Nellie Bly: Yekemîn rojnamegera lêkolîner a cîhanê 

- Lîlyan ÇIYA
571 views

Nellie Bly (1864-1922), rojnamegerek e DYE yê ye. Navê wê a rast Elizabeth Jane Cochran e, lê di jiyana xwe a rojnamegeriyê de navê Nellie Bly bikar tîne. Di dîroka rojnamegeriya lêkolîneriyê de yek ji rojnamegera efsanewî ye. Metoda ku ji bo nûçegihantiyê bikar tîne, piranî bi bikaranîna nasnameyên cihê çêki
rina nûçeyane. Yek ji mînaka herê ber bi çav a di sala 1887’an ne. Di sala 1887’an de ji bo ku bikaribe di derbarê tîmarxaneya jinan nûçeyekê çêbike, heyeta pisporên nexweşxaneyê dixapîne û weke ku ew jî nexweş be li wê nexweşxaneyê dimîne. Bi van metodên ku bikar tîne bala hemû Emerîqayê dikşîne ser xwe.

Nellie Bly‘Jin bi kêrî çi tên?’

Navê wê yê rast Elizabeth Jane Cochran e, lê di tevahiya çîroka Nellie yê de navê wê tê gohertin û yek ji mijarên herê balkêş ku wê bala we jî bikşîne ser xwe, ev mijar e. Elizabeth ku di salên zaroktiya wê de wek e Pink (pembe) gazî wê tê kirin, piştî mirina bavê wê rewşa aborî a malbatê nebaş dibe û dikevin nav tengasî yê. Dayîka wê ji bo debara malê pirr hewl dide û encax bi şahidiya Elîzabeth dikare dawî li zewaca xwe a bi kesek din re ku gelek bi êş bû, bidawî bike. Ev yek jî dibe yekemîn rastiya ku Elizabeth wê li pişt rawest e. Ji xwe pişt re jî bitaybetî wê li pey nûçeyên balkêş yên di derbarê jinan de bibeze.

Elizabeth di sala 1880’an de rastê nivîsek cînsiyetparêz ku zimaneke dijminane li dijî jinê bikar tîne tê. Ji bo quncik nivîsa nivîskarekê a di rojnameya Pittsburgh Dispateh de, ku bi sernivîsa ‘Jin bi kêrî çi tên?’ digot; jin derveyê dayîktî û zewacê wê tiştek din fêm nekin û tê negihin, nemeyek bersiv danê tê birêkirin. Nameya ku ji bo rexne girtina vê nivîsê tê nivîsîn, wê di dîroka rojnamegeriyê de rê li gelek tiştan veke. Kesa ku bi îmzeya ‘Keçeke sêwî’ nameyê dişîne û nivîskarê behsa wî tê kirin ji ber nirînên wî yên di derbarê jinan de dide ber topan, derveyê Elîzabeth ku wê demê hîn 20 salî ye, kesek din nîne. Elizabeth di temenê xwe yê ciwan de bi nameye ku nivîsî bû rexne li wî nivîskarî digire û nivîsên wî çewt dibîne. Helbet navê wî nivîskarî ji bo me negirîng e, ji ber ku ew di nav rûpelên dîrokê de berze dibe, lê Elizabeth bi nameya xwe dikare bala editorê rojnameyê bikşîne ser xwe û wek yekemîn nûçegihana jin di rojnameyê de dest bi kar dike. Piştî ku dest bi kar dike şûn de, navê Nellie Bly bikar tîne. Ji vir û şûn de wê bi vî navî bê bibîranîn û zanîn.    

Qabiliyeta wê a nivîsînê hebû

Edîtorê rojnameyê ji nivîsa wê gelek bandor dibe û bi îlanekê ku di rojnameyê de diweşîne, dixwaze ku ew bê rojnameyê û xwe bi wan bide nas kirin. Dema ku Elizabeth Jane Cochrane ji bo xwe dana nasînê diçe rojnameyê, jê tê xwestin ku ji bo rojnameyê nivîseke din binivîse. Cochrane vê carê jî bi heman ser navî nivîsa xwe a bi navê “Xaçerêza keçik ê” (The Girl Puzzle) dinivîse. Edîtorê rojnameyê George Madden vê carê jî ji nivîsa wê gelek bandor dibe û jê tê xwestin ku di rojnameyê de bixebite. Ji ber ku di wan deman de piraniya jinên rojnameger sembolek bikartanîn, ji ber vê jî bi alikariya edîtor navê Nellie Bly ku ji stranekê îlham tê girtin ji bo wê tê helbijartin.

