Qanûnên cînsîyetparêz

- Berîtan ZAGROS
623 views

WOMEN TEHRANJinan di van sedsalên dawiyê de têkoşîneke mezin li dijî hiqûq û qanûnên cinsiyetperest da. Di oxira bi destxistina mafên xwe yên rewa de têkoşîneke dijwar a demokrasî, wekhevî û azadiyê dan meşandin. Li hinek welatên Rojhilata Navîn jî bi bandora vê têkoşîna ku hate dayîn de, pirr kêm jî be hinek mafên xwezayî yên jinê di qanûnê de hatin destnîşankirin.

Du tiştên li hemberî hev niha tên jîn, li aliyekî têkoşîna jinê her diçe mezin dibe, jin zana dibin û xwe têgihiştineke parastina mafên xwe ye, li aliyekî din jî heta ku bêjî şîdeteke dijwar, destavêtin, binpêkirina mafê jinê heye. Li dijî ew destkeftiyên ku jinan di berdêla canê xwe de bidestxistine hewl didin jê bistînin.

Li Iraqê jî mîna Tirkiyê berbi paşve gav tên avêtin. Jin ku di qanûnên medenî yên Iraqê yên niha de jêr temenê 18 salî ku qedexeye were zewicandin, hinek komên îslamî yên Iraqê bi alîkariya beşeke parlementoyê pêşniyarqanûnek derxistin û xwestin ku zewacên li gorî ûsûlê îmam ango di çarçoveyeke qanûnî de ji holê rakin û li gorî mezheb, olan zewackirin û merhkirin pêk were. Eger ev pêk were wê bi awayekê pêşî li zewaca di temenê zarok de tê vekirin û weke berê niha jî jin hîn di zarokatiya xwe de tê dîlgirtin û ji hemû mafên wê bêpar hiştin. Ev hewldan hewldaneke vala destxistina têkoşîna jin a di vê oxirê de daye ye.

Girêdayî vê xalê eger zewaca îmam a li gorî mezheb û olan pêk were pirjinî jî wê dûbare zêde bibe. Niha di qanûnên medenî yên Iraqê de pêşî li çanda pirjiniyê digire. Ancax eger ev pêşniyar qanûn di parlementoyê de were qebûl kirin wê çanda pirjiniyê careke din pêşbikeve û ev jî dê bibe karesateke nû ji bo jinê.

Bêparhiştina jinê ji mîras jî yek ji xaleke din a ev pêşniyar qanûn li pêş dibîne ye. Li gorî qanûna medenî ya niha jin bi awayeke wekhev divê ji mîrasê malê par bigire û bi hevjînê xwe re jî parvekirineke mîras a bi awayeke yeksan heye. Lê pêşniyar qanûna nû hatiye amadekirin vê mafê jinê jî ji dest digire û bi tu awayî jin wê nekare sûd ji mîras werbigire.

Di sala 2003’an de careke din xwestin van qanûnên medenî li dijî jinê biguherin lê, li ser nerazîbûneke mezin a jinan pêşniyar qanûn ne hate qebûlkirin.

Eger jinên Iraqê û Başûrê Kurdistanê bi yek dengî li dijî vê pêşniyar qanûnê nerazîbûn raber bikin û di vê çarçoveyê de bixebitin çawa ku di sala 2003’an de pêşniyar qanûna cinsiyetperest a li dijî jinê û civakê hate redkirin wê vê carê jî bi heman şêweyê were redkirin.

Jin eger xwe rêxistin bikin û bi yekgirtî li dijî pergal, zêhniyet û kiryarên mêrsalar disekinin tu pergalek nîne ku li hember vê hêza jinê li berxwe bide. Di encama têkoşîna hevpar a jinan de rejîm, pergalên herî dîkdator hilweşiyane û di pergalê de guhertinên mezin pêk hatine.

Helbet li hember van qanûnên dijî jinê ku li hinek welatên Rojhilata Navîn careke din dixwazin bixin meriyetê nerazîbûneke navnetewî ya jinan nîne. Jin ne tenê di asta herêmî de divê di asta cîhanî de jî li dijî van hewldanên li dijî jinê derkevin û heta divê bi hevkarî û piştgiriyê bikarin qanûnên cinsiyetperest biguherin.

Tevî ku têgotin pirsgirêka jinê li her derê yeke û ancax bi têkoşîneke yekgirtî ev pirsgirêk werin çareserkirin lê di pratîkê de lewaz dimîne. Têxwastin ku ne tenê li Iraqê, jinên Rojhilata Navîn bi têkoşîneke hevpar û yekgirtî li hember ev zêhniyeta paşverû û cinsiyetperest ku dixwazin careke din jinê bigirin, heps bikin û kole bikin, bisekinin û bibin wesîleya hilweşandina ev pergalên dîkdator û avakirina sîstemeke demokratîk. Heya sîstemeke demokratîk neyê damezrandin tu mafên jinê nayên garantî kirin û wê her timî dibin metirsiyê de be. Ji lewma jinên Rojhilata Navîn di vê şerê parvekirinê ku jêre dibêjin şerê cîhanê yê sêyemîn de li dijî zilm û zordariyê li gel tevgerên demokrasîxwaz û azadîxwaz rawestin weke eniyeke demokratîkirina herêmê bixebitin. Heya ev pêk neyê wê jiyan û ewlehiya jinan her dibin metirsiyê de bimîne.