Rehikên dara Zeytûn ê

- Zeynep ERDEM
666 views

Ger jiyanek hebe, ew jî wê azad be. Ev felsefeya jiyana civaka Kurd ku ketiye ferqa hebûna xwe de ye. Dema tu di ferqa vê rastiyê de bî, ji bo jiyana azad berdêlên çiqas giran pêwist bin jî tu jê narevî… Tu sînga xwe didî ber guleyan, serî natewînî li hember zaliman.

Ev felsefeya jiyana Kurd ên azad e. Nûnerên vî şêwazê jiyanê jî dayikên Kurd in. Bi rojan dengê dayikên Efrînê di guhên me de olan dide. Dibêjin, ´em axa xwe terk nakin, emê li gel zarokên xwe li ber xwe bidin. Em ji tank û topên dijmin natirsin!´

Civaka Efrînê bi axa xwe ve gelekî girêdayî ye, rûmeta axa xwe dizane. Li ser vê axê dijî, bi berhemên vê axê xwe xwedî dike. Jiyaneke li ser bingeha cotkariyê didomîne. Civakên cotkar civakên exlaqî û polîtîk in. Ji nexweşiyên modernîteya kapîtalîst û teqlîdên wê dûr mane. Bi keda xwe û xwêdana xwe debara xwe dikin. Li ser keda yên din jiyanê heram dibînin.

Civaka cotkar a Efrînê ji ber wê jî cewhera civaka xwezayî ye. Hêza berxwedana civaka Efrînê di serî de faşîzma Erdogan ê digot; ‘ezê di sê saetan de Efrînê dagir bikim’, her kes matmayî hîşt. Artêşa Tirk a dagirker di serî de bi balafiran, bi hemû teknîka di destên xwe de agir bi ser Efrînê de barand.

Lêbelê nekarî civakê ji cîh û warên wê qut bike. Bi qasî rehên darên zeytûnan kokên civakê di bin axê de ne. Bi lehiyê, bombebaranê û agirê dojehê be jî ji axê qut nabe ev civak. Ew ji axê qut bibe, wê  bermayên civaka xwezayî ya dawî jî ji holê rabin. Ji ber wê, dayikên Efrînê koka xwe di nava axê de bi rehên darên zeytûnan re kirine yek. Dibe ku faşîzma Erdogan karibe agir bi ser Efrînê de bibarîne, lê nikare wan rehên di binê axê de kok berdaye bişewitîne, ji holê rake.  Ax wisaye, jiyanê dide, nastîne.

Di vê pêvajoya berxwedanê de yên herî zêde derketin pêş, ruh dan berxwedanê, li pişt zarokên xwe sekinîn û bi tilîliyên xwe xwedî lê derketin, dayîk bûn. Li aliyê din ev dayîk bi rojan ji kamerayan re axivîn. Tevahiya axaftina wan ji berxwedan û girêdana bi axa xwe pêk dihat. Çavên wan ji bombeyên zaliman netirsî. Ji ber ku dizanibûn, eger bitirsin, birevin, teslîm bibin, di şexsê wan de wê civaka xwezayî û dîroka mirovahiyê têk biçe. Ew ne tenê ji xwe, ji civaka axlaqî û polîtîk jî berpirsiyar in.  Di ferqa vê berpirsiyariyê de ne,  ji ber wê ye ku sînga xwe dan ber top û tangên dijminên dagirker.

Di heman demê de ev dayik siyasetmedarên yeman in. Li ser navê civaka xwe dest avêtine siyaset ê, yekser bangî muxatabên xwe dikin. Bi xitabeke bi hêz û balkêş bangî Erdogan ê dagirker û faşîst dikin. Ji xwe ev sekna dayikan qudumê Erdogan ji roja despêkê de şikand. Dixwest bi goregora balafirên xwe ji saeta despêkê ya êrîşê ve çavên gel bitirsine û yekser xelk ji tirsa axa xwe, cîh û warên xwe terk bike, bireve û  Efrîn ji wî û çeteyên wî yên qirêj re bimîne. Lê, hesabê mal û çarşiyê li hev derneket. Di serî de dayik, xelkê Efrînê ev hesab pûç kirin.

Li çar aliyê cîhanê dayikên Efrînê deng vedan. Niha dengên wan ji tevahiya mirovahiyê re weke awaza bilûr ê, ji bo zaliman jî şeqamek li ser rû ye. Bi vî dengî re her der bûye Efrîn, her der bûye berxwedan…