Rastî di dîrokê de veşartiye

- Newaya Jin
704 views

MANSETÇiyayê Şengalê dikeve rojavayê Mûsil ê. Çiya nêzî pencî m.m mesafeyê bilind e û ji milê Rojava ber bi milê Rojhilat we dirêj dibe. Lûtkeya herê bilind a çiyayê Şengalê ku a herê mezin jî tê zanîn, Çil Mêra ye. Çil Mêra nêzî 1, 463 m. bilin de. Dema mirov ji aliyê  Rojava we lê dinêre, ew qas bilind nayê xûyan û li ber çavê mirovan kin tê. Bi tayebetî dema ku mirov ji derdora gola Xatûniya ve lê mêze dike, çiyayek bi zehmet e, mirovan ber bi zûrahiyan we dibe, lê dema ku mirov digihije nêzî çiyê, wê gavê hedî hedî mirov ber bi jor we dikşîne.

Çiyayê Şengalê bi xweşikbûn û bilindiya xwe bêhtirî bi sedan salan gelê me yê Êzidî di hembêza xwe de parastiye û  bûye parêzgeha gel. Ji ber vê yekê jî ew qas navê wê giring û pîroz e. Ji gola Xatûniyê heta geliyê Şehîdan ev cih (Şîlo) her tim bûne cih û warê qehreman an, dem hatiye ku ev cih û war bi hezaran qehremanan re malavahî kirine. Her wekî ku ji Derwêş û Edûl an re malavahî kiribû..! Di dîrokê de çewa ku Derwêş ji bo xwe çiyaye Şengalê kir cihê parastinê, îro jî gelê me yê Êzidî ji bo xwe ev çiya kirine cihê parastin ê. Bi taybetî jî piştî fermana 73’an gelê Şengalê bera xwe da çiyayê ku ji destpêka dîrokê heya roja me a îro bûne cih û warên ku ew di hembêza xwe de parastin e. Ji ber ku vî gelî bawerîya  xwe di çiyayan de dît, ji bo xwe çiya, a herê girîng jî lûtkeya çiyayan wek  cihên bi ewle dît û xwe sparst ê. Ji ber vê çendê ye ku xweşikahiya van deran, bedewbûna lûtke û erdingariya çiyayê Şengalê a dewlemend, bi parastina gelê Êzidî tê nas kirin. Ji wê demê de ye ku ev yek bûye mînakek ber bi çav ji bo herkesekê.

Çîroka Çil Mêra

Dîsan dengê fermanê bilind dibû, dengê fermana 73´ an ku hêdî hêdî û bi dizîkan xwe digihan der û dîwar an. Dîsan nalînek siwar dibû li ser pişta çiyayan, nalîna zarok û jinên Êzidî ku hawara xwe digihandin Xatûniyê û Şilo! Çiya bi du destan hembêz vekiribû, her wekî ku ji Derwêş û Edûlê re vekiribû, niha jî bi hezaran Derwêş û Edûlan hembêz dike. Niha çiyayê Şengalê pexelan dişewitîne û dilorîne ser Derwêş û Edûleyan.

Dem bihorî û roj dîsan hat ku bi hezaran keç û xortên Êzidî di çiyayan de dîsan dest bi jiyanê kirin. Zanîn ku ji çiyayan dûr bûn felekan li mirov radike û ji vê çendê ye ku îro çiyayan ji xwe re stargeh û cihên jiyanê dibînin. Bi taybetî dema ku em îro lê dinêrin, em vê yekê baştir dibînin ka ji bo çi li serê van çiyayan jiyan dikin. Ji ber ku çiya ji dîrokê heya roja îroyîn ji me re bûne cihên parastina jiyan û heq. Her ku êrîşek bi ser gelê me de hatiye, gelê me jî çiya ji bo xwe kirine cihên jiyan ê. Di roja me ya îro de jî ji Çil Mêra bigire heya Şîlo, ev sê sal in ku gel weke ku li Bajarekî jiyan bikin, li van çiyan de jiyan dikin. Ne tenê jiyan dikin, xwe hîn zêdetir birêxistin dikin û diparêzin. Ew çiyayan, çiya jî wan diparêzin. Her wiha şervanên YBŞ’ê û YJŞ’ê jî xwe di van çiyan de rêxistin dikin, bûne hêza jin û civaka Şengal ê. Ger em  behsa kevir û darên çiyayan bikin, hûnê çêtir bizanibin ku kesek nikara bi tu şêwazî behsa van deran bike. Ji ber ku ew qas qehremanî dibin van daran û li ber van keviran hatiye jîn ku ger mirov bîne ziman hema her kevirek, her darek, her tehtek ji çiyayê Şengalê jiyanek hembêz kiriye û parastiye. Bi taybetî jî di fermanê de ji bo ku zarok û jinên Êzidî nekevin destê çeteyên DAIŞ´ê xwe di zinarê çiya de tavêtin xwarê; dema ku mirov dîroka Kurd dinêre çiqas jî dişibin hev. Ev yek jî dîroka Dêrsimê tîni bira mirovan, ji ber ku di dîroka Dêrsîmê de jî tê gotin ku bi hezaran jinan ji bo ku nekevin deste leşkerên Tirk xwe di çiyayê Munzurê de avetin e, mîna Besê û Zarîfeyan û li çiyayê Şengalê jî Cîlanan ji bo ku nekevin destê dijminê mirovahiye wê xwe di zinaran de avêtiban.

