Pêvîste em li dijî zimanê zayendperest têbikoşin

- Newaya Jin
653 views

DAYE PORSORDayîka Porsora Sebrî ji Kurdên Sovyetê ye. Dayîkek hêja û di nav derdor de bi keda xwe tê nasîn. Demeke dirêj di rojnameya Rêya Taze de dixebite. Mirov dikare bibêje ku emrê xwe û ciwantiya xwe di rojnameya Rêya Taze de dibohirîne. Emê wek rojnameya Newaya Jin hewl bidin jiyan, serpêhatî û rewşa ku îro dayîka Porsor di nav de ye, bi we xwendevanên hêja re ragihînin.

Ez îro bûm mêvanê dayîka Porsor. Ji ber ku wê dizanî em ê biçin û bibin mêvanê wê, ji mêj debû li benda mebû. Çawan ku me derî da, derî wekir û bi dilgermî em pêşwazî kirin û vexwandin hundir. Min daxwaza hevpeyvînê ji dayê Porsora Sebrî kir û wê jî bi rûkenî û dilxweşî ev daxwaza me erê kir. Lê berê ku dest bi hevpeyvînê bike, dixwest em hin pirsên wê bibersivînin û dest bi pirsên wek: ”Ev rojname li kuderê derdikeve û çima navê wê Newaya Jin e” kirin. Min jî pirr kin be jî armanc û daxwaza rojnameya me a ji bo bibe deng û rengê hemû jinên Kurd û ji bo bikare deng û têkoşîna jinên Kurd bigihîne hemû jinên cîhanê,  ragihand. Bê goman piştî danasîna rojnameya Newaya Jin dayê Porsorê keyxweşiya xwe anî ziman û got: “Em wek gelê Kurd ji niha we gihiştine armancên xwe, gelek armancên ku piraniya gelan piştî ku dibûn dewlet encax dikarîn bigihin wan. Em wek gel rexmê ku hîn di nav şereke dijwar dene, têkoşîna azadiyê jî didin meşandin û jina Kurd ji bo jiyanek azad, di nav her şert û mercî de têdikoşe. Em ji niha de amadekariyên ji bo sed salan dikin. Ji ber vê yekê jî ez bi têkoşîna îro tê dayîn gelek dilxweşim.”

‘Me di sala 1918’an de koç kir’

Piştî sohbete kin a li ser rojnameya Newaya Jin, dayîka Porsor dest bi axaftinê dike û dibêje: “Em bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ne û di sala 1918’an de li bajarê Wanê hatine. Em ji eşîra Baravan in ku xwedî çar qebîleyan in û em bi xwe ji qebîleya Şamiya ne. Ji xwe qebîleyên Çel Xencera, Çema û perperîkan jî hatine Ermenîstanê û li herêma Talinê gundê Sabûciyê bi cih bûne. Piştî ku tên li vir bi cih dibin û bi du sal şûn de, di sala 1920’an de li Ermenîstanê xela radibe û kes nikare debara xwe bike, zarok, jin û hemû malbat bi komî ji vir derbasî welatê Gurcistanê dibin û diçin kêleka çemê Kurê dimînin. Ji ber ku di wan deman de ji bo kes debara xwe bike derbasî Gurcistanê dibûn; ji xwe Gurcistan û Azerbaycan di wan deman de navenda kar û xebatê bûn û her kesekê bera xwe didan wan dever an. Ermenîstan wek welat nû dihat qebûl kirin, ji ber vê jî rewşa aborî nebaş bû û milet xêzan bû. Piştî demekê mala me dîsan derbasê Talinê dibin û ez di sala 1940’an de li Ermenîstanê bajarê Talinê ji dayîk bûm. Lêbelê ji ber rewşa xirab a li welat û ji bo ku bavê min bikare me bide xwendin û em baştir bijîn, dîsan derbasê Gurcîstanê dibe. Min û birayê xwe li Gurcistanê dibistan xwend. Min li Gurcistanê beşa zimanê Ermenî qedan û ez paşê derbazê Êrîvanê bûm û min li vir jî dest bi xwendina bilin a Zanîngehê kir. Min li dibistana bi navê Poşkîn beşa Pedagojiyê, di beşa Rojhilat de jî beşa zimanê Farsî xilas kir.”

MANSET“Jin li her derê rastê pêkanînên çewisandinê tên”

Dayîka Porsor balê dikşîne ser rewşa jinan û zewaca di temenê biçûk de û dibêje: “Wê demê jî wek niha kumreşî û qîmet nedana jinê gelek zêde xwe dida der. Ji ber vê yekê, kesekê nedikarî zarokên xwe yên keç bida xwendin. Digotin; ma dibe ku zarokên keç di nav xortên Gurcî û Ermenî de bixwîne. Ger zarokên keç di temeneke biçûk de bi keseke Kurd re nezewice, wê yeke biyanî re bizewice û wê xirab be. Ji ber vê feraseta şaş kesekê zarokên xwe yên keç nedidan xwendin. Ji ber vê jî gelek malbatan zarokên xwe yên keç ku hîn emrê wan nedigiha 17-18’an dizewicandin. Gotinên mîna; keç an di mal de maye an jî navê wê bi nebaşî derketiye, pey wan dixistin. Jin li her derê rastê pêkanînên çewisandinê dihatin. Dema ku tiştên wiha di nav civata me de dihatin nîqaş kirin, kesekê nedikarî keçên xwe bide xwendin. Lê hin kes hebûn ku guh bi van gotinan nedidan û zarokên xwe yên keç heya dawiyê didan xwendin.”

