Qada azadiyê bû hêviya serkeftinê

- Newaya Jin
604 views

2Bê guman dema mirov ji Kobanê pirr dûr e, hesteke cûda bi mirov re tê avakirin. Hesteke cûda ku mirov pê gelek hestiyar dibe. Lê ne bi qasî ku dema mirov tê vir, di nav de bijî  û xwe beşek jê bibîne ye. Ev bajar di nav Kurdan de bi navê Kobanê tê nasîn, Fransî jî jê re (Companya, Şîrket) û li cem ereban jî bi navê Eyn El Ereb ku tê wateya Çavê Ereban, tê nasîn.

Di demên kevin de Kobanê mîna gundekî yên Kurdistanê bû û bi ser herêma Riha yê dihat hesibandin. Li cem Tirkan jî dibû Bihara Ereban, ji ber ku diket navbera bajarên Kurd û Ereban de. Gelê Ereb di dema havînê de ji bo çêrandina pezên xwe konên xwe li derdora Kobanê bi cih dikirin, ji xwe axa Kurdistanê ji bo jiyanê cihên herê baş in , ji ber wê jî ji bo her kesekê dibin cihê jiyan ê. Piştî ku Kurdistan hate parçekirin, bajarên Kurdistanê ji nû de ligor kembera Ereban hat dizayn kirin, ligor nexşeya nû a Sûriyê, Kobanê bû Navçeyek ji yên bajarê Heleb ê, navê wê guhertin û kirin Eyn El Ereb, ji xwe ji wê demê û şûnde jî wê bi vî navî bihata nasîn. Lê li gel Kurdan  navê wê wekî xwe ma, her wiha niştecihên Kobanê jî wê her dem bi vî navî herêma xwe binasana.

Her çend  Kobanê ji bo her kesekê/î wateyek xwe ya taybet hebe jî ji bo Kurdan wateyek xwe ya cûda heye. Bajarê yekemîn ku di Şoreşa Rojava de xweseriya xwe îlan kiriye û xwe bi vîna xwe birêve biriye, bajarê Kobanê ye. Kobanê di 19′ ê Tîrmeha 2014′ an de bi temamî ji destê rejîma Sûriyê hate derxistin û Kurdên wê deverê êdî xwe bi xwe, xwe bi rêve dibirin. Lê, hêzên desthilatdar ew berxwedan ji nedîtî hatin, vîna gelê Kurd a azad nas nekir in û hema bêje hemû herêm di bin êrîşên çeteyan de hîştin û paş de vekişiyan. Di encama polîtîkayên qirêj yên hêzên desthilatdar ku li herêmê birêve dibirin, di sala 2014′ an de çeteyên DAIŞ´ ê bi awayekî hovane êrîşî kantona Kobanê kirin û bi her awayî hewl dan ku Kobanê ji nava nexşeya cîhanê de rabikin. Di wê demê de ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê di berxwedaniya Kobanê de cihê xwe girtin, nehiştin ku xeyalên desthilatdaran bi ser bikeve. Di dilê her mirovekî de hêviya ku Kobanê wê nekeve, zindî dikirin. Hêvî û baweriya min jî peykerê Teyirê Baz ê li Qad Azadiyê bû. Min her dem digot ku heya ev peyker nekeve wê Kobanê jî nekeve. Ji bo min hêviya serkeftina Kobanê Qada Azadiyê bû, Qada Azadiyê neket û hêvî jî bi bin neketin, hêviyên azadiyê di her kêliya berxwedanê de wek roja me ya îro zindî man.

Di dema desthilatdariya rejîma Sûriyê de, ji Qada Azadî re navê Dewara Êksprês (çerxerêya pere guherînê) dihate gotin. Di sala 2006′ an de, şaredariya rêjîmê li vê qadê Peykerê Baz bi cih dike. Wê demê di her ber êvarê de ciwanên şoreşger diçûn cihê peyker lê û bi rengê kesk, sor û zer ewder boye dikirin. Dema dibû sibeha roja din careke din rêjîmê peyker bi rengê gewr boye dikir. Yanî li cem niştecihên Kobanê wateya vî peykerî serhildan bû û pêwîst bû wiha bimîne. Ji xwe dema ku Kobanê ji bo cara ewil di bin desthilatdariya rejîma Sûriyê de derdikeve, navê vê qadê ji aliyê şaredariya bajêr tê guherîn û dibe Qada Azadî yê, êdî ji wir û şûnde bi vî navî wê bibe dengê serhildêrên Konban ê.

Dema ku şer li Kobanê derket, di berxwedaniya şervanan de Qada Azadiyê dibû dengê hestên me yên şikestî. Hestên ku vê carekedin bi rengê berxwedanê xwe ji nû de pênase kiriba. Êdî di çavên min de sembola serkeftinê bibû rengên xwe li dora Qada Azadiyê digihan hev. Minê hemû hêviyên xwe bi sekna vî peykerî re bigihanda hev û biba honandina rih di navbera min û xwe de. Di her kêliya ku min li dîmenên şerê Kobanê temaşe dikir, min çavên xwe li Peykerê Qada Azadî digerand, dema min Baz bi sekna xwe a bi heybet didît, baweriya min a rabûneke nû ji nû de şînber dibû. Ma ne Kobanê jî bi sekna vî Bazî serî rakir û bû rengê di çavên zarokên xwe yê cengawer de, zarokên ku dengê berz yê serkeftinê digihandin dayîkên xwe. Dengê ku bi tilîliyên jinan digiha rengê xwe yê rewnaq, rengê ku di rûkeniya keçên vî welatî de digiha azadiyeke bêdawîn.

Ji bo her serkeftinekê sembolek pêwîst e, li cem her mirovekî sembolek a serkeftinê heye. Bê guman li cem gelê Kurd jî gelek sembolên serkeftinê hene, ji bo min jî sembola serkeftina Kobanê Peykerê Baz ê li Qada Azadiyê ku di rûkeniya çavên zarokên vî welatî de radibû reqsa azadiyê, bû.