Sêwan û sê perperîkên xwe

yazan Evin ZİLAN

Di 16’ê Kanuna 2018’an de, li başûrê Kurdistanê, bajarê Çemçemalê Sêwan Qadir temen 23 salî û 3 zarokên xwe ji aliyê hevserê xwe ve tên şewitandin. Zarok demil dest jiyana xwe ji dest didin, Sêwan jî piştî çend rojan şûnde li nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest dide.  

Kuştin û şewitandina jinan weke bûyerek hovane her ku diçe di nav civakê de zêdetir dibe. Civak gihiştiye astekê ku tu derfetê jiyanê ji bo jinan nahêle. Roj nîne ku em nûçeyên kuştina jinan nebihîsin, rojekê li Çemçemal em şewitandina Sêwan û zarokên wê dibihîsin, rojadin jî kuştina Şoxan û Şadî ku tê gotin bi guleyekê tên qetilkirin. Rojek şûnde jî em nûçeya kuştina Dunya Tirîfe li Hewlerê, Sergul û Şîrîn li Ranya, Sacîde û Şino li Kelar, Fatima û Nazdar li Dohok, Exter û Hêro li Kerkukê, Seryan û Bihar li Helepçeyê dibihîsin. Bajar nîne ku qêrîna jinan lê bilind nebe. Jinên ku tên şewitandin, bi guleyan tên qetilkirin. Ev dengê qêrînê civaka me bê hîs kiriye, ji xwe desthilatdar û hişmendiya zilam kerr û lal e, ev yek gihaye astekê ku civak xwîn jê biçe. Mixabin ku heya niha ne ev hişmendiya zilam a li dijî jinê, ne jî bûyerên wiha ên bi êş ku di nav civaka me de rû didin, hatine mehkum kirin. Kujer ne ji aliyê zagonî tên dadgeh kirin, ne jî civak li hemberî van nêzikatî û hişmendiyan helwest raber dike. Ji ber ku hema bêje qad nemaye ku bi hişmendiya zilam nehatibe pêçan û ev yek jî dengê dijber ê civakê difetisîne. Lewma kuştina jinan di bin navê ‘namus’ ê de weke tiştek ji rêzê û normal tê dîtin, kes vê yekê ji bo xwe wek maf dibîne. 

Rexmê ku li başûrê Kurdistanê zagona ku kujerên jin neyên efû kirin heye, lê dîsan jî di çerçeoveya efûyên giştî û taybet de her tim ev kes tên berdan.     

Bê guman em nikarin van bûyeran ji hişmendiya pergala desthilatdar a zilam cûda dest bigrin. Hem ji hêla fîzîkî û hem jî ji hêla hizrî de êrîşek her halî a li dijî jinê berdewam dike. Ev êrîş jî li Kurdistanê ku demekê landika mirovatiyê, cihê jinê bû û jin hebûna wê a jiyanê bû, hîn zêdetir ber bi çav e. Ev êrîş bi zanebûn in, bi plankirîne. Kurdistan ne tenê ji hêla çandî, aborî û leşkerî de hatiye dagirkirin, çanda dayîk-jin tê talan kirin û li şûna wê hişmendiya nêr a zilam di nav civakê de tê belav kirin. Ji xwe yên ku teslîm nabin û berxwe didin jî bi rêbazîn cihê ji holê tên rakirin. Ji xwe hişmendiya dagirker wisa li civak û zilamê Kurd kiriye ku tiştên nikarin li hemberî dijmin û dagirkeran bikin, li ser malbat û bi taybetî jî jinê didin sepandin, ev jî encamên baş bi xwe re naîen. Pergala desthilatdar a nêr bi rêbazên cûda civak ji naverok û nirxên wê vala dike, bêtir xerîzeyên mirovan bi şêweyên hovane dinepixîne.       

Li başûrê Kurdistanê rewşa civakê ber bi xeteriyê ve diçe; civak di nav qeyranek kûr deye. Kuştin wek diyardeyekê bi her cûreyekê xwe di nav civakê de belav dike. Mixabin û pirr bi êş e ku li başûrê Kurdistanê şêweyê kuştin, tundiya li dijî jinê her ku diçe zêde dibe û digihe astek metirsyar.   

Di her malbatekê de gelek ji van jinan bi zûrê zewicîne, ango %90 bêtir zewacên heyî ne bi zanebûn û bi darê zûrê pêk hatine. Hebûna zarok jî dihêle ku jin li hemberî zilma heyî a di nav malbatê de bêdeng bimîne. Mînaka vê a herê ber bi çav jî Sêwan e. Sêwan rexmê ku hevserê wê gelek zext lê dikir, gef lê dixwar, lê ji ber zarokên xwe, çavên xwe ji her tiştekê re digre. Ji xwe malbat jî di bûyerên bi vî rengî de sûçbar in. Ji ber ku malbata jin, ji ber ‘şeref û namûsa’ xwe rê nadin ku jin vegere cem wan û dihêle ku jin di nav şert û mercên herê bi zehmet de bijî. Nêzikatiyên kevneşop û zayendperest rê li pêşiya jinê digre, dihêle ku herkes bi çavek biçûk li wan binêre, ji ber vê jî ew neçar dimînin bi rewşa heyî a dijîn re bimînin.  

Sêwan jî yek ji wan jinan e ku bûye qorbaniya vê hişmendiya nêr a di nav civakê de. Ji xwe ne li gor berjivendiyên birêveberên hikûmeta herêma Kurdistanê ye ku ev dosyayên kuştina jinan bên zelal kirin. Niha jî zextê li malbata Sêwan dikin daku davî li dosyayê bînin û nehêlin ku pirr bikeve rojev ê. Qaşo di xwazin di navbera her du eşîran de lihevkirinê pêk bînin. Ji aliyekê zextê malbatê dikin, di aliyê din de hewl didin ku rastiya heyî veşêrin û nehêlin di aragihandinê de bê dayîn. Bi vî rengî; malbat tên bêdeng kirin, bi demê re êdî nema ragihandin jî qala bûyerê dike, çalakvan û saziyên medenî jî bêdeng dibin.  

Bê guman dema em rewşa Sêwan û jinên ku hatine qetilkirin dinirxînin, em nikarin van bûyeran ji hişmendiya DAIŞ’ê ku jinên Kurd qetilkirin, cihê bigirin dest û binirxînin. Jin ji aliyê fîzîkî, derûnî û civakî tê qetilkirin. Lewma hemû çavkaniya xwe ji heman hişmendiyê digrin; xwedî hişmendiya desthilatar in, zayendperest in, komkujiyan pêş dixin û dixwazin davî li hebûna jinê bînin. Rewşa jinê li herêma Kurdistanê ji vê hişmendiyê ne qot e.

Jin heya ku fêr nebe ka çawa xwe biparêze, ne pêkane ku bikare xwe ji pencên zilamê zordar rizgar bike. Bi hêvî kirina ji zagonên pergala desthilatdar jî em nikarin tiştekê bi ser bixin, pêwîste em wek jin adaleta civakî serwer bikin û dawî li pergala nêr a zayendperest bînin.