Pergala qirkirinê têk diçe 

- Dicle XABÛR
526 views

EYLEM5Di pergala modernîteya kapîtalîst de qirkirin peyveke ku her tim li ser kar e. Armanca sereke jî tinekirina gelan, baweriyan, komên etnîk û olî ye, ji holê rakirina wan ji ser rûyê erdê ye. Di vê wateyê de hem di warê fizîkî û hem jî çandî de di dîroka modernîteya kapîtalîst de nimûneyên qirkirinê hene.

Di heman çerçoveyê de îro şerê cîhanê yê sêyem dimeşe. Di vî şerî de heya niha hêzên cîhanî yekser li dijî hev şer nekirin. Lê îro ev şer derbasî pevçûna dinavbera dewletan de bûye.

Piştî ku şerê sar yê cîhanê bi hilweşîna bloka sosyalîzma pêkhatî bi encam bû, cîhan ket bin serweriya hêzek hegemon. Lê belê bi şerê li Sûrî re rewş guherî. Hêzên din yên xwedî armancên hegemonya cîhanî daketin sahayê. Lewma jî şerê li sûrî hevsengiyên cîhanî jî guherand.

Ji pergala Netewa Demokratîk ditirsin

Bi taybet piştî têkçûna DAIŞ’ê li Reqayê, rewşa li Sûrî jî ket pêvajoyek nû. Di heman demê de armanc jî hatin guhertin. Projeya netewa demokratîk ya Rêber Apo ku di şexsê şoreşa Rojava û Bakurê Sûrî de bi beden bû, bû armanca sereke ya êrişan.

Sedema bingehîn ew bû, hêzên hegemon, hêzên herêmî yên statukoparêz pergala netewa demokratîk a xwe disipêre paradîgmaya modernîteya demokratîk ji xwe re weke metirsî dîtin. Lewma jî êrişa bi armanca qirkirinê ya li dijî gelê Kurd ku di pêşengiya dewleta Tirk de pêk tê, ji nedîtî ve hatin. Hêzên hegemon, lewma jî di serdema jinûve avakirina pergala herêmî de, çav li konsepta qirkirinê ya dewleta Tirk digirin. Çawa ku di pêvajoya şerê cîhanê yê yekem de çav li qirkirina Ermeniyan girtin, niha jî heman helwestê ji bo qirkirina li ser gelê Kurd tê ferzkirin digirin.

Efrîn li dijî pergala qirkirinê li ber xwe dide

EYLEM4Dibingeha êrişa li ser Efrînê û helwesta hêzên cîhanî ya li dijî vê êrişê de jî heman helwest heye. Dewleta Tirk a dagirker, xwest pîlana xwe ya qirkirinê li Efrînê pêk bîne. Lewma weke hêza duyem a NATO hemû hêza xwe ya teknîk, aborî û leşkerî li dijî gelê Efrînê xist tevgerê. Di êrişa yekem de zêdeyî 70 balafirên şer, bombe li ser gelê Efrînê de barandin. Di dewamê de, rojane bi sedan car bajarê Efrînê, gund û navçeyên wê hatin bombekirin. Her wiha dewleta Tirk rêbazek qirêj û dermirovî li Efrînê pêk anî; hemû çavkaniyên jiyanê xist armanca êrişan. Di serî de kanî û bîrên avê, firinên nan û nexweşxane bombe kirin. Ji vê êrişa hovane armanc ew bû di roja pêşî de Efrînê dagir bikin, Efrîniyan radest bigirin. Lê belê wisan nebû, ne dagirkeriyaTirk karî Efrînê dagir bike, ne jî wekî ku hêvî dikir gelê Efrînê xwe radest kir. Gel li ber xwe da, Efrînê bi awayekî destanî berxwedanek dîrokî raber kir. Du mehan bê navber, berxwedana gel û şervanan a li dijî dagirkeriyê dewam kir. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker bi çavsorî êrişî sedhezaran sivîl kir, gel li dijî qirkirinê ji bajar derket. Di heman demê de berxwedan derbasî qonaxek nû bû. Êdî gel xwe kişand herêmên hîn bi ewle, şervanan jî bi şêwazê gerîla derb li ser derbê li dagirkeran dan û hîn jî ev qonaxa berxwedanê dewam dike.

