Sara rêya Tekoşîn û berxwedanê ye

- Nûpelda DENÎZ
712 views

Sakîne Cansiz bi nasnav Sara yek ji pêşenga (Partiya Karkerên Kurdistan) PKK’ê li Parîsa paytexta Firansayê, di 9’e Çileya 2013’an de ji aliyê dewleta Tirk û hevalbendên wan, tevî du aktîvstên din ên jin tên qetilkirin. Şehadeta Cansiz bandorek mezin di asta cîhanî de da avakirin. Bê guman yên ku herê zêde bandor bûn jî jinên Kurd bûn.

Cansiz demekê li wargeha Mexmûrê mamostetiyê dike û hewl dide pêdiviyên xwendekaran ên di vî mijarî de bi cih bîne. Di 8′ emîn salvegera qetilkirina Cansiz de, xwendekarên ku li Mexmûrê di ber destê Cansiz fêr bûn, perwerde dîtin, bi wan re ji nêz de eleqedarbûn hat çêkirin, behsa nasîna xwe a bi Cansiz, şêwaza perwerdehî û keda wê a ji bo zarok û ciwanên Mexmûrê dikin û bal dikşînin ser van xalan:

‘Kesek cûda û bi heybet bû’

Bêrîvan Demîr ku niha mamosteye û yek ji xwendekara Cansız bû, di derbarê nasîna xwe ya bi Cansiz re wiha axivî û got: “Cara yekem heval Sara di sala 2000-2001’an de hat wargehê, wê demê ez xwendekara dibistana amadeyî 2 bûm. Haval Sara dersa demokrasî dida xwendekarên dibistanê. Min haval Sara wê demê nas kir!

Haval Sara kesek cûda û bi heybet bû, ewqas bala mirovan dikêşand ku dema mirov ew didît, hertim mirov dixwest biçe hembêza wê de, bi du destan bigre û bernede. Tişta ku heta niha li ber çavê min maye û dimîne, xweşikbûna rûyê wê, sadebûna wê ya ku mirov dikêşa xwe bû. Pirê caran min dixwest xwe bavêjim hembêza wê û mac bikim. Ji ber ku ew heybeta wê bandor li ser me çêdikir, bala me dikşand ser xwe. Bêyi ku li ser rûyê xwe destkariyekê bike, xwezaya rûyê wê, xweşikbûna rûyê wê, xweşikbûna ruhê wê dida diyarkirin. Ev xweşikbûna rûyê wê ku li ser tevahiya laşê wê dibiriqî, ez bandor dikirim. Gelek caran em bi hevre diaxivîn, li ser pêşketina xwendekaran û li ser esasê bername, planlansaziyan pêşbêxin, gelek caran rê nîşanî me dikir. Ji bo em jî kar bidin meşandin, kar û barê xwendekaran bi cih bikin, li ser wê esasî têkilî bi me re didanî. Hem jî bi taybet weke xwendekarên keç ku wê demê rêjeya xwendina keçan gelek kêm bû.”

‘Şêweyê dan û sitandina wê em bandor dikirin’

Bêrîvan diderbarê şêwazê ders dayîna Cansiz de jî diaxive û wiha pêde diçe: “Ew pola ku min têde dixwend em sê zarokên keç bûn, jixwe hin ji wan dest ji dibistanê berdan; wê demê em tenê sê kes di refa amadeyî 2 de bûn. Di amadeyi 3’ê de jî em tenê sê keç mabûn, yên din hemû xort bûn. Ji ber wê, ew gelek bi me re eleqedar dibû. Haval Sara her tim dixwest keç bikaribin xwe îfade bikin û bi azad tevbigerin, şêwazê wê yê perwerdeyê jî wisa bû, em wisa fêr dikirin. Gelek caran dema ku me ew wiha bi hêz didît, me digot xwezî carek ez ji weke havala Sara bûma!

Cesarat, ew ruhê wê û rêveçûna wê bandor li me dikir. Di civaka heyî de dema ku keç nûciwan e, gelek ji fizika xwe şerm dike. Ev yek di hemûyan de pir eşkere dihat ditîn, ji bo wê dema ku me heval Sara didît, me di got; ‘xwezga em jî weke wê ban, ew ruh û cesareta di wê de li gel me jî heba.’ Şêweya axaftin, dan û standina wê bandorek mezin li ser me çêdikir. Ji ber nêzikatiya wê nêzîkatiyek ji dil bû, havaltiyek rast bû, ew havaltiya wê jî li ser pêşxistina mirov bû. Ji hêşinayî gelek hez dikir, hertim ji me re digot, li derdora xwe hêşinahiyê biçînin.”