Dayê Porsor wexta ku behsa xwe dikir û zehmetiyên wê demê dema dihatin bîra wê pirr xemgîn dibû û piştî kesereke kûr, dîsan dest bi axaftina xwe dike û bal dikşîne ser van xalan:”Ez heya 24 saliya xwe nezewicîm, lê her tim tirseke wiha ku ezê di mal de bimînim di dilê min de hebû. Ji ber ku di nav civakê de feraseteke wiha hatibû rûnişkandin û vê ferasetê bandorek neyînî li ser me dida avakirin. Di wan deman de ne tenê civak û malbatên me li pêşiya me dibûn kelem, her wiha mamosteyên me jî dibûn kelem li pêşiya me û em di refê de dihêlan. Sedema vê yekê jî ev bû ku dixwestin li şûna me keçên Ermenî qezenç bikin. Ji xwe ev yek jî ji me re raste rast dihat gotin. Di wan deman de nakokiyek wiha hebû û di nav gelê Ermenî de yên ji gelê me hez nedikirin, hebûn.  Ji ber vê, ger te xwendina xwe xilas kiriba jî te nedikarî kareke baş de cih bigirî. Ji ber vê jî bavê min alikarî da min û min du salan wek alikar û pişt re jî di beşa zanista Rojhilat de hatim qebûl kirin. Rexmê hemû zextên di nav civak, malbat û komreşiya di nav mêran de, hejmarek kêm be jî me çend keçan dibistan qedand. Yên tên bîra min Nura Cewahir, Aslika Qadir, Cemîla Casim, Sivitika Bayloz û keça bi navê Cinar bû. Me zanîngeh xilas kir û di nav pergala sovyetê a komînên Komînîzmê de dest bi kar kir. ”

‘Em di nav her karî de bûn, lê rengê me nedihat xuyan’

Dayê Porsor wiha didomîne: “Piştî ku min zanîngeh qedand û şûnde min dest bi kar kir, lê di nav çil zilaman de kar kirin, wê ji bo min ewçend jî asan nebûya. Hem hesûd û hem jî çavnebarî dikirin. Nêzikatiyên wek çawan jin bên û bi me re rojnamevaniyê bikin, kêleka me rûnên û dem bê ji me baştir û xweşiktir kar bikin, dihat raber kirin. Ji xwe dema mijar dibe jin zilamên kurmanc gelek hişk û kumreş dibin. Ji ber vê ez dibêjim; di dinyayê de karê herê bi zehmet bi zilamên kurmanc re kar kirin e. Bûyerek ku qet ji bîra min naçe; di sala 1962’an de ji aliyê rojnameya Rêya Taze de komîteyek hat ava kirin, armanca vê komîteyê bi cih kirina jinan a di nav kar de bû. Lê ji bo serokatiya vê komîteyê zilamek hat helbijartin. Bifikirin em hemû jin bûn, lê berpirsyarê me zilam bû. Em di nav her karî de bûn, lê rengê me nedihat xuyan. Erka komîteyê şopandina kar, xebat û pirsgirêkên me jinan bûn. Gelo zilamek çiqas dikare pirsgirêkên me fêm bike û ji me re bibe alîkar. Ez bawerim baş tê fêm kirin ka rewşa me çiqas nebaş bû û me çi zehmetî dikêşandin.”

Dayê Porsor wiha pêde diçe: “Ez dibêm bila herkes zarokên xwe yên keç bide xwendin. Bila keçên xwe zû nezewicînin. Ew bi xwe zarok in, dema di temenê biçûk de dibin xwedî zarok jî jiyana wan xirab dibe û ji hêla derûnî de jî têk diçin.”DAYE PORSOR 3

Dayê Porsor balê dikşîne ser girîngiya perwerdeya zarokên keç û dide diyar kirin ku ligor berê hin guherînên biçûk be jî hatine çêkirin, lê hîna jî gelek kes zarokên xwe yên keç nadin xwendin û balê dikşîne ser van xalan: “Di demê me de xwendin gelek zehmet bû. Ji ber ku di nav ewqas kesan de tenê ez û çend hevalên min yên keç hebûn. Yên di refa me de jî piraniya xwe kesên biyanî bûn û ji aliyekê de jî hemû çav li ser me bûn, vê rewşê jî ji hêla derûnî de zext li ser me dida çêkirin. Ji bo min ew roj birastî jî rojên bi zehmet bûn.”

