de, mîlîtarîzm hertim wek pergaleke serdest a zilam ku bi cînsiyetparêziyê barkiriye, li ser jinê desthilatdariya xwe berfirehtir dike û bi her awayî ji bo biçûk xistina jinê sembol an jî gotinên nû pêşdixîne.

Mîlîtarîzm feraseteke ku di her firsendê de bi dengê bilind dide diyar kirin ku jin xenîmeta şer e, dikare destdirêjî li ser bê kirin, ku me di rojên ewil yên derbeyê de jî pirr zelal dît ka ev zîhniyeta zilam a serdest çavan li kolanan êrîşî jinan dikirin, bi devkî û fîzîkî ew tacîz dikirin û bi kuştinê ew tehdît dikirin. A li vir em dixwazin balê bikşînin ser ev rastiya metirsyar e ku em jin dibe her kêliyê pê re rû bi rû bibin. Ev rastiya ku me raxist ber çav an, bi me carekedin dide diyar kirin ku pêwîste em ji her demê zêdetir xwe birêxistin bikin. Helbet îro pergal herê zêde ji jina birêxistin kirî ditirse û êrîşên xwe li vê gadê de zêde kirine. Lê pergala desthilatar ne tenê jinên birêxistin kirî, her wiha a ne birêxistin kirî, li malê û li kolanan, her jinekê dike hedef û dixwaze lingê jinê li qadan bibire; wê demê em jî rê nedin vê yekê û dengê xwe ji her demê zêdetir bilind bikin.

Helbet ev ne rewşeke hema wisa yek car derket holê, ev encama polîtîkayên cînsiyetparêz yên AKP’ ê ku di dema desthilatdariya xwe de dan pêşxistin bû ku daketin qadan û kolan dagir kirin. Ew helhelana zîhniyeta zilamê kujer bû ku li ser tangan, bi sîleh, kêr û satoran helhelanên ‘zilamti’yê bilind dikirin. ´Zilamti´ya ku li ser tangan û di bin siya demokrasiyê de cejn digirtin, hedefa wan a ewil jin bû û wan jî bi dengê bilind digotin, ‘ewilî jinê bixin’.

Ji xwe ma ne AKP’ ê û serokomar Erdogan jî bi dengê bilind ji leşker û polîsê xwe re banga, “ewilî jinan bikujin’ ne dikir.