Partiyên Başûr deskeftiyên netewî dikin qurbana berjewendiyên xwe

- Berîtan ZAGROS
626 views

Dewleta Tirk bi rêya îstîxbaratê bandor li hemû sazî, dezgeh û şîrketên li Başûrê Kurdistanê kiriye. Bi vî awayî çavdêriyê dike, hewl dide planên xwe yên qirêj ên li dijî destkeftî û hêzên Kurdî li Başûrê Kurdistanê pêk bîne. Ji ber vê yekê jî dikare bêgotin ku dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê tenê ji hêmanekê pêk nayê, gelek aliyên wê hene. Dagirkeriyeke pirr alî ya çors û zirav li ser gelê Başûrê Kurdistanê birêve diçe. Di qada parastin, dad, siyaset, aborî û çandî de dagirkeriyeke pirr alî heye. 

A girîng berjewendiyên netewî ne

Ji xwe dagirkerên Kurdistan ê, hêzên Başûrê Kurdistanê timî weke amûrekî a li dijî deskeftî û hêzên Kurdistanî yên parçeyên din bikaraniye. Ji bo çareserî li parçeyên din yên Kurdistanê çênebe jî, timî derfetên ku derketine pêşiya Kurdan bi rêya van hêzên noker hewl dane têk bibin. Ev hêzên navborî jî di oxira berjewendiyên malbatî û aborî de amadebûne ku berjewendiyên netewî bikin qurbana berjewendiyên xwe. Ji ber vê, ji zanist û hişmendiyeke netewî zêdetir, hişmendiyeke pragmatîst, ji netewiyet û exlaqê mirovbûnê dûr derketiye pêş. Ji ber vê eqliyetê heya niha yekîtiya netewî pêk nehatiye û weke astengiya herî mezin li pêşiya pêkhatina yekîtiya netewî ya Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd li parçeyên din yên Kurdistanê jî hinek partiyên li Başûrê Kurdistanê ku ji berjewendiyên netewî zêdetir, li pey perjewendiyên partî û malbatî ne, dikarin bê nîşandan. 

Di dîrokên cûda de gelek caran li ser daxwaza Tirkiyê û hin caran jî li ser daxwaza Îranê ji bo dijberiya bi Tevgera Azadiyê re ketine nav êrîş û hevkariyên hevbeş yên leşkerî. Tevî ku parlementoya herêma Kurdistanê di sala 2003’an de biryar girt ku dewleta Tirk baregehên xwe ji herêma Kurdistanê derxe jî, di pratîk de tu gavek ne avêt. Heya tevî bi dehan êrîşên hewayî û komkujiyên sivîl yên li Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin jî hikûmeta herêma Kurdistanê timî rewatî bi êrîşan da û bû sedem ku dewleta Tirk her biçe dagirkeriyê berbelavê herêmeke fireh bike. Tenê ji 2008’an ve artêşa Tirk 25-30 km zêdetir ketiye nava xaka Başûrê Kurdistan ê. Her wiha bi dehan cih û baregehên nû yên leşkerî û îstîxbaratî lê vekirine. Dagirkeriya ku heya niha bi awayeke eşkere li herêma Bradost û Behdînanê hevkariya PDK’ê jê re dihate kirin, di van demên dawiyê de derbasê parêzgeha Silêmaniyê jî bûye. 

Armanc perçe kirina hêzên Kurdî ye

Ji ber zextên dewleta Tirk ên siyasî û aborî yên li dijî YNK’ê, di van demên dawiyê de di helwesta YNK’ê ya netewî de guhertinên cidî pêkhatiye. Dewleta Tirk çawa PDK bi temamî teslîm girtiye û li dijî destkeftiyên Kurd bikartînin niha jî bi rêya şantajên aborî û siyasî hewl didin ku YNK’ê jî teslîm werbigirin û ji hemû hêzên Kurdistanî dûr bixin. Parçebûna di nava YNK’ê de û valatiya ji ber wefata sekreterê giştî yê YNK’ê Mam Celal Talabanî çêbû, fersendeke mezin da dest hêzên dagirker ku wan jî ji xeta neteweyî dûr bixînin û li şûna xizmeta ji neteweya xwe re, xizmetê ji dagirkerên Kurdistanê re bikin. Ji ber ku girse û alîgirên YNK’ê timî xwedî helwesteke netewî bûne û bi piştgiriya xwe ya ji bo parçeyên din yên Kurdistanê tên zanîn, YNK heya niha jî nikare ev hevkariya xwe ya li gel Tirkiyeyê bi awayeke eşkere biparêze û bide nîşan. Ji ber vê hewl dide têgihiştinek wisa çêbike ku ew neçare ji bo berjewendiyên gelê Başûr hinek tawîzan bide. Lê di nava rêveberiya YNK’ê de jî beşek heye ku hîn xwedî helwesteke netewîne û ji vê siyaset û teslîmbûna partiya xwe ji dagirkeran re nerazîne. Nimûneya vêya jî bi dengeke lewaz be jî carbicar Şanaz Îbrahîm Ehmed rexneyên ne rasterast li rayedarên YNK’ê û Başûrê Kurdistanê dike û sîtem dike. Encax ev dengên nerazî heya niha tenê karine carnan van hewldanên YNK’ê frên bike, lê nekarîne bi temamî bandora xwe bidin nîşan. 

