Polîtîkayên rûxandinê ên sedsalekê

- Saliha AYDENİZ
726 views

Desthilatdarî paşeroja xwe bi gor kirina nijatperestî, dîncîtî, cînsiyetparêzî û neteweperestiyê dixin bin temînatê. Ji ber ku desthilat nêr e. Di vê yekê de jî ya ku wek wî nanêre, yan jê dixwaze bibe koleyê wî, yan jî tune dike û wisa hewl dida desthilatdariya xwe bidomîne. Ji ber vê çendê, ji ber mayînde kirina desthilatiya xwe, her cûre bê hiqûqî, bêrêtiyê, neheqiyê, bi bikaranîna şêweyê zor, zext, tundî, qirkirin û tunekirinê, ji bo îtibara xwe mubah dibîne.      

Zîhniyeta tekparêz qetil dike

Ji destpêka avabûna komara Tirkiyê û vir de zîhniyeta îttîhat teraqî di her pêvajoyê de bi destê dewlet û hikûmetan wek şiv li ser serê Kurdan hatiye hejandin. Polîtîkayên ku di encama zîhniyeta îttîhat teraqî de hatî avakirin û ev bi sed salane hîn didome, di bin navê avakirina zîhniyeta tekparêz de, di her pêvajoyekê de komkujî, nijadkujî, tune hesibandin, zext, tundî û asîmîlasyon xistiye meriyetê. Pirsgirêka Kurd ku bi van polîtîkayan hat kûr kirin, ji nedîtî hatin, pirsgirêk daxistin pirsgirêkeke ewlehiyê û bi vî rengî çareseriya wê nepêkan hat nîşandayîn.     

Dewleta komara Tirkiyê, wek polîtîkayek dewletê ji aliyekê tune dihesibîne, bi polîtîkayên çewisandin û asîmîlasyonê gelê Kurd ji nedîtî tê, ji aliyê din de gelê Kurd, ji ber hebûna  xwe a wek gelekê carekedin dikevin zanebûna ku mafê wan yê statû, ziman, çand û siyasî heye û serhildanekê didin destpêkirin. Ev serhildan, serhildana herê bi heq û rewa a gelekê bû ku dihat çewisandin, tune hesibandin û rastê asîmîlasyonê dihat. Ev serhildana ku ji roja ku destpêkirî heya roja me ya îro tê xwestin bi polîtîkayên şer ên herê giran bê tepisandin, lê her roja ku diçe, polîtîkayên şaş ên hatin sepandin ev pirsgirêk hîn zêdetir kûr kir û veguheriye kaosê ku îro bi rastiyek wiha re rû bi rû hatiye hîştin. Polîtîkaya îtîhat teraqî a sed salan ya çewisandin, tune hesibandin û asîmîlasyonê negirt, gelê Kurd her roja ku diçe zêdetir bi hêz dibe, statû, ziman, çand û biryardariya xwe a baweriyê nîşan daye û daxwaza xwe a heq û rewa mezin kiriye. 

Ev polîtîkayên dewletê ên giştî dihatin meşandin û ji sala 2002’an vir de jî  AKP ku li ser desthilatdariyê bû, bi heman biryardariyê polîtîkayên şer û plana rûxandinê domandiye. Ji roja ku hikûmeta AKP’ê bû desthilatdar, bîrdoziya xwe a remsî xistiye devrê û xwestiye civakek îslamî, sunî avabike. Bi civak û ferdê dîncî, neteweperest, zayendperest, dixwest zîhniyetek nêr a lêpirsîn nake û tenê a dibêjnê pêk tîne, ava bike.  

Bê çareserî hiştina pirsgirêka Kurd 

Hikûmeta AKP’ê, li ser polîtîkayên tune hesibandinê ên sedsalekê rêbazên nû zêde kiriye û wisa domandiye. A rast desthilatiya AKP’ê li Tirkiya salên 90’î de, ji ber tengasiyên di siyaseta hundir û derve da ku dihat jîn, wek encam derketiye holê û pêşketiye. Di rastiyê de ev pêşketin ji aliyê hêzên hegemon ên ku di mijara ka wê Pirojeya Mezin a Rojhelata Navîn (BOP)  kê bi encam bike, biryara wê hat dayîn û bi destê van hêzan rol dan AKP û Erdogan û ew anîn ser desthilatdariyê. Hewceye ev piştevanî wek senteza Tirk-Îslam a li Rojhelata Navîn ku hewldaneke nû a dizayn kirinê ye, bê fêm kirin. Dîsan bi vê alikariyê re AKP ku li ser desthilatiyê bû, di pêvajoya xwe a ewil de hîn zêdetir nêzikatiyek lîberal raber kir û bi vê nêzikatiya xwe jî alikariya hin kes û verdoran girt.  

