Min dît ez jî bûme deryayek…

- Gelawej Ewrin
617 views

Ez deryaya zarokek ji nifşê bêdawîtiyê. Di serdemek zilmê de li welatek rojê hatime dinê. Şevekê pêhesiyam min bi fîstanê diya xwe girtiye û li pey bi bez ji nav kevir, dar û striyan de dimeşim. Kengê ji xewê rabûme nayê bîra min, lê tenê min dizanî ev şeva dawî ya li gunde. Jê dûr diketim û min di reşahiya wêran de rûçikên wê yên dawî jî, awirên wê û giriyên li ser hinarokê gundê xwe nedît. Bê dilê xwe me xwatir ji hev xwest. Kevirên lîstokên me hemû li erdê mabûn, bûka min a ku dayika min ji min re xemilandibû min wê şevê nedît. Ji himbêza min firiyabû û çûbû. Gelekî li pey geriyam lê min nezanî çê jê hat. Hêj nizanim ew li gund ma, li ber doşeka min yan ew jî wek min bû penaber û li çiya û zinaran ve hilkişiya. Lê dizanim li min xeyîdiye û êdî bi min re neaxive. Bi caran hate xewna min lê min jê re got ku xwezî kêliyek, tenê kêliyek dema min heba minê tu jî bixwe re bibira. 

Min tu û gelek hestên xwe li gund bicih hişt û berê xwe da penabertiyê. Tu zanî bûka min penabertî çiye, tu zanî mirov çawa bê dilê xwe ji xaka xwe ji cih û warê xwe vediqete û bi carekî bê xwatirxwestin jê dûr dikeve û diçe. Kula wê gelek girane, nikarim ji te re hemiyan vebêjim. Lê ger tu jî wek min penaberî wê demê tuyê zanibî ez behsa çi dikim. Ew ma û dilê min li wir ma. Bi tenê bê dil meşiyam û ji gundê xwe dûr ketim. Xwezî dayika min bihişta ez carekî tenê vegeriyam û min bizaniya ka kê li şûn me maye ku dilê min lingê min nabe û nahêle bimeşe. Min bi tiliyên xwe yên biçûk di wê meşa bêdawî de bi caran hêjmartin navê kesên li dû mane, navê hevalên min û lîstokên me bihevre lîstin, qet û qet xilas nebûn navê tiştên li şûn min man. Min çîroka xwe ji xwe re got li van çiya, kesî çîroka min nenivîsand, kesî qet negot û behs nekir rojekî li vî welatî û li ser vê xakê keçek penaber çawa bû penaber û çi hate serê wê. Min bixwe çîroka xwe nivîsand lê tenê ne bi pênûsê. Ji roja bi darê zorê ji mala xwe, ji gund û warê xwe derketim ji wê demê ve her tişt romanek rast bû ku dihat nivîsand. Ji roja ku diya min piştî meşek dûr û dirêj striyên di piyên min de derdixist û ez digiriyam, rondikên min tama tal a penabertiyê li ser hinarokên min neqişandibû û bi wê rastiyê re mezin bûm. 

Tenê yek kêlî 

Tê bîra min bi rojan di kevira ketibû sola min de meşiyam. Min çend caran xwezî kiribû em tenê kêliyekî bisekinin û ez dawî li vê şikenceyê bînim. Pê hesiyam zilm li vî welatî wer serî rakiriye û bilind bûye ku kêliyek jî valatî nemaye wê kevirê ji sola xwe  derxim û rast bimeşim. Pê hesiyam welat di bin dagirkeriyê de ye û divê bi wê kevirê bimeşim heta hetayî. Bi ser de jî dema dimeşiyam ji bo xwîşk û birayên min ên biçûk lingê wan bi keviran nealiqe û wek min nebin, min her carê kevirek li ser şîverêyê dida aliyekî û wisa dimeşiyam. Her divê kesek van kevirên li pêş me rake û rêya rêwiyan veke, naxwe wê kes negihêje ya dixwaze, kesê negihêje serkeftin û heqîqetê. Rakirina her kevirekî berpirsyartiyek dîrokî bû ku min ta di wê temenê xwe yê biçûk de fam kir ku divê pêk bînim. Ji buxçika li ser milê min girantir bû ew berpirsyartî, dema min fam dikir ez zarokek Kurdim, bê nasname me, bê welatim û ya herî girîng jinekim. Rêwîtiya min ti caran bidawî nebû heta ev barê giran li ser pişta min bû. 

