Li hemberî zoriyan berxwedan roj bi roj mezin dibû

- Hêvîdar TALIN
648 views


Jina leheng Fadîle Tok a li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo rakirina tecrida girinkirî a li ser Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocelan û ji bo ku dengê xwe tevlî dengê Leyla Guven, Nasir Yagiz û hemû çalakvanên greva birçîbûnê yên bê dem û dorveger bike, ji 21’ê meha Çileyê ve ketiye greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger. Niha jî em ê jiyan, têkoşîn û armanca çalakiya vê jina leheng ji wê bi xwe guhdarî bikin… 

We zaroktiyek çawa jiyan kir?

Ez  di sala 1979’an de li gundê Mijînê ku girêdayî navçeya qileban a ser bi Şirnaxê ji dayik bûm. Dema em li gund bûn, jiyana me piranî bi çandinî û sewalvaniyê ve girêdayî bû, ji ber li gund tiştek din nebû. Ji gund derketin nebû. Dema ku sewalên me diçûn zozanan, em jî heya ew demsal diqedî li zozanan diman; em hertim di nava gund de bûn, bi baxçe û xwezayê re mijûl dibûn. 

‘Li gund car caran gerîla dihatin gel me’

Dema em li gund car caran gerîla dihatin gel me, lê belê encax şev bihatan, ji ber roj nedikarîn werin me bibinin. Ji ber ku li gundên derdorê me, gundên Hilal û Şêxan qereqolên dewleta Tirk hebûn. Gelek caran li ser gund operasyon çêdikirin, zext û zordarî dikirin; digotin heval hatine gundê we. Ji ber wê jî havalan nedikarîn roj tevbigerin, tenê şev dihatin. Dema ku em pê dihesîn hatine malekê, em diçûn cem wan û hin caran jî dema dihatin mala me, me ew dîdîtin. Zêde naskirinek kûr çênebû; ji gundê me jî gelek ciwan tevlî nava refên gerîla bibûn. Bi vê yekê re hê zêdetir girêdanbûna gund a bi havalan re çêbû; gundê me tu caran cerdevantî qebûl nekir. 

Dewleta Tirk di sala 1993’an de balafir anîn ser gundê Şirîş û gund bombebaran kirin. Gungê me jî bombebaran kirin! Di heman salê de dewleta Tirk ambargo danî ser gund, gundiyan nedikarîn erzaq werbigrin. Ji ber ku digotin hûn  ji hevalan re erzaq dibin. Zext her ku diçû zêde dibû. Dikandarên me dikuştin. Saleke sax nehîştin yek teneke ar bê gund, gel ji bo ku malbatên wan birçî nemînin, ne çar man bi lingan, an jî hespan diçûn navçeya Qilebanê û hin zad bi veşartî tanîn. Dewleta Tirk gelek zext û zordarî li me dikir, digortin yan hûnê bibin cerdevan, yan jî em ê we bikujin. Saleke sax di gund de xew ji herkesekê re heram bibû, ji nişka ve balafir tanîn ser gund û gund didan ber topan. Ji xwe me nedikarî bimînin mal, em piranî di şikeftan de diman.     

Hûn dikarin hinekê qala koçberiya xwe bikin, 

we dovre jiyanek çawan domand? 

Em ji ber zor û zextên dijmin neçarî koçberiya bi darê zorê bûn. Di sala 1994’an de me koçî Başûrê Kurdistanê kir. Em li wêderê jî derbasî Bihêrê bûn. Dovre jî em ji Bihêrê derbasî Şeranişê bûn. Dema ku em li Bihêrê diman dîsan dijmin bi balafiran li me xist. Li wêderê jî tu hedara me nîn bû. Li wêderê jî jiyana me di xeteriyê de bû; em di nîvê şevê de derbasî Bêrsivê bûn! Beriya ku em derbasî Bêrsivê bibin, me dixwest statûya xwe ya penaberiyê li wê derê bidin pejirandin. Me digot qey em bên Başûrê Kurdistan ê, em ê ji êrîşên dijmin rizgar bibin. Li wêderê Kurd dijiyan, ji bo wê jî dema ku li wêderê êrîşê me dikirin û top tavêtin, em matmayî diman, me wate nedida vê yekê. Me digot çawa çê dibe ku dijmin li wir wiha bombe bi ser me de dibarîne. Pişt re xeber hat ku dijmin nêz bûye!  Ji xwe em piştî ku derbasî Bihêrê jî bûn top tavêtin, ji ber vê jî em neçar man ku biçin Zaxo û li wir ketin greva birçîbûnê. Armanca vê çalakiya me a wê demê jî ew bû ku em wek penaberên siyasî bên qebûlkirin. Em 29 rojan di girevê de man. Bi vî awayî Neteweyên Yekbûyî rewşa me a penabertiya siyasî pejiran û hin arikariya madî gihand me. Lê mixabin êrîşên dewleta Tir nesekinîn û herêma Bihêrê, Şeraniş ku gelê me lê dima, dihat bombe kirin. Zarok dihatin qetilkirin; em neçar man  ji Şeraniş û Bihêrê koç bikin. Di nîvê şevê de jin û zarok, tî û birçî dîsan em ketin ser rêyan, PDK’ê mecal nedida, lê me xwe li seytereya wan xist û em derbas bûn. Em di nav zeviyên genim de diman, av nîn bû û her kes ji hal ketibû. Bîrên mazotê hebûn, me mazot dida alî û ava di bin de dida zarokên xwe. Xwediyê zeviyê hev qebûl dikir ku em li wir bimînin. Bi hewldanek mezin a dîplomatîk me karî em xwe bigihînin Etrûş ê. Du wargehên bi navê Etrûş û Geliyê Qiyametê hatin amadekirin û gel derbasî wêderê bû.      