Bi van hemû pêşketinan re bê çareserî hiştina pirsgirêka Kurd di serî de li Tirkiyê, li Rojhelata Navîn bûye sedema têdemayîn û mezin bûna pirsgirêkan. Tam jî di demeke wiha de birêz Ebdullah Ocelan manîfestoya çareseriyê di Newroza 2013’an de weşand û ev yek ji aliyê her kesekê de bi erênî hat nirxandin. Ev manîfesto di serî de ji bo gelê Kurd, hemû gelên li Tirkiyê dijîn, her wiha hemû kesên xwedî baweriyên cûda hêviyek da avakirin. Bendewariya ku bi ked û hewldaneke mezin ji bo ku pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk bê çareser kirin û ev çareserî jî ku bi rêya birêz Ebdullah Ocelan, bi pêvajoya diyalog û dovre jî veguhere nîqaşan, bi vê encam bibe, ji hêla hemû civakê ve bi erênî hatiye pêşwazî kirin.     

Tifaqa faşîst a li dijî Kurd 

Em dikarin bibêjin ku diyaloga di navrera sala 2013-2015’an de didoma, ji aliyekê de  veguherîna wê a bi pêvajoya aştiya civakî, ji aliyê din de jî hikûmeta AKP’ê, bingehê zîhniyeta tekparêz a Erdogan di nav bendewariya vê yekê de bû ku ev pêvajo li gor berjewendiyên wî pêk bê. Ji ber ku ji aliyekê diyaloga di navbera aliyan de didoma, ji aliyê din de ku komkujiya Parîsê dihat plan kirin û plana rûxandinê ku di civîna MGK’ê a sala 2014’an de hat girtin, beriya 7 Hezîranê jî bi sedan avahiyên HDP’ê rastê êrîşan hat û bilind bûna pêla nijatperestiyê a li parêzgehên rojava û gelek hewldanên lînç kirinê ku bilind dibû; a rast bendewariya aştiya civakî ku diqulipî ser neteweperstî, cînsiyetperestî, dîncîtî û nijatperestiyê ji xwe hewldanek bîrdoziya resmî bû û ji aliyê wan de ev yek dihat gur kirin.     

Di dawî de encama hilbijartinên 7 Hezîranê bû sedem ku tevahiya pêvajoya erênî a diyalogê ku di civakê de atmosferek cûda dabû avakirin, li Tirkiyê ne tekparêzî, piranîparêzî, bi hev re jiyan kirina cûdahiyan û vîna birêvebirênê derxîne holê. Tam jî di demeke wiha de zîhniyeta tekparêz a sedsalan tifaqa faşîst dixe devrê, rûyê xwe yê rast nîşan dide û bi dengê bilind israra xwe a di şer de aniye ziman. Dema ku dît tevahiya pêvajoya diyalogan a dihat jîn nekarî ji bo zîhniyeta xwe a tekparêz, dîncî, netewperest û cînsiyetperest bixe tevgerê, ji bo bisazîbûna faşîzm ê, vîna ku derketibû holê nenasî, ket nav hewldana ku hêza desthilatdariya di dest xwe de li gor berjewendiyên xwe bikar bîne.    

Tunekirin û qirkirinek topyekûn

Li Tirkiyê dîsan bi gotinên dijminane, nijadperestî dixin devrê, li bakurê Kurdistanê ku zext, zordarî û qetlîam dihat meşandin, li hemberî têkoşîna şoreşa mezin a gelan ku li Rojava bilind dibû jî êrîşek mijara gotinê bû, hêzên têkoşerên Rojava ‘Terorîst’ îlan kirin û ev yek jî dijminahiya li hemberî Kurd û Kurdistan ê û rewşa polîtîkaya topyekûn a tunekirinê ku xistine devrê dide nîşandayîn. Piştî vê qonaxê şûnde, çewisandina sadsalan, tune hesibandin û polîtîkayên asîmîlasyonê bi tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê re û bi polîtîkayên îmha û komkujiyê re şer hatiye gur kirin. Pêvajoya ku ev 3-5 salên dawî de didoma, di hundir, derve da, li kolan û mal de, yanî li her deverekê dijminahiya li hemberî Kurd yan jî li hemberê her kesekê/î ku li gel Kurd sekinî be rewşa bi şer xistiye devrê. Ji ber ku gelê Kurd wek gel hebûna wî her tim rastê zext, çewisandin, tune hesibandin, asîmîlasyon, rûxandin û komkujiyan hatiye, lê rexmê vê jî dest ji ziman, statû, çand û sekna xwe bi xwe, xwe birêvebirin û biryardariya xwe ber nedaye, di encama vê yekê de zîhniyeta tekparêz neçarê binketinê bûye û bersiva vê yekê jî bi berxwedanê hatiye dayîn. 

