Li dijî pergala zilamtî, têkoşîna jiyanê

- Gulîstan ÇİYA ÎKE
492 views

Mirovahî îro ji şer westiya ye, ev şaristanî belkî jî zêdetir nikare şer hilgire. Heta hê wêdetir cîhana me jî nikare encamên vî şerê giran rake, wekî Levîathanê dehbe ev şer her tiştî talan û wêran dike, êdî cîhanê dixwe, û dawiya dawî êdî xwe dixwe. Wê demê pirs ev e, kî bû starta vî şerî da. Şerê pêşî li dijî kê bû, kengê, li kû derê û ya herî giring jî çima? Çima şerek dirêjî 5 hezar salan bûyî û sîstematîk? Ya ku dikare vî şerî bi dawî bike kiye û çiye?

Bo nimûne tenê di nava sedsalekê (1914-2015) de sê şerên cîhanî hatin serê mirovahiyê ku di van rojan de jî şerê sêyem yê navend Rojhilata Navîn û Kurdistan, pêk tê. Daneyên van şeran bi qasî ku mirovahî nikare hilgire giran e. Di ser de jî ev şerxwazî û kujerî ne tenê bi sê caran û sedsalekê sînor e. Pergala zilam-dewlet ev 5 hezar sale bênavber xwînê dirêje. 5 hezar sale bênavber êriş dike, dikuje, dest dirêjiya her hebûn û nirxa civaka jinê dike. Yanî karaktera modernîteya kapîtalîst ji serî heta binî şer û qir e. Ev pergala hem zilam û hem jî zalim şer dizê, bi vî şerî civak, xweza û jinê dikuje.

Tovên şoreşa jinê

Elbet vî eqlê nêr ku îro şaristanî aniye ber kendalekê, bi destdirêjî û şikandinekê starta şer da. Şerê pêşî li dijî dayîka jiyanê ango jinê da û wisa jî dewam kir. Vê destpêkê di xwe de îşaretên encamê jî dihewand. Kuştin, mirin, talan, destdirêjî, birçîbûn, koçberî û rizîna nirxên civaka jinê encamên vî şerî bûn.

Ji ber taybetiya xwe her destdirêjiya li jinê di heman demê de veguherî destdirêjiya li civak û xwezayê jî. Ya ku jiyan û di heman demê de civakê bi hemû nirxên wê dihûne jin e. Lewma qirkirina jinê veguherî qirkirina civak û xwezayê. Lewma Rêber Apo dibêje netewa ku pêşî kirin kole, netewa jinê ye. Ango vê pergalê bi qirkirina jinê karî civaka wê derb bike, xwe mayînde bike û li ser piyan bimîne.

Rêber Apo rastiya vî şerî, bingehê hemû şeran zû dît û li gorî wê bi tevger bû. Gavên destpêkê ji bo azadiya jinê avêt, tovên şoreşa jinê reşand, jin kir vîn, rêxistin û pergal. Hîn di qonaxa pêşî  de têkoşîna azadiya jinê bû bingeh; tevgera Apoyî weke tevgereke jinê saz bû, mezin bû û gihand cîhan ê. Îro tevgera Apoyî paradîgmaya xwe disipêre jina azad ku li hemberî modernîteya kapîtalîst a şerxwaz û qirker di asta cîhanî de radiweste.

Têkoşîn belavî her qada jiyanê bû

Lewre Rêber Apo sedsala 21’an weke sedsala jinê pênase kir. Di heman demê de Rêber Apo têkoşîna jina azad spart her tevger û çalakiya jinan a dîrokî. Ew mîrateya bi hêz a jin û civakê kir pişt. Hem jî berî PKK bi tevger bibe li seranserê cîhanê pêlek xurt a femînîzmê li ba bû. Bi vî rengî PKK jî wek tevgerek civakî a jinê û bindestan saz bû. Rêbertiyê bi tespîta giringiya têkoşîna jinê dest bi şoreşê kir. Bi nêrîna min bandora têkoşîna jinên Apoyî di asteke bilind de li çaryeka pêşî a sedsala 21’an bû. Hema bêje li her devera cîhanê jinan daxwazên xwe rêxistin kirin, li qadan bi rêbazên rengîn ev daxwaz anîn ziman. Li gelek deverên cîhanê jinan li dijî pergala dewlet-zilam hîn xurttir serî hildan. Vê helwesta jinan di gelek xalan de rê li guhertinên giring vekir. Xasma sala borî li seranserê cîhanê jinan li dijî tundiya zilam-dewletê çalakiyên rengîn dewam kirin. Ji Rojava heta Şîlî, jinan  têkoşîn belavî her qada jiyanê kir. Vê dewlemendiya têkoşîna jinê hişt rewabûna dewletê ku hem kujerê jin-civakê ye, hem jî xwe weke leheng raber dike, lawaztir bibe. Lê belê eşkere ye ku ev bi tena xwe têrê nake. Lewma bi boneya 8’ê Adarê jin îsal peyamên hîn xurttir didin, têkoşîna xwe bi rêyên nû mezintir nîşan didin.

