Şekilgirtina tevgera jinan di Îranê de

- Gelawej Ewrin
517 views

Tevgera jinan li Îranê zêdetirî sedsalî li pişt xwe dihêle. Jinên Îranê jî bi tevlîbûna di şoreşa Meşrûteyê de ku 6 sal beriya fermîbûyîna roja cihanî a jinan pêkhat, wate dane rola xwe ya ku dikarin wek mirovên ji civakê tevlî bibin û daketin qadan. Bi avakirina dibistanên keçan û derxistina kovarên jinan û rêxistinên jinan û girîngiya xwendinê, bûne pêşengên jinavbirina newekheviyan.  Ev nayê wê wateyê ku di dîroka beriya wê de, tekoşîn û berxwedaniya jinên Îranî li hember hêzên desthilatdar nebûye. Tevgera jinan di Îranê de wek tevgera civakî a jinên Îranî di demên cuda de ji bo bidesxistina mafên jinan û keda wan têkoşaye ku mînaka herî berbiçav di navbera salên 1906-1910 heta 1936’an Tê dîtin.

Tevgerên civakî ji aliyê komek ku ji rewşa heyî nerazî ne ve pêk tê ku pêkhateya civakî ya heyî dixine nav nakokiyan û armanca wan jî guhrtin û çêkirine. Rêber APO di vê mijarê de wuha dibêje: “heta ku armanc bidest nekeve, wê helwestên reformxwaz berdewam bike. Ger rêxistinek vê yekê pêk neyne bi cewherê xwe re dikeve nav nakokiyan û ji kirin û armancên xwe re bêhurmetiye dike”.

Ev rastiyeke ku hukumet û hêzên desthilatdar ên heyî tevgerên bi vî rengî ji desthilatdariya xwe re wek xetere dibînin û bi hemû hêza xwe hewild didin wan ji hev belav bikin. mirov dikare bibêje dema hişmendiya mêrê desthilatdar hewil da çanda xwe serwer bike, tekoşîn û berxwedaniya jinên azadîxwaz jî destpêkir. Di vê axê de ku gelê wê Aryayî ne û bi çanda Zerdeştî jiyan dikirin, jin xwedî cihek pîroz bû. Derbasbûna çanda cinsyetparêz di civakê de bû sedema guhertinên nebaş. Ev çand ji aliyê deshilatdaran ve tehmîl bûye û hewil dan di hemû tevnên civakê de vê çandê bicih bikin. ji bo bêrengkirina çanda Aryayî ku bi pîrozahiyên ola Zerdeştî re lihev kiriye û mirovan bilind dike, serî li her rêbazî dane. Ewçend ku jin hêdî hêdî ji asta xwedawendbûnê dûr dikeve û dadikeve asta xidam, cariye, kenîz, karkerek bêheqdest, fahîşeyek taybet û hewd. Ji wê ye ku mijara jinê li dawiyê maye û ji bo çareseriyê divê di serê her tiştî de were.

Tevgerên jinan wek beşek ji tevgera netewî a mezin bi armanca serxwebûna welat û pêkanîna makezagonê, beşdar bûn û xwedî hestên netewî bûn. Di dema guhertinên siyasî ên şoreşa Meşrûteyê jî zêdetir beşdarî aktîvîteyên li derve bûn. ENCO’yên taybet û saziyên veşartî ava kirin, di mitîngan de pêşengî kirin û ji bo Meşrûteyê hem tekoşîna çekdarî kirin û hem jî di qadên din de têkoşan ku paşê di makezagona Meşrûteyê(1906) gelek mafên jinan ji nedîtî ve hat (qanûna zewac, berdan, xwedîkirina zarokan û…) û jin wek sûcdar hatin hesibandin û ji mafê dengdayînê bêpar man. Wê şaş nebe ger mirov li vir behsa gotinek Rêber APO bike ku dibêje: “bi desthilatdariyê ne mirov dikare şoreşê bike ne jî guhertinê. Hêjmarek kêm ji jinanên alîgirên Meşrûteyê daxwaza mafê jinan dikirin. Lê yekemîn jinên ku di tevgera mafê jinan de beşdar bûn yan bixwe ji Meşrûtexwazan û aktîvîstên tevgera netewî a 1280 bûn wek(Sedîqe Doletabadî û Banû Emîr) yan jî ji malbatên rewşenbîr ên netewparêz bûn wek (Muhterem İskenderî). Piştî sarbûna germahiya Meşrûtexwaziyê, “hemû jinên nexwendî vegerin cihên xwe yên berê!” û tenê jinên xwendî û rewşenbîr di tevgera mafê jinan de man.