Dixwazin demografya Efrînê biguherînin

Niha çeteyên xwe li Efrînê bi cih dikin, dixwazin demografya Efrînê bi temamî biguherînin. Lê belê hin rastî hene ti carî nayên windakirin. Ew ax a gelê Efrînê ye, gel xwediyê Efrînê ye û ti carî dagirkeriyê napejirîne. Ji ber ku gelê qedîm yê vê axê ew gele. Eger îro gelê Efrînê di şertên herî dijwar de li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide, ev tê wê wateyê ku ev pergala qirkirinê têk çûye. Gelê Efrînê bi vê sekna xwe ya birûmet gelek zelal ji dost û dijminan re dibêje ‘Em Kurdê azad in, hûn vîna me nikarin’. Ev vîn xwe disipêre ked û tekoşîna salan. Bi taybet jî di salên dawî de Efrînê xwe rêxistin kir, weke herêmek herî bi aram karîbû bibe himbêz ji sedhezaran koçber re.

Di heman demê de Efrîn bi pêkhateyên xwe nimûneya herî berbiçav a netewa demokratîk bû. Hem baweriyên cûda, hem jî etnîsîteyên cûda di himêza Efrînê de karîbûn bi hev re bijîn. Gelan, baweriyan, jinan, ciwanan û hemû beşên civakê xwe di vê pergalê de dîtin. Mîmarê vê pergalê jî elbet Rêber Apo ye. Hêzên ku ji ramana Rêber Apo ya azadiyê tirsiyan destûr dan êrişa li ser Efrînê. Lê belê Rêber Apo di dahûrandinên xwe de got ku Kurd dê weke berê ji aliyê hêzên derve ve neyên bikaranîn. Elbet ev tespît girêdayî rêxistinbûn û têgehiştina gelê Kurd e. Ev rastî di encama têkoşîna 40 salan a di pêşengiya Rêber Apo de derketiye holê.

Lewma dema ku hêzên navnetewî dixwazin herêmê ji nûve dîzayn bikin, ne pêkane vê hêza gelê Kurd ji nedîtîve werin.

Plana dewleta Tirk berfireh e, divê berxwedan jî mezin be

EYLEM6Xulase, berxwedana Efrînê bû berxwedana serdemê ku îro jî di astek din de dewam dike. Vê berxwedanê çawa ku ji roja pêşî de pîlanên qirkirinê têk birin, îro jî bi heman awayî dewam dike. Dibe ku niha jî dewleta Tirk dixwaze vê pîlanê belavî hemû Kurdistanê bike. Nimûne dixwaze bi heman awayî, Başûrê Kurdistanê jî dagir bike. Lê belê ev vîna ku li Efrînê li dijî dagirkeriyê heya îro li ber xwe dide, dê li başûrê Kurdistanê jî bi ser keve. Konsepta qirkirinê ya AKP-MHP îro dewleta Tirk aniye ber têkçûnê. Qirkirina gelê Kurd, tinekirina tevgera azadiyê ji xwe re weke yekane rêya desthilatiyê, heya ji wê jî wêdetir yekane rêya hebûnê dibînin. Lewma bi hemû hêza xwe ya mayî dixwazin êriş bikin. Elbet tevgera azadiyê, bi pêngavên dijber bersivê dide van êrişan. Li Başûrê Kurdistanê jî bi ruhê yekîtiya netewî, li dijî dagirkeriyê tevgerek ciddî ya gel heye. Lê belê deme ku ev tevgera gel hîn rêxistî, li qadan li dijî wê siyaseta hevkarê dagirkeriyê jî xwe nîşan bide. Ji Efrînê ta Qendîl û Şengalê, dewleta Tirk a dagirker heman konseptê dixwaze pêk bîne. Lewma çawa li Efrînê berxwedanek dîrokî pêkhat û didome, divê li Başûrê Kurdistanê jî hem civak, hem jî hêzên siyasî li dijî vê konseptê rabin.

Jin divê pêşengiya têkoşîna li dijî qirkirinê bikin

EYLEM 3Di serî de li dijî dagirkeriya li Efrînê, li her qadê li dijî êrişên dagirkeriyê yên bi armanca qirkirinê jin pêşengiyê dikin. Di pêvajoya Efrînê de me li qadan pêşengiya herî çalak kir. Lê belê ev konsept dixwaze di astek din de xwe li ser hemû Kurdistanê ferz bike. Lewma hêza jinan dikare vê pîlanê rawestîne. Ji ber ku pergal di serî de êrişî nirxê jinê dike, êrişî hebûn û nasnameya jinê dike. Li Efrînê jî, li Şengalê û Qendîlê jî, pergala qirkirinê êrişî jinan dike di bingeh de. Lewma Jinên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Tirk û ji gelên din, vê rastiyê baştir dikarin pêşwazî bikin. Qedera jinan û gelan di rastiyê de yek e. Ku jin û gel bikarin li dijî vê pergalê xwe hîn baştir tevger bikin, qirkirin dê ji binî de têk biçe.