Şîdet li ser hebûna jinê ye

- Nurhak GULBİHAR
745 views

Weke pênase dema ku tund û tujî tê gotin an jî di ferhengokan de terîfa tundûtujiyê tê kirin, bi giştî bi vî hawî ye; ji bo takekes an jî civakekê, ne di encama îradeya wan a azad, ji bo pêkanîna hin tevgeran an jî terikandina hin tevgeran e. Di wateya gîştî de weke tund û tujî tê binavkirin û zêdetir jî ji bo êrîşa fîzîkî tê bikaranîn. Her wiha bi taybetî di roja me ya îro de ev pênase jî tê qebûlkirin ku her êrîşeke li ser tevahiya hebûna zîndiyan pêk bê, tund û tujî ye. Ev birastî jî hê bêtir nêzî rastiyê ye û ji bo serdema me ya îro bêhtir armanc û bergehê pêşwazî dike. Ji ber ku bi taybetî tund û tujiyê mirov nikare tenê di çarçoveya fîzîkê de bigire dest û cûreyên din ên şîdetê ji nedîtî hatin an jî grîngî pê nedayîn, talûkeya herî mezine a li hemberî têkoşana vê diyardeyê ye.

Nifrîna xwedavend Nînhûrsag

Belê, weke şîdet, ya herî berbiçav û zêdetir tê qebûlkirin, şîdeta fizîkiye ku rojane mînakên vê yekê di nav civaka ku em tê de jiyan dikin û di heman demê de, di ragihandinê de cihê xwe digre. Bi hincetên cur bi cur li ser hebûna fîzîkî ya jinê lêdan, destdirêjî, kuştin, brîndarkirin û hwd. xwe nîşan dide. Dibe ku ji ber ev cûre şîdet zêdetir li pêş çav e, hewildana dij sekinandinê derdikeve holê. Li ser hebûnên me ya cesteyî, bi rastî ji her hêlê ve êrîşek heye ku divê em li hemberî vê hêz û qudreta xwe ya parastinê bi dest bixin. Hewceye em bizanibin ka biqasî ku xwe ji şîdeta fîzîkî biparêzin, em ê bi çî awayî bikaribin xwe ji cûreyên din ên şîdetê biparêzin. Lê, gelo ev erîşên din ên ku em dikarin weke tund û tujiya li ser jinê pênase bikin, çi ne, bi çi awayî pêş dikevin û divê li hemberî van em çawa hebûna xwe biparêzin? Ev yek jî çavdêriyeke bi her alî dixwaze.

Li gor mîtolojiyê, rojek ji rojan  xwedavend Nînhûrsag li bexçeyê xwe 8 cûre gîha diçîne da ku bike derman û nav li wan bike, bi vê yekê re da ku bikaribe qedera wan diyar bike. Lê dîsa rojek ji rojan, xweda Enkî, li gel qasidê xwe Sîsmûd dema ku di ber bexçeyê Nînhûrsagê de derbas dibe, çav berdide van 8 gîhayên ku xwedavend Nînhûrsagê bi xwe nav li wan kiriye û bi îştaheke mezin van gîhayan dadiqurtîne madeya xwe. Pişt re lê dixe û diçe: Dema ku Nînhûrsag dibîne şûna gîhayê wê wêrane û tiştek jê nemaye, nifrînekê li xweda Enkî dike da ku li şûna her gîhayekê nexweşiyek di laşê Enkî de derbikeve.

Êrîşên li dijî hebûna me

Ev çîroka yekeme ku di cewherê xwe de şîdeteke li ser keda jinê ji wê rojê û vir ve bi gelek şêwazên cûda xwe berdewam kiriye. Başe, gelo di roja me ya îro de berdewamiya vê çîrokê xwe çawa dide diyarkirin û şîdet bi çi awayî şikl girtiye? Ji bo vê, mînaka ku em ê bidin mixabin bi gotina ku dibêje; ‘rojek ji rojan’ destpê nake, ji ber ku di roja me ya îro de, di nav malbatên me de, di nav şaneya herî piçûk ya civaka me de xwe nîşan dide. Vê mînaka tund û tujiyê mirov dikare di her şane, an jî qada civakê de, bi her awayên cihê de bibîne. Jin û zarok, hema bêje her roj, di her kêliyê de bi tund û tujiyek wiha re rû bi rû ne.

