Nesrîn dengê jinên girtî ye

- Evin ZİLAN
665 views

Nesrîn Stûde ji Îran ê, bajarê Lengrudê ye. Hiqûqnas, parêzer û aktîvîsta mafê mirovan e. Di heman demê de endama navenda ‘Parêzerên mafê mirovan’, kampanyaya ‘1 mîlyon îmze’ a ji bo guhertina zagona ne wekhev a li dijî jinê, xebatkara saziya parastina mafê zarok an û parêzera gelek çalakvanên mafê mirov, jin û zarokan bû ku rastê şîdet,  tundî û dardekirinê dihatin. Nesrîn di sala 2008’an de hêjayî xelata mafê mirovan a Rêxistina Mafê Mirovan ya Navnetewî hat dîtin.  

Girtin, зewisandin ы zext

Nesrîn Stûde, di havîna sala 2010’an de bi tawana propagandaya dij pergalê û ewlekariya netewî xistina xeteriyê, hate girtin û şandin girtîgeha Evîn ê. Bi dehan caran gef lê hat xwarin. Nesrîn di payîza heman salê de dest bi gireva birçîbûnê kir, piştî 28 rojan û di encama hevdîtina bi rayedarên dewletê, dîsan bi cih anîna hin daxwazan, wê dest ji girevê berda.    

Şîrîn Ebadî, parêzera Îranî û Serokê Komara Çek yê berê Vatsilav Havîl, her wiha gelek aktîvîstên mafê mirovan piştgiriya xwe a bi Stûde re dan diyar kirin û daxwaza berdana wê kirin.  

Di nava heman salê de dadgehê 11 sal zîndan, 20 sal dûr ketin ji erka parêzeriyê û 20 sal jî qedexeya derketina ji Îranê dan Nesrîn Stûde. Lê di sala 2003’an de, Stûde tevî hin rojnamevanan hat berdan. Di Gulana 2018’an de bi ser mala Nesrîn Stûdeyê de girtin û ew kirin bin çav an. Ew yekser şandin girtîgeha Evîn ê. Nesrîn di dosyeya dawî de ku di derbarê wê de hatibû amadekirin, bi tawana ‘kombûn û xebata dij ewlehiya netewî’, ‘propagandaya li dijî pargala Îran ê’, ‘endambûna ji rêxistina mafê mirov an’, ‘teşvîq kirina gel û fesad, xirabî û ji vê yekê re rê vekirin’, hat darizandin. Bê guman ne tenê ev tawan bûn û ew bi gelek tawanên din ên wek derxistina alozî, belav kirina xerabiyê, bê hêcab çûna cihê kar û hwd. hat darizandin. Ji bo dosyeya yekem 5 sal û ji bo dosyeya duyem jî 33 sal siza hat dayîn.   

Ew di her qadekк de tкdikoşо

Hevserê Nesrîn ragihand ku 38 sal ciza ji hevjîna wî re hatiye dayîn, lê di heman demê de Muhemed Meqîse darîzênerê dosyeyê jî ragihand ku 7 sal siza hatiye birîn û ev siza jî ji ber kombûna dij bergalê, heqareta li hemberî Rêberê olî yê Îranê bûye. 

Ji aliyê din de jî Rêxistinên Mafê Mirovan ya Navnetewî girtina Nesrîn Stûde, parêzera mafê mirovan mehkûm kir û ev siza weke bê edaletî pênase kir, xwest Stûde demildest bê berdan.   

Fîlîp Lûter, rêveberê beşa lêkolînê ya Rojhelata Navîn û Bakurê Efrîqayê yê di saziya Efûya Navnetewî de, ragihand; “Balkêşe ku Nesrîn Stûde ji ber xebatên xwe ên aştiyane û mafê mirovan, dîsan ji ber piştgiriya xwe a bi jinan ya di mijara dij derketina zagonên xwe pêçana jinan a bi darê zorê, mehkumê 38 sal zîndan û 148 şelax hatiye. Hewceye Nesrîn Stûde demek ji yadin zûtir bê berdan.”   

Yek ji çalakiya Nesrîn Stûde jî di dema êrîşên DAIŞ’ê a bi ser Kobanê de bû. Ew tevî 13 çalakvanên siyasî, medenî û çandî yên Îran ê, li dijî qirkirin û kuştina kesên sivîl ji bo 3 rojan dest bi gireva birçîbûnê dikin. Ew di derbarê çalakiya xwe de wiha axivî bû: “Em dixwazin her kes bizane ku DAIŞ ne tenê pirsgirêka Kurd e, an jî bi tenê li dijî Kurdan şer dike. DAIŞ ji bo tevahiya cîhanê xeterî ye. Em hêvîdarin bi rêya vê çalakiya xwe, em bikaribin bala raya cîhanê bikşînin ser vê mijarê daku ji bo sekinandina vê hovîtiyê herkes bikeve tevgerê.”   

Rejоm ji hebыna jinк ditirse

Çawa çêdibe ku li welatekê parêzvaneke mafê mirovan bi sizayek wiha tê darizandin? Bê guman ev asta faşîzmê radixe ber çav an. Rejîm ji hêz û potansiyela jinê ditirse. Li Îranê jin rojane rastê pêkanînên bi vî rengî tên. Bi dehan jinên wek Zeyneb Celaliyan, Atena Dayîmî, Gulrox Îrayî, Hengame Şehîdî, Nazenîn Zagirî û hwd. îro di girtîgehê dene û rastê her cûre cewisandinê tên. Lê her yek ji wan jinan li hemberî zor û zilma desthilatdariya Îranê sekinîn, dest ji têkoşîna xwe bernedan. Berxwedaniya jinan a di girtîgehên Îranê û derve de asta têkoşîna jinên Îranî radixe ber çav an. Rexmê zext û şikenceya di girtîgehan de jî jinan tu caran dest ji anîna ziman a maf û daxwazên xwe, bernedan.   

Di pêvajoyekê de ku Îran ji her alî de tengav bûye, dîsan bera xwe daye civakê û li ser civak û jinê zext çêdike, hewl dide tirsê bide avakirin û wan ji têkoşînê dûr bixîne. Lê belê jin jî wek her carekê li hemberî vê siyasetê bêdeng namînin û dengê xwe ê dijber hîn baştir didin nîşandayîn. Bê guman ger pirsgirêka jinê bê çareser kirin, wê demê hemû pirsgirêkên Îranê yên heyî jî vê bên çareser kirin.   

Em di rewşeke wiha de ku faşîzm gihaye asteke herî bilind nikarin behsa mafê mirov û aştiyê bikin. Em tenê bi berxwedan û hevgirtina jinan dikarin dawî li pergala zilam a dij jinê bînin û azadiya xwe misoger bikin.