Tecrît helwestek polîtîk a li dijî pergala Rêbertiyê ye

yazan Gulîstan ÇİYA ÎKE

TEm sala 20’an a komploya navnetewî ya li dijî Rêber Ebdullah Ocalan bi pêlek mezin a berxwedanê pêşwazî dikin. Vê berxwedana dîrokî di pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven de dest pê kir. Qêrîna Leylayê di nava demek kurt de li her devera Kurdistanê deng veda. Ji Welat heya derveyî welat de pêl bi pêl berxwedan mezin bû. Armanca berxwedana dîrokî a vê demê elbet şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo ye. 

Weke koma Înisiyatîfa ji Ocalan re Azadî jî bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, me di 17’ê Kanûna 2018’an dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir. 

Îmralî pergalek tecrîd û îşkenceyê ye

Helbet çalakiyên bi armanca şikandina tecrîdê ji berê de di rojevê de ne. Lê belê pêvajoya çalakiyan a di pêşengiya Leyla Guven de dest pê kirî demek nû îfade dike. Em jî bi çalakiya xwe ji Strasbourgê tevlî vê qonaxa berxwedanê bûn. 

Em baş dizanin pergala Îmraliyê ji binî de weke pergaleke tecrîd, îşkence û îzolasyonê hatiye plankirin. Ti eleqeya vê pergalê bi hiqûqê re tine ye û xwe disipêre polîtîkaya qirkirinê. Bi temamî der hiqûqiye û xwe disipêre polîtîkaya tinekirinê ya ku di kesayetiya Rêber Ocalan de li ser civaka Kurd tê ferzkirin. Lewma em dikarin bêjin Rêbertî ji 15’ê Sibata 1999’an ve di vê pergalê de tê ragirtin. Raste ku şêwe û asta tecrîdê dem bi dem guherî, lê bi awayek sîstematîk tecrîd her tim kûr û berfireh bû. 

Em dizanin armanca tecrîdê ji destpêkê de ew e ku peywendiya Rêbertiyê bi gel û tevgerê re qut bibe. Ev yek xwe di kûrkirin û berfirehkirina şer de dide der. Di nava 20 salên Îmarliyê de her qonaxa şer bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ebdullah Ocalan xwe da der. Lewma em dibêjin tecrîd peyama şer û qirkirinê ye. Di warê hiqûqî de tu piştpalek vê pergala tecrîdê tine ye. Tenê bi şeklekê dikare were pênasekirin, ew jî helwesta polîtîk a li dijberî pergala Rêbertiyê ye. 

Berxwedana dîrokî a Rêbertî

Komploya navnetewî zêdeyî 20 sale di rojevê de ye. Helbet qonaxên vê komployê hene. Di qonaxa yekem de armanca komployê tinekirina Rêbertiyê bû. Bi vî awayî armanca komploygeran ew bû şerek sedsalan bidin destpêkirin. Lê Rêbertiyê bi pêşdîtinek bêhempa qonaxa pêşî ya komployê pûç kir. Di pêvajoya Îmraliyê de jî komployê xwe bi awayên cuda da der. Geh bi tecrîda di nava tecrîdê de, geh jî bi pêkanînên tund yên li dijî Rêbertiyê, heya destwerdana fîzîkî kete rojevê. Lê belê li hundir berxwedana dîrokî ya Rêbertiyê, li derve jî bi berxwedana gel û tevgerê komplo hat pûçkirin. 

Di roja me de, li herêmê şerê sêyem ê cîhanê navend Kurdistan dimeşe. Di vî şerî de Kurd bi paradîgmaya Rêbertiyê bûn hêz, vîn û bi pergal bûn. Lewma îro hêzên navnetewî û herêmî dixwazin komployê bigehînin encamê. Mebesta van hêzan bi tecrîda roja me ew e ku Rêbertî ji vê dema dîrokî were tecrîdkirin. Dijber jî em dikarin bêjin, tecrîda esasî li ser civaka Kurdistanê tê ferzkirin. Tecrîdkirina Rêbertiyê lewma tecrîdkirina Civaka Kurdistan, gelên Kurdistanê ye.
Ev sê sale li ser vî esasî hevdîtina bi Rêbertiyê re bi awayeke nedîtî tê astengkirin. Derbarê jiyana Rêbertiyê de tu agahî tune. Helbet ev yek îşaret bi xetereyên mezin dike û naşibe qonaxên berê. Di nava 20 salên borî de, bi berxwedana Rêbertiyê, gel û tevgerê karibû tecrîd were şikandin. Lê di vê dema dîrokî de çawa ku tecrîd tê wateya şer û bê statû hiştina gelê Kurd, şikandina tecrîdê jî tê wateya têkbirina vê konseptê. 

