Qirkirina Şengalê qirkirinek her alî a li dijî jinê bû

- Songul TALAY
677 views

Bi caran di derbarê civaka êzîdî de, di warê dîrokî, civakî, olî, erdnîgarî, felsefe û gelek beşên din de nivîs û lêkolînên berfireh hatin kirin. Her ferdek, her civakek an jî netewek bi taybetî hêzên ku girêdayî pergala netew dewletê ne, şîroveyên di derbarê Êzdayî û civaka Êzîdî de li gorî berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê nivisandin e. Her yek ji wan jî çavkaniya xwe wek heqîqet pênase kiriye. Çavkanî jî bi destpêka hebûna xwe a netew dewletê ve destnîşan kirine. Baş e, çawa dibe dîrokek ewqas kevnar û resen; ku şopên wê heya berya zayînê bi hezaran salan diçe û bi taybetî bi pîroziya jinê û dayîkê tê nasîn; bi hebûna dîroka avakirina netew dewletan ve ku 300 sal jî derbas nekiriye were destpê kirin? Gelo dibe ku hêzên derveyî heqîqeta hebûna civakê bikaribin rastiya wê bi hemû milên wê yên erênî û neyînî ve şîrove bikin? 

Bi ya min bi tenê ew civak ku di mînaka Êzîdiyan de 74 Ferman jiyane, dikarin di lêgerîna heqîqetê de berhemên rasteqîn derbixin holê û li gorî rê û resmên ola xwe û çanda xwe pêşeroja xwe diyar bikin. Em behsa civakekê dikin ku beriya her tiştî, her bera xwe dide rojê û dûayên xwe yên pîroz ji bo parastina nirxên mirovahiyê û jinê dike. Yên ku jin û xwezayê pîroz dibînin û bi ti awayî pergala desthilatdariyê qebûl nekirine û her li ber xwe dane, civaka Êzîdî bi xwe ye. Jinên ku ji ber sekna wan ya têkoşer û berxwedêr wek pîroziyek taybet cîhê xwe di duayan de digrin û li ser wan sond tê xwarin. Ji ber ku di şexsê xwe de her daîm li dijî neheqiyê têkoşiyane û di dîroka 74 fermanan de li dijî bişaftinê (asîmîlasyonê), koçberiyê, tûnekirinê, zilmê li ber xwe dane; her hatin qetilkirin, kirîn û firotin. Li gel ku her fermanek, di encama berxwedaniyek mezin û girêdanek kûr a bi nasnameya xwe ya olî û çandî re ew têk nebirine jî, lê di warê derûnî de trawmayek bi xwe re heta roja îro aniye. Her fermanekî li pey xwe êşa koçberiyê, qirkirin û bişaftinê jî aniye ku hîn jî tên jiyîn. Her çendî di tevahiya fermanan de eşqa azadiyê û hesreta vegera cîh û warê pîroz nehatibe winda kirin jî, ti car li hemberî hêzên dagirker stûxwarî nehatibe jiyan kirin, lê ferqek mezin di navbera fermanên bihûrî û ya Tebaxa 2014’dan de heye. 

Armanca fermana 74’an

Armanca fermana Tebaxa 2014’dan ku di şexsê jina Êzîdî de hate kirin ew bû ku bi temamî civaka Êzîdî û nirxên Kurdewarî bide tinekirin û ji rûpela dîroka mirovahiyê bide winda kirin. Ya esas hate zanîn ku jina Êzîdî hemû nirxên xwe yên jinê, bawerî û çandî yên vê civakê heya roja îro parastiye. Hêzên ku cîhê xwe dinav amadekarî û pêkanîna fermana 74”an de girtin, tevî rejîma dewleta Tirk, PDK, Erebistana Siûdî, Îsrael, DYE û gelek hêzên din  ên hikûmeta Elmanyayê bi xwe ye. Hem bi hevkariya xwe a bi Komara Tirk û PDK re di ware aborî, leşkerî û siyasî de wek dewletek paralel tevgeriyaye û li kêleka vê jî ji bo valakirina Şengalê di nav hewldanên mezin de ye. Dervayê vê, heyanî roja îro jî rexmî ku gelek kêmnetewan û kêmolan li dewletê yê dijîn û gelek ji wan jî fermî tên naskirin, ola Êzdayî hîn jî fermî nehatiye qebûl kirin. Mîna di dîroka Êzdayî de bihûriye, çawa li dewletên Tirkiyê, Sûriyê, Îran û İraqê, bi berdewamî li Elmanyayê û dewletên din ola Êzdayî wek ‘X’ an jî ‘0’ tê pênase kirin. Bi navek din hebûna civaka Êzîdî tine tê hesibandin. 