Raperîna gelê Şeladizê bi rûmet bû

Cara yekeme ku li Silêmaniyê operasyoneke hevbeş ya MÎT’a Tirk û hêzên asayîşê yên girêdayî YNK’ê pêk tê, ev her du hêz bi ser saziyên jin û giştî de digirin û dest dideynin ser kamerayên ewlekariyê. Endamên MÎT’a Tirk yên ku bi ser RJAK’ê de girtin, bê ku nasnameya xwe veşêrin bi Tirkî axivîne û wê peyamê dane ku ew ê ji vir û şûnde jî bi destûra rêveberiya herêmê êrîşên hevbeş pêk bînin. Helbet ev jî qonaxeke nû ya metirsîdar dide nîşan. Eger hêzên Kurdistanî li dijî van hewldanan nesekinin û pêşî lê negirin, ev dikare bibe sedema aloziyeke kûr a di navbera hêzên Kurd de ku tu welatiyekî Kurd yê bi şeref û xwedî hişmendiyeke netewî naxwaze di navbera Kurdan de ev dîroka nexweş dubare bibe. 

Helwesta gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê, helwesta Şêladizê ye. Raperîna Şêladizê ne tenê li dijî dewleta Tirk bû, ya esas li dijî hevkariya partiyên Başûr ya bi dewleta Tirk û dewletên din yên dagirker re bû. Gelê Şêladizê xwest bi vê raperînê nerazîbûna gelê Başûr ya li hember hevkariya van hêzên noker û dagirkeriyê îfade bike. Gel got, ‘em li dijî dewleta Tirkin ku li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê Kurdan di komkujiyan re derbas dikin.’ Ji xwe bi dehan caran dewleta Tirk li herêma Dihok û Hewlêrê komkujî pêkaniye. Kendekola, Kortek, Zergelê, Şengal, Mexmûr û herî dawî jî çend komkujî li Dêralok û Şêladizê pêkhatin. Gelê Başûrê Kurdistanê ji siyaseta heyî a van partiyan nerazîne û tenê daxwaza yekîtiya netewî ya Kurd dikin. Lê partiyên Başûr yên desthilat li dewsa ku guh bidin daxwazên gel û rêz li vê vîna gel bigirin, berjewendiyên xwe ên aborî û malbatî esas digirin û amadene ku hemû gelê Kurd ji bo berjewendiyên malbatî bikin qurban. 

Hewceye jin gavên bi vêrek bavêjin

Tevî ku timî bangeşeya wê yekê dikin ku ew mafên netewî yê li çar parçeyên Kurdistanê diparêzin jî rojane welatiyên ji Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistan ê, li herêma Kurdistanê tên binçavkirin û rastî astengî û gefên YNK û PDK’ê tên. Gelek caran di çalakiyan de ji welatiyên parçeyên din yên Kurdistanê re gotine, ‘biçin welatê xwe’ û heqaret li wan kirine. 

Jinên Başûrê Kurdistanê jî ji ber ser bi hinek hizbên desthilatdarin heya niha nekarîne bi vîneke serbixwe tevbigerin û van partiyan bikişînin xeteke netewî. Li dewsa ku deng û rengê xwe diyar bikin, tevlî eqliyeta mêr a di nava partiyan de serwere dibin. Bixwe jî bi eşkereyî dibêjin, heya dewletên herêmê û hêzên navnetewî destûr nedin ku Kurd bên ba hev, partiyên ku em girêdayî wanin jî nikarin tu gavekê ji bo yekîtiyê biavêjin. Ji ber vê jî îddîa dikin ku eger partiyên wan di vê mijarê de gav neavêjin, ew ê jî nekaribin pêşengiyê ji pêkanîna yekîtiya netewî re bikin. Yanî jinên ku heya niha tevlî gelek çalakî û însiyatîfên ji bo yekîtiya netewî bûne, niha jî bi eşkereyî dibêjin ew nikarin ji derveyî siyaseta partiyên xwe derkevin û helwesteke serbixwe nîşan bidin. 

Divê Kurd hesabê vêya ji hinek berpirs û hizbên Başûrê Kurdistanê bixwazin û pirs bikin ka çawa dibe ku di berdêla qurbankirina berjewendiyên parçeyên din yên Kurdistanê de xwe didin jiyankirin û vêya jî weke tişteke zehf asayî û rewa didin nîşan. Kurd bi rastî wê êdî vê siyasetê û van nokeriyên partiyan qebûl bikin, an wê çavê xwe jêre bigirin? Di vê qonaxa ku gelê me hatiyê de divê mekanîzmayeke hesapxwestinê di nava Kurdan de bê avakirin. Her wiha ji bo êdî dawî li dagirkerî, nokerî û xiyanetê were, hewceye di nava Kurdan de şandeyek yan jî komîsyoneke lêkolînkirina heqîqetê bê avakirin û encamên wê bi raya giştî ya Kurd re bên parvekirin. Di bûnya KNK’ê de pêwîstî bi hinek însiyatîf û hewldanên ku êdî tenê bi hevdîtinan re sînordar nemîne were avakirin heye. Eger ev gav neyên avêtin û êdî Kurd bi awayeke radîkal hesap ji hev nexwazin û çavdêrî li ser hev nekin, dibe ku hemû destkeftiyên Kurdan bikevin metirsiyê.