Eşkereye di asta herêmî de li her devera cîhanê jin xwe rêxistin dikin, li dijî tundiya zilam-dewletê çalak dibin. Ji bo vê, têra xwe amûrên jinan yên ragihandin û hevparbûnê hene. Bi boneya teknîka serdemê êş û azara jinekê ji vî aliyê dinê digehe wî aliyê dinê. Nimûne jinan salên dawî mecraya medya baştir bi kar anîn, diyare îsal dê par li pey xwe bihêle.

Ji ber ku cîhana me serdemek dijîtal dijî, piraniya tevgerên herêmî bilez berfireh dibin, sînorên herêmî derbas dikin. Nimûneya herî giring şoreşa Rojava a jinê ye. Di nava çend salên borî de şoreşa jinê li Rojava, ji qonaxên giring derbas bû û xwe gihand cîhan ê. Elbet mîrateya li pişt vê şoreşa Apoyî, xweserî û reseniya têkoşîna wê hişt ku bi hêz xwe mezin bike. Ev nimûneya giring jî nîşan dide ku divê têkoşîna jinê ji herêmî ber bi gerdûnî ve yekpare were dîtin.

Bê guman şoreşa jinên Apoyî di dijberiya pergalê de pêşengiyek cîhanî dike. Ev pergala mêr a qirker lewma jî ji her demê zêdetir êrişî jinê û avahiyên wê dike. Kuştina siyasetmedar Hevrîn Xelef li Rojava peyama vê bû. Destdirêjiya li şervanên jin, rojane kuştina jinan û destdirêjî bi heman armancê pêk tên. Jina azad çawa ku zilamê zalim ditirsîne, wisa jî dewleta zilam jî ditirsîne. Pergala mêr lewma bi qira jinê dest pê kir, bi heman awayî jî dixwaze dewam bike. Lê têkoşîna jina Kurd, pêla tevgera jinên cîhanê rêya pergala mêr teng dike, temenê zilamtiya serdest kurt dike.

Zilamtî dibe kuştin

Dema komploya navnetewî rêket, Rêber Apo ji bo xebata jina azad got “karê min yê nîvçomayî”. Destwerdana li Rêbertiyê di heman demê de destwerdana li xebata azadiya jinê bû. Lê Rêbertiyê li Îmraliyê ev xebat di astek hîn kûr û berfireh de meşand. Projeya netewa demokratîk ku civakbûna jinê îfade dike di şert û mercên gravê de hûna. Bi vî awayî ew xebat nîvço nema, meşiya û pêşket. Li Rojava jî li dijî zilamtiya hezaran sal ku bi DAIŞ’ê şênber bû, jinan bi vê paradîgmayê li ber xwe dan.  Bi vî awayî herêm û cîhan jî bandor kirin. Ya dimîne, ev şoreş xwe li her derê û li ser hîmên xwe yên paradîgmayî bihûne. Derfetên vê elbet hene, lê ji bo vê armanca giring tevnek rêxistinî ya hîn xurttir divê hebe.

Rêbertiyê heqîqeta sedsala 21’an tenê negot, di heman demê de diyar kir û rê nîşan da. 5 hezar sale zilamtî dikuje, jin bi formên cuda li ber xwe dide. Zilamtî dibe kuştin, jin dibe jiyan û azadî. Lê ev sedsal bi tevgera Apoyî û heqîqetê ji nû ve li xwe vedigere û pêk tê. Jin civakbûna xwe saz dikin, jiyanê saz dikin.

Îsal jî diyare jin dê zêdetir li dijî pergala ku hewl dide xwe bi meyla rastgir û kûrkirina qeyrana pir alî jinûve serwer bike, têkoşînê di asta stratejîk de bigirin dest.

Em jin her bihar ê, bi 8’ê Adarê re berê têkoşîna salê li Kurdistanê diyar bikin. Îsal jî bihara me ye, mal û kolan, deşt û zozan, hema her qada jiyanê warê têkoşînê ye ji bo me jinan. Bi deng û rengên ‘Jin Jiyan Azadî’.