Margaret Sanger: Xwedîyê gunehê herî mezin

- Site varsayılanı
564 views

Di dawiya salên şêstî û destpêka salên heftêyî de, ku ji aliyê zanyarên civakî ve weke “Şoreşa Zayendî” hat pênasekirin, tişta ku herî zêde bandor li têkoşîna jinan a azadiya çandî, aborî û zayendî kir, bêguman peydabûna rêbaza kontrola zayînê ye.

Tevî ku di şaristaniyên pêşketî yên antîk Roma, Misir û Çînê de li ser jinkolojiyê metnên qedîm hebûn jî, piştî ku olên ji yek xwedayî cîhana berê bi dest xist, zayendiya jinê bû kirdeya metnên pîroz. Şîroveya nêrza ya olên ji yek xwedayî, wesfên şeytanî li jinê û nasnameya zayendî ya jinê kir, ew lanet kir û bi girêdana zewaca pîroz re xist bin xizmeta mêr.

Lê belê rojekê jinek derket holê û ji bo vê rewşê biguherîne biryar da gavekê biavêje. Navê wê jinê Hemşîre Margaret Higgins Sanger e.

Sanger a di 14’ê Îlona 1879’an de ji dayik bû, piştî ezmûneke demkurt a mamostetiyê, li jêrê rojhilatê New Yorkê dest bi karê hemşîretiyê kir. Di dema vî karê xwe de rewşên xizanî, ducaniya nayê kontrolkirin, mirina dayik û zarokan dît û biryar da ku divê li hemberî vê yekê tiştek bê kirin. Û diyar kir ku her jin xwedî mafê plankirina malbata xwe ye û dest bi têkoşîna li dijî guhertinên qanûnî yên rêbazên kontrola zayînê asteng dike, kir.

Di sala 1914’an de bi derxistina kovareke bi navê The Woman Rebel (piştre bû Birth Control Review) re dest bi kar kir û dûre broşurên bi navê Family Planning (Plansaziya Malbatê) kir. Her çend, ji ber sûcê belavkirina nivîsên ji bo kontrola welidînê bi rêya postayê hat darizandin jî, ev doz di sala 1916’an de betal bû. Sanger di heman salê de li Brooklynê, yekemîn klînîka kontrola zayînê ya li DYA vekir. Bi sûcdariya xerakirina aramiya cemaweriyê, di sala 1917’an de 30 rojan li tîmarxaneyê hat ragirtin.

Belavokên di vê demê de dinivîsîne, dibin sedem ku navê wê bikeve nava lîsteya gunehkaran a komên olî. Ji ber ku wê li pêşberî vîna Xwedê dest bi parastina vîna jina bêkêr, bêhêz û xwedî ruhê şeytan, kiriye. Rêwîtiyên wê yên ber bi Ewropayê, civînê wê yên li gel zanistan û daxuyaniyên wê yên çapemeniyê, ji aliyê zilamên qanûn û olî ve veguherîn mijara lêpirsînê.

Sanger Yekîtiya Kontrola Zayînê ya Amerîka (American Birth Control League) ava kir ku ji sala 1921’ê heta 1928’an serokatiya wê kir. Di sala 1927’an de ji kombûna yekemîn Konferansa Nifûsa Cîhanê ya li Cenevre re pêşengî kir. Di sala 1953’an de bû seroka destpêkê ya Federasyona Plansaziya Malbatê ya Navneteweyî. Heta mirina xwe ya sala 1966’an, li Hîndîstan û welatên Rojhilat di mijara kontrola welidînê de xebatên xwe dewam kir.

Şoreşa çandî ya Sanger rê li ber vekir, temenê wê gelekî derbas kir. Du belavokên wê yên bi navê “What every girl should know” “What every mother should know”, di roja me ya îro de jî weke du şaheserênb andorê li cîhana nûjen dike, tên dîtin.

Tevî ku demeke dirêj di ser koça wê ji nava me derbas bûye jî, hêja ye çîroka Sanger û emanetên wê ji me re hiştiye ji nifşên nû re were vegotin û ragihandin. Xebatên Sanger ên li ser azadiya zayendî ya jinan û teknîkên kontrola zayînê, her çend ji aliyê lîderên mêr ên hindikahiyên etnîkî yên DYA’yî şaş hatiye fêmkirin jî, jinên cîhanê û malbata mirovahiyê, gelekî deyndarên Sanger û femînîstênd in ên fedekar in.

Çawkanî: dünyalılar.org