Sara: Jiyanek têr û tije

- Zerda SÎLVAN
653 views

Çileya sala 2013’an bû, qeşayê li ser erdî pêçabû û her der wek şeve reşkekê, bi mijeke reş hatibû bêçan. Kolanên Parîsê ji sibehek sar re hişyar dibûn, sibehek bi jan, bi xof…! Bajar bi bêdengiyê hatibû nixûmandin, mîna ku kirasê mirinê li xwe kiribe û ji bo heta hetayê wê bêdeng bimaya!..

Rêhevlên Sakîne Cansiz, Agnes Von Alvesleben, Leyla Kaya, endama meclîsa jin a Rojbîn li Hamburgê û Hediye Kayapinar li ser jiyan û kesayeta Cansiz axivîn û balkêşandin ser têkoşîna wê a dem dirêj û bê rawest: Em ê jiyan, sekn û têkoşîna Sakîne Cansiz ji jinên Kurd  guhdarî bikin… 

Xwedî sekneke zelal bû

Agnes Von Alvesleben: Ez di sala 2005’an de hatim Hamburg ê, wê demê heval Sara jî wir bû. Havel Sara ji bo min kesek pirr cûda û taybet bû. Her wekî ku di jiyana gelek jinan de xwedî cihek taybet be, ji bo min jî ew xwedî kesayet û cihek cûda ye. Di pêvajoyek herê bi zehmet de arikarî da min, destê xwe dirêjî min kir û ger heval Sara neba, teqez ez ê ne di rewşa xwe a niha de bibama. Ji xwe dema ku hat Hamburgê gazî min kir û xwest ez di nav kar û xebatê de cih bigrim. Me nîqaş kir û min jê re got ku ez dikarim kar bikim, lê gelek nakokîyên min hene û berê her tiştekê hewceye ez wan çareser bikim. Dema ku min ev yek anî ziman, li min mêze kir û bi rûkenî ez bersivandim û got; ‘Na! Ez nebawerim ku ev pirsgirêkek ciddî be, dikare bê çareser kirin.’ Ji xwe piştî vê axiftinê ez tevlî kar bûm.

Min dizanî ew şoreşgerek kevne, ev yek bi sekn û nêzikatiya xwe, ji xwe dida diyar kirin. Ew kesek cihê bû, behs kirin û pênasekirina wê pirr zehmet e. Ez jê re gelek rêzdar bûm. A rast heya wê demê min zêde serhildêrî û berxwedaniya wê a li zîndanê nedizanî. Ew bi xwe jî qet qalê nedikir. Dema nîqaşên me çêdibûn jî bi gelemperî li ser kar û xebatan bû.

Li Hamburgê hat girtin; dewleta Tirkiyê radest kirina wê a Tirkiyê xwestibû. Ez wê demê ne li Hamburgê bûm, lê ji bo wergerê dîsan hatim wêderê û çûm girtîgehê. Heval Sakîne pirr hirs bibû, li hemberî vê neheqiyê hêrs dibû û digot, ‘ger tiştek hebe bila min radest kin, lê çima ewqas bê edaletî… Ez ê vê yekê qebûl nekim.’ Li wê derê jî xwedî seknek zelal bû.   

‘Bê çare nemînin’

Ji xwe piştî şehadeta heval Sara pirtûkên wê yên ku di sala 1991’an de nivîsî bûn, gihan destê min û yek ser ez fikirîm ka ez ê bikaribim wergerînim zimanê Elmanî an na. Bi zimanek zelal hatibûn nivîsîn; me wek komekê dest bi wergera her sê pirtûkên wê kirin. Ev xebat sê salan dom kir, lê di van sê salan de a rast ez her roj bi wê re bûm û di nav jiyana wê a herîkbar de diherikîm. Gelek caran dema ku min werger dikir, ez dieliqîm, wê demê min li wêneya wê a li dîwar mêze dikir û jê dipirsî ka ez wisa binivîsim wê rast be an na. Heval Sakîne hîn zîndî ye! Hîna jî dema ku tengaviyekê dijîm li wêneya wê mêze dikim, mîna ku min dibihîse û hîs dike; ew ji min re dibe arîkar. Bandora wê a li ser jinan gelek mezin bû, gelek jinên ku nedikarîn li cihekê bipeyvin, xwe îfade bikin, jê tesîr dibûn û xwe pêş dixistin. Jinan ev yek wek erk û deynekê didîtin.