CPT di bin bandor siyaseta Ewrûpayê de tevdigere

Me weke çalakger Strasbourg hilbijart, ji ber ku saziyên peywendîdar yên weke CPT û Konseya Ewrupayê li vê derê ne. Her wiha CPT û saziyên navnetewî di mijara Rêbertiyê de ji destpêkê de bi alî û  li gorî pêdiviyên polîtîkaya hêzên navnetewî tevdigerin. Di esasê de saziyên wan hêzanin ku komplo hunan e. Lewma mirov dikare bêdengiya wan bi alîbûna wan pênase bike. CPT ku xwe weke saziyeke maf û azadiyan pênase dike, di pratîkê de ne xwedî wê seknê ye. Di bin bandora siyaseta Ewrupayê de tevdigere. Ji destpêkê de pergala tecrîdê ya li Îmraliyê weke rejîmekê pêk tê, neket rojeva vê saziyê. Lewma em dikarin bêjin hevkarin. Bi vê çalakiyê em dixwazin lîstika sê meymûnan raxin pêş çavan û bihêlin ku li wezîfeyên xwe yên eslî  vegere û pêşî li tecrîd û îzolasyona li Îmraliyê bigire. 

Rêber Ebdullah Ocalan di pêvajoya Îmraliyê de bi paradîgmaya Netewa demokratîk nexşerêya çareseriya pirsgirêkên pergala modernîteya kapîtalîst ku ji binî de çareser bike, raber kir. Ev paradîgma bi şoreşa Rojava-Bakurê Sûrî mîsoger bû. Eşkere bû ku pirsgirêkên kûr û kor yên civakî û dîrokî dikarin bi vê pergala alternatîf bên çareserkirin. Pergala li Rojava û Bakurê Sûrî bi demê re saz bû û bû hêviya gel û hêzên dij pergalê. Vê yekê di serî de hêzên dagirkerên Kurdistan ê, lê bi taybetî jî hêzên hegemon tirsand. Tirsa sereke ji vê paradîgmaya Rêbertiyê, an go ji sazbûn û jiyanî bûna modernîteya demokratîk e. Modernîteya demokratîk bi netewa demokratîk bi beden bû. Hemwext li herêmê dîzayna nû heye ku Kurd xwe di vê demê de bi netewa demokratîk bi pergal dikin. Ev tê wateya xirabûna hesabên dîrokî yên li ser herêmê ku di navendê de Kurdistan heye. Ji ber vê yekê jinû ve sazbûna komployê tê fêmkirin ku bi armanca pêşîgirtina pergalbûna paradîgmaya Rêbertiyê ye. Lewma komplo bi awayê êrişa li dijî hemû destkeftiyên tevgera azadiyê di şekxê Rêbertiyê de xwe nû dike. 

Tecrîd plana hêzên hegemenone

Di rastiyê de tecrîd tenê bandorê li civaka Kurd nake. Em li çend salên dawî binêrin em ê bibînin ku paradîgmaya Rêber Ocalan bi şoreşa Rojava û Bakurê Sûrî herêmî bû, heta cîhanî bû. Ev pergal ji aliyê gelên herêmê we hat pejirandin. Ji gelên herêmê û cîhanê re bû hêvî. Ev hevî di şoreşa Rojava de pêk hat. Bi tecrîdê re êrişên herî mezin û berfireh li ser destkeftiyên vê şoreşê pêk tên. Helbet şoreş ne tenê bi Rojava re sînordare, şoreşek herêmî ya bandor li gelên cîhanê kirî di rojevê de ye. Lewma mirov dikare bêje, pergala tecrîdê kûrkirin plana hêzên hegemenon e. Ev hêz naxwazin li herêmê çareserî pêk were. Bi şer û kaosê dikarin li ser piyan bimînin. Paradîgmaya Rêbertiyê ku çareseriyek mayînde raber dike, ji bo van hêzan tê wateya tinebûnê. Eger netewa demokratîk li herêmê berbelav be dê ev hêz nikaribin xwe bi netew-dewleta ku êdî ji hev dikeve li ser piyan ragirin. Hebûna netewa demokratîk tibenûna van hêzan îfade dike. Lewma mijara tecrîdê bi qasî ku ji bo civaka Kurdistanê giring û jiyanî ye, ew qas jî mijarek herêmî û cîhanî ye. Ji xwe ev pergal encama komploya navnetewî ya herî eşkere ye. 

