Şoreşa anarşîst ya Îspanyayê-I

- Viyan POCH
664 views

Rewşa Îspanyayê ya berî Şerê Navxweyî a di sala 1860-1936´an; bi giştî ev dem, dema qeyrana aborî û siyasî bû. Pergala desthilatdar gelek caran guherî: Feodalîzm, qralbûn, rejîma diktatorî, komar hatin avakirin. Lêbelê re000_SAPA990223250420wşa karker û gelên bindest her tim wek xwe ma: Birçibûn, kedxwarî û perişantî nesîbê gelên bindest bû. Ev rewş jî ji bo karkeran yek ji sedema bingehîn a têkoşîn û serhildanê bû.

Li Îspanyayê fikra şoreşgerî 

Dema şoreşa civakî li Îspanyayê destpêkir, feraseta anarşîst di qadên  çalak û bîrdozî de nêzî sedsalekê bû ku hatibû praktik kirin. Yek ji van mînakan jî ya 8 anarşîstên ku piştî serhildana karkeran ya di 1’ê Gulana 1886’an de li Şikago hatin îdamkirin, an jî şoreşa anarşîst ‘Makhnovichina’ ku li Ukranyayê di sala 1917’an de li hemberî pergala heyî têkoşîn kir û gundên li ser bingehê anarşîzm û xweseriyê rêxistin kir, bi nav û deng in. Bîrdoziya anarşîst ne pergaleke, berovajî xwedî ramanên bingehîn yên ji bo avakirina civakek xweser û azad e, li hemberî hemû cûre desthilatdarî û serdestiyê ye, ji bo xwe birêxistinkirina civakek cûda ji pergalên dewletên navendî ye. Li ser van bingehan, şoreşger û rêxistinên anarşîst xwe li gor rastiya civakên heyî birêxistin û îlan dikin.

Ramanên şoreşgerî li Ewrûpayê ji aliyê Civîna Navnetewî ya Karkeran ve hatibû belavkirin. Di nava salên 1868-1872’an de Civîna Navnetewî ya Yekemîn hat lidarxistin. Di vê civînê de du xetên bingehîn hebûn: Anarşizm û komunîzm. Temsîlê anarşizmê Bakunîn û yê komunizmê jî Marx bû. Di navbera van du bîrdoziyan de gelek nîqaş hatin pêşxistin, ferq û cûdatiyên wan danîn holê. Her du bîrdoziyan jî tunekirina pergala hilberinê ya kapîtalîst armanc dikirin. Lêbelê cûdatiya bingehîn ew bû ku avakirina dewletê armanc nedikirin. Bi giştî, armanca Karl Marx avakirina civakek sosyalîst bû û ji bo wê, li gorî nêrîna wî, avakirina dewletek diktator a proleter û partiya komunîst ya yekta pêwîst bû. Armanca Bakunîn jî avakirina civakek sosyalîst ya kolektîf bû. Ji ber vê, li gorî nêrîna Bakunîn hilweşandina dewletan pêwîst dikir. Pergala Bakunîn, pergala federal a azad ya koperatîfan bû û wî diyar kir ku ji bo şoreş were kirin, diviyabû dewlet ji holê bê rakirin.

Têkoşîna li dijî pergala kapîtalîst

4-ISPANYA IC SAVASIDahûrînên Bakunîn yên li ser anarşîzmê bi taybetî li Swîsra, Îtalya, Fransa û Îspanyayê di nav van salan de belav bû. Li Îspanyayê piraniya karkeran xeta Bakunîn ya anarşîst dişopand û piraniya wan karkeran cotkar bûn. Kapîtalîzma Îndustrîal li Îspanyayê dest pê kiribû, lê karkerên avahiyê kêm bûn. Ji xwe karkerên cotkariyê bi giştî fêrî jiyana komînal û kolektîf bûn û berî bi dehan salan jî serî hildidan. Cotkar mînakek bûn ji bo hemû karkeran, lewma  pêwendiya di navbera karkerên bajarî (avahî) û karkerên gundî (cotkar) de pirr xurt bû.