Tolhildana jinê a sedsal ê

RASTI DI DİROKE DA VESARTIYE-1Bi dehan keç û jinên bê nav, yên ku wê qet dîrok navê wan nezane hawara xwe digihandin çiyayê Şengal ê, lê, hîn xwe negihandibûn hembêza ku bi du destan li bendê bû wan hembêz bike, wê reşahiyekê wek mijê xwe bi ser wan de bipêça û ji bo xwe ji reşahiyê bidizin, li zinaran de verdibûn. Jiyan dikirin cangorî, jiyanên nû pişkivî yên ku ji wê qedera tarî re bi dengê bilind digotin na. Her çend ew qehremanên bê nav bin jî dîrok wê wan bibîr bîne û  wek heq dikin, qala wan bike. Wê neyên jibîr kirin û emê wan nedin jibîr kirin. Wê jin û dayîkên Şengalê Cîlanan nedin bîr kirin, zarok wê nalîn û hawara wan jinan qet jibîr nebe û nede jibîr kirin. Wê her yek ji wan wek lorînan li ser lêvên dayîk û jinên Şengalê bin. Lorînên ku tu gavê nedin jibîr kirin.

Helbet roja tolhildana jin ê, tolhildana sedsalê jî tê jîn. Gelek jin û keçên Êzidî ku ji destê çeteyên DAIŞ´ê rizgar bûn, îro di nav refên YJŞ´ê de cih digirin û her kêliyê sonda tolhildanê diqêrin. Ev jin wê vê dîrokê zindî bihêlin, heya ku tola sedsalê bê hilanîn. Jin hatin rewandin, di bazaran de hatin firotin û wisan texmîn dikirin ku dikarin vîna jinê bişkênên û wan dîl bigirin. Lêbelê nekarîn û tu caran jî vê nekaribin. Îro bi dehan jinên ku ketibûn destê çeteyan, hatin rizgar kirin û di refên pêş yên têkoşînê de cih digirin. Tekoşîna jina Êzidî ya ku di roja me ya îro de tê meşandin pirr bi nirxe, ji ber ku ev cara yekeme di dîroka Êzdiyan de artêşek  jinan tê avakirin û ji bona ku tola xwe ji zîhniyet, pergal û feraseta serdest a zilam hilîne, xwe diparêze û rêxistbûna xwe roj bi roj mezintir dike. Îro jina Êzidî li hemberî dijminê xwe yê herî hov şer dike û tola xûşkên xwe yên ku bi destên wan hovan rastê destavêtin û şikenceyê  hatin, hiltîne. Li her qad, an jî cihekê ku şer, aloziyek rû dide, berê her tiştekê jin zirarê dibîne, ji ber vê jî a ji herkesekê zêdetir pêdivî bi xwe parastinê dibîne jin e. Artêş bûna jin pirr girîng e, bi taybetî di sedsalekê de ku em qala qirkirina jinê dikin. Berê wê ne pêkan bû ku kes qala artêş bûna jinê bika, an jî wek tişteke ne mimkun be dihat pênase kirin. Lê, bi saya ramanên Rêberê gelê Kurd îro jin xwedî artêşek mezin e ku di her qadekê de xwe û civaka xwe diparêze. Jin êdî gihaye vê astê ku bikaribe çarenûsa xwe, bi destê xwe diyar bike. Gotina Rêber Apo a dibêje; “ger herkes ji çiyayan de derkeve jî bila jin dernekevin” îro ji bo me hîn bi watetir e. Ji ber ku wek jinên Êzidî îro em çêtir dizanin ku derveyê çiyayan tu ciheke ewle ji bo jinê tune ye.