Meyan Xatûn: Jina serhildêr   

- Berjin TEKOŞER
804 views

Jinên Êzidî di her serdemekê de, ji bo ku bikaribin xwe biparêzin, li hemberî êrîşên qirkirin, tunekirin û têkbirina civak û çanda xwe a Êzdayetî bisekinin, berxwe dane û serî hildane. Yek ji wan jinan jî Meyan Xatûn e.

Helbet wê jî wek gelek jinên Êzidî, di dem û cihên cûda de ji civaka xwe re pêşengtî kiriye, ew birêve birine û bûye xwedî hêza siyasî û civakî. Bê guman di civaka Êzidî de gelek şêre jinên wiha ku ji bo parastina dîrok û nirxên civaka xwe têkoşiyane, hene. Eyşa Dîz û Gula Şemê jî yek ji wan jinan in.

Jineke polîtîk û xwedî hêz bû

Meyan Xatûn bi eslê xwe Êzidî ye û keça Evdî Beg e. Ew di sedsala 19´an de jiyaye. Di serdema ku Mîr Hisên Beg ê birayê Evdî Beg ji aliyê Osmaniyan ve hatibû bê erk kirin, Evdî Beg tevahiya civaka Êzidiyan birêve dibe û ji wan re mîrtiyê dike.

Malbata Meyan Xatûnê êş û komkujiyên ku bi serê Êzidiyan de hatiye, keder û zextên ku ji ber baweriya xwe jiyane, yek û yek jê re behs kirine. Ew di derbarê serpêhatiya xwe de xwedî agahî ye û ligor wê tevdigere. Ew di sala 1874´an de li gundê Baedrê ya başurê Kurdistanê tê dinyayê. Li gor ol û baweriya xwe a Êzdayetî tê mezin kirin. Di hejde saliya xwe de bi Mîr Elî beg re dizewice. Li gorî wê çandê, çanda Melekê Tawûs a ku zanîn û zelaliyê esas digire û azadixwaze, tê mezin kirin. Êzidî xwedî bawerî û çandeke zanyarî, azadîxwazî û serhildêr in. Ji ber van taybetmendiyên ola xwe, her tim hewldane ziman û çanda xwe biparêzin.

Meyan Xatûn jineke polîtîk û xwedî hêzeke ramanî bû. Ew di salên 50´î yê sedsala borî de bi roleke girîng radibe û di parastina hebûna gelê Kurd de rol dilîze. Nemaze dema ku dewleta Osmanî Kurdên Êzidî neçarê koça bi darê zorê an jî guhertina ol dikin, Meyan Xatûn li hemberî van êrîşan derdikeve û roleke girîng dilîze. Ji xwe dema Mîr Elî Begê hevserê wê dimire, ew rêveberiya eşîrê digire dest xwe û birêve dibe. A rast ne tenê eşîr û êlên êzidî, herêmê birêve dibe.

Bi edaleta xwe tê nasîn

Meyan Xatûn di rêvebirinê de  bi edalet û wekhev nêz dibe, ev yekahan jî bandoreke mezin li ser gelê herêmê dide çêkirin. Ev nêzikatiya wê dihêle ku di demeke pirr kin de rêveberiya hemû eşîrên Êzidiyan bigire ser xwe. Bi kesayetiya xwe ya bi hêz û wêrek, bandorek mezin li rêveberên Osmaniyan dike. Ew ne tenê eşîra xwe, di heman demê de herêmekê birêve dibe. Meyan Xatûn di dîrokê de yekemîn jina Êzidiye ku dibe Mîr û rêveberiya herêmekê dike.

Ew ji bo civaka Êzidiyan mînaka herê baş, li pêş û balkêş bû. Li gel ku neçûbû dibistanê, xwedin û nivîsandina wê nînbû, lê rojeva cîhanê baş dişopand, di derbarê guhertin û veguhertinên di cîhanê de rû didin de xwedî agahî û têgihiştî bû. Li gor vê zanebûna xwe gelek caran bi dîplomatên Brîtanyayî û yên din re karê dîplomasiyê birêve dibir, bi wan re hevdîtin pêk tanî.

