Polîtîkayên bişavtin û dîl girtina zarokên Kurd

- Newaya Jin
674 views

amd-13-05-15-hdp-gund-ziyaret1Li tevahiya cîhanê yên ku herê zêde ji şer zirarê dibînin zarok in. Bitaybetî dema civakek bê parastin bê hîştin herê zêde li wê derê zîhniyeta desthilatdar a faşîst dikeve dewrê û êrîşên xwe yên çewisandin, bê îrade xistin, kuştinê pêk tîne. Feraseta netew-dewletê ji bo ku civakê ji her hêlê de îstîla bike, bê çand, bê zîhniyeta azad bihêle û dema nekarî li hemberê hêza civakê bisekine, serî li gelek rewşên din ên xirab dide. Difikire ka civakê dikare çawan û bi kîjan lîstokên qirêj teslîm bigire û îradeya wê bişkêne. Yanî ji bo ku civakek bê îrade û hatiye dîl girtin ava bike, serî li çanda emperyalîs, faşîst a destavêtinê dide, vê yekê jî bi navê qanûn û rêzikên di bin navê mafê parastin, mafê hem-welatî ku saziyên xapînok yên ku ji aliyê pergala dewletê we hatine avakirin, pêşkêşê raya giştî û civakan dikin. Lê em baş dizanin ku zîhniyeta netew-dewletê a faşîst derveyê dûr xistina kes ji nirx, çand û exlaqê civakî, tiştek din nade kes. Ji bo vê yekê jî yegane çareya ku civak an jî kes li dijî pergala desthilatdar a faşîst derkeve, xwe parastin e. Civakek bê parastin civakek miriye. Civakek ji hemû nirxên parastinê hatibe dûr xistin, civakeke ku nikare xwe ji dest dirêjiya dewletê rizgar bike.

Min xwest berê ku dest bi mijara xwe bikim û balê bikşînim ser rewşa zarokên Kurd ku herê zêde mexdûrên şer in, tên kuştin û wek hûn jî dizanin di wan çend rojên dawî de jî gelek zarokên Kurd yên ku ji navçeya Surê a Amedê hatin derxistin bi biryara dozger ji malbatên wan hatin girtin û radestê stargehên dewletê hatin kirin. Bi van polîtîkayên bişavtinê dixwazin zarokên Kurd ji malbat û civaka ku di nav dene qot bikin. Wan bi zanebûn diavêjin nav pençên çerxa bişaftinê. Helbet em van polîtîkayên bişavtinê nû nas nakin, di tevahiya dîrokê de em wek civak rastê kirinên dewleta Tirk a mêtînger hatin. Di dîrokên cûda de hat xwestin ku zarokên Kurd bi rêya dibistanên (YİBO) û saziyên dewletê yên li Kurdistanê ku tenê ji bo xistin, poç kirin, bişavtin û ji bo wan ji civaka wan dûr bixin, hatin avakirin. Lê ev hewildanên dewletê yên faşîzane tu caran bi ser neketin, civaka Kurd hertim nirxên xwe yên civakî parastin, li dijî her cûre mêtîngerî û tevkujiyên çandî sekinîn.   

bakan cocukWek tê zanîn di van çend salên dawî de jî li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê gelek bûyerên testavêtinê hatin deşifre kirin û ketin rojevê. Bi taybetî li girtîgeha Pozanti zarokên Kurd rastê destavêtinê hatin û hat xwestin ku zarokên Kurd bi rêya destavêtinê teslîm bigirin û îradeya wan bişkênin. Lê a ku li Pozanti û Şakranê pêk hat, ne bûyereke wisan ji rêzê bû û ne jî tenê ji aliyê kesekê we pêk hatibû; girînge ku em zîhniyeta li pişt vê bûyerê baş fêm bikin û derxînin zanebûnê. Li pişt van bûyeran zîhniyeteke dîl girtin, bê îrade û kuştinê heye. Kuştinek ji hêla rih, raman û çandî de. Lazime em bizanibin ya tê kirin, tevkujiyeke çandî û zîhnî ye. Ji bo vê jî lazime em baş bizanibin îro ya tê xwestin bikin ev e ku bi riya saziyên stargehê yên dewletê, zarokên Kurd wek Tirkekê perwerde bikin û wî ji çanda wî dûr bixin. Armanc ne parastina zaroke, ji xwe em baş dizanin ku zarokên li wan stergeha dimînin ji her cûre nirxên civakê tên biyanî kirin, îradeya wan tê şikandin û her cûre pêkanînên der mirovî li hemberê wan tên kirin. Zarokên keç û kur rastê destavêtinê tên. Û bi destavêtinê stûyê wan tê xwar kirin, ji hêvî û hestên azadiyê tên dûr xistin. Em baş dizanin kesê/kesa ji civaka xwe dûr, kesê/kesa miriye. Kesê/kesa ji hêviyên azadiyê hatiye dûr xistin, kesê/ kesa ji hêla rih û mêjî de miriye. Lewra ev zarok wê êdî ne zarokên we zarokên bê mêjî, bê hest û bê hêvî ku tenê pêlîstokek bin di destê dewletê de.