Gelek caran em rastê zilamekê hatine ku bi awirên xwe, bi meyzekirinên xwe, di nav dilê jinê de bêdeng û beyî şîdeta fîzîkî, tund û tujî pêkanîye. Carnan yek gotin, mêzekirin û gotina ´bêdeng be´ têra têkbirina rihê mirov dike. Di roja îroyîn de şîdet xwe bi awayên cûda, rengê cûda dide nîşandayîn û gelek caran wek sihek reş a zilam têra tund û tujiyê kiriye ku hema bêje ji şîdeta fîzîkî zêdetir, xwe di rewş û cihê cûda de dide der.

Gelek caran em di nav malbatê de bi awirên bavê xwe, birayên xwe, hevjînên xwe, li derveyî malbatê bi awirên karsazên xwe, fermandarê xwe an jî zilamekî ji rêzê, li qadên fermî bi awirên erkdarekî tên tehdîtkirin ku di cewherê xwe de şîdeteke gelekî kur û bi bandore. Ev li ser me bi şêwazekî wisa hatiye teyisandin ku weke şanaziyekê tê nirxandin û bi gotina; ‘ Min terbiyeyeke wisa daye hevjîn an jî zarokên xwe ku ji awirên min fahm dikin ka divê çi bikin an jî çi xeletiyek kirine ku wê bên cezakirin.’ Em ji bo vê dikarin bibêjin ku bi rastî jî ev cûre şîdet êrîş dibe ser hebûna me ya derûnî û di kesayetên me de hilweşandineke gelekî mezin pêk tîne. Ji xwe armanca van êrîş an jî cûreyê şîdetê jî têkbirin, hilweşandina rihê me ye. Di cewherê xwe de ji vê cûreya êrişê re jî dibêjin; ‘terbiye kirin’. Bi vî rengî êdî şîdet di rihê jinê an jî di yên zarokan de hatiye çandin.

Navlêkirin çarenûsê diyar dike

Lê, li dijî hebûna mirov cûreyek ji cûreyên şîdetê heye ku bi rastî jî terîfkirina wê ew çend ne hêsane. Hebûneke ku hebûn û tunebûna wê di çavê keseke serdest de weke serê misqalê jî grîng nîne û ew çend ji nedîtî tê ku navê hebûna wê bi xwe jî nayê li ser lêvan. Bê nave, bê jiyane, bê wateye û ew bi xwe jî vê yekê yanî hebûna xwe ji dest daye, wenda kiriye an jî êdî bi demê re ji bîr kiriye. Em ji bîr nekin ku navlêkirin di civakên xwezayî de bi destê jinê bû û weke ku di çîroka xwedawend Nînhûrsagê de jî dihat gotin, navlêkirin di heman demê de diyarkirina çarenûsê bi xwe bû. Belkî jî di nav civakê de şîdeta herî zêde tê jiyankirin jî ev cûre ji şîdetê be ku ji bo vê jî navê ‘rêzlêgirtin’ tê gotin. Kirasek ji kirasên din ên şîdetê…

Xaleke din heye ku divê binê wê bê xêzkirin; şîdet weke tevgereke şexsî nikare were destgirtin. Şîdet, şexsiye, civakiye, girêdaniya xwe bi erka deshilatdariya vê re girêdayî ye û weke jin, bi hemû şaneyên xwe ve li ser me tê birêvebirin. Bi rastî jî dema ku em dibêjin jin, em bergeha vê têgînê teng dikin. Ji ber ku di cewherê xwe de şîdet eger sitemkariya însan ya li ser însan be, hemû civakê digre ber xwe û heta dikare bê gotin ku li gorî rewşa heyî êrîşa li ser xwezayê jî şîdeteke ku berfirehiya têgînê radixe ber çavan.