Rêber Apo tevgera azadiyê weke tevgerek jinê saz kir. Azadiya jinê ruh û vîna vê tevgerê ye.  Jin bi tevgera azadiyê re li Kurdistanê û herêmê bû xwedî hebûn, nasname, hêz û pergal. Xwebûna jinê bi feraseta azadiyê ya Rêbertiyê ve yekser girêdayî ye. Paradîgmaya Rêbertiyê jî ji xwe xwe disipêre azadiya jinê. Jin lewma jî hebûna xwe bi hebûna Rêbertiyê bi wate dikin. Peywendiya jinan û Rêbertiyê peywendiyek wateyê, hebûn û xwebûnê ye. Lewma ji destpêkê de li dijî her êrişa li ser Rêbertiyê jin bûn çeperek ji agir. Hîn di sala 1996’an de ku komployê nû xwe dida der, hevala Zîlan bi çalakiya canbexşane xwe kir mertal. Di her qonaxa komployê de jin li qadan bûn. Berxwedana Rêbertî ya li Îmraliyê, li derve bi pêşengiya jinan civakî bû. Jinên ku bi paradîgmaya Rêbertiyê bi wate bûn, ketin ser rêya azadiyê, helbet deynê xwe dibînin ku tecrîdê bişkînin û rêka azadiya Rêbertiyê vekin. 

SONY DSC

Rêbertî ji bo me jinan azadî, wate û xwebûn e

Lewma di pêşengiya Leyla Guvende destpêkirina vê qonaxa berxwedanê zêdetir bi wate ye. Di civaka Kurd de bi paradîgmaya Rêbertiyê jin bû hêza herî dînamîk a şoreşê. Şoreşa jinê a azadiyê bi rêhevalên Rêbertiyê yên weke Sara, bi berxwedana li dijî pergala mêr a xwe bi awayê herî hov DAIŞ’ê da der cîhanî bû. Rêbertî ji bo me jinan azadî, wate û xwebûn e. Ev di wateya hebûnê de bi nasname bûn û jiyana azad bi xwe ye. Rêbertî tevgera jin bi xwe ye. Lewma gotinên, ‘JIN’, ‘JIYAN’, ‘AZADÎ’ dema ku bi azadiya Rêbertiyê re bi yek bin bi wate dibin. Peywendiya jina azad a bi Rêbertiya azad re ew qas jiyanî ye. Di mijarek ewqas giring û jiyanî de helbet jin dê xwedî gotin bin û ji wê jî wêdetir dê xwedî çalakî bin. Zîlanê li Dêrsimê bi çalakiya xwe a canbexşane banga wateyê da, Sarayê bi hevaltiya Rêbertiyê azadiya jinê li sînorên cîhanê da û jina Kurd li Rojava bi berxwedanê Rêbertî jiya.
Îro ev pêla berxwedanê ya ji bo şikandina tecrîdê û bi armanca azadiya Rêbertiyê li Kurdistan û cîhanê deng vedide, di serdema finalê de hîn bi wate ye. Ev berxwedana bi reng û dengê jinê berxwedana serkeftinê ye. Yeqîn vegotina Rêbertiyê a ‘Jina li ber xwe dide azad dibe, jina azad dibe xweşik dibe û jina xweşik dibe tê hezkirin’ bi berxwedana Leylayê çiqas li hev tê. 

Çalakiya me a bi pêşengiya Leylayê pira di navbera banga ‘Jin, Jiyan, Azadî û Rêbertiya zad’ e. Azadî eger hebe, vê bi Rêbertiya azad bi wate be.
Leylayê ji warê Sara, Mazlum û Kemalan banga berxwedanê kir. Em jin li her qadê deng didin vê bangê. 

Ez bawerim û bi hêvî me ku em ê bi berxwedanê hevdîtina mezin a bi Rêbertiyê re li warên azad pêk bînin. Tenê ji vê re neqebek maye, ew jî vê bi berxwedana jinan rabe.