‘Rejîm dij têkoşîna azadî û mafê jinê ye’

- Site varsayılanı
649 views

Hevseroka PJAK’ ê Zîlan Vejîn, bûyerên dawî yên li Îran ê, polîtîkayên li dijî jinê yên di qada siyasî, aborî û civakî, her wiha li ser rewş û pirsgirêkên jinan yên li Îranê ku rojane pêre rû bi rû dibin ji rojnameya me Newaya Jin re nirxand.

Li Îran û Rojhelatê Kurdistanê dijîtiya rejîmê a li hember jin, her wiha zextên li ser jin û ciwanan, kişandina wan a di nav rêxistinên sîxorî û besîc de hûn çawan digirin dest û dinirxînin?

ZILAN VEJIN-3 copyPergala desthilatdar ji bo domkirina hebûna xwe û bi taybetî jî şidandina serweriya xwe a li ser civakê rêbazên cûda bikar tîne. Herî zêde jî dema mirov çav li siyaseta rejîma Îranê a li dijî jinê bikar tîne, dike, ev yek hîn baştir tê xûyanî. Ji ber ku Îran yek ji wan dewletane ku dixwaze li herêmê hegemoniya xwe serwer bike û bi darê zorê, bi zexta li ser civak û gelan hegemoniya xwe bide pejirandin. Rejîma Îranê di esas de tu rewabûna wê a siyasî tune ye, lê ji bo karibe di qada cîhanî de xwe wek pergaleke rewa a ku piştgiriya gel digire, nîşan bide, pergaleke berfireh ya Besîc ango hêza sîxoran daye avakirin. Besîc di esas de, ew hêzên herêmî û mehelî yên perwerdekirî û çekdar yên taybetin ku hatine amadekir in; ji xwe yek ser ji aliyê rejîmê ve erkdar bûne.

Endamtiya ji Besîcan re ji zarokên dibistanê destpê dike, li gund, tax û bajêran, li ser her beşeke civakê belav dibe. Kesên ku dibin Besîc jî ji bo ku dem dirêj bi wan re girêdayî bimînin, her derfetekê didin wan. Rejîm ji bo takekesan beşdarê vê pergala sîxortiyê bike, wan bi rêya madiyetê teşwîq dike. Ji xwe di nav şertûmercên giran ên aboriya Îranê de ku derfetên kar kirin kêm in û rewşeke giran ya jiyanê heye, piranî car mirov ji ber naçariyê serî li vê pergalê didin.

Divê ev xal baş were dîtin û analîzkirin. Sedemên Besîctiyê ji dilxwazî û xwebexşiyê zêdetir, ji ber bêderfetiyên madî ye. Lewra berovajî îdîayên rayedarên Îranê ku didin diyar kirin û dibêjin bi milyonan milîsên wan hene, neraste. Ev hejmar, asta pirsgirêka aborî û aloziya di welat de dide nîşan dayîn. Bi taybetî li herêma Rojhilatê Kurdistanê ku tu binesazî û derfeteke kar nehatiye hiştin, Besîc polîtîkayeke esasî a ji bo li dijî berjewendî û daxwaziyên gelê Kurd were bikaranîn e. Di vir de lazime em vê yekê jî destnîşan bikin ku rejîma Îranê bi rêya Besîcan, ango sîxorên xwe hemû beşên civakê jî dixîne jêr çavdêriyê û bi rêya wan zextê li ser civakê çêdike. Bi perwerdeyên Besîcan jî kadroyên pergala xwe dide avakirin. Herê bêtir jî jin û ciwanan beşdarî nav vê pergalê dikin. Ev du hêzên sereke yên di nav civakê de, bi Besîc kirinê, bi xwe ve dide girêdan û wan bê feraset dihêle. Potansiyela wan bi vî rengî bikar tîne. Pêşeroja civakan jin û ciwan in. Nexasim civak bi rêya van her du beşên esasî, tê kontrolkirin û wiha belavê tevahiya beşên din dibe.

Kuştin yan jî xwe kuştinên jinan zêde bûne. Bê guman mirov nikare vê yekê tenê wek bûyerekê bigire dest û binirxîne. Ji ber ku ev siyaseteke rejîmê a dij jinê ye. Hûn vê rewşê çawan digirin dest, li ehmberî vê feraset û polîtîkayên rejîmê têkoşîn û dijderketineke çawan hewce dike? 

