Tecrît têk birina vîna azad e

- Canda SU
540 views

2Dema ku mirin di nav bê qeyd û şertiya demê de di kemînê de sekinîbû, meydanê ji çerxa ku ji xayîn û hevkaran pêk dihat re alikarî dikir. Hertişt ligor, bi gelemperî fîzîkî, lê ger ev yek nebe jî ji hêla wate de tune kirina Rêber Apo dihat armanc kirin. Rotûşên dawî yên qomployeke kûr ku bi tiştên nayê zanîn barkirî bû, dihat avêtin. Hemû hêzên paşverû li hemberî Wî ku nirxên winda yên mirovahiyê derxistin holê û deriyê ji bo jiyaneke azad vekir, li hemberî sekna Wî a ku ji tevahiya cîhanê re meydan dixwend, ketibûn nav tirs û qurf ê. Ji ber vê çendê jî hemû derî li erk û esiman bi ser de hatin girtin. Wateya derketineke xurt a li hemberê vî tiştî jî derveyê mucîzeyê tu peyveke din nikare pêşwazî bike. Rêberê gelê Kurd bu şensê dawîn yê mirovahiyê ku di bin siya zanistê de dikeve nav çerxa stemkariyê, pira dil û mêjiyê wan tê hilweşandin; dihat xwestin  felsefeya Wî têk bibin.

Ji tenêtiyê hêvî hat afirandin

Wî mantiqê sedsal an jî sedsalên ku xulaseya hemû stemkariyên sedsala 20. an bû eşkere kir; rexmê her tiştî carekedin di nav tenêtiya xwe de karî ku hêviyeke nû biafirîne. Wê bi deşîfre kirina rûyê qirêj yê şaristaniyê, demê bigihîne wateya xwe a rast û wek ‘zarokekê ku îxanet bi xeyalên xwe nake’ bi diytalektîka kesayetek ku bi xwezayê re di nav hevsengiyê deye, vê qomploya navneteweyî vala derxîne. Gotina Wî a wek, ‘Min tu caran bi qederê bawer nekir. Lê, li ber çarmixa hemdem a hêzên qederê yên sedsala 20. an ku ji min re amade kiribûn, ezê bi tena serê xwe û di nav bêdengiya gorê de sekinîbam. Heya hilavêtina dawî a dilê xwe, firdika dawî a hişê xwe jî ji bo mirovahiyê bikaranîn minê ji bo xwe wek fezîlet û wateya xwe bidîta û a heyî minê di nav siruştê de bihêla.’ Wê hertişt bi awayeke zelal pênase kiriba û cih ji tu gotinê re nehêlaba.

Rêberê gelê Kurd wê şert û mercên li girtîgehê veguherîne ciheke mezin a fêrkirinê ku di dîrokê de jî  mirov pirr kêm rastê tişteke wiha tê, her wiha bû nûnerê herê bi serkeftî yê feraseta heqiqet û têkoşîna bi hêz. Çiqas têkoşîn kir, ewqas heqîqet bidest xist. Kêliyên demê bi desketiyên heqîqetê re bihêz kirin. Li ser encamên hiqûqî zêdetir, li ser encamên siyasî yên parastina ku kiribû, disekinî. Bi tecrûbeyên li Îmraliyê ku hem li ser rêya heqîqet hem jî li ser rêya siyasetê pêş diket, hemû polîtîkayên hêzên paşverû vala hatin derxistin. Rêberê gelê Kurd ji polîtîkayên ku Tirkiyê bi tena serê xwe li Îmraliyê dixistin meriyetê re ‘Polîtîkayên neteweyî yên Îmraliyê’ digot û bi sekna xwe helhelanên serkeftina neteweyî ji holê rakir. Di pêvajoya AKP´ ê de jî her tişt ji hesabên biçûk û rojane yên taktîkî re dihatin feda kirin, lê Wî di şert û mercên herê bi zehmet de, di pêvjoyek wiha de jî bi sebreke mezin di tikoşîna demokrasiyê de israr kir.

