Şikesta li Kerkûkê li Efrînê tê cebirandin

- Berîtan ZAGROS
656 views

Ev rojên ku em tê de jiyan dikin dîrokî ne û kêm çirke xwe bî vî rengî didin diyarkirin. Dem demeke werçerxê ye û hem geremol û hîm jî rastiya hin têgînên bi hezaran salî, xwe bi awayekî zelal û xwerû nişan didin, mîna berxwedan, rûmet, serfirazî, îxanet, şikestin û hwd. divê pêvajoyê de bi dijwarî rengê xwe diyar dikin. Di vê dema werçerxê de  rastiya ku bi ezmûnên bi hezaran salî daweriviye derketiye holê ku dibêje; ‘yên li berxwe bidin serdikevin û yên li ber xwe nedin jî her tiştê xwe ji dest didin’ bi awayekî dijwar xwe dide hîskirin. Me vê diyardeyê beriya demeke gelekî kurt di du mînakên berbiçav de dît. Du bûyerên ku di nav sê mehan de rû dan hem êş û hem jî serfiraziyê bi me dan hîskirin. Di meha Cotmeha sala borî de êşa ji dest dayîna gelek destkeftiyên Kurdan ku bi berdêlên mezin bi dest ketibûn, li Kerkûka landika gelan de dît û dîsa di heman demê de piştî radestkirin û şikestina Kerkûk û qadên din sê meh şûn de me hêza berxwedaniya gelan, jin û ciwanan ya li Efrînê ku bi ruhê Kobanê ji xwe bawer bû dît.

Ev her du rastiyên dijî hev li Kurdistanê pêk hatin. Li aliyeke vê rastiyê Kerkûk, li aliye din ê rastiyê jî Efrîn cihê xwe digre. Di encama çavdêriya me ya li Başûr dikare bê gotin ku Kerkûk di dilê gelê me yê Başûr de birîneke kûr vekir. Gelê me yê li Başûr hem di warê dîrokî de, hem di warê çandî û erdnîgarî û  hem jî di warê siyasî û aborî de êşa ji dest dana destkeftiyan û li berxwenedanê bi awayekî pirr kûr hîs kir. Ya rast Başûr xwedî ezmûneke eskerî, siyasî û polîtîk bû da ku bikaribe encama vê pêvajoya heyî ji hev derxe lê, dikare bê gotin ku di hêla serkirdeyan de lawaziya ruhê yekgirtina netewî û kêmasiya helwesta netewî, dike ku heman serkirde gelek nirxên giranbûha yên gelê me, ji berjewendiyên xwe yên malbatî û hizbî re bikin qûrbanî. Gelê me yê Başûr dikare bê gotin ku heta berxwedaniya Efrînê vê şikestina ku di nav çend saetan de radestkirina nîvê parçeyê Başûr ji ser xwe neavêtibû. Her çend ev teslîmkarî xwedî rabirdûyekê be jî di hêla pratîkê de, di çend seetan de her tişt qewimî bû û ji ber vê bandora wê jî gelek bi hêz bû. Ji ber vê bû ku dema dewleta dagirker a Tirk êrîş bir ser axa qedîm Efrîn ê,  berdevkê hikûmeta AKP-MHP Erdogan ji bo dagirkirina Efrînê behsa 3 saetan dikir. Qaşo digot wê di nav sê saetan de li navenda Efrînê bi cîh bibe. Leşkerên diçûn cepheya şer jî digotin wê Efrîn bistînin û vegerin. Lê, hesabê malê û yê sûkê li hev nedihat, bi zarê berê ku dibêje, ´weke nokê li tahtê ketî´, vêga dewleta dagirker û faşîst nizane wê xwe çawa bide ser hev. Her wiha gelê mê yê Başûr jî bi berxwedaniya Efrînê, rûyê welatfiroşan hê bêtir bi zelalî dît û ji hilbijardeya teslîmiyetê wêdetir hilbijardeya berxwedanê bi awayekî bi pratîkî dît. Ne sê saet, ne sê roj û ne sê hefte, ev rojên ku em jê derbas dibin, mehê bihûrand. Û ev berxwedaniya serdemê herî zêde di nav gelê me yê li Başûrê Kurdistanê dengveda. Dît ku bi berxwedaniyê serkeftin mûmkine û yê li ber xwe dide bi ser dikeve. Ji ber vê ye ku yek ji parçeyên Kurdistanê ku bi rihê seferberiyê xwedî li Efrînê derket jî gelê me yê Başûrê Kurdistanê ye. Dikare bê gotin ku Başûr ew şikestina li Kerkûkê, dixwaze bi Efrînê bicebirîne.

Civaka Başûrê Kurdistanê ku dît şervan û gelê Efrînê li hemberî dijminekî ewqas ji xwe bawer, li berxwe dide û gav bi paşve navêje, bi rihekî seferberiyê piştgirî ji Efrînê re kir û her wiha partiyên ku tu siyaseteke wan a netewî nîne jî dîsa heman gel naçar kir ku ew partî helwesta xwe eşkere bikin. Her wiha bîreweriya beriya sedsalekî jî ezmûnekê dabû û gelê me yê Başûr dît ku ger Efrîn jî ji dest biçe, wê pêvajoyeke din a heman qirkirina sedsalek berê wê destpê bike û yê wenda bike jî dîsa Kurd e. Her wiha ruhê ku di berxwedaniya Kobanê de hatibû ava kirin ku Destîna Kobanê weke keçeke ji Başûrê Kurdistanê remza yekîtiya netewî bû ku ev remz pireke herî bi hêz bû di navbera Başûr û Rojava de. Ji ber vê dikare bê gotin ku Efrîn weke bi zaravayê Kurmanciya jêrîn tê gotin, ji bo Başûr bû henaseyek.

Li Başûr gotin zehf in lê, kirin kêm e. Ev diyarde herî zêde xwe di yekîtiya netewî de derdixîne holê. Weke ku me li jorê jî qal kir, nebûna helwesteke netewî, siyaset û îradeyeke netewî, parçeyên Kurdistanê ji hev dûr dixîne ku îro dijminên me Kurdan herî zêde li ser vê yekê kar dikin. Di hêla ruhî de ji hev dûrbûyîn, di mêjiyê xwe de qebûlkirina sînoran, li xwe, li malbata xwe, li partî û her wiha li parçeyê xwe fikirandin zêdetir, bi lez û bez pêdiviya me bi avakirina yekîtiya netewî heye. Efrîn ji bo avakirina vê jî firsendeke dîrokî ye. Çûyîna parlamanên ji Başûr, helwesta gel û partiyan, çûyîna ciwanan bo sengeran, avakirina Bereyên Efrînê û hwd. ev hemû gelê me yê Başûr jî dixe nav refên berxwedaniya serdem ê. Bi rihekî seferberî vê refa berxwedaniyê xûrtkirin erka me her Kurdekê/î ye. Serkeftina Efrînê serkeftina me hemûya ye.