‘Sara xwedî seknek berxwedêr bû’

Bêrîvan balê dikşîne ser biryardariya Cansiz û dide dikarkirin ku rexmê temenê xwe jî ruhê wê ciwan bû, wisa jî jiyan dikir û wiha dirêjî bi axaftinên xwe dide: “Dibe ku bedenê wê rastê şikenceyên giran hatibû, pir zor û zehmetî dîtibû, lê mêjiyê wê bi hêz, xwedî zanist bû. Zehmetiyên mezin kêşabû lê cardin jî xwedî sekneke berxwedêr û jixwe bawer bû. Çi di nava civakê de û çi jî di nav komên cûda de, çi hewce baya dikir, bê helwest nedima, ev yek jî berxwedêriya wê dida diyarkirin. Em ciwan bûn û dema em heya cihekê biçûna bêhn li me diçika, me nedikarî bimeşiya û spor bikira, lê wê rexmê temenê xwe, li Mexmûrê ku kesê spor nedikir; her sibeh radibû û bê ku rojekê direng bixe, spor dikir. Ji me re digot; ‘hûn çima spor nakin, wê bedenê we pûç bibe, hûnê tenduristiya xwe ji dest bidin. Tişta herî baş bedenê bi tenduriste!’ Heval sara biryar da ku em her sibe beriya dersê sporê bikin û nû bikevin refên xwe. Armanc mêjî û bedenek bi tendurist avakirin bû û em dovre ketin ferqa vê yekê.”

Bêrîvan wiha pêde diçe: “Ji tiştên hunerî jî gelek hes dikir, her tim dixwast tiştên hunerî bi dest bixe û bala wê tiştên xwezayî dikêşand. Ji perwerdekirina mirovan gelek hez dikir, ji xwe dîtina wê bi xwe jî mezintirîn perwerde bû. Tişta ku hîşt em qet ji bîr nebin jî ev nêzikatiyên wê bûn ku ew ji her tişt û kesê cihê dikir.  Dema ku ders şîrove dikir, bi tevger û axaftinên xwe, nêzikatiya xwe a bi zanist, heta zanina xwe ya dîrokî û gelek bîranîn wê yên ku çêbûne bi mere parve dikir. Heval Sara bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin û bi ciwanan re ciwan bû. Kêsê ku ew didît bi germahî nêz dibûn, bi vê germahiya xwe girêdanek bi mirov re dida çêkirin.”

‘Ji gelê wargehê pir hez dikir’

Bêrîvan wiha didomîne: “Haval Sara girîngiyek taybet dida xebata jinên ciwan. Dixwest jinên ciwan bi awayek azad biryar bidin û bi cesaret xwe di nava hemû karan de bibîne.  Gelek dixwest em wek keçên ciwan di nava rêveberî û karan de cih bigrin. Bi şêweyê perwerdehiya xwe dikarî hemû jinên ciwan û xwendekaran li dora xwe kom bike; herkesê/î dixwest bi heval Sara re rûnê û sohbet bike. Sara, ji bo me wek dayîka zansit ku tu her kêliyê tiştekê jê fêr bibî bû. Hertim dixwest jin xwedi vîn bin û bikarin biryara xwe, xwe bi xwe bidin. Heta rojekê got; ‘çima keç ew qas xwe ditewînin û şerm dikin, çima jin ji ber sîngên xwe, xwe ditewînin?’ Dixwest fêm bike û ji wan re bibe arîkar. Jixwe yekser şîroveya wê jî dikir û digot ev tê wateya mirovên şermok û bê vîn. Di got bila singê we her tim req û serê we bilind be. Pişta xwe netewînin, bila her tim serê we jûr be. Tu caran ji fizîka xwe şerm nekin,  ev tiştek xwezayî ye!

Ji gelê wargehê gelek hez dikir û digot gelê wargehê pir berdêl dane. Di cara dawî de ku hat wargehê çû saziya malbatên şehîdan daku hemû gelê wargehê bibîne, li wêderê gel kom bû, bi heskirin û yek bi yek kes hembêz kir û xatir ji wan xwest. Ew di dilê gelê wargehê de giranbiha bû, ew por sora gelê xwe bû! Şehadeta wê bandorek mezin li ser gelê wargehê çêkir…”

‘Lazime hûn kêmekê xwe biwestînin’

Bêrîvan qala bîranîneke xwe a bi Cansiz re dike û wan rojan wiha tîne ziman: “Bavê min nedixwest ez biçim cihê dûr û perwerde bibînim, ez jî bê xebara malbatê derdiketim û diçûm. Ji wê rojê ve havala Sara her tim ji min re digot keça azad tu biryarên li ser te ferz dikin napejirînî, tişta ku min nîşa te daye, tu pêk tînî!