Heval Sara ji bo me tevahiya jinan mîrateyek dewlemend hîşt. A ku fêrî me dikir ew bû ku em bibin xwedî têkoşîn û çi dibe bila bibe, em dest ji têkoşînê bernedin. Di got, ‘bê çare nemînin, hewl bide û wê demê tuyê teqez çareseriyê bidest bixî.’ Ne tenê di kar de, di jiyanê de jî ev yek esas digirt. Girîngî bi etîk û estetîkê dida. Ji xwe di sekna wê de jî ev yek pirr baş dihat xûyan. Xwe baş birêxistin dikir, spor dikir û her kêlî dagirtî dijiya. Ji bo heval Sara tu karek biçûk nebû, her kar girîng û li gor wê jî nêz dibû. Hin rojan ji bo taştê dema ku em dihatin komela jinê a li Hamburg ê, berê her tiştekê dest bi paqijiya derdor dikir. Her karek dikir, girîngî bi kedê dida. Her mirovek wek nirx didît û ji bo qezenç kirina wê jî hewl dida. Tu caran di kar de xeyîdandin an jî tiştek din nedipejirand. Ji bo wê jî xwe digihan her kesek ê. Bi mirovan re mijûl dibû û kes jî bandor dikir.

Saet derdorê 5 sibê bû ku xebera şehadeta wan min bihîst!.. Herkes perîşan bû, bawer kirina wê zehmet bû… Tenê wê gavê ev hat bîra min, tolhildan! Tiştek metirsyar bû…

Bi şehadeta xwe jî gelek kes anîn cem hev. Ew xwedî heskirin û bandorek wisa bû ku di pêvajoyek herê bi zehmet de jî hemû jin û gelê Kurd bandor kir. Şehadeta wê jî ji bo jinan bû sonda xwe bi hêz kirin û rêxistin kirinê. Ji xebatên jinê zevk digirt, ew kar tam jî li gor wê bû.

Tişta digot dikir

Leyla Kaya: Naskirina min a heval Sakîne zêdetir bi xwendina pirtûkên di derbarê wê de, dîsan vegotina çîroka jiyana wê a ji hevalên cihê ku min dibihîst, çêbû. Bi vî rengî ez fêr bûm ku heval ji destpêka damezirandina rêxistinê heya roja îro cihê xwe di nav têkoşînê de digre, jineke berxwedêr e. Ew wek sembola jina Kurd dihat vegotin; bê guman ez jî wek gelek jinên Kurd ji jiyan û têkoşîna wê bandor dibûm.

Dema ku ji bo cara ewil hat Hamburgê û nasîna me pêre çêbû, min hingê zanî ku hîn pirr kêm behsê kirine. Ew jinek xwe bawer û tişta digot dikir. Têkiliyên wê ên hevaltiyê pirr bi hêz û xurt bûn. Tişta ku ez herê zêde jê bandor bûm; pirr ji axaftin û nîqaşkirinê hez dikir, weke ku di pirtûka xwe de jî aniye ziman, jiyana wê her şer bû. Bi me re jî şer dikir, lê şerê wê ne takekesî bû, bi şerê ku bi te re dikir, tu pêş dixistî, hêz dida te. Têkiliyên hevaltiyê ên bi hêz, min herê zêde di şexsê heval Sakîne de dît. Hevaltî çiye? Hewceye bi çî awayî be? Ji bo mirov bigihe bersiva van pirsan a herê baş sekn û rêgezên heval Sara bûn. Wexta ku min li sekna wê dinêrî, wê demê min digot belê vaye sekna PKK bûyînê ev e. Ji rêhevaltiyê hez dikir, rexne dikir. Ev yek jî li ser asasên rast meşandin gelek girîng bû. Vê jî ez ji heval Sara fêr bûm. Ev nêzikatiya wê ji destpêkê heya roja îro kesayet û têkiliyên min ên hevaltiyê bandor dike. Ji bo vê, ez ji xwe dizivirim û pirs dikim ka ez ê çawa nêzî hevalên xwe bibim, çawa wan rexne bikim? Tişta ku herê zêde ez bandor kirim ev sekna heval Sara bû!

Fêr dikir û dida fêm kirin

Di mijara jinê de jî heval Sakîne tiştên girîng fêrî me kir. Di got ku jin lazime bi xwe bawer be, xwe hez bike, ji hev û du hez bikin û li pişt tişta ku dibêje heya dawî basekine. Ev yek bi me pirr dida hîs kirin. Sekna wê di heman demê de modelek bû ku em ji bo xwe esas bigrin. Min hêza xwe ji vî aliyê berxwedêr ê heval Sakîne digirt. Ji jina re ev yek jî digot; ‘xwe ji hêla zîhnî û fîzîkî bi hêz bikin, serxwe bin.’ Mînak dema ku hin caran em kêmek xûz dimeşîn, yek ser bala wê dikşand û digot xwe rast bikin û wisa bimeşin. Di got tu caran xwe netewînin û wisa nemeşin. Ev yek jî pirr xweşa min diçû. Bi vê gotina xwe ji me re digot ka jin lazime her tim çawa bisekine. Ev yek jî bi sekn û fikrandina xwe, bi her tevgera xwe bi me dida fêm kirin.