Di sala 1910’an de, li Îspanyayê rêxistina anarşîst ya CNT (‘Confederacion Nacional de Trabajadores’, Konfederasyona Netewî ya Karkeran) hat avakirin. CNT´ê bi giştî di qada karî de xebat dikir, ji xwe ji sendikayên karkeran yên anarşîst pêk dihat. Di van salan de, CNT yek ji rêxistina herî mezin a karkeran bû û piraniya karkeran tevlî ramanên anarşîst ya kolektîvîst dibûn (nîzê du mîlyon endamên CNT´ê hebûn). Bandora CNT‘ê pirr xurt bû, bi taybetî li herêmên wekî Madrîd û Katalûnya ku navendên aboriyê yên Îspanyayê bûn, mirov ev yekahan hîn baştir didît. CNT’ê ji bo pergala ‘Komunîzma Anarşîst’, xweseriya karkeran û li dijî patronan û pergala hilberînê ya kapitalizmê têkoşîn dikir. Amûrên ku ji bo têkoşînê bikar tanîn: propaganda, sabotaj û pêşxistina serhildanan. Wan ji têkoşîna parlamentariyê bawer nedikir, ji ber vê yekê jî rêxistina CNT´ê di her firsendê de li dijî hilbijartinan derdiket û banga sabotajê dikir.

5-ISPANYA IC SAVASICNT rêxistina qadroyan bû. Çar ji van qadroyên CNT´ê bi nav û deng bûn: ´Buenaventura Durruti´, ´Francisco Ascaso´, ´Garcia Oliver´ û ´Federica Montseny´. Di sala 1927’an de rêxistina FAI (‘Federacion Anarquista Iberica’, Federasyona Anarşîst ya Îberya) hat îlan kirin. FAI rêxistinek veşartî û milê çekdarî û ideolojîk yê CNT’ê bû. Rêbazê xwe yê têkoşînê ji ramanên şoreşgerekî anarsîşt yê bi navê ‘Errico Malatesta’ digirt.  FAI di her firsendê de li gelek gund û herêman, li dijî hêzên polîsan çalakî didan destpêkirin, serhildan birêxistin dikirin. Gelek caran serhildanên wan serkeftî bûn, ji bo demekê be jî pergala ´Komunîzma Anarşîst´ di wan deveran de îlan dikirin. Ev serhildan jî ji aliyê dewleta Îspanyayê ve bi zilm û tundiyê hatin çawisandin.

´Komunîzma Anarşîst´, pergala civakî ya anarşîst bû ku ji aliye CNT-FAI ve hat pêşniyarkirin û pêşxistin. Armanca pergalê rêxistinkirina civakek azad, bê hiyerarşî û xweser bû. Bingeha pergalê hilweşandina dewlet û avakirina konfederasyona komunan bû. Di van komunên xweser de sermayeyên kapîtalîst hatin qedexe kirin û xebat li gorî berjewendiyên kapîtalîst nebû; endamên komunan li ser esasê berjewendiyên komunal dixebitîn. Hemû bîrokrasiya dewletê ji holê hat rakirin û endamên komunan xwe li gor pêdiviyên civakî birêxistin dikirin. Yek ji qada ku herê zêde pêwîstî pê dihat ku xwe tê de birêxistin bikin jî qada perwerde, tenduristî û ewlehiyê bû. Bi taybetî vê pergalê hişt ku pergala dadê ya dewletê ji holê bê rakirin. Çareseriya pirsgirêkên komun û civakê di destê endamê wan de bû û bingehê pergala nû li ser piştevanî û piştgirîdayîna civakê bû. Li hemberî pergala navendî, pergala ´Komunîzma Anarşîst´ di hemû herêm û komun, meclîs û civînan de hat îlan kirin. Berpisyariya parastina komunan girêdayî endamên komunan an jî ‘Komîteyên Parastinê’ bû. Ev komîte, komên çekdarî bûn ku ne tenê tax û komun diparastin, gelek serhildan jî dan destpêkirin.

Dem dema şoreşê bû

ISPANYA-Di sala 1934’an de serhildaneke pirr mezin û girîng a karkeran hat destpê kirin. Navê vê serhildanê ´Serhildana Cotmeha 1934´an bû. Karker û şoreşgerên anarşîst li bajarên wek  Zaragoza, Barselona û bi taybetî jî li herêma Asturîas rabûn ser piyan û pêla serhildanan dest pê kir. Li Asturîasê piranî karkerên cotkarî û komirê hebûn û li dijî kedxwarî û rewşa xwe ya xirab têkoşîn dikirin. Ev serhildan 2 hefteyan dirêj kir û ji aliyê artêşa Îspanyayê ve hate tepisandin. Encama operasyonên qirkirinê wiha bû: 13.000 kes hatin qetilkirin û 30.000 kes jî hatin girtin. Di wê demê de hikumeta Îspanyayê komarek ‘sosyalîst’ bû.