Têkoşîna zêhn û îradeyê 

3Li hemberî tenêtî û tecrîdê, Rêberê gelê Kurd di her kêliyê de berxwedana xwe domand, di bin şert û mercên li Îmraliyê ku ji her cûre têk birinên fîzîkî re musaîd e, hertim têkiliyên Wî yên bi derve re û amrazên ragihandinê bi ser de hatin qut kirin, tên qut kirin. Lêbelê bi zêhn û têkoşîneke îradî li dijî vê yekê jî sekinî. Bi girêdana ji civakîbûnê re û têgeha heqîqetê a ku pêş xistibû, da nîşandayîn ku li girtîgeh û derve de hemû şaşî, çewtî ka çawan ji holê tên rakirin. Wateya hemû xweşikiyan bi jiyana xwe bi me da fêr kirin. Li girtîgeha Îmraliyê di şexsê Rêberê gelê Kurd de dîroka gerdûnî û têkoşîna gelê Kurd hat darizandin û rexmê hemû derfetên kêm, qut kirina amrazên ragihandinê jî ji bo Wî ku rastiyan bîne ziman nebû astengî. Bi tena serê xwe û di bin şert û mercên giran yên tecrîtê de, bi jiyan û berxwedana xwe, bi kom kirina wateyê û ji vê kom kirina wateyê ku dilop bi dilop li ser mirovatiyê de da barandin wê jê re bibe rê û rêbaz; herwiha parastina xwe a hiqûqî jî bi navê hêzên şaristaniya demokratîk bi encam kir. Bi parastina xwe a bi ser navê ´Ji dewleta rahibên Sumeran ber bi şaristaniya demokratîk´ rastiya  heyî a Ewrûpayê datanî holê. Baldikêşand ser girîngiya dest girtina kes a ji hêla dîrokî û civakî de.

Piştî sê salên bi tenê yên li Îmraliyê, bi nivîsîna parastina DMME yê, bingehek bi hêz a teorîk û pratîk a ji bo guherîna paradîgmatîk bi awayeke herê xurt hat avêtin. Bi van parêznameyan rêyeke nû hat vekirin. Parêznameyên xwe yên Urfa û Atînayê jî hevrasta parastina DMME yê nivîsîn. Di parêznameya xwe a Atînayê de dide diyar kirin ku projeya demokratîk a gelên Kurdistanî heyecanek mezin dide avakirin û bi zivirîna ‘Teşiya Kurd’ wê rojhelatanavîn bigihe serdema şaristaniya demokratîk. A ku dikeve ser milê me jî ev e, ´Ji Gilgamêş û Iskenderan re´ nebin evd, vê carê wek gelên bê efendî tevlî şaristaniyê bibin û bikaribin bibin çavkaniya hêvî yê. Bi taybetmendiyên xwe yên gerdûnî, wê wiha bigota; “di berbanga şaristaniya demokratîk û ekolojîk a gelan de, yekemîn tîrêja ronahiyê wê vê carê jî ji bo cara ewil bê vedan.”

Di bin her şertî de têkoşîna jiyan ê

Aliyên kes yên ku pergalê ji hêla civakî de razber kiriye, tehlîl dikir. Tecrît, tenêtî û mehkûmiyeta ku jiyan dikir, bi vî aliyên pergalê ve girê dida û ji gelek hêlan de bi hor û kûr li ser disekinî. Her wiha dida diyar kirin ku ferdê ji xwebûyînê hatibe derxistin bi civakeke din re dibe yek. ‘Lêbelê wê demê jî êdî tu ne tu yî û ji xwebûyînê hatiyî derxistin. An tenêtiyeke erjeng an jî teslîmê rastiyeke din bûyîn. Dafika Kurd a dualî ku min qala vê dikir ev e. Bi awayekê ku digot, ji mirinê mirinê biecibîne’ û wiha rewşa xwe îfade dikir. Di her zor û zehmetiyê de rêyeke nû a ji bo derketinê peyda kir. Diyardeya ku jê re diyalektîka Apocî dihat gotin gerek ev be: Di pêvajoyên herê bi zehmet de, hêza derketinê û gav avêtinên herê bi hêz dana nîşandayînê ye.

Çîroka ku çîroka Nebiyan derbas dike, êşa pêxember Eyup a ku ji bo mirovahiyê dijiya, heya hestiyên xwe hîs dikir û bi sebir, hêvî, bawerî, heskirin û hêza eşqê carekedin pêşkêşî mirovahiyê dikir. Li ser navê hêzên şaristaniya demokratîk heya niha tişta ku raber kiriye, bi paraznameyên xwe ku çîroka çanda avakirina mirovahiyê digire dest û vê vedigerîna zimanê serdemê û pêşkêşî mirovahiyê dike. Bi derbas kirina tecrît û asta tenêtiyê ku li ser ferz dikirin re namîne, wê deriyê jiyaneke birûmet a ku dişibîne jiyana zana û pêvajoya înzivaya peyxemberan, vebike. Bi parêznameyên xwe yên bênc cîldî ku bi ser navê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk ku di sala 2009 û 2010´ an de amade kiribû, wê rastiya desthilatdariyê û modernîteya kapîtalist rabixe ber çav an, di heman demê de bera xwe bide jiyaneke komînal, demokratîk û vegera ber bi civaka wekhev û azad pêk bîne. Ji bo jiyaneke bi eşq û azad wê bi paradîgmayeke mezin a rih û fikrî hemû kemînan bibûhûrîne. Bi gotina, ‘Mirovek ku hestên hîs û wateyê wî didin jiyan kirin, mirovê herê bihêze’ wê hewldanên xwe bi awayeke fewqulade bidomanda.

