Reha, ango xelasî! 

- Evin ZİLAN
1.8K views

Reha di sala 2006’an de li gundeke Îlamê ji dayîk bûye. Bavê Reha ji ber ku 15 mîlyon deyndarê zilamekê ye, li beramberî deynên xwe keça xwe ku wê demê hîn 11 saliye dide zilamê 50 salî. Zilam hevjîn û 7 zarokên xwe hene; dibe ku reha ji zarokên wî jî biçûktir be. A rast Reha di temenê neviyê wî deye. Reha dema ku bi vî zilamê 50 salî re tê zewicandin hîn neketiye nav cilan û di temenek wiha biçûk de neçarî têkiliya cinsî a bi zilamê 50 salî re tê hîştin. Û li gor gotina hevjîna yekem a vî zilamî, Reha her şev rastê destavêtinê tê.        

Zaroktiyek nîvco 

Para Reha ji zaroktiyê ne lîstik bû; têkiliyek cinsî a bi zilamek 50 salî û qêrîna ku her şev bilind dibû, hawarek bû ku kesê nedibihîst. Tu dibêjî qey kesê ev giriyên bi êş ên Rehayê nedibihîst?! 

Têkiliya cinsî a kesên jor 18 sal bi yên jêr 16 salî re, ne zewac e, desdirêjî û tavan e.  

Berpirsê navenda netewî a konvansiyona mafê zarokan “Mehmud Ebasî” gotiye ku berpirs û yên ku bûne sedema zewaca keça 11 salî a Îlamê suçdar in û pêwîste li ser vê rewşê bê sekinandin. Her wiha dibêje, “ li gor xala 50’an a zagona piştgiriya ji malbatê re, zewaca keçên jêr 13 sal an sûc e û lazime yên ku vê yekê dikin, bên darizandin.” 

Li gor daneyên ku hatine belav kirin,  hevberdana 95 hezar jinên jêr 13 salî ku di navbera salên 2012-2016’an de hatiye tomar kirin, 5760 ji van hevberdanan jêr temen 15 salî ne.

Mijara zewaca Reha piştî ku di asta saziyên mafê mirov û raya giştî de ket rojevê, zilam bi şertê 17 mîlyon pereyan wê Reha telaq bide. Rêxistinên civakî yên li Îlamê biryar girtin ku Reha nedin malbata wê û dixwazin berpirsyartiya jiyana wê bigirin ser xwe. Piştî ku Reha radestê vê rêxistina civakî hat kirin, zilam jî hate desteser kirin.   

Di temenê biçûk

dezewaca bi darê zor ê

Demeke dirêje ku mijara “rakirina zewaca di temenê biçûk de”  di rojevê deye, lê heya niha ji ber dijbertiya şerîet û meleyan ev yek neketiye meriyetê, li hemberî wê bêdengiya heyî hîn didome. Fraksiyona jinan a di parlemena Îranê de daxwaz kirine ku parlemen carekedin zewaca zarokan di ber çavan de derbas bike. Daxwaza serirast kirina xala 1041’an a zagona medenî ku li ser projeya zewaca zarokan berê hatiye pêş xistin, di parlemenê de hatiye destgirtin û erê kirin. Li gor vê xalê, temenê zewacê ji bo jinan 16 û ji bo zilaman jî 18 hatiye destnîşankirin, zewaca zarokên jêr 13 salî jî hatiye qedexe kirin. Komîsyona daraz û hiqûqê a parlementoyê weke komîsyona lêkolînê ev proje nepejirandin û Hesen Newrozî, berdevkê komîsyona darazê di vê mijarê de da diyar kirin ku ev proje ji ber temam nebûye, hatiye red kirin. Lê belê nûnerên komîsyona jinan dibêjin ku ji ber bê encam mayîna vê projeyê ji derve de zext zêde bûne. Alîgirê vê projeyê jî ragihandin ku ev proje nabe sedem ku temenê zewacê biçe jor û ev yek bi siyaseta zêde kirina nifûs a rêberê Îranê (Elî Xameneyî) hev nagire. Parlementer û fraksiyonên jinan bi zagona wekheviya rêgezî dixwazin temenê zewacê daxînin û ciwanan teşwîqê vê yekê dikin. Berê kes ji bo zewacê dikarî krediya 15 mîlyon pereyan bigire, niha jî ev yek kirine 30 mîlyon.   