Ev encam li gorî berjewendiyên siyasî yên partiya nû ya çep ‘Frente Popular’ (Eniya Gel) hat bikaranîn. Di Sibata sala 1936’an de hilbijartina hikumetê hebû û vê partiyê da destnîşan kirin ku ger ew di hilbijartinê de serbikevin, ew ê girtiyên serhildana Cotmeha 1934´an berdin. Ji bo şoreş û tevgera karkeran berdana bi hezarî hevalan tişteke pirr girîng bû. Û bi vî rengî partiya ´Frente Popular´ di hilbijartina Sibata 1936´an de bi serket. Tevgera şoreşger wiha difikirî ku bi serkeftina partiyeke çep re wê şert û merc ji bo şoreşê guncaw bibin. Dem dema şoreşê bû. Ji ber vê çendê jî karkeran çalakiyên xwe mezintir kir: Dest ji kar berdan, li dijî dagirkerên axa xwe ku gav bi gav erdê wan dişilandin, derdiketin. Di heman demê de, dema partiya ‘Frente Popular’ serket, rêxistina faşîst ya ‘Falange Española’ hemlayek li dijî zêdekirina tevgera karker û şoreşger da destpêkirin. Têkoşîna çekdarî li kolanan, di navbera faşîst û tevgera çep de hat destpê kirin û gelek karker û şoreşger hatin qetilkirin.

Di wan salan de rola ol û dêra katolîk pirr girîng bû. Bi sekna xwe didan diyar kirin ku li gel kapitalîst, faşîst û desthilatdaranin. Kevneşopiya ola katolîk li Îspanyayê her tim wisa bû. Ji bo mirovên bindest pirr eşkere diyar bû ku dêra katolîk wekî rêxistineke desthilatdar û baviksalarî ye ku ji rewşa gel a perîşantiyê sûd verdigirt. Ji aliyê karker û bi taybetî jî anarşîstan gelek caran çalakiyên li dijî sembolên dêra katolîk hatin meşandin. Bi gistî hemwelatiyên Îspanyayê ji ola katolîk bawer nedikirin û dêra katolîk di rewşa qeyrana kûr de dibohirand. Bi kurtasî em dikarin bibêjin ku bandora bîrdoziya şoreşgerî her wekî anarşizm û komunîzmê pirr xurt bû. Ji ber rewşa domdar ya xêzanî  û kedxwariyê, têkoşîna li dijî pergala dewletê gelek bi hêz bû. Tevgera karker û şoreşger, bi taybetî tevgera anarşîst ji bo şoreşê ji her demê zêdetir amade bû. Di aliyê din de jî çete, faşîst, bûrjûwazî, netewperest û olperest, nekarîn vê rewşa heyî bipejirînin û hêdî hêdî binhega darbeya leşkerî ya fasîst hat afirandin.

Şoreşa Civakî  (1936-1939)

ISPANYAKomek di nav artêşa Îspanyayê de, di 17 Tîrmeha sala 1936´an de darbeya faşîst pêk anîn. Darbe ji aliyê general ´Francisco Franco´ we hatibû amade kirin. Di darbeyê de çeteyên girêdayî artêşê hatin bikaranîn û ev darbe hema bêje li her deverekê, ji Îspanyayê wêdetir belav bû. Lê, general Franco tişta ku armanc dikir bi dest nexist, ji ber ku berxwedana gelên Îspanyayê a li dijî darbeyê gelek bi hêz bû. Bi taybetî, li herêm û li bajarên ku tevgera karkeran mezin bû, faşîst serneketin. Ji ber vê, di roja 21 Tîrmehê de bera şer diyar bû û şerê navxweyî û şoreşa civakî dest pê kir. Navendên berxwedanê bajarên wek Madrîd û Barselona bûn. Barselona paytexta şoreşê bû.