Tecrît, tenêtî û mehkûmiyet4

Rêber Apo tecrît, tenêtî û mehkumiyeta li girtîgeha Îmraliyê bi paradîgmaya ku ji hêla rih û fikrî de pêkanîbû, bihûrand. Lêbelê di serî de gelê Kurd, hemû gelên ku otopyayên jiyana azad û hêvî di nivîs, gotin, li gor jiyan û parêznameyên Rêberê xwe dijiyan, hewldan vê tenêtiyê derbas bikin û dan nîşandayîn ku bi tu awayî fêrî vê tenêtiyê nabin. Ji destpêka pêvajoya Îmraliyê heya roja îro gel wek pêtek ji agir bû û bi gotina ´Hûn nikarin dest bi Roja me bidin´ her carekê dengê xwe berz kirin. Di her 4 Nîsanê de bi gotina, ‘Ber bi Rojê re rêvîtî’ berbi Amarayê ve herikîn. Ji dema ku bihîstin dewlet li ser Rêbertiya wan zext dide çêkirin, wek di sala 2007 û 2009´ an de jî dan nîşandayîn wê dinya bi ser wan de hilweşandana. Gotin ku ‘Ger hûn zirarê bi yek ta ji porê Rêberê me bidin, emê diyayê bi ser we de hilweşînin’ û Gemlîk dagir kirin. Bi salan li Ewrûpayê ji bo Rêberê xwe îmze kom kirin. Dema ku hevdîtina bi parêzeran re hat qut kirin, derketin qadan, li girtîgehê dest bi girevên birçîbûnê kirin û bedenên xwe ji mirinê re razandin. Jinan bi gotina; ´azadiya Rêber Apo azadiya me ye, hebûna Wî hebûna meye´ hema bêje wek çemekê ber bi grava Îmraliyê we herikîn. Ji bo ku ji hêla felsefîk, zanistî Rêberê xwe di 24 saetan de bijîn û bigihêjin vê kûrahî yê, lêkolînên wan çêbûn, xwe birêxistin kirin.

Berxwedaneke Prometheuswarî 

Di nav tevahiya demê de wateya rastîn pêşkêşî mirovahiyê kir, her wekî ku xwe jî mînak dide, berxwedaneke Prometheusvarî raber kir. Wek tê zanîn Prometheus ji bo mirovahiyê agir û azadiyê ji xwedavendan didize, li hemberê vê yekê jî ji aliyê xwedayê Yewnanê Zeus we li çiyayê Qafkasê tê girêdan. Pirr seyr bû ku her roj cîgera wî ji aliyê qertalan we tê xwarin, lê dîsan jî Prometeus xwe nû dike. Her wekî Rêber Apo ku îro wate û azadî diyarî mirovahiyê kiriye, rexmê hertiştî jî xwe nû dike û hemû wate û heqîqetên ku ji mirovahiyê hatiye dizîn bi her kêlî fikirînê carekedin vedigerîne mirovahiyê.

Hin caran her çend yekser mirov bi hevre di nav danûstandinê de bin jî tenêtiyeke mezin dijîn. Terîfa sedsalê a ´ferdê di nav qelebalixiyê de bi tenê´ hinek jî vê rastiyê radixe ber çav an. Çiqas dixwazî îddîa bikî ku di nav jiyanê deyî, îddîa bike, dixwazî bila çiqas mirov li derdora te bin, ev yek rastiya ku tu bê watebûyînê dijî nikare veşêre. Lêbelê, Rêberê gelê Kurd ku di nav hewldanê deye carekedin wate û heqîqeta mirovahiyê ku winda bûye jê re diyarî bike, her roj tenêtiya di nav deye bi wate dike. Bi vê yekê re tecrîta heyî jî bê wate dike. Wî gelek caran da diyar kirin ku li şûna di nav jiyaneke qirêj de bijî jiyaneke bi tenê hêjatir dibîne.

Helbet ji bo gelê Kurd fêrî vî şert û mercên tecrîtê nebûyîn jî pirr girîng e. Bi vê re girêdayî ji bo tecrît ji holê bê rakirin û azadiya Rêberê xwe misoger bikin, ji her demê zêdetir di xeta Rêberê xwe  de kûr bûn û bi vê wateyê re tevgerîn yek ji tişta herê girîng e.