‘Li wêderê jî gel dihat qetilkirin’

Di sala 1995’an de dîsa li derdora me oparasyon Pêk hat. Êdî PDK’ê jî xwe da aliyê dijmin û şerê Tevgera Azadiyê dikir. Gelê me li wêderê ji xwe re pez xwedî dikir; ji ber wêderê nêzîkî çiya bû. Dijmin jî giranî da ser wê herêmê û şiwan, her wiha gelek kesên ku ji bo pêdiviyên rojane diçûn derve qetil dikirin. Dema ku dijmin agir bi Geliyê Qiyametê xist, me li wargeha Etrûşê dest bi meşê kir da ku em alîkariya gelê xwe yên wêderê bikin. Em heya ser riya giştî meşîn, jin û zarok li pêş bûn, bi yek carî gule bi ser me de barandin… Ji me 7 kes birîndar bûn û hevaleke me a jin jî şehîd ket. Ji aliyekê êrîşên dijmin, ji aliyê din de jî ambargoya Neteweyên Yekbûyî a li ser gelê me. Armanca wan tengav kirin û dîl girtina vîna gelê me bû! Lê her carekê me karî bi sekneke berxwedêr li dijî êrîşan bisekinin û xwedî li vîna xwe derbikevin.   

Ji ber ambargo, tî û birsî mayîna gel, piraniya zarokên ku ji dayîk dibûn jî ji birsan dimirin. Lê belê rexmê her tiştekê jî me tu caran di sekna xwe de tawîz neda û me xwe ji her êrîşekê bi vî rengî diparast. Ji Etrûşê jî me bera xwe da herêma Nînowa. Li wir jî gelek kesên me ji aliyê dijmin we hatin qetil kirin. Biryar dan em ji wir jî derbasî herêma Iraqê bibin. Zivistan bû, befir dibarî, em di nav şile berfê de di nîvê şevê de bi jin û zarokan dîsan ketin ser rê!..   

Vê carê rêwitiya me li Nehdarê qediya. Li çar aliyên me mayîn hebûn. Em di orta mayînan de bûn. Hin kes ji ber teqîna mayînan jiyana xwe ji dest dan û me nekarî wan veşêrên jî. Em 3 mehan di wê rewşê de man. Me her cûre zûr û zehmetî jiyan kir. Lê a ku li hemberî vê zoriyê roj bi roj mezin dibû jî berxwedan bû. Ji xwe piştî demekê dan diyar kirin ku cihek dîtine û em ê li wir bi cih bibin… Bi vî rengî çîrok û serpêhatiya me a Mexmûrê jî wê destpê bikira. Cihê ku em ê lê bimana çol bû, ji xwe ne pêkan bû kes li wir sax derbiketa. Çolek bû ku agir lê dirabû, tije mar û tûpişk bûn! Dema ba dirabû, te digot roja mehşerê ye. Toz û doman bû! Di wê germayê de jî her kes dibin naylonan de diman. Ruxmê hemû zoriyan jî me dîsa ji nû de jiyana xwe avakir. A rast me ji tunebûnê jiyan afirand.  

Kêliyên herî grîng di jiyana we de çibûn?