‘Hîna jî keç di temenê biçûk de tên zewicandin’

Dayê Porsor behsa salên 40 û 50’an dike û dide diyar kirin ku di wan salan de kesekê nedikarî qala azadiya jinê bikira û wiha pêde diçe: “Civak di vê mijarê de pirr girtî bû, kesê zû bi zû behsa azadiya jinê nedikir. Lê piştî salên 50 û şûn de rêjeya xwendina zarokên keç li Sovyetê zêdetir bû. Ev guherîn jî tenê li bajaran çêdibû, lê ez nikarim ji bo gundan jî vê yekê bibêjim. Bi kinahî di wan deman de hem keç zû dizewicandin û hem jî nedidan xwendin. Em di qernê 21’an de dijîn û rexmê evçend guherin û pêşketinan, hîna jî di civaka me de rê nadin ku keç biçin dibistanê. Hîna jî keç di temenê biçûk de tên zewicandin û bi gotinên, ‘ma keç in, ger bixwînin jî ma wê çi jê fêm bikin’ li pêşiya wan dibin asteng. Ligor min sedema vê yekê jî yek aborî û ya herê girîng jî feodalîteya di nav civakê de ye. Sedema ku wiha difikirin jî tê gotin ku keç dema hinekê mezin bû û êdî xwe fêm kir, li derdora xwe mêze dike û dikeve înternetê, ji bo vê jî lazime zû serê wê bê girêdan. Dîsan gotinên wek ‘çiqas zû bizewice wê ewqas zû bibe xwedî mal’ vê rastiyê radixe berçavan. Dîsan gelek gotinên zayendperest yên wek ‘keça zû zewicandî, zeviya zû çandî’ tên bikaranîn. Di her qada civakê de bi gotinên zayandperest, li ser jinê êrîşek tund tê birêve birin. Pêvîste em li dijî zimanê zayendperest têbikoşîn. Ji ber vê jî ez dibêjim guneh e, vê yekê nekin û bihêlin bila ew jî bibin xwedî pêşerojek ronî.”   

Dayîka Porsor wiha didomîne: “Civaka me nahêle keç bixwînin. Di demê Sovyetê de keçên me dixwendin û di vê mijarê de ferq û cûdatî nedixistin navbera zarokên xwe. Gelek jinên ku di her qada civakî de erk û berpirsyarî digirtin ser xwe hebûn. Yên bi aboriyê, çand, muzîk, nivîskarî, ziman û dîroknasiyê re mijûl dibûn, hebûn. Ligor berê pirr kêm kesên wiha di nav civaka me de derdikevin. Rexmê hertiştî jî ez bi hêvî me. Min 30 salên xwe di rojnameya Riya Taze de derbas kir, çar zarok mezin kirin û niha jî emrê min 76 e. Lêbelê rexmê hemû zehmetiyan jî min zarokên xwe dan xwendin û ez dixwazim herkes zarokên xwe yên keç bide xwendin. “    

DAYE PORSOR 6‘Gelê me li ser axa xwe jiyanek nû dirêse’

Dayê Porsor dema behsa rewşa jinên Kurd ku ji aliyê çeteyên DAIŞ ê we hatibûn revandin û êrîşn hevkarên DAIŞ ê hikûmeta AKP’ê yên li ser gelê Kurd dikir, keserek kur dikşîne û bê ku bikaribe li pêşiya dilopên li ser hinarokên wê de tên xwar bisekine, dest bi axaftinê dike û dibêje: “Li ber çavê cîhanê keç û jinên Kurd revandin, bav û birayên me kuştin. Bi sed hezaran kes bê war hiştin û Şengala me wêran kirin. Niha jî dîsan heman zîhniyet li ser kar e û li pêş çavê cîhanê dîsan gelê me tê qetil kirin. Ez bang li melekê Tawûs dikim ku bê hawara wan keç û xortên êzidî. Rexmê hemû tiştên hatin jiyan kirin, îro gelê me bi serkeftî li ser axa xwe jiyaneke nû dirêse û bi ser dikeve. Ez di vê baweriyê deme ku êrîşên li Cizîr, Sûr, Silopî, Nisêbîn û Geverê jî têk biçin û serkeftin biba para gelê me. Ez berxdwedana gelê me ji dil û can silav dikim. Ez silavên xwe li rêber Apo dikim û hêvî dikim ku îsal bê berdan. ”

Dayê Porsor di dawîya axaftina xwe de balê dikşîne ser meha berxwedanê Adarê û cejna Newrozê li tevahiya gelê Kurd, gelên bindest pîroz dike û dibêje: “Adar mizgîniya baharê ye. Û bi Newrozê re jî dengê berz yê gelê bindest… Adar dengê gelê bindest ê ku bi hatina baharê re rengê berxwedana xwe digihîne hemû gelên mazlûm ku li dijî dehaqan têdikoşin.”