Bêguman jinan serî li her rêbazî dan ji bo bidestxistina mafên xwe. Li hember zilma hundir rabûn, li hember zilma derve tekoşîn kirin û bi wêrekiyek bêhempa di refên dijberên siyaseta Rûsya û Îngilîzan de sekinîn. Bi vê yekê re jî, mijara desthilatdarî û hêzê nehatiye famkirin. Tevger, rêxistin, şoreş û serhildanên bêhêjmar di dirêjahiya dîrokê de ji bo bidestxistina mafê xwezayî ê gelan çêbûne, berxwedane, xwe feda kirine. Lê mixabin dawiya hemiyan gihişte astekî ku nekarîn ji hêvî û daxwazên jinan re bibin bersiv û destkeft û encamek têr bi dest bixînin. Misoger armanc û daxwazên van tevgeran dicih de û mafdar bûne. Ji bo wê jî ev pirs tê aqilê mirov ku li gel mafdarbûna wan, çima serneketin û têk çûn? Çima nekarîn bigihêjin armanca xwe û bi hêsanî ji qada tekoşînê dûr ketin? Çima hinek tevgeran piştî ku xwe spartin hêzê ji naveroka xwe ya civakî-gelî dûr ketin? Gelo ev çarenûseke? Ya jî divê em bawer bikin ku dîrok xulaseyek ji dubareyane!? Yan jî çavkaniya van hemû sedeman li kuye?

Nebûna demokrasiyê û pêwîstiya guhertinê

Bêguman rûyê siyasî-civakî ê desthilatdariyê yên dema Qacar û Meşrûtê, etmosferek girtî ji bo jinan ava kir. Carnan hewayê azad û azadiyê hinek jin bi şoq û şeng dikir ku ew jî tenê di qada wêje û bi taybet helbestê de bisînor dima. Carnan jî dengê qêrîna jinan ji koşk û serayên şah derdiket ku ew jî hema difetisî. Rol leyîstina jinan li pişt perdeya serayê jî mijareke ku nabe mirov behsa wê neke û di ber de derbas be. Mîrateya hişmendiya ku bi salan fêrî mêtîngerî û komployê bibû vê carê jî bi terorên bêhêjmar hîn bêhtir rûyê zalim û dijber ê hukumeta demê nîşan dida. Li pişt wan rolên qirêj ferqek nebû ku jin yan jî mêr cih bigire. Helbet jin bêhtir bi nebûna demokrasî û azadiyê di Îranê de dihesiyan. Tabloya neqişandî a ku kûrahiya koletiyê di kerxaneyên taybet(Heremserayan) de nîşan dide, êdî rewşek nebû ku bihata pejirandin. Êdî dîroka beşdarkirina çend jinên wekmêran di karên dewletî-derbaran de, derbas bibû û ti sedemek ji bo pêkanînên hişmendiya dij-jin a pergala desthilatdar nedihate hesibandin. Nebûna perwerdê ji bo jinan bi serê xwe valatiya di derbasbûna ber bi demokrasiyê ji bo têperkirina pergala paşverû tije dikir.

Bi yekemîn têkçûna di qadên siyasî de

Li gel ku jinan rolek girîng di serketina şoreşa Meşrûtê de leyîstin, hema di serê pêşîn de çêbûna makezagona ku hişmendiya mêrê desthilatdar xalên tirsnak tê de bicih kiribû, siyek ji newekheviyê danî ser Meşrûteyê ku encama wê jî cudahiyên di navbera cinsan de bû. Divê bê zanîn ku ev cêwazî hema ji destpêkê ve Meşrûtexwazî ji naveroka felsefî û azadîxwaz dûr xist. Kesayetek berjewendîparêz û oportonîst ku ne tenê piştî şoreşa Meşrûtê di ti demek ji dîroka Îranê de sozên xwe pêk neanî. Mafê dengdan û hilbijartinê ji jinan re hat qedexekirin. Kete refa biçûk (sexar), biyanî(ecanêb) û canî. Bi vî awayî jinên Îranî ji şoreşa Meşrûtê ti xêr nedîtin û firsendek ji bo gihiştina bi armancên xwe yên însanî bi dest nexistin. Tevgera ku îdiaya azadî û wekheviyê dikir, karî xwestek û daxwazên demokratîk ên jinên Îranî ji nedîtî ve were û ewçend bêberpirsyar bimîne. Ev jinavbirina dîrokî pirsek li pey xwe hişt ku ji sedeyekî zêdetir bê bersiv ma. Di rewşeke ku zana û rewşenbîrên Îranî ji tirsa ku bi meylên femînîstî ku di nêrîna wan de tê wateya jirêderketin û azadiya cinsî, neyên tawanbarkirin, ticaran newêrîn bersivê bidin vê pirse. Lê îro ji bo jinên Îranî ev pirs ewqasî jî bêbersiv nîne.