IRAN-KADINA YONELIK SIDDET-2Qeyranên ku ji hêla pergalê we di nav civakê de tê çêkirin, hem sedem, hem jî encamên pirr alî ne ku ji her hêlê de bandoreke neyînî li ser civakê çêdike. Yek ji van encaman jî xwekuştina jinan e. Di esas de divê pêwendiya yekser ya krîza civakî a ku bi destên hêzên desthilat hatiye avakirin, bi vê diyardeyê re were dîtin. Her xwekuştinek divê wek kuştina jin a ji hêla pergalê ango qetlekê were şîrovekirin û wiha li ser were rewestîn. Ji ber ku dema li cihekê derî bi ser civakê de bê girtin, hemû nîşaneyên ji jiyanê tên tune kirin, her wiha zexteke pirr tund û heta dawî li ser civakê tê ferz kirin. Ev yêk jî jinê û civakê ber bi tunebûnê ve dibe. Pergala desthilatdar a zilam û kevneşopiya zayenperest, bi şêweyeke tund û hişk, her qadeke jiyanê dagir kirî ye, ev yek jî bûye sedem ku pirê caran hêviya jiyanê di jinan de tune bibe. Bi taybet di demeke wiha de ku rewşa Îranê ya siyasî-aborî di nav aloziyê de ye; rewşa heyî civakê jî dixîne nav tengasiyên kûr û bandora wê li ser malbatê, herî bêtir jî li ser jinê, bi zêdebûna xwekuştinan, xwe şewitandinan derdikeve pêş. Bêguman di kêleka van rastiyan de jî kuştina jinan jî ji heman sedemê çavkaniya xwe digire. Ji xwe hemû sedemên xwekuştina jinan jî ji zext û zora zilam, tundiya pergalê a ji hêla fîzîkî û derûnî de tê. Pergala zilam a ku qirkirina jinê ferz dike, bi zanebûn vê dijbertiya li hember jinê gur dike û di encama van polîtîkayan de jî êrîş, tund û tûjî, destavêtin û kuştina jinan jî zêdetir bûye.

Kuştina jinan asta hovîtiya pergala serwer a zilam e, xwekuştin jî asta bêçare hîştina jinê a li beramberî vê ye. Di her du rewşan de jî pirsgirêka jinê dibe girêkeke kor û civakê difetisîne. Rêya derketin û xilasbûna ji vê rewşê; beriya her tiştekê lazime jin vê pergala heyî, ango hemû têgeh û pênaseyên ku pergal ji bo jinê datîne holê, wek çarenûsa xwe nepejirîne. Qebûlnekirina rewşa heyî, tê wateya pêngava yekem a derketina jinê ji vê xefik ê. Heya redkirin nebe, nabe ku behs li lêger û peydakirina alternatîfekê jî were kirin. Ji ber wê jî hewceye jinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, nêzîkatiyên pergalê û bandora wê ya neyînî a li ser civakê bi şikleke radîkal rexne bikin û red bikin. Pêwîste jin têkoşîn û rêxistinbûna xwe li ser vê bingehê bidin rûnişkandin. Vê hêrs û nerazîbûna xwe ya mezin li şûna ku bedena xwe bidin ber agir, pêwîste bi xwe bibin hêzeke mezin a ku bikare pergala heyî ya zilam hilweşîne. Jiyana nû bi mêjî û hêzra jinê ya avaker wê bê avakirin.

Zewaca spî û herwiha rewakirina zewaca di temenê piçûk de her ku diçe zêdetir dibe. Çima di vê demê de ev yek hîn zêdetir derdikeve pêş, hikûmet û saziyên dewletê bi vê yekê çi armanc dikin?

MANSETDiyardeya Zewaca Spî di nav Îranê bi xwe de jî rojeveke ku pirr zêde li ser tê nîqaşkirin. Bê ku jin û zilam bi hev re fermî bizewicin, dikarin bi hev re, di heman malê de bijîn û bibin xwedî zarok. Di vê mijarê de ji hêla beşên cûda yên civakê de reaksiyonên cihêreng pêşketin. Li Îranê bi salan jin û zilamên ku bi hev re nezewicîbûn, an jî tu pêwendiya wan ya xizmbûnê nebû, ji ber ku bi hev re digeriyan, bi sizayên giran re rû bi rû bûn. Lê, di vê demê de, di bin navê zewaca spî de bihevrebûna her du zayendan pirsên pirr cûda jî dixîne serê mirov an.

Di encam de jiyana hevpar ya jin û zilam nabe ku bi erêkirina tu sazî û pergalan bibe, di esas de jî normeke demokrasiyê ye ku ev bihevrebûn bi biryar û vîna wan pêk bê. Lêbelê dema ku ji hêleke din li bûyerê were mêze kirin, têkîliyên derveyî zewacê, bi sûda zilam e û zirar digihîne jin an. Ji ber ku zilam xwe ji pirsgirêka zewacê xilas dike, ji berpirsyariya zarok û malê jî direve.