Rexnegirek baş bû

Bly di nivîsên xwe de bi gelemperî li ser jiyana jinên ku dixebitîn radiwestiya, di derbarê jinên ku di febrîqeyan de dixebitîn lêkolîn çêdikirin û bend dinivîsîn. Lêbelê di “rûpelên jinê” de ji bo ku di derbarê mode, baxçevanî û hwd. de binivîse, gelek zext li ser Bly dihat çêkirin. Ji xwe di wan deman de piraniya karê jinên rojnamevan ev bû. A rast ger mirov bibêje ev rol didan wan û nedihîştin jin di mijarên din de binivîsin, vê hîn rastir be. Nellie Bly ku ji vê mijarê qet razî nebû diçe Meksîka yê û ji bo nûçegihantiya derve a rojnameyê nivîs dinivîse. Dema hîn 21 salî bû 6 mehan li Meksîka yê ma û di derbarê çand û kevneşopiya wan de meqale nivîsîn. Her wiha nivîsên ku wê di wan deman de nivîsî bûn bi ser navê “6 mehên li Meksîka yê” di pirtûkekê de hatin kom kirin û bi navê wê hat weşandin. Di nivîseke xwe de, hikûmeta demê û dîktaya Porfirio Diaz ku hin rojnamegeran ji ber ku ji wan rexne girtine, xistine zîndanê, protesto dike. Ji ber vê jî bi girtinê hat dehdît kirin û neçar ma welat biterikîne. Dema dizivire DYE yê, Diaz wek stemkarê ku medyayê kontrol dike dinirxîne û di vê mijarê de nivîs dinivîse.

“Bûyereke bê hêvî”

       

Nellie dema dîsan ji vê tê xwestin ku nivîsên di derbarê hûner û şano de binivîse, dest ji karê xwe yê li rojnameya Pittsburgh Dispatch berdide û piştî 4 meh şûn de di rojnameya Pulitzer a bi navê New York World dest bi kar dike. Erka wê ev bû ku teqlîda nexweşên dîn bike û bi vî awayî tîmarxaneya jinan Blackwell’s  a li Island ê  lêkolîn bike.

Piştî ku rojeke sax li ber eynikê xebata xwe a teqlîd kirina keseke dîn bidawî kir û şûnde diçe mêhvanxaneyekê, ji kesên ku li wêderê dimînin re dibêje ku naxwaze li ser nivînan razê, ji ber ku jê re razana li ser nivînan kareke dînok tê û dibêje ku ji wan pirr ditirse. Di dawiyê de kes pê nahese û pê bawer dikin ku ew dîn e, yek ser gazî polîs dikin û di dadgehê de derdixînin pêşberê dadger. Teqlîda Amnezî, ango kesa ku hafizeya xwe ji dest daye, dike. Lê dadger digihe vê encamê ku ew giyayê hişber bikar tîne. Dixtorên ku wê lêdikolin digehin vê encamê ku Nellie “teqez dîn e”  û “bûyereke bê hêvî” ye. Ji ber vê çendê jî wê dişînin tîmarxaneyê. Di vê navberê de rojname di derbarê “ev keça xweşik a dîn” de gelek nûçeyan çêdikin û gelek nivîsan dinivîsin.     2

Dexma dînîtiyê li gelek jinan dixin

Bly li vir şert û mercan di ber çavan de derbas dike. Xwarina li vê tîmarxaneyê ku didin jinên nexweş sar û nayê xwarin, av jî ewqas qirêje ku neyê vexwarin. Nexweşên metirsîdar bi ben û bi hev we dihatin girêdan. Nexweş tevahiya rojê di odeyeke sar de bê ku tiştekê bikin dihatin rawestandin. Li cihê ku xwarin dixwarin her der qirêj û li her devera nexweşxaneyê mişk hebûn. Nexweş bi ava sar dihatin şoştin. Satilên ava sar bi ser serê nexweşan de vala dikirin. Perestaran her car nexweş di mijara ku dengê xwe nekin û devê xwe girtî bigirin de hişyar dikirin, kesên ku bê deng nedibûn jî rastî lêdanê dihatin. Ji xwe Nellie di vê baweriyê de bû ku ji wan jinan gelek kes ji wê jî biaqiltir bûn û tenê ji ber sedemên ne li cih xistibûn wir. Nellie bi gelek ji wan jinan re diaxive û dibêje ev jinên “hişê wan li cih” bûn û dinivîse; “Gelo ew difikirin ku bi şikenceyê dikarin wan saxbikin? Berovajî, doxtorên wir kesên wek min bi aqil jî ji bo ku bêdeng bibe, her tişt dikirin; saet 6’ ê sibê heya 8’ê êvarê li ser wan korsiyên hişk bê ku bihêlin yek biaxive an jî tiştekê bike wisan didan ronişkandin, bê ku di derbarê jiyana cihane derve de tiştekê bizanibin, bê ku bihêlin pirtûkekê bigirin destê xwe, bi xarinên nayên xwarin û bi nêzikatiyên xwe yên ne ji rê dikarîn kesên ku ne dîn in jî dîn bikin.”    