Netew-dewletên pergala modernîteya kapîtalîst vê carê rêûrêbazên xwe yên tinekirina civaka Êzîdî guhertine. Di bin navê ‘parastin û qebûlkirina civaka Êzîdî’ de koçberiya dawî li ber çavê civakê wek gavek pêşketî û rast diyar dikin. Di aliyê madî de hewl didin manewiyata civakê bidin rizandin bê ku civak bi xwe pê bihese. Fikirandin û hîskirin ji civakê didize û civak bi tenê wek amûrek ji bo berjwendiyên xwe yên desthilatdar bi kar tîne. Em baş dizanin ku beşek ji civaka Êzîdî di encama van fermanan de anîn asta ku ji hev bawer nekin û bi tenê hêza xwe bispêrin dewletan. 

Ez dixwazim bi çend mînakên şênber yên ji koçberiya di encama fermana dawî de pêk hatine vê mijarê bi zelalî vekim. Fermana 74’an di warê derûnî de trawmayek kûr a kolektîf ji nû ve zindî kir. Ji bo ku armanca fermana 74’an bi encam bibe divê wargeha pîroz a Êzîdiyan Êzîdxan û bi taybetî warê berxwedanê Şengal ji Êzîdiyan were valakirin. Ji bo ku ev yek pêkan be, hemû deriyên koçberiyê vekirî dihêlin. Dîsa ji bo civaka Êzîdî baweriya xwe bi van netew-dewletan bîne projeyan bi kesayet, sazî û dezgehên xwedêgiravî Êzîdî re, bi hev re amade dikin. Dema em ji heqîqeta ku di kesayeta jinê de civak tê parastin û rêvebirin binêrin, em ê bibînin ku dema civak tê tinekirin, di serî de êrişî jinê dikin. Bi rastî ev heqîqet li vir jî rolekî dîyarker dileyîze. Projeya destpêkê wek ku bi zanebûn hatibe amadekirin yekser cend roj piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’dan derbasî meriyetê bû. Navê projeyê ev bû “bi hezaran jinên Êzîdî ku di destê çeteyên DAÎŞ’ê de dîlgirtî man li Elmanyayê û dewletên din werin tedawî kirin.” Teoriya projeyê û pratîka wê li gorî ku dihate payîn ji hev gelekî cûda bûn. Bi tenê da ku hevkariya dewleta Elmanyayê a bi Tirkiyê, PDK û hêzên girêdayî wan re di êrişên 5 salên borî de li ser Şengalê û Efrînê deşîfre nebin, lez dikin. Ji lewra jî vê projeyê dubare bi wesîleya 3”ê Tebaxê di şexsê keça Êzîdî Nadya Murad, ku li ser trawmaya wê bazirganiya netew dewletan tê kirin, derbasî meriyetê dikin. 

Li dijî fermanan xweparastina civak ê

Li dijî fermana spî û sor bi tenê pergala xweparastin, xwerêvebirin û xwerêxistinê di şexsê jina Êzîdî de bi misoger dibe. Eger di fermanên borî de civaka Êzîdî di kesayeta jina Êzîdî de xwe bi sedsalan parastibe û di roja îro de li Şengalê û bi tevahî Êzîdxana pîroz pergala xwe û pêşaroja xwe bi xwe ava dike û dimeşîne, ev yek xwe disipêre felsefeya xwe a “serê xwe dide lê sira xwe nade.” Li hemû cihên şopên kesên di fermanê de hatin qetil kirin hene, bi perspektîf û vîna rêxistinkirî a jinê, sazîbûna jinê wek bersiva fermanê hate ava kirin. 

Eger demildest pergala mîna li Şengalê û Êzîdxana pîroz li derveyê welat neyê pêk anîn û tevahî civaka Êzîdî bi taybetî yên ji 2014’dan vir ve koç bûn, li derdora vê pergalê xwe negrin, dibe ku di encama fermana spî de civaka Êzîdî were tinekirin.