Di 18 Tîrmeha 1936’an de rêxistina anarşîst ya CNT-FAI kontrola bajarê Barselona girt dest xwe. Li Barselonayê di 19’ê Tîrmehê de Şoreşa Civakî hat ragihandin û bajar li gorî pergala ´Komunîzma Anarşîst´ xwe birêxistin kir. Baregehên artêşa Îspanyayê ji dest wan hat girtin, çekên heyî hatin îmze kirin û li ser gel hat belav kirin. Ev baregehên artêşê û ofîsên hikûmetê wekî baregehên şoreşê hatin bikaranîn. Taxên bajêr li gor jiyana komunal tê birêxistin kirin,  hemû qadên civakî yên wek qada aborî, pergala trên û otobusan, çandinî, pergala telefon, ragihandin û hwd. tên kolektîf kirin. Dêrên katolîk dixin bin xizmeta gel an jî bi temamî tên şewitandin. Ji ber ku dema darbe destpê dike, dêra katolîk yek ser li şona cem gel ref girê bide, li gel faşîstan disekine û olperestan ji dêran êrîş dibirin ser gel, li hemberî gel çek bikartanîn. Jiyan di komunan de pirr baş hatibû birêxistin kirin. Av û kerebe ji bo hemû mirovan bê pere bû. Di navbera 2 mehan de hat dîtin ku pergala komunal bi her awayî ji pergala heyî a kapîtalîst baştir e. Ev rêbaz û pergala ´Komunîzma Anarşîst´ ji aliyê CNT-FAI ve li herêmên wek ´Aragon´, ´Catalunya´, ´Castilla´ û ´Valencia´ hat pêşde birin.

Dengê şoreşa mezin 

Jinên antifascîst ên taburên çekadarîJi bajarên anarşîst yên wek ´Barcelona´ û ´Valencia´ taburên çekdarî (milicias) yên ji bo parastina şoreşê ku bikaribin li dijî faşîzmê têbikoşin, hatin avakirin. Di 21 Tîrmeha sala 1936´an de Tabura ´Columna Durruti´ derbazî bera şer a Aragon bû daku bikaribe bajarê Zaragoza rizgar bike. Ji Valensîa yê Tabura Hesinî (Columna de Hierro) jî çû qada şer. Ev tabur pirr balkêş bû, balkêş bûna vê tabûrê jî ew bû ku yên tê de cih digirtin berê hemû girtî bûn. Di dema şoreşê de komên anarşîst çûn girtigehan û girtî berdan. Pişt re gelek ji wan girtiyan tevlî bîrdoziya anarşîst û têkoşîna çekdarî bûn.

Cepheya Aragon, cepheya herî girîng ya şer bû. Li wir taburên anarşîst yên CNT-FAI û taburên UGT û POUM´ê li dijî komên faşîst şer dikirin. Serokê CNT´ê, ´Buenaventura Durruti´, tabura şer de cih digirt, di vê berê de şer dikir. Ew agahî digirin ku pêwîstiya bajarê Madrîdê bi alikariyê heye. Durûtî serkeftina bajarê Madrîdê pirr girîng dibîne û biryar dide  tabura xwe bibe Madrîd ê. Li wir di roja 20 Mijdara sala 1936´an de şehîd dikeve.

Di Îlona sala 1936´an de partiya komarê, ´Frente Popular´ li gel partiya komunîst ya Îspanya yê (PCE) biryara sînordar kirina xebatên li ser şoreşa civakî dide. Çima? Ji ber ku tevgera şoreşgerî dît ku di nav şert û mercên şer de jî pêdivî bi pêşxistina xebatên şoreşê heye û hewceye pergala komunal bê îlan kirin. Armanca partiyên komarê û PCE´ê parastina dewleta bûrjûva a komarê bû.

Di destpêka şoreşê de gelek taburên xweser ji aliyê rêxistinên şoreşgerî ve hatin damezirandin. Hêz di destê gel de bû. Di van taburan de hiyerarşî nînbû û sedema serkeftina cîhaneke azad bingehê vîna her yek ji endamên vê taburê bû. Dema di Îlona 1936´an de ji aliyê hikûmet û partiya PCE´ê ´Komîteya Navendî ya Taburan´ hat damezirandin, ev xweserî jî ji holê hat rakirin û hêz ji destê gel hat girtin. Rêveberên rêxistina CNT´ê ´Garcia Oliver´ û ´Federica Montseny´ tevlî vê komîteyê bûn û dovre li ser beştarbûna CNT´ê a di nav hikûmetê de li hev kirin. Ligor CNT´ê sedema vê yekê binketina faşîzm û berfireh kirina rêxistina wan bû. Lê, li gor şoreşgeran ev ne sedemeke di cih de bû. Rêveberiya CNT’ê îxanet li şoreşê kir, wan şoreş firot. Piştre di meha Kanûna 1936’an de, hikûmeta komarê li gel PCE û CNT’ê xwe paşde kêşan û hîştin ku taburên xweser di nav artêşa fermî de bên helandin. Ev yek jî bû destpêka bidawî hatina şoreş ê.