“10 rojên li tîmarxaneyê”

Piştî 10 rojan şûn de û bi hewldanên rojnameyê Bly ji wê derê hat derxistin û rapora ku li tîmarxaneyê amade kiribû bi ser navê “10 rojên li tîmarxaneyê” wek pirtûk weşand. Ji nexweşxaneyê re lêpirsîn hat vekirin û hat xwestin ku Bly di lêkolîna vê nexweşxaneyê de ji wan re bibe alîkar. Ji bo ku şert û mercên li wir bên serirast kirin, butçeyek hat veqetandin, hat xwestin zû bi zû bête venêrîn û nexweşên ku “birastî dîn in” bigirin û ji bo vê jî nexweş baş bêne kontrol kirin. Ji ber ku di vê nexweşxaneyê de gelek jin ji ber ku li dijî malbat, hevser an jî ne ligor hin kesan bûn dexma dînîtiyê li wan tê xistin û dixin vê tîmarxaneyê.     

Di ilmê civakî de yek ji rêzika bingehîn a lêkolîn kirinê ye, ger kesek bizanibe tu wî/wê dişopînî wê demê ji halê xwe yê normal cihê tevdiger e. Mînak dema li ciheke kar kirinê venêrîn hebe wê demê hertişt bi rêk û pêk û ligor rêzikan tê kirin. Nellie Bly dikarî wek rojnamevan jî biçe nexweşxaneya dînan û pirsan bipirse. Lê wê tucaran bersivên rast bidest nexistiba û jinên ku rastê îşkenceyê dihatin nedîtiba. Ji ber vê jî biryara avêtina gaveke wiha wêrek dide û di rojnamegeriya lêkolîneriyê de rê li serdemeke nû vedike.       

Gera 80 rojan a li seraserê cîhanê

Pirtûka Jules Verne a bi nav û deng; di 80 rojan de li seraserê cîhanê (Devr-i Alem) herkes baş dizane. Pirtûk, qala Phlicas Fogg ê Londrayî û Passepartoutê Fransî ku hewl didin di 80 rojan de dinyayê bigerin, dike. Nellie di sala 1888’an de ji bo ku vê çîrokê biqolipîne rastiyê biryar digire ku derkeve vê rêvîtiyê. Bi erê kirina rojnameyê jî di 14 Mijdara 1889’an de bi cilên li ser, qapot, cilên binî û hin tiştên pêwîst digire gel xwe û dikeve rê. Hemû pereyên wê jî di torbeyê di stûyê wê de bû.      

Di vê navberê de Cosmopolitan jî jineke din a rojnamevan ji bo gera cîhanê a di 80 rojan de rêvî dike. Rojnameya Nellie jî dide zanîn ku kesê bizanibe Nellie gera xwe wê kengê bidawî bike, wê jê re xelat bê dayîn.   

Nellie Bly ku keştiyên bidûkel û rêyên trenê bikar tîne, li Îngîltere, Fransa (ku li vir Jules Verne nas kir.) Birindisi, cihoka Suez, Seylan, Penang û Singapur, Hong Kong û Japonya yê de derbas dibe. Di dema rêvîtiya xwe de çû Çînê jî û li Sîngapûrê meymunek kirî. Ji ber direngmayîna di rêyên trên û rewşa nebaş a hewaya li Pasîfîk we girêdayî, Bly 2 roj ji plana xwe a rêvîtiyê di paş de dimîne, ji ber vê jî di 25 Çileya 1890’an de bi trêna ku ji aliyê Pulîtzer we hatibû şandin, rêvîtiya xwe bi encam dike. Hema bêje di tevahiya rê de Bly bi tena sera xwe rêvîtiyê dike û di 72 roj an de rêvîtiya xwe bi dawî dike.     

Ji bo jinan bû çavkaniya jiyaneke nû

Nellie Bly di sala 1895’an de bi Rober Seaman re dizewice û dest bi karê şîrketa Iron Clad Manufacturing ya Seaman kir, hemû kar û barê şîrketê wê birêve dibir. Di febrîqeyê de ji bo karkeran salona spor ê, pirtûkxane û qadên ji bo bêhn vedanê avakir. Di sala 1922’an de dema hîn 57 salî bû ji ber nexweşiya zatûreyê jiyana xwe jidest da.   

Nelli di demekê de ku hîn jinan nedikarîn deng bikar bînîn dest bi karekê ku wê demê tenê wek karê zilam dihat dîtin, dike. Bi serpêhatî, wêrektî û nivîsên xwe, ji bo gelek jinan bû çavkaniya jiyaneke nû. Bû dengê karker, xêzan, penaber, jin û herkesek ku dengê wî/wê nedihat bihîstin. Piştgiriya xwe a ji bo tevgera Suffragette jî her tim dida diyar kirin.

Werger: Lîlyan Çiya

Çavkanî: Evrensel