Dema Rizaşah, veşartîbûna tevgerê

Di vê serdemê de em dibin şahidê tund û tijiya vekirî û bêpervaya pergala li hember jinê. Rizaşah piştî ku hate ser desthilatdariyê dest bi hewildanên serkûtkirin, rawestandina weşanan û rêxistinên serbixwe bi taybet saziyên jinan kir û ya herî dawî jî di sala 1937 yan 1938’an de girt. Ji aliyek din de jî bi qanûna “keşfa hicab” rûyê dij jin ê xwe baştir derxist. Kesayeta teqlîdger û rojavayî a Rizaşah bû sedem ku mesafeya di navbera dewlet û gel zêdetir xûya bike. Ji bo garantîkirina hêza mutleq serî li hemû rêbazên nedemokratîk da û hewil da deskeftiyên gel û bi taybet jinên Îranî bênirx nîşan bide. Bi taybet mafê parastina parlemaniyê ji parlementoyan digire, partiyên siyasî ji holê radike, rojnameyên serbixwe digire û… ji biçûktirîn liv û tevgera di nav civakê de ditirse û ji bo serkûtkirina wan serî li her cûre rêbazan dide. Herwuha ji bo gihiştina bi armancên xwe –jinûve avakirina Îranê li gor rojava- karên wek; bêbandorkirina mezheban, hilweşandina formên qebîle-eşîran, belavkirina nasyonalîzmê, zêdekirina perwerdeyên leşkerî û sermayedariya dewletî kir. Ew xwedî hişmendiyek serkûtger bû. ji xwe şêwazê hatina wî ya li ser hukumetê jî bi darê zorê û bi darbeyê pêk hat. Di dema ciwaniya xwe de jî bicaran ji bo tepeserkirina dijberan û azadîxwazan ku li dijî hêzên demê serî radikirin, tevlî gelek êrîş û çalakiyan bûye û heta rêbertiya wan jî kiriye. Hemû kesên ku ji bo xwe wek xetere didît, heta hinek ji wan ku wezîr, nûner, rojnamevan û hevalên wî yên nêz jî bûn, tepeser dikir. Ramana wî ya nexweş û desthilatdar û harbûyî derveyî bidestxistina hêza mutleq, girêdayî ti nirxî nebû. Hêza ku bibû sedema qirêjî û zêdebûna nexweşiyên civakî û bi ti nirxên civakî ve girêdayî nebû.

Herwuha çîna navîn a jinan fersend dîtin ku di fabrîka, nexweşxane û navendên din ên îdarî de kar bikin. Di rastî de siyaseta fermî ew bû; jinan ji bo ku ji hêvî û daxwazên rejîma Pehlevî re bibin bersiv, amade dikirin. Armanca bingehîn pratîkkirina modelên civakî ên rojavayî bû û Rizaşah ev yek jî wek pêşketin û modernbûyînê dihesiband. Di nêrîna wî de her çiqas civak û bi taybet jinên Îranî bikarin xwe di azadiya wî ya ku ji derve hatibû de bihelînin, wê ewqasî girêdana xwe ya ji birayên xwe yên rojavayî re îsbat bike û wê welat pêş bikeve. Lêbelê yek ji van jî nebûn sedema pêşketin û guhertina civak û jinên Îranê. Meylên rojavayî ên Rizaşah hêdî hêdî dibû sedema hilweşandin û lawaziya pergala wî. Eşkereye ku Rizaşah ji famkirina çanda xwemalîn a Îranî dûr bû û roj bi roj mesafeya wî ya bi dîrok, nirx û piroziyên Îranî re zêdetir dikir. Nirxên ku ji dilê civakê reh berdabin û pêşketibin, di dema pêwîstiyên guhertinê de jî nerm û esnekin. Ev nayê wê wateyê ku ji bo guhertina wan mirov serî li rêbazên zor û hêzê bide. Çand ji hinavê civakê derketiye û civakiye. Nakokiyên çandî kûrtir dibe û mayîna di navbera du çandan de dibe sedema avabûna bêkarekteriyê. Herwuha rewşa jinê mînaka herî berbiçav a vê nakokiyê ye. Mêzînek çor ji pirsgirêka jinê re çêbû û nasnameya civakî rastî kirîzê hat. Bi awayekî ku ne civakek tam klasîk û ne jî bi tevahî modern ava bû. Ev hemû bûn sedem ku civakek bikirîz û kesayetên têkçûyî, bêistiqrar, kêmîrade û çendrû derkevin.