epa03634426 Kurdish people shout slogans as they hold pictures of PKK leader Abdullah Ocalan during a rally Newroz (Kurdish New Year) celebration in Diyarbakir, Turkey, 21 March 2013. The jailed leader of the seperatist Kurdistan Worker Party (PKK) in Turkey, Abdullah Ocalan, declared a ceasefire with Turkey and urged his fighters to lay down arms to end nearly three decades of conflict. Kurds were gathering in south-eastern city of Diyarbakir for a mass rally to celebrate Newroz, where Ocalan’s message was read out by politicians from the BDP Kurdish Party. EPA/SEDAT SUNA

Ji ber gotinên dijminane ên Erdogan û kadroyên AKP’ê; di sala 2011’an de li Îzmîrê Gazî Akbayir, di 2014’an de li Antalya-Kaştayê Mahîr Çetîn, di sala 2015’an de li Stenbol Kagithaneyê Sedat Akbaş û herê dawî jî di sala 2018’an de li Sakarya Hendekê Kadîr Sakçi tenê ji ber ku gotibû ew Kurd e, hatibû qetilkirin. 

Rewşa OHAL ê, zext û qirkirin

Tam jî di rasta van pêşveçûnan de, ji 5 Nîsana 2015’an û vir de li ser birêz Ebdullah Ocelan tecrîteke giran hatiye destpêkirin. Bi tecrîta ku ev 5 sal in didome re konsepta şer, îmhaya topyekûn û li bakur, başûr û rojava êrîşek berfireh xistine devrê. Mekanîzmaya darbeyê ku di encama bê çareserî mayîna desthilatdarî û ji ber bê polîtîka mayîna wî dikeve devrê, her çend di encama sekna dijber a tevahiya dînamîkên civakî hat dewisandin, lê tifaqa faşîs ev yek wek kerema xwedê nirxand û OHAL îlan kir, ev yek veguherandin amûrek zextê. Piştî vê qonaxê şûnde, bi KHK yên ku derxistin şaredarî hatin desteser kirin, bi dehan sazî, rojname,tv û saziyên jin hatin girtin. Bi sed hezaran kedkarên di karên giştî de ji kar hatin derxistin. Piştî  rewşa OHAL’ê a du sal an, bi biryarnameya Serokkomar re her tişt êdî girêdayî tek zilamî dibe û bi vê re hewl tê dayîn li Tirkiyê rewşa OHAL’ê û li Kurdistanê jî pergala rewşa awarte bê mayînde kirin. Vaye li Tirkiyê pergala tek zilamî a tê xwestin pêk bînin; di rastiyê de konsepta şer, polîtîkayek topyekûn a îmha kirinê ye ku xistine devrê û tecrît giran kirine.            

A rast kûr kirina tecrîtê wek berdewamiya komploya navnetewî fêm kirin girîng e. Ji ber ku bêdengiya cîhanê a li hemberî êrîş û dagirkeriya li dijî Efrîn, Kerkûk û Şengal ê, dîsan rexmê komkujiya sivîlan tu bertek nîşan nedayîn rastiya komployê radixe ber çav an. Li Rojhelata Navîn di serî de gelê Kurd, gelên li Rojhelata Navîn biryardariya xwe a xwe bi xwe, xwe birêvebirênê daye û li hemberî vê rastiyê jî desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî tevahiya destkeftiyên Kurdan şer daye destpêkirin. Ev şer bi hemû gemariya xwe didome. Ji aliyekê gotinên Erdogan û herkesê ku wek wî nafikire, rexne dike, bertek raber dike ‘terorîst’ nîşan dide û dike hedef, bi van gotinan jî nijadperestî tê belavkirin. Dîsan êrîşê goran tê kirin, tevlîbûna ji merasiman tê asteng kirin, ev êrîş û asteng kirin jî bi taybetî ji aliyê çapemeniya girêdayî desthilatdariyê tê servis kirin, bi vê yekê re jî tê xwestin civakek netewperest, dîncî û zayendperest bê avakirin.       

Zîhniyeta tekparêz a ku li ser Kurd an û Rojhelata Navîn ku cihê tevahiya şaristaniyan, cihê ji dayîkbûna mirovahî û jiyanê ye, tê ferz kirin, neçarê winda kirinê ye. Ji ber ku şêweyê çareseriya xitimandina netew-dewletê, modela netewa demokratîk e ku dikare carekedin can pê bide û ev rastiyeke nabe dest jê bê berdan.