Şoreşa Rojava bû nasnameyek

- Site varsayılanı
701 views

Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Înîsiyatifa Jinên Sûriyeyê Nûjîn Yûsif derbarê şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn, di pergala xweseriya demokratîk de rola jinê, dagirkeriya dewleta tirk ya li Efrînê û bêdengiya raya giştî ya hemberî êrişên li ser Efrînê bersiva pirsên rojnameya me da.

Ji bo hîn zêdetir mêtîngeriyê şerê li herêmê her ku diçe zêdetir belavê tevahiya herêmê dibe, hûn rewşa heyî, kaosa li herêmê çawa dibînin? 

NUJIN YUSIF 2Êdî cîhan jî qala gengeşiya li Suryê dike. Tevî Rusya û Emerîka dibêjin emê krîza li Suryê çareser bikin jî lê belê ev gengeşî hêja bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Fikarên me derbarê rewşa herêmê de hene. Rastiya ku îro li Suryê diqewime li tevahî rojhilata navîn tê jiyan kirin. Em dikarin bêjin projeya ku Emerîka, Rusya û dewletên yekbûyî yên Emerîkayê dixwazin li Rojhilata Navîn bi cih bikin tu guhertin bi xwe re neaniye.

Her wiha şerê dinavbera welatên Ereb de jî şerê li rojhilata navîn xirabtir û kurtir dike. Rastiya rojhilata navîn dûrî projeya herdû hêzên hegomonên ku îro li rojhilata navîn dixwazin xwe ferz bikin e. Li nava welatên Ereb de jî şerê desthilatariyê û şerê ku her kes xwe bi yekê dinve bide girêdan heye. Ji ber ku dewletên Ereb ji hev parçene. Rusya û Emerîka siyaseta dewletên rojhilata navîn hemû parçe kirine. Lewra ev hêzên hegomon tiştên ku dixwazin nikarin bicih bînin. Êrişa li ser erdên rojhilata navîn tenê xizmeta şer dike, ev proje tenê ji bo xilasiya gelan hatiye amade kirin, bêguman rewşa heyî jî bandorê li Suryê dike, krîza Suryê jî bivan ve girêdayî ye. Em dizanin hinek tifaq hene, dixwazin hinek çareseriyan bînin. Bi hin tifaqan hêzên li Xutayê derxistin û niha jî heman tişt li Duma kirin. Ji ber ku em xeteriya li heremê dibînin ji bo wê em dixwazin bi pergala netewa demokratîk pirsgirêka herêmê çareser bikin.

Weke her kesî jî dît li bakurê Suryê du hilbijartin, bi şêweyek demokratîk hatin kirin. Li Suryê em îradeyekî nabînin, em dibînin yê niha li Suryê pergalê birêve dibe Rusya ye, Rusya jî ji bo çareseriyê nagihê ti armancê. Şerê du hêzên ku dixwazin hêza xwe li ser herêmê dibin serwext kirin tê meşandin. Pirsgirêka Suryê ne bi Astana, ne jî bi Cenevê tê çareser kirin. Van hêzan ji berê de Rojhata navîn li xwe parve kirine. Ya ku niha Suryê perçe jî dike ev hêzîn. Destê Rusya, Emerîka û Îranê di vê parçekirinê de hey.

Di tevahiya vê pêvajoyê de we ne tenê ji hêla leşkerî de, di heman demê de, ji aliyê zîhniyet de jî li hemberî zîhniyeta DAIŞ ku îro dewleta Tirk jê re pêşengtiyê dike, têkoşîn da meşandin û wek xeta sêyemîn a xwe dispêre azadiya gelan erk girt. Gelo xeta sêyem ango têkoşîna ku xwe dispêre azadiya jinê bandorek çawan li herêm û bi taybetî jinên li herêmê kir?

EFR-CINDIRESE-MESA-MILET-JI-BO-REBER-OCALAN-2-1Hêza Suryê nemaye, hêza xwe hemû winda kiriye. Tişta ku nahêle projeya wan bi ser bikeve projeya xweseriya demokratîk ya li Rojava û bakurê Suryê ye ango meleseya Kurdane. Ji bo van hêzan tişta asteng xeta sêyemîn e ku ew jî xweseriya demokratîk, netewa demokratîk û konfederalîzma demokratîk e. Ji bo wê êrişên pir dijwar yên leşkerî û siyasî têne kirin, ev jî bi alîkariya Rûsya, rejîm, Îranê û dewleta Tirk tê kirin. Heya destwerdanên li ser Suryê hebe wê pirskirêkên li Suryê neyên çareser kirin.