Çawa ku gul an darek li ser axa xwe, li cîhê koka xwe bi tenê dikare bijî; ji bo mirovan û civakan jî ev derbasdar e. Nexasim ji bo civaka Êzîdî. Wê demê dikare bibe civakek bi her awayî bi xwezayê re yek, girêdayî çanda xwe û li ser hîmê azadiya jinê, demokratîk, exlaqî û polîtîk.

Pergala modernîteya kapîtalîst dibin navê azadiya kes azadiya herî rast e, êdî malbat ji civakbûnê bêcewher dike û dewsa wê dewleta mîkro bi cîh dike. Di şexsê mêr de hişmendiya desthilatdar li ser jinê dide ferz kirin û bi her cûreyên şîdeta li ser jinê koletiyê dide ferz kirin. Zarok û ciwan jî li derdora hişmendiya xwe ya desthilatdar bi cîh dike û şûna perwerdehiya dayîkê perwerdehiya dewletê dide. Bêgûman li cîhê ku di kesayeta jinê de koletî tê ferzkirin bûyerên mîna kuştin û xwekuştinê zêde dibin. Bi tenê di nava salekê de zêdetirî 25 jin û keçên Êzîdî xwe kuştin an jî hatin kuştin. Dinava mehekê de li bajarekî Elmanyayê bi tenê 5 jinên ciwan ên ji Şengalê û Başûrê Kurdistanê hatin kuştin an jî di encama bêexlaqiya zilam de dawî li jiyana xwe anîn. Dîsa zewaca di temenê biçûk de zêdetir dibe. Bêgûman trawmaya ku di encama fermana 2014’ dan de tê jiyîn û ji aliyê dewletê ve wek firsendek tê bikaranîn, bûyerên bi vî rengî bi xwe ra tîne. 

Têkoşîna azadî û hebûnê 

Ev rewş tenê bi van mînakan ne sînordar e. Di heman demê de jî di ragihandina Elman de ev propagandaya reşkirinê a li dijî Êzîdiyan zêde dibe. Piştî ku bi têkoşîna bêhempa û bedelên giran çeteyên DAİŞ’ê bi pêşengiya hêzên azadîxwaz hatin tinekirin û bi hezaran jin û zarokên Êzîdî hatin rizgar kirin, raya giştî eleqeyek mezin nîşanî pergala xweseriya demokratîk ku di mînaka Şengalê de tê avakirin û jiyîn dide. Ger bala raya giştî ne li Şengalê be û civaka Êzîdî wek hêzek pêşeng neyê dîtin, ragihandina Elman êdî bûyerên ku li jor hatin diyar kirin wek heqîqeta Êzîdiyan pênase dike. 

Ji bo ku hikumeta Elmanyayê bi erka xwe rabe û bêdengiya xwe a li dijî hemwelatiyên xwe yên DAÎŞ’î bişkêne, Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî doz li hemberî wezîra dadê û wezîrê karê hindirîn vekir. Ev doz ji bo ku edalet dîsa bi cih bê û hemwelatiyên Elman ên DAÎŞ’î li gorî kiryarên xwe yên dijmirovahî di çarçoveya dadgehek navnetewî de li Rojavayê Kurdistanê bên darizandin û hemû hevkarên çeteyên DAÎŞ’ê li pêşberî hemû jinên ku rastî çanda destavêtinê hatine hesab bidin, wê bi pêşengiya jinên Êzîdî têkoşîna azadiyê di asta herî bilind de were meşandin.

Li gorî vê di encama rastiya pergala modernîteya kapîtalîst de bi serkêşiya netew-dewletan û li hemberî vê jî rastiya pergala modernîteya demokratîk bi pêşengtiya jina azad derdikeve holê. Ger jina Êzîdî li ser hîmê vîna xwe ya rêxistinkirî û azad têkoşîna xwe ya azadiyê bimeşîne dê civaka Êzîdî jî li ser hîmê berxwedaniya xwe ya sedsalan bibe civakek exlaqî û polîtîk û nasnameya xwe ya Êzdayî azad bijî. 

Ji lewra jî a herî rast û ya herî bi bandor rêxistinbûyîn e û vegera cîh û warên xwe yên pîroz e.