Şîdeta li ser xwezayê

Bi giştî xweza û tevahiya civakê di bin êrîşa nêrane ya ku xwe weke dewlet bi şêwe kiriye, şîdetekê jiyan dike. Ev ne tiştekî hêsane û dîsan heman zihniyeta nêrane ya dewletê vê erk û deshilatiya xwe, weke nûnerekê daye destê zilamtiyê û di nav aşê xwe de dihêre.

Ev aş, di roja me ya îro de bi destê Erdogan, Rûhanî, Trump, Pûtîn û hwd. ve tê gerandin ku bi hêza ku ji wan tê girtin, rêjeya tund û tujiya li ser jinan, li ser zarokan, li ser xwezayê her ku diçe zêdetir dibe. Her sal di roja têkoşîna li dijî tund û tujiya li ser jinê de, di asta cîhanî de, rêjeyên salê berê her ku diçe berfirehtir û ji gelek hêlan ve tê raber kirin. Jin ji her demê zêdetir; rexmê hemû êrîş û bilindbûna pêla feraseta dij jinê, dîsan zêdebûna êrîşan ku bi zanebûn tên kûr kirin, jin birêxistinkirî û bi hêz in.

Guftûgo û nîqaşên berfireh pêş dikevin. Lê belê weke her car û demekê, di şexsê van kesan de pergala bi hezar salî ji nû ve li ser dîka dîrokê ye û bi hezarî xapandin û direvan nûnertiya vê tund û tujiyê dikin, dixwazên şanoyê lidar bixin. Şanoyek ji direvên pergalê ku bi lîstûkvaniya van kesan û bi rûpûşan îro tê lidarxistin. Ji ber ku bikaranîna şîdetê jî îro li gor dewletê û zîhniyeta zilam mafeke û ev maf bi navê takekes an jî civakî jê re hatiye radestkirin. Her wiha bi taybetî dema ku mijar dibe jin, dikare bê gotin ku li ser hebûna jinê, mafê mirinê jî di nav de, her cûre heq ji zilam re hatiye dayîn. Ev maf jî bi destê pergala serdest a dewletê hatiye dayîn. Tenê bi şertekê ku bi şêweyek bêdeng bê kirin, tu kes ji vê yekê nehese, di wê astê de be ku kes li dijî dengê xwe bilind neke û wijdan pê neêşin. Ji bo vê ye ku her bûyerek şîdet an jî destavêtinê li ser tê nixûmandin, yan jî bi zimanekê ku dîsan jin bên sûçbar kirin, tê dayîn.

Dengên dijber bilind dibin

Di dawiyê de em bi çîroka xwedawend Nînhûrsag ê, bi vê nivîsê bi encam bikin; belê, xwedavenda ku xwedî destên bi şifa bû, ji ber desteserkirina keda xwe, dilê wê zaf diêşe. Ji ber vê yekê jî nîfrînan li ser Enkî de dibarîne ku li şûna 8 gihayên xwedavendê, di laşê xweda Enkî de 8 nexweşî derbikevin. Nifir diqobile 8 nexweşiyan, nexweşiya ku xweda Enkî tîne ber radeya mirinê. Komek xweda tên û lava ji xwedavend Nînhûrsagê dikin û dixwazin demek ji ya din zûtir Enkî saxbe. Ew dixwazin xweda Enkî baş ke, destê xwe yê şifayê bibexşîne. Xwedavend Nînhûrsag 7 nexweşiyên Enkî baş dike, nexweşiya herî dawî ya Enkî ji parsûyê wî yê çepê ye. Xwedawend ji bo başkirina parsû jî giha şîn dike, nav lê dike Nîntî ku wateya wê jî “Xanima Jiyanê” ye, ango Xwedawenda Jiyanê.

Ev çîroka ku bi hezaran sal berê hatiye honandin, di roja me ya îro de jî şaneyên xwe bi dirûşma, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ber dide nav rehikên jiyanê. Ev dirûşm bi rengê rûneq xwe di nav lêvên jinan de berdide û diherike. Ev yek jî bi me dide nîşandayîn ka ev rehik çendîn bi hêz e. Ji ber vê, weke hebûn çiqas em li hemberî her cûre tund û tujiyê bisekinin, wê bêtir ev dirûşme bi jiyanî bibe, bigihe wateya xwe a rast.