Şoreşa Rojava şoreşa jinêye

Şoreşa Rojava ji destpêkê heya roja îro bi reng û cewherê jinê şikl girt. Lê, mixabin herê zêde jî êrîş bi ser vê pergala navend jin hat kirin. Tişta ku herê zêde hêzên netew-dewletê xist nav metirsiyê de jî ev rastî bû ku îro herê zêde jin û nirxên wê avakirine tên hedef girtin. Sedema vê yekê çiye?  

Em şoreşa Rojava wiha pênase dikin, şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Bêguman xebatên me yên jinê li Rojava, bi şoreşa Rojava destpê nekiriye, hêja Rêber Apo dema li Rojava bû xebatekî berfireh yê jinê hebû. Her tişt bi hêsanî nehate bidest xistin. Me gelek şer û têkoşîn da meşandin, bitaybet di warê pergal, têkoşîna cinsî, şerê çînî  û şerê jinûde avakirin û xwe kirina sazî da kir. Şoreşa Rojava hişt ku cihan hemû dengê jina Kurd bibihîse, şoreşa Rojava hişt ku qehremantiya jinên Kurd li hemû cîhanê belav bibe.

Ya herî giring jî xebatên me yên parastinê ye, ji ber ku parastin tine be em nikarin tu gavekî mezin bavêjin. Çendî tu siyaset bikê jî lazime hêza te ya leşkerî li pêş be, ji bo wê hêza YPJ û YPG ji bo şoreşa Rojava beşa herî giringe. Hêza parastina cewherî ji bo hemû jinên li Rojava û bakurê Suryê buye nasname, ev jî ji bo dengek ku jin di hemû beşan de dikarin rêxistina xwe bide ava kirin. Berxwedaniya şervanên YPJ’ê yên weke Avesta, Arîn, Barîn û bi hezaran lehengên di vê serdema berxwedanê de derketin holê.

Me di aliyê siyasî û 

rêxistinî de xwe bi sazî kir

MANSETBêguman me sîwanekî jina da ava kirin. Saziyên jinan yên weke weqfên jinan, cihên ji bo parastina zarokan û xebatên ji bo keçên ciwan hatin berfireh kirin. Ya herî giring jî meclisa jinan ya Suryê hate ava kirin.

Ev jî sîwaneke ji bo hemû jinên li Suryê, hemû jinên ji pêkhateyên li bakurê Suryê cihê xwe di vê sîwanê de girtin, bêguman ev sîwan ji bo tevahî jinên li Suryê xwedî girîngiyek mezin bû. Di asta xebatên jinan de gavên gelek mezin hatin avêtin, li ser asta van xebatan me karê xwe hên zêdetir berfireh kir. Qanûnên jin hatin derxistin, ji wê jî wêdetir me li Rojava û bakurê Suryê, di aliyê siyasî û rêxistinî de xwe bi sazî kir. Yê ku bi salan nedikarîya ji mala xwe derkevin niha daxwaza azadî û mafê xwe dikin. Em îro guhertin û ve guhetinê di pergala xwe de esas digirin. Eger em bikaribin jinekî xurt, bi îrade bidin ava kirin  em ê bikaribin di aliyê siyasî, civakî û dîplomasiyê de xebatên xurt yên ber biçav bimeşînin. Di aliyê dîplomasiyê de Kongra Star xebatekî berfireh dimeşîne, tevî kêm û kurtiyan em dikarin encamekî erênî jî bibînin.

Her wiha me dikarî hîn zêdetir herêmên ku hatine rizgar kirin, yên weke Reqa, Minbic, Dêrezorê, Tebqa de xebatên jinan bidin meşandin. Ji wê jî wêdetir me dikarî em jina birêxistinkirî derxînin holê, di vî warî de hêja kêmaniyên me hene. Li aliyê din me gelek qanûnên jinan derxistiye, ev qanûn demeke dirêje hatine derxistin, bêguman ev jî mijarekî gelekî girînge. Cara yekem em destûrek jin derdixînin. Ev jî gavek gelek mezin e ji bo herêmê. Ya rastî jî em di Rojavayê Kurdistanê de dibînin ku ev destûrane gelek di cihê xwe de têne bikaranîn.