Ji bo wê jî tecrîdkirina tevgerên jinan di vê demê de gelek valatî di şertên jiyan û karê jinan de çêkir. Ji aliyekî ve çanda dij-jin a desthilatdar li ser civakê nekarî tevlîbûna jinan li kêleka mêran u derveyî sînorên çardîwariya malê rabike û ji aliyê din jî xwestek û daxwazên jinan, bi bêpervayî hate tepeserkirin. Di dawiyê de zêdebûna van pirsgirêkan di civakê de kete pêvajoyek din.

Saziya jinan di hizba Tûde de

Tevgera jinan ku heta wê demê di bêdengiyê de bû bi destxistina fersendek biçûk, dîsa ber bi qada tekoşînê ve gav avêt. Wer ku di wê demê de jî tevgerên jinan ku wek beşek ji herikîna civakî dihat dîtin

û xwedî têkîlî û peywendiyên tekoşînek bi armanc, bi hêza zindî ku xwedî hêza guherînek bingehîn bû, dihat hêvîkirin ku beşdarbûnek zêde bike. Tevlîbûna hêjmarek zêde ji jinên rewşenbîr û xwendevan di partiya Tûdê a Îranê hêviyên heyî zêdetir dikir. partiya Tûdê 1946’an ku xwe wek mîrasek demokrasiya sosyal a dema Meşrûtê û partiya Komonîst a Îranê dizanî, karî endamên herî zana û xuliqkar ê nifşên ciwanên Îranê ber bi xwe ve bikşîne. Gelek jinên xwendevan, şair û hunermend jî beşdarî vê partiyê bûn. Meryem Fîrûz yek ji kesên navdar ê siyasî û wêjeyiyê Îranê di wê demê de bû ku dijbertiya rejîma Pehlevî dikir û bû endamê Tûdê. Kovara partiyê a “Hişyariya me” ku ji bo jinan dihate weaşndin jî yek ji destkeftiyên vê rêxistinê bû. Dema em bi kûrahî li dîroka vê partiyê û li şêwazê tekoşîn û nêrîna wan ji bo jinan temaşe bikin, mirov bi eşkere dikare bi vê valatiyê bihese ku partiya Tûdê bi xwerêxistinkirina xwe ya di nav tevgerên jinan de ku ji bo pêşbirina siyasetên fersendxwaz û lihevkirî di çarçoveya berjewendî û siyaseta navnetewî a Yêkîtiya Sovyetan de pêk dihat, sûd werdigirt. Bi berdewamî ev şêwaza taktîkî di derbarê mijara jinan de di tevgerên komonîst ên klasîk de tê dîtin. Ji aliyekî ve jî hewil da bi bingehek civakî sîmayek gelekî demokratîk û azadîxwaz ji xwe bicih bihêle. Di rewşek ku vê tevgerê nexwest yan jî nekarî sozên ku dabûn jinan, girseyên tekoşer ku têniyê azadiyê di Îranê de bûn, pêk bîne. Bêguman para van hêzan di bêencammayîna tekoşîna tevgerên jinan de berbiçave. Helbet em nikarin di ber de derbas bibin. Pirsgirêka bingehîn a hêzên komonîst-sosyalîstî ew bû bi nêrînek berjewendîparêz û taktîkî li mijara jinê û tevlîbûna wê ya di nav refên tekoşîna civakî de mêze dikirin. Di rastî de ji destpêkê ve kiryarên van tevgeran bi felsefeya tekoşînê a ku ji bo pêkanîna demokrasî û wekheviya hemû endamên civakê bû, nakok bû. Hinek dirûşmeyên wan hebû ku qet di pratîkê de rengê rastiyê bi xwe nedidît. Beşdarbûna jinan tenê ji bo alîgiriya ji tevgera xwe sûdwer didîtin. Bi awayekî ku tevgera şoreşgerane û azadîxwaz a Tûdê, şoreş ji naveroka dîrokî û civakî vala kir ku vê rewşê bi xwe re têkçûna li hember deshilatdariyên cihanî wek DYA û hukumeta zordar a Îranê anî. Binkeftina ku bû sedem; xebat li jêrerdan berdewam bike yan jî bi temamî bêbandor û jihev belav be.