Di xeyalên xwe yên zarokatiyê de wê rojekê ez ê bigihêştam bihoştek berîn û minê bûka xwe bidîta, minê dîsa bilîsta bi herriya sor a bêhn xweş û minê ew bar dayna erdê da ku milê min birîn neke. Min di wan rêwîtiyan de gelek xeyal ji xwe re çêkirin, gelek  xeyalên min dema em ji avên mezin bihorîn di ber avê de çûn, min got tişt nabe ezê carek din wan bigrim. Gelek xeyalên min dema em ketin kemîna dijminê hov û bê vîjdan hatin kuştin û min her ji xwe re got ew namirin, ew xeyalên zarokatiya min in. Min nîvco, birîndar û piço piço ew xeyal li hev anî û di rêya penabertiyê de meşiyam. Min gelek caran ew xeyalên xwe bi keziyên keçên gerîla ve girêda û li ser rêya çalakiyê min herî dawî destê xwe jê re hejand. 

Ez bûm Sarya û Binewş

Min dît gerîlayek şehîd çawa xeyalên xwe yên azadiyê bi dara çinarê ve girêda û heta guleya dawî şer kir û li pêş çavê min şehîd bû. Min got xew kirine hevalên mezin ên bi min re lîstokên nîvcomayî dilîstin, bi seatan li ber serê wan rûniştim û li bendê mam çavê xwe vekin û paşê hevalan gotin şehîd bûne. Digotin xwîşkên min Sarya û Binefş jî wisa şehîd bûne, lê ez her li benda wan bûm wê rojekê bihatana û kincên gerîla li min bikirana. Ji bo wan û hemû hevrêyan, ji bo bûka xwe ya min bi tenê hişt, ji bo lîstokên nîvco mayî, ji bo rondikên diya xwe, min jî kincên gerîla yên pîroz li xwe kir û dîsa meşiyam û meşiyam. Rêwîtiya min bi dawî nebû, heta min xwe li çolek bê ser û bêdawî de dît. Min dît zarokên cîranê me çawa ji bê aviyê hêdîka serê xwe danîn ser balgiyek ji kevir û razan, ez jî li kêleka wan heta sibê ji têniyan bi xewê neketim û min stêrkên çolê jimartin. 

Di wan şevan de min xwe di ezmanên bêdawî yên çol û sehraya Mexmûrê de dît, ew êdî ji bo min derya bû, deryayek ji rêwitiya ber bi azadiyê ve. Ji bo wê min navê xwe kir Denîz ango Derya. Li wê digeriyam çiqasî balgiyê bin serê min û doşeka min lêmiştên toza wêran a çolek bê dawî bûya. Li şînahiyê geriyam û li pey ketim û meşiyam û meşiyam. Min xwe bi hêviyên xwe ango bi çiyayên azad re gihand û ji rika penabertiyê bi hezaran hêlîn di bihost bi bihostên xaka zêrîn de çêkir. Nesekinîm kêliyekî jî, meşiyam lê vê carê ji bo bigihêjim xaka min rojekî bicih hiştibû. Hatin û bihorîn gelek neyar û dijmin, di cenga mezin de bi wan re min tola hêviyên xwe yên şikestî û nîvcomayî stend. Min bixwe vegot çîroka xwe û li çiyan bûme dengê xwe û hevrêyên xwe. Her hevrêyek min jî xwedî çîrok bûn, wan jî tama tal a zilm, mêtîngerî, dagirkerî û koçberiyê temijandibûn. Ez li ser xaka xwe penaber bûm, lê dikirin mafê penabertiya min jî ji min bistînin. Di cenga bi vê neheqî û namerdiyê de min xwest wêneyê vê rastiyê ji cihana ku xwe ker û kor kiribû re xêz bikim. Min dît ez jî wek gerîlaya qehreman di xwîna xwe ya pîroz de hatim şûştin. Min dît ez vedigerim gundê xwe, min dît ez li ser milê dayikan bi rondikên wan re diherikîm nava rehên xaka xwe ya pîroz. Min dît ez jî bûme Sarya, bûme Binefş û bûme bi hezaran jinên qehreman. Min dît ez jî bûme Denîzek ji hezaran Denîzên welatê xwe. Min bixwe çîroka xwe ji dîrokê re got û pênûsa xwe da hevrêyên li ser şopa min dihatin û tên…