Li Rojava û bakurê Suryê binavê jinan gelek sazî hatin ava kirin û şoreşa Rojava bû nasnameyek û pêşkêşî hemû jinên li Rojhilata navîn kir. Jinên herêmê û bitaybet jî jinên Kurd xwedî li wê nasnameyê derdikevin. Lewra hêzên hegomonîk hesanên xwe liser wê dikin. Çawa ku me li dijî çeteyên DAIŞê berxwe da û qehremaniyek mezin da meşandin, bi heman rihî îro jî em xebatên xwe yên jin di Rojava û bakurê Suryê de bi rêve dibin.

Li dijî Efrînê êrişên gelek dijwar û derhiqûqî çêbûn. Li encama çi hevkariyê de Efrîn hate dagirkirin?

EFRIN 4E NISANEDewleta Tirk jî dixwaze beşdarî parçebûna ku Rusya, Îran û Emerîka li Suryê çêkir bibe. Lewra dewleta Tirk tiştên ku berê li Dêrsim, Mereşê kir xwest di şexsê Efrînê de careke din pê bîne. Lê belê em di Efrînê de têk neçûn, dagirkeriya dewleta Tirk, maske û planên wî li Efrînê deşîfre bû û kete xwarê. Ev maske çine? Em dizanin ku kesek ji dewleta Tirk a dagirker re ne got tu çima axa Suryê dagir dikî. Kete Ezazê, Babê û Cerablusê kesî dengê xwe dernexist. Ji wê jî wêdetir kete herêma Efrînê kesî dengê xwe jê re dernexist. Ji ber ku tifaqa di navbera Tirkiyê û Rusya yê de xwe digihîne beriya pêncî salî, her wiha Suryê jî zêdetirî pêncî sale ser erd û bin erdê Surî radestî Rusan kiriye.

Şerê li Efrînê ne tenê şerê li beramberî Tirkiyê bû, şerê li Efrînê şerê li dijî NATOyê bû. Ketina dewleta Tirk ji bo Efrînê xetimandinekî gelek mezin bû. Tirkiyê li Efrînê de winda kir. Bêguman dema mijar dibe Kurd her kes piştgiriya hev dikin, şerê Efrînê ne weke şerê li Kobanê bû, ji ber di Kobanê de şerê li dijî çeteyên DAIŞê hate kirin, şerê li Efrînê şerê li dijî tirsa hêza Kurd û netewên ku li Efrînê de bi hev hate kirin.

Bêdengî hevkarî ye

Li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê hûn bêdengiya raya giştî û bi taybetî NY çawa dinirxîn?

Dema ku dewleta Tirk êrîşê Efrînê kir her kes bêdeng bû, tu hêzan ji bo van êrişan dengê xwe dernexist, tenê çend daxuyaniyên şermok hebû, ewqas. Gelek kes li ber çavên cîhanê hate qetil kirin, tenê çend welatên weke Fransa û Misrê helwestên xwe nîşandan, lê belê dewletên cîhanê û Ewrupa hemû kerbûn û lalbûn bi vê ker û lalbûna xwe piştgiriyek mezin dan dewleta Tirk. Piştî Efrîn hate dagirkirin, mal û milkên xelkê hate talan kirin nûkanê hinek hêz dibêjin erê Efrîn hate dagirkirin. Di wextê xwe de mudaxeleyî Tirkiyê nekirin, em dikarin bêjin berovajî alîkariya Tirkiyê kirin. Em jî dibêjin bêdengî hevkarî ye. Lê belê helwest û sekna gelê me yê bi taybetî li Ewrupayê gelek hêja û bi rumet bû. Çalakî û xebatên di pêvajoya Efrînê de ku gelê me li Ewrupayê meşand hişt yekîtiya gelê Kurd xurtir bibe. Me dît ku careke din gelê Kurd li dijî dagirkeriyê destê xwe bide hev û li dijî dagirkeriyê bisekine.

Weke encam mirov dikare wiha bêje: Rojhilata navîn dikare bi du tiştan hêz bibe. Netewa demokratîk û pergala federaliya netewa demokratîkê. Suryê dikare li ser van herdû bingehan xurt bibe.

Jibo alîkarîya wê spas ji bo Gulsum Erdoğan