Dem dema Osmaniyan e, siltanê wê demê jî Ewdilhemîd e. Li herêmê gelek mîsyonerên Ewrûpî û Îngîlîz hene ku di nav hewldana nasîna ol, bawerî û çanda Êzdiyan in, dixwazin di nav wan de xiristiyantiyê belav bikin. Ji xwe gelek ji wan mîsyoneran ji bo cara ewil e ku bi ola Êzidiyan hesiyane, ev yek jî dibe sedem daku carekedin herêmê lêbikolin. Bi demê re pirtûka pîroz ya Êzidiyan “Misheva Reş” jî bala wan dikşîne; ji xwe tê gotin ku hin ji wan jî ji bo ku pirtûka pîroz a Êzidiyan bi dest bixin û bibin welatê xwe, di nav hewldanan de bûne.

Fermana qirkirinê didin

Hemû hewldanên Osmaniyan jî ew e ku Êzidiyan bînin ser ola misilman an. Armanca vê yekê jî bi hêz kirina desthilatdarî û kotrola herêmê a ji aliyê wan e. Ji bo vê jî li pey tunekirin, wendakirin û şewitandina belgeyên ku di ola Êzidiyan de pîroz in. Yan dest didaynin ser cihên pîroz, yan jî wêran dikin. Osmanî bi sedan fermanan ji bo qirkirina Êzidiyan didin. Bi deh hezaran kesên alîgirê ola Êzidî tên qetilkirin. Sirgûn, koça bidarê zorê, girtîgeh, talan, keder û keser zêde dibin. Di demek wiha de ku fermana qirkirina Êzidiyan tê dayîn de, di nav hin êlên Êzidiyan de jî nakokî rû dide. Beşek ji Êzidiyan ji ber zilmê dibin misilman, hin ji wan jî dibin xiristiyan. Lêbelê car bi caran, bi taybetî dema ku li herêmê aramî serwer dibe, Êzidî dîsan vedigerin ser ola xwe û ligor baweriya xwe dijîn.

Meyan Xatûn, jina serhildêr jî di demek wiha de jiya ye, kar û barên xwe birêve biriye. Ew bi herkesekê ku di nav danûstandin û têkiliyan debû, bi sebir tevdigerî. Çi Osmanî, çi jî Ewrûpî û Emerîqî; Meyan Xatûn dizanî ka çawa û bi kîjan rê û rêbazê nêz bibe, têkiliyan deyne. Ew hertim bi sebrek mezin, lê bi şik nêzî biyaniyan bûye. Qasî ku bi sebr tevdigerî ewqas jî bi taktîk nêz dibû.

Êlên Êzidiyan birêve dibe 

Hevserê Meyan Xatûn Mîr Elî Beg di sala 1913´an de bi awayekî nediyar tê kuştin. Ji ber ku lawê wê Seîd Beg hîn pirr biçûk e, birayê wê Îsmaîl Beg dixwaze bibe Mîr, lêbelê Meyan Xatûn destûr nade vê yekê û wekaleta mîrtiya Seîd Beg di dest xwe de dihêle heta ku ew mezin bibe. Ji xwe dovre, di sala 1934´an de Meyan Xatûn Mîr Seîd Beg bi qîza birayê xwe Îsmaîl Beg a bi navê Wansayê re dizewicîne. Wansa di sala 1929´an de, di dibistana Beyrûtê de beşa hekîmiyê dixwîne. Li gor hin belgeyên Îngîlîzî ku di derbarê Wansayê de hatiye nivîsîn, tê gotin Wansa wek jina pêncan a Seîd beg di sala 1934´an de, dizewice. Wansa piştî salekê keça xwe Leyla tîne dinyayê ku dovre dimire.