Ez di temenê xwe ê ciwan de penaber bûm. Jiyana xweş a ku min jiyan kir, jiyana min a li welat e ku hîn di xeyalên min ê zaroktiyê de zindî ye. Ji ber ku dovre min hemû temenê xwe di nav şert û mercên penabertiyê de bihurand. Bi taybetî jî her trajedî û êşên ku me di her wargehekê de jiyan kir. Em li ser axa xwe koçber bûn. Ger nasnameya me û zimanê me hebûya, em ê heya niha wiha ji aliyê herkesekê de nehatibana koçber kirin.    

‘Min jiyana xwe di rêya gelê xwe de da’

Li cihekê ku azadî nebe, bindestî serdest be, tu caran derfetên jiyanê jî tune ne. Ji ber vê jî ez tu caran nefikirîm ku bizewicim. Ji ber ku ez di nav gelek zor û zehmetiyan de derbas bûm, min êşa gelek dayîk û zarokan dît. Ji bo min têkoşîn û avakirina jiyanek azad hertim daxwaza sereke bû. Ji ber wê, wek şexs ez tu caran bi tişteke wiha nefikirîm. A ez li ser difikirîm û diponijîm ew bû ku ji gelê xwe re xizmet bikim. Û di malê de; ji ber ku dayîk û bavê min temen mezin in, ji wan re bibim alîkar. Di destpêkê de min xizmeta ji bo gelê xwe esas girt, pişt re jî alîkariya malbatê ji xwe re esas girt û jiyana xwe bi vî rengî domand.

We çawa biryara çalakiyek wiha da?

Ji dema dîl girtina Rêbertiyê heya roja îro çalakiyên me bê navber didomin. Roja ku Rêbertiya me hat girtin, ji bo me wek roja reş bû. Gelek kesan bedenên xwe dan ber agir û şehîd ketin. Me tu caran tinebûna Rêbertiya xwe nepejiran. Ev demeke dirêje ku em ji Rêberê xwe agahiyan nagirin, ji xwe di çend salên dawî de Rêberê me ji her cûre mafên xwe bê par hatiye hiştin. Mafê herê xwezayî ê hevdîtina bi malbat û parêzeran re jî tê asteng kirin. Bi taybetî em ji rewşa tenduristiya Rêbertiya xwe bifikarin. 

Nexşerêya ku ji aliyê Rêber Apo di sala 2013’an de li cîhanê hat belav kirin, rê li tirs û xofa dijmin vekir. Ew ji ramanên Rêberê me ditirsiyan, bi taybetî jî xwedî derketina ramanên Rêber Apo a ji aliyê gel de her kes ditirsand. Ji bo wê jî serî li tecrîtê dan, hevdîtin dan sekinandin û tecrît di nav tecrîtê de xistin meriyetê. Lê tişta ku wan fêm nekir ew bû ku êdî tu hêz û tiştek nîn bû ku li pêşiya ramanên Rêber Ocelan bibe asteng. Êdî ne tenê gelê Kurd û gelê herêmê, li her devereke cîhanê ev raman belav bibû.     

Dijmin xwe dixapîne, dibêje ez ê Rêberê we tune bikim, we bê Rêber bihêlim. Lê ne pêkane ku bikaribin hêz û vîna gelê me têk bibin. Vîna ku îro bûye xelekek ji agir a li dora Rêbertiya me. Ev vîna bi mîlyonan gelên Kurd, Ereb, Fars, Asûrî, Suryanî û gelên din ên cîhanê ye ku li dora projeya Neteweya Demokratîk a gelan kom bûne.  

‘Rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê nûjen bû’

Ji bo şikandina tecrîta girankirî a li ser Rêber Apo di pêşengtiya Leyla Guven de çalakiya gireva birçîbûnê a bê dem û bê dorveger hat destpêkirin. Ev çalakî wek xelekekê li welat û derveyê welat, li zîndan jî belav bû. Ev ruhê 14’ê Tîrmehê yê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û dengê berxwedana Sarayan bû. Ji bo min jî di vê xeleka berxwedanê de cih girtin û bûna dengê Leylayan girîng bû. Li ser vî esasî jî ez bang li gelê me û taybetî jî jinên Kurd dikim ku   li dora van çalakiyan kom bibin û dengê xwe hîn bilindtir bikin. Her dengek dikare me zêdetir nêzî azadiya Rêber Apo bike. Xwe di armanca vê rêyê de kilîd kirin girîng e. Min xwest dengê xwe tevî dengê Leyla û Nasir Yagiz bikim û bi rola xwe a dîrokî rabim. Ger henaseyek me a dawî jî ma be, em amadene vê henaseyê jî di oxira azadiya Rêberê xwe de bidin.