Reha û bi dehan zaroktiyên mirî

Reha tenê yek ji wan zarokane ku em bi çîroka wê dihesin. Bi dehan zarokên mîna Reha hene ku rojane dikevin xefka vê siyaseta qirêj û dibin qorbani. Bê guman zewac di vê temenê biçûk de ne tenê ji hêla fîzîkî, di heman demê de ji aliyê derûnî û tenduristî de jî bandorek xirav li ser kes dide çêkirin. Di encama zewacên bi vî rengî de, helbet malbatên ku tije tundî û ne bi tendurist jî pêş dikevin.

Bîlançoya hevberdana di temenê biçûk de jî di asteke bilind deye; zarokên ku di temenê biçûk de hatine zewicandin û di encama têkiliyên cinsî de jiyana xwe ji dest dane, ango ji ber di temenê biçûk de zarok anîne dinyayê, jiyana xwe ji dest dana, zêde ye, ji xwe mînakên vê yekê hîn jî di nav civakê de pirr zêde ne. Yên ku di van pêvajoyan de bi tenduristî derbas dibin jî ji hêla derûnî de ne di rewşekê dene ku mirov bibêje erênî ye. Ew di rewşeke ne aram û aloz de dijîn.   

Temenê wan biçûke, ji xwe rewşa ku dijîn û zarok anîna dinyayê li ser wan bandorek neyînî çêdike. Ew bi rewşa ku dijîn nikarin malbatek bi tendurist û zarokên bi perwrdekirî û erka wan bigirin ser milê xwe. Ji xwe ji zarokekê tiştek wiha hêvî kirin bi xwe jî şaş e. Zarokek ku nikare berpirsyartiya xwe rabike, çawa dikare berpirsyartiya zarok an jî malbatekê hilgire? Ji ber ku ew bi xwe nikarin vê pêvajoyê, tişta ku dijîn bihurînin û her roja ku diçe hîn zêdetir di nav pirsgirêk û qeyrana heyî de difetisin. Ew nikarin rêya xwe bibînin, yan jî jiyanek normal bijîn. Ji ber ku tişta ew dijîn ne normal e.      

Zarok di nav pençên hişmendiya nêr dene

Bê guman zarokên ku bi xwe kamil nebûne, hewceye zaroktiya xwe bijîn, ji hêla derunî û fîzîkî hestiyar in û lazime bi baldarî nêzî wan bibin, ne gengaze ku bikaribin berpirsyartiya malbat û zarok; ku bi xwe hîn zarok in, hilbigirin. Ez ne tenê qala kamil bûna fîzîkî dikim, gihiştina ji hêla hizrî, derûnî û civakî jî pêwîst e. Xwe bi xwe, kêr xwe hatin girîn e. Lê em dibînin ka zarokên keç hîn di temenê biçûk de çawa dikevin nav pençên hişmendiya nêr a zilam. Hîn di zaroktiya wan de hêviyên wan têk dibin, jiyana wan dikujin.

Dengê dijbar ê jinên Îranî bilind dibe

Hişmendiya desthilatdar a zilam ji bo berjewendiyên xwe û mezin kirina artêşa bi mîlyonan, bi awayek hovane û bê şerm zarokên keç dikin qorbaniyê van siyasetên xwe ên qirêj. Ji bo vê yekê jî her tiştekê dikin, zagonên taybet ên zewacê derdixînin. Di bin navê zêde kirina nifûs de, rê li zewaca zarokan vedikin. Bê guman mirov nikare van nêzikatiyan ji siyaseta tund û tujiya pergala serdest a li ser jinê cûda bigire dest û binirxîne. Ji bo ku jin serî hilnede, xwe nas neke, nebe xwedî vîn û tenê jina baş a malê be, serî li ber wan tewîne û tenê zarok bîne, bibe xizmetkara baş a zilam û malbatê, her rê û rêbazê dixin devrê.   

Helbet li hemberî hişmendiyek bi vî rengî jinên Îranî ji her demê zêdetir bi baldarî nêz dibin, her roj di qadên cihê de, ji rojên berê çalaktir, bêtir dibin xwedî helwest û berxwedanê pêşdixînin. Êdî di her qadekê de dengê xwe ê dijber bilind dikin, nerazîbûna xwe a li hemberî vê siyaseta dij jinê tînin ziman. Pergala serdest a li Îranê jî bi çav tirsandin, çewisandin, girtin, dardekirinê dixwaze pêşî li jinan bigire û wan asteng bike. Lê belê nizanin ku ger pêtên agir ên ku ev bi salanin dixwazin bitefînin, ger bi yek carî gor bibe, wê êdî ji bo heta hetayî neyê tefandin. Jinên Îranî êdî rêya xwe a azadiyê dibînin û dizanin a ku wan bibe serkeftinê jî ev rêye.