Di sala 1938´an de, Seîd Beg beştarî civînekê ku birayê Wansayê Yezdîxan Beg bi komplogeriyê tê sûçbar kirin û biryara kuştina wî tê dayîn, dibe. Di navbera Mîr û birayê Wansayê de nakokî derdikevin. Mîr Seîd Beg biryara kuştina Yezîdxan Beg digre. Wansa dema ku vê biryarê dibihîse, dest tavêje çekê û hevserê xwe birîndar dike. Di nav tevlîheviyê de, ajokarê wê yê Ermenî Hagop ku ji aliyê babê Wansayê Îsmaîl ve tevî malbata wî hatibû rizgar kirin, tê xilas kirin û li Musil ê, dovre jî bi alikariya wî Wansa dikare bireve  û biçe Bexda yê.

Mîr Seîd Beg di sala 1944´an de diçe ser dilovaniya xwe. Bi mirina Mîr re, hewceye Mîrê nû bê hilbijartin. Ji Mîr Seîd Beg û jina wî ya din Xoxê kurek bi navê Tehsîn heye. Tehsîn Beg hîn biçûk e û Meyan Xatûn wekaleta Mîrtiya wî jî digire ser milê xwe û dîsan biryara birêve birinê dide. Ew kar û barên herêmê, dîsan êlên Êzidiyan bi hosteyî birêve dibe.

Serkeftina di rêvebirinê de

Meyan Xatûn ji ber jêhatîbûna xwe a di rêvebirênê de, rêberek baş, di kêliyên herê bi tehlûkede jî xwedî sekneke wisa bû ku dikarî biryarên erênî bistîne. Ji ber wesfa xwe a rêbertiyê, kar û barên Mîrtiyê gihand asta herê jor. Ji ber vê nêzikatiya wê, gelê wê hertim jê re rêz raber dikir, di nav civakê de xwedî bandorek pirr mezin bû. Bandorek wisa ku heya niha kesê nekariye di nav civakê de bide çêkirin. Bi hebûna wê bextewar û bi rûmet, di nebûna wê de jî tune dibûn.

Leşkerek Osmanî yê bi navê Sadiq Damlukî vê di sala 1949´an de, di derheqê Meyan Xatûnê de wiha binivîsa: “Temenê Meyan Xatûn niha 75 e. Lê, min ew di ciwantiya wê de dîtibû. Jinek wêrek, xweşik, ciwan û çeleng bû. Bi mirina hevserê xwe Mîr Elî Beg re, ji Mîr Seîd Beg û Mîr Tehsîn Beg re wekaletiya mîrtiyê kir. Meyan Xatûn û Mîr Elî Beg ji bo 3 salan sirgûnê bajrê Sêwasê hatin kirin. Meyan Xatûn wek her car jîr, aqilmend û pêşeroj baş didît û dinirxand. Ew di nav civaka xwe de xwedî paye û ciheke girîn bû. Gel ne ji ber ku jê ditirsiya na, ji ber ku jê re rêz raber dikirin, jê hez dikirin. Tu kesekê cisaret nedikir ku li hemberê wê derkeve. Dema ku ew di nav gel de nebûya, gel diket nav xem û hizran. Ew xwedî keseyetek xurt û bi esil bû. Meyan Xatûn zû bi zû bawerî bi kesê netanî, bi şik nêzî kes û bûyeran dibû. Ya dibexşand, ferman dida, heta hin cihan dema pêwîs baya, ya ku dikuşt dîsan Meyan Xatûn  bi xwe bû.”

Meyan Xatûn, jina serhildêr a ku wiha hevok ji bo wê dihatin rêz kirin, di 31´ê Hezîrana sala 1957´an de, di 83 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Ew jî wek gelek jinên wêrek û serhildêr cihê xwe di nav rûpelên dîroka qehrimantiya jina Kurd de girt.