Ji bo min behsa şehadeta heval Sara kirin ne ewçend asan e. Şehadeta wan sê rêhevalan ne tenê ji bo min, jinê Kurd, di heman demê de ji bo tevahiya jinan bû xala werçerxê. Bûyerek bû ku me jinan tu caran nepejiran û em ê nepejirînin jî. Aliyekê şêweyê şehadeta wan, ji aliyê din de jî bi vî rengî ji nav me girtina wan pirr bi êş bû. Dibe ku sal biser de çûbe, lê hîn jî ronî nekirina bûyerê me dide fikirandin, ev yek kîn û xofeke mezin bi me re dide çêkirin. Helbet şehadet rêya her yek têkoşerên rêya azadiyê ye, lê a ku em napejirînin û me tu caran nekarî bipejirînin jî şehadetek bi vî rengî bû.

Heval sakîne, hem bi navê têkoşîna azadiyê, hem jî bi navê jiyana azad, xwe bawer a jinê, ya ku ket ser milê wê kir.  Dîsan di mijara avakirina şerê xwe de gelek tişt kir û bi ser xist. Em wek jinên ku hîn di nav kar dene û şopdarê rêya wê ne, ji vir şûnde a dikeve ser milê me û bi awayek herê rast di rêya ku wê ji bo jinan vekir de meşîn, xwedî girîngiyek taybet e. Şehadeta heval Sakîne giran bû, lê a hewceye em bikin ew e ku li cihê ku wê hişt de, em xwedî li têkoşînê derkevin û bigihin astekê ku ji xeyalên wan re bibin bersiv.

Em jê bandor dibûn

Hediye Konakpinar: Behsa heval Sakîne kirin bi qasî ku zor, ewçend jî vegotinek her alî dixwaze. Em çiqas qala heval Sara bikin bila bikin, lê dîsan jî aliyeke xwe her kêm dimîne. Min cara pêşîn heval Sara di sala 1994’an de, li festîvalekê dît. Hevalekê em bi hev dan nasîn: Dema em dan nasîn heval Sara yekser got ku diyare ew xebatkarên jin in. Ji ber ku me hemûyan wek hev xwe kiribû; kirasê me hemûyan wekî hev bû. Sekna wê a xwe bawer, serxwe û nêzikatiya wê bala min kêşa bû. Wisan xwe bawer disekinî ku ez heyran û matmayî hiştim. Her ku min ew nasî, min çêtir fêm kir ku ew yek ji wan jinane ku xwedî têkoşînek bê rawest a li dijî zîhniyeta zilamê serdest e. Têkoşîna tevgera jinê, nasnameya jina azad û berxwedêrî, mirov herê baş di kesayeta wê de dikarî bibîne.

Ji xwe dovre, li cihên cûda şansê min ê dîtina heval çêbû. Çi dibe bila bibe, lê tu caran li hemberî neheqiyê nedikarî bêdeng bimîne. Li Hamburgê nêzî salekê şansê ku em bihevre bixebitin pêk hat; wê demê komela me a jinan hebû. Li komelê hin caran çêdibû ku me digot ka em ê çawa bikin, ew kar wê çawa çêbe? Lêbelê heval Sakîne her alî nêzî mijar û kar dibû. Bi me dida nîşandayîn ku ji bo birêxistin kirina vî karî bi hezarî rê û rêbaz hene. Yekser arikarî dida û digot vî karî hûn dikarin wiha birêxistin bikin. Bi dehan metod li cem bûn û ji bo her karekê teqez nêrîn û fikreke wê hebû. Xwedî bi dehan projeyan bû.

Heskirinek ji deryayê

Wê demê dixwest herkesekê tevlî kar û xebatê bike. Ligor wê, di nav kar de ji bo her kesekê teqez kar hebû, bi vê bawer dikir û herkes dikşand nav kar de. Heskirina wê ya mirovan wek deryayê bû, bê ku yêkê bide alî, bê ku li nêrîna wî/wê a cihê binêre, yan jî asta kes binêre, dikarî herkesekê hembêz bike. Mînak li Hamburgê mal nînbû ku heval Sakîne neçûbê. Yekser xwe bi xwe, bi kesan re diket têkiliyê û dema ku ev yek dikir jî bi dilnizmî nêz dibû. Ji rêgezên xwe yên rêxistinî tu caran tawîz nedida. Ev nêzikatiya wê jî dihîşt ku em her tim xwe bixin bin lêpirsînê.