Di esas de têkiliya jin û zilam divê bi perwerde, çand û exlaqa civakê ve girêdayî be, bi taybet jî xwe ji sînorên xerîze û zayendperestiyê rizgar bike. Lêbelê dewleta Îranê bi taybet jî jin û xortên ciwan bi zewacê; niha jî bi zewaca spî heya dawiyê bi seksê ve didin girêdan. Di encam de jin û zilamên ciwan têne wê astê ku ji bilî seksê bi tişteke din nafikirin. Ev jî wan kedî dike, ji rewşa ku li pey mijarên siyasî, civakî û alternatîfa jiyaneke nû bigerin derdikevin. Rejîm ji xwekirina jinan re ewqas bertek nîşan dide, mudaxele dike, di vê mijarê de nermbûneke herî piçûk qebûl nake, lê têkiliya jin-zilam a derveyî zewacê ku beriya vê wek bê exlaqî pênase dikir, niha jê re heya dawî rê vedike, teşwîq dike. Ya rast di vir de berjewendiyeke mezin ya rejîmê heye. Armanca pergalê ji rê derxistina civakê ye, ew bê hiş û raman hîştin e. Di şexsê jin û ciwanan de tevahiya civakê di xerîzeyan de dixeniqîne, wan ji armancên wan yên sereke dûr dixîne.

Helbet ji bo ku plana xwe ya nû bide pejirandin jî zewaca spî wek berdewamî û nûjenkirina kevneşopiya malbatên kevin pênase dike. Lê, zilam bi vî rengî ji barê qanûnî yê telaq, nefeqe, qelen û hwd. xilas dibe. Bi jinê re çawa dixwaze wisa têkiliyên zeyendî datîne û dijî. Lê, li beramberî zarokên ku ji encama vê têkiliyê were dinyayê jî wê neberpirsyar be. Lewre zewaca spî li gor berjewendiya zilam û li dijî jinê ye. Ji zilam re derfetên nû avadike. Pêwîst dike jin zewaca spî ne wek xaleke erênî û pêşketî, berovajî vê yekê li berameberî berjewendiyên xwe bibînin, bi tu awayî nepejirînin û dij derkevin. Jin lazime bizanibin ku ev zewaca ku wek zewaca spî tê pênasekirin, dij têkoşîna azadî û mafê jinê ye.

Li Îranê jinên karker dema zarokên wan çêdibin mafê wan a ku 18 mehan bêkar bimînin heye. Lê, cihên ku ew kar dikin, wan ji kar davêje û careke din mafê wan yê berdewamkirina kar namîne. Wezareta karûbarê civakî hewl dide vê rewşê weke qanûnekê fermî bike, gelo di qada aboriyê de ev rewş wê bandorek xwe a çawan hebe?

LI IRANE REJEYA BEKARIYEDi salên şerê Îran-Iraqê de ku 8 salan ajot, ji ber piraniya zilam di nav eniyê şer de bûn, ji bo aboriya welat, kampanyayên beşdariya jinê di nav aboriyê de pêşxistin. Di wê demê de jî keda jinê hate mêtîngerkirin. Jixwe rewşa awarte ya şer wek hinceta vê hate nîşandayîn. Piştî şer bi dawî bû û zilam vegeriyên nav qada aborî, hejmareke pirr zêde jin yan ji kar hatin avêtin, yan jî bi heqdesteke pirr erzan di nav kar de man. Ev rêbaz heya niha jî dewam dike.

Ger li asta xwendin û zanîngehên Îranê bê nêrandin ji % 62 an zêdetir ji jinan pêk tê, lê cih girtina jinan di qada aboriyê de kêmtir e. Gelek caran rewşa biyolojîk û fîzîkî ya jinê ji bo karsaz û patronan hinceteke ku jinê ji kar bavêjin, an jî heqdesteke kêmtir ji zilaman bidin wan. Wek di nav pirsê de jî we diyar kiriye, fermîkirina vê rewşê a ji hêla qanûnî de, bêguman wê asta tevlîbûn û berhemdariya jinê lewaz bike. Aborî ji xwe di bin serweriya zilam deye. Lê, ger hîn zêdetir bikeve bin yekdestiya zilam û jin mehkumê mal bê kirin; ji xwe armanca pergalê jî ev e, rewş wê nebaş bibe. Dixwazin jin ji her alî de mehkumê zilam bê hîştin. Ev jî tê vê wateyê ku civaka Îranê di kesayeta jinê de paşdeketineke cidî wê bijî. Lewre pêdivî pê heye ku jin vê biryarê û nêzîkatiyên mêtîngeriya li ser keda xwe, wek êrîşeke li ser xwe bihesibînin, bi cidiyet û têkoşîneke berfireh û yekgirtî li dij bisekinin.