Beriya ku derbasî derveyê welat bibe, bi me mamosteyan re civiya û got; ‘ez hatime we bibînim û nû biçim.’ Gazî min kir û ez jî çûm cem! Ji ber ku ez xwendekara wê bûm û ez niha jî bibûm mamoste û ev yek bala wê kêşa bû. Min ew hembêz kir… Yek ser ji min pirsî û got, min bihîstiye tu zewiciyî!.. Min jî ew bersivand û got rast e! Dîsan li min zivirî û got; ‘çend zarokên te hene?’ Min jî da diyarkirin ku 2 zarokên min hene. Ji min pirsî ka ez çima ne li dibistana amadeyî ders didim, min jî da zanîn ku zehmetî û zanabûnek hîn kûrtir dixwaze û westandin divê. Lê wek her car da diyarkirin ku hewceye em xwe biwestînin û xwe bawer tevbigerin.  Ji vê gotina wê min hêz girt. Ji bo wê, di sala 2014’an de min biryardariya xwe a di vê mijarê de bi dengek bilind anî ziman.”

Dixwest jin xwe pêş bixe û zana bibe’

Kewzer Kara Kaçan li ser rola Cansiz û bandora wê ya li ser jinan dike û hestên xwe bi van gotinan tîne ziman: “Ez di kesayeta şehîd Sara de tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Heval Sara peşenga jinên têkoşer bû. Ger em di roja îro de di dibistanên wargehê de perwerde didin û em gihane vê astê, ev yek di encama ked û hewldana heval Sara de pêk hat. Ji ber vê çendê jî em deyndarê heval Sara û tevahiya şehîdên Kurdistanê ne. Naskirina min ya bi heval Sara re di destpeka sala 2000’an bû. Nezikatî û taybetmediyên heval Sara cihê bûn, pir ji mirovan hez dikir û xwe nazî her mirovekî dikir. Bi taybet jî hertim dixwest jin perwerde bibîne, xwe pêş bixe û zana bibe. Dema hat qada perwerdeyê bi kesên cûda re axivî û hewl dida wan qanî bike ku wek mamoste erk bigirin. Ji ber ku di wan deman de hejmara mamosteyên jin pir kêm bû. Di encama hewldana heval Sara de hejmarek zêde jin tevlî xebatên perwerdehiyê bûn û wek mamoste erk girtin. Gelek ji wan kesan hîn jî li wargehê mamostetiyê dikin û erka xwe pêk tînin. Hertim dixwest li Mexmûrê asta xwandinê pêşbikeve, jin perwerde bibînin û bibin xwedî zanist.”

Li Mexmûrê yekem dibistana dayîkê

Kewzer behsa hewldana Cansiz a ji bo vekirina dibistana dayîkê jî dike û dibêje: “Li Mexmurê dibistanên seretayî û navîn hebûn, lê dibistana dayikê nebû. Heval Sara pir hewldan kir ku dibistana dayîkê bê avakirin. Bêguman hewldanên wê jî encam girtin û serket. A ku ji bo cara ewil li Mexmurê dibistanên dayikê dan avakirin, heval Sara bû. Ji zarokan pir hez dikir, bi taybetî jî ji zarokên keç re nêzikatiyek taybet nîşan dida. Niha bi dehan zarokên ku navê heval Sara lê hatine kirin hene; zarokên ku heval Sara bixwe jî nav lê kirine hene.

Heval Sara gelek ji sporê hezdikir, bi qasî heyvekî em bi hev re saetên siharê dimeşiyan. Gelek caran hêza me têra ne dikir, lê wê hewl dida ku me ferî sporê bike. Têkiliyên heval  Sara di civakê de pir bi hêz bûn û dihat hezkirin. Di nav gel de têkiliyên xurt û qehîm dabûn avakirin, kes ji bîr nedikir, serdana malbat û nexweşan dikir. Tu caran dema xwe vala derbas nedikir.”

‘Sara kesayetek mînak bû’

Kewzer bi van gotinan dawî li axaftinên xwe tîne: “Dema ku ji Ewrûpayê dihat teqez heya serî li me nedaba nediçû, ji mezin heya biçûk, bi her yek ji me jinên wargehê re ji nêz de eleqedar dibû. Ji zarokên keç pir hez dikir. Dema ji Ewrûpa hat û serdana me kir, ji kurê min yê biçûk re çil anîbûn; ji xwe ez wan cilan hîna jî radikim! Têkiliya min û heval Sara gelek xurt bu, di rastiyê de tekiliya heval Sara bi hemû kesan re wiha xurt bû. Şêweyê têkilî û danûstandina heval Sara bi kesan re pir cûda bû. Mirov pir rehet dikarî  hemû tiştan pê re parve bike. Ew kesayetek mînak bû. Keda heval Sara a ku ji bo têkoşîn û Şoreşê dayî tucaran nayê ji bîr kirin. Ew hertim di dil û mêjiyê min deye. Keda wê ji her alî de mezin bû, lê bi taybetî keda ku di qada perwerdeyê de da wê tu caran neyê ji bîr kirin. Em ê hertim şopdarê Sarayan bin.”