Dema ku ji komelê veqetî, ji min û heval Leyla re got ku ‘ez vê komelê emanetê we dikim.’ Piştî salan ku zivirî; ku wê demê êdî komela jin hatibû girtin, yek ser li me zivirî û got, ‘ka komela jinê, ma dema ku ez çûm min emanetê we nekiribû.’ Komela jinê ji ber nêzikatî û xebata me a kêm hatibû girtin. Mixabin me nekarî xwedî li emaneta heval Sakîne derkevin û ev yek jî ji bo me xemgîniyek mezin bû. Dem bi dem, dema ku ev yek tê bîra me, ez ji kûr de pê têşin. Çima ez vê yekê dibêjim, ji ber ku heval Sakîne tenê yek alî kar birêve nedibir, xîtabê her aliyê jiyanê dikir. Heval Sakîne ligor asta kes dikarî nîqaş bide meşandin, semîner bide û dikarî bi her kesekê re têkilî deyne. Li gel vê jî xwedî sekneke rêxistinî bû û giraniya vê jî dida hîs kirin.

Ger carekedin şensê min yê vegera wan rojan çêbiba, dîsan li Hambûrgê bi heval Sara re şansê kar kirinê pêk bihata, ez wer texmîn dikim ku minê kar û xebatek pirr cûda bimeşanda. Ji ber ku di min de gelek tişt kêm ma, kêm hat hiştin. Karê ku destê xwe tavêtê, bi heskirin dikir. Ji ber ku her tişta dikir û digot ji dil bû, dikarî zû xwe bigihîne her dilekê. Destê xwe bida kê, ji ber ku ji dil bû, ew kes bandor dikir û xwe dikarî zû bigihînê.

Dema ku şehadeta heval bi telefonê xeber dan min û ji min xwestin ku ez yekser bêm komel ê, min bawer nekir û wek henekek ne cih min hesiband. Lê dema ku ketim komelê min hingê rastî di wechê hevalan de dît û dikarim bibêjim êşek wisa bû ku behs kirin an jî pênase kirina wê nepêkan e. Bi esareta Rêbertiyê re aliyek me û bi bûyera Parîsê re jî nîvê din ê dilê me hatibû tarûmar kirin. Guleya ku li heval Sakîne dabûn, guleyek bû ku li mêjiyê Tevgera Jina Kurd xistibûn.

Weke ku roja mehşerê bû

Bilîcan Eroglu:  Heval Sara çend caran bû mêvanê me. Berê wê jî mîn ew lî Bremen ê, dema ku kampanyaya “ji next re na”, a li Ewrûpayê hatibû destpêkirin, nas kir. Ji roja ku min nas kir, tişta herê zêde bala min dikşand sekna wê a xwe bawer û dilnizmiya wê bû. Dema ku ji bo cara ewil hat mala me, weke ku me hemûyan berê de nas dike, wisa ji dil em hemû hembêz kirin. Di hembêz kirina wê de jî esalet hebû. Xwedî disîplîn bû. Her sibeh teqez spor dikir. Her çend me jiyana wê pirr meraq dikir, lê wê qet behs nedikir. Gelek caran dema ku sibehan dixwest biçe sporê, hevserê min bi armanca parastina wê dixwest pê re biçe, lê her digot na, ne hewceye, ji xwe tu bê jî tu nikarî bigihî tempoya min. Dema ku me jê re digot nebeşe, wê em dibersivandin û digot, “meraq nekin tiştek bi min nayê.” Ji kesekê neditirsî, lê dewlet jê ditirsîn.

Sibeha ku her sê jinên şoreşger şehîd ketin, ez li ber televîzyonê bûm. Hemû televîzyonan qala bûyerê dikir. Destpêkê min baş fêm nekir, ez ber bi hevserê xwe re çûm û min jê re got ku tv. qala hin tiştan dikin. Min nekarî yekser jê re bibêjim ku qala şehadeta wan sê jinan dikin. Wê rojê, weke ku hemû xanî di bin lingê min de dihejî… Ew li ber çavên me kesek pîroz bû û me digot ku tu tişt nikare bi wê. Baş tê bîra min, ez bi rojan bi ser xwe de nehatibûm. Lê, dema bi tiştên ku heval Sara gotibûn, têkoşînê difikîrîm û ji bo bibim xwedî seknek şayan, ez li xwe dizivirîm. Ger ez îro hîn têdikoşim û wiha bi hêz disekinim, ev jî ji ber keda Sakîne Cansiz e.