Zarokek dema li hembêza dayîka wê hat girtin, ne mumkine û nikare rast bijî an jî ser pêyên xwe raweste. Ew her tiştî ji dayîk fêr dibe, dayîk diparêze. Zarok dema bê dayîk ma wê demê bê parastin jî dimîne û çi biserê wê/î bê nediyar e. Pergala faşîst a dewletê vê yekê baş dizana û di çarçoveya planên nû yên tesviye û têk birana tevgera Kurd de, wek her carê dîsan zarok û jinên Kurd dixe hedef, êrîşên xwe li wê derê zêde kirine. Plana sereke a hikûmeta AKP’ê wek salên derbas bûyî dîsan bi rêya saziyên dewletê asîmîle kirina zarokên Kurd e. Lê ne tenê asimîle kirina ji hêla çand û ziman de, her wiha wek me di serî de jî anî ziman bi her cûre pêk anînin der mirovî, bê îrade hîştin e. Û di şexsê zarokên Kurd e, bi perwerde û pêkanîn li van saziyan de zarok vê rastê bên, avakirina Kurdeke mirî ye. Yê nekare dîl bigire jî dikuje an jî bi çanda testavêtinê dixwaze îradeya wî/ê bişkêne, ji civakê biyanî bihêle. Lê têşta ku herê zêde jî mirov têşîne û mirov matmayî dihêle ev e ku hîna em wek civak, malbat û kes vê rastiyê nabînin û dengê xwe bilind nakin. Tenê li bûyerê dinêrin û ka vê encamek çawan bi xwe re bîne, tenê lê temaşe dikin. Em bîr nebin ku temeşa kirin, li dijî van kiryaran bêdeng mayîn bi xwe sûcê herê mezin e. Pêşe roja zarok û civaka xwe têk birin, kor bûn û cehaleta herê mezin e. Rojek, hefteyek yan jî meheke din sekinîn û bêdeng mayîn dikare gelek tiştên xirab bixwe re bîne û dibe paşê em nekaribin pêşiya gelek tiştnên biqewimin bigirin. Dibe ku em vebala gelek zarokan bixin stûyê xwe. Kes nikare xwe ji derveyê van bûyeran bibîne, bihesibîne, ji ber ku wê demê em hemû dibin perçeyek vê tiştî, em hemû bidestê xwe zarokên xwe dixin bin çerxa tevkujiyên dewlata dagirker a AKP’ ê.

Îro ya li Bakurê Kurdistanê tê kirin û êrîşên li ser cih û warên Kurdan hemû encama polîtîkayên tevkujiyê ne. Şewitandina mal û milkên Kurdan, dest danîna ser zarokên wan encama polîtîkayên nû yên îmha û înkarê ne. Ji bo vê jî lazime em van TURKEY-KURDS-UNRESTrastiyan hemûyan baş bibînin û ligor wê xwedî helwest bin. Gerek Kurd wiha bi hêsanî zarokên xwe radestê saziyên bê îrade kirin û têk birinê nekin, ger hewce bike qiyametê rabikin, lê dîsan jî zarokên xwe nedin wan. Desthilatdariya AKP’ê a bi êrîşên xwe yên dij mirovahiyê li ser kare, dixwaze bi wan êrîşên xwe Kurdan bêdeng bike û nehêle li hemberî tişteke herê biçûk jî derkeve û serî rake. Heta dema zarokên wan jî ji destên wan digirin bêdeng bimînin. Lê tu aliyê van kiryaran a hiqûqî nîne. Ji bo vê jî di her qadê de têkoşîn dana despêkirin girîng e. Ji bo ku em rê nedin bûyerên wek  dibistanên (YİBO)  ku kiribûn cihê Kurdê ji xwe biyanî û ji rastiya xwe a civakî direviya, dîsan ji bo em rê nedin rewşên wek li girtîgehên Şakran û Pozantiyê qewimîn, lazime em xwedî li zarokê xwe derkevin û wan di nav pençên dewleta cinawir de xelas bikin. Ji ber ku em aliyê van bûyeran ku vê rê li ber travmayên kor vebike û vî şerê dîl girtina zarokan yên li saziyên dewletê ku vê li ser zarokan bandoreke neyînî a psîkolojîk, çandî û civakî vebike, nabînin. Ev travma zarokan ji her hêlê de nîvco dihêle, seqet dike û nahêle ku carekedin beştarî civaka ku lê hatiye bibe. Pergal kesên ku li hemberê desthilatdariyê serî tevîne û îtaet bike dixwaze, ji bo vê jî bi wan bide kirin, lazime ji destpêkê de despê bike, yanî dema hîn zarok in.

Vê demê werin em nehêlin zarokên me yên bi rihê azad dagirtîne, bi îrade û xwedî nirxên civakî ên dewlemend in, bên têk birin. Em xwedî wan derkevin dako ew jî bikaribin xwedî li çand û feraseta xwe a azad derbikevin. Ji bîr nebin ku hemû êrîşên bê navber yên dewleta faşîst a li dijî gelê Kurd ji ber îrade û sekna xwe bawer a gelê Kur e. Îro a di şexsê zarokên Kurd de tê xwestin ku bikin, têk birin û şikandina vî îradeyê ye.