Tecrît wê bi vîna azad a gelan têk biçe 

- Site varsayılanı
597 views

Di sedsala 19.an de bi avabûna netew-dewletê ku ji modernîteya kapîtalîs re bêhempa bû, kesên girîng yên ku ji bo desthilatdarî û hêza xwe tehlûke didîtin, li cihên hatine îzole kirin, bi gelemperî li cihên asê û bi teht ku heSONY DSCma bêje rê li jiyan kirinê nade, dihatin sirgun kirin û ev yek pirr eşkere rêbazek wisan bû ku nema bi hişê xwedavendên mîtolojîk jî diket. Girav û ev saziyên taybet yên wek girtîgehên li giravan ku bi şerê cîhanê  yê pêşîn tê pevxistin, dîsan çîroka kesên li wêderê êsîr in, hêjayê lêkolîn û zanînê ye. Ev girav û girtîgeh, bi şert û mercên hawirdorê re, ji hêla şilî, sayî, tenêtî, dorpêş kirin û tecrîta giran ku mirov di bin de terkê mirênê tên kirin, cihên wisanin ku hertim di bîra mirov de dimîne. Ev cih, cihê xwedayên modernin ku ji bo rizgar kirina serdema xwe a tarî, sergirtina rastiyan û ji bo tune kirina hêviyan wek yek ji amora bingehîn tê bikaranîn û hebûna xwe bi vî rengî didomînin. Girava Îmraliyê  û girtîgeha li wir a li behra Marmarayê ji gelek çîrokan re malavahî kiriye. Belku jî çîroka herê balkêş jî çîroka Rêber Apo ye. Ev çîrok jî bi giştî ji aliyê Rêber Apo we, bi rêya pirtûk (Parêznameyan) hatiye nivîsîn û hêjayê xwendinê ne.

Pergala Îmraliyê têk çûye

Rêber Apo di 15 Sibata 1999´an de, bi rêya operasyonek NATO-Gladîo ku bi xwe wek ´Kompluya Mezin a Gladîo´ pênase dike, tê revandin û tînin Îmralî yê. Ev çîroka li Îmraliyê ne wek tu çîrokên din e. Pergala Îmraliyê li hemberî hiş, ruh, vîn û berxwedana Rêber Apo  têk çûye. Pergala Îmraliyê a ku ji aliyê cinawirê netew-dewletê we hatiye avakirin, bin ketiye. Girtîgeha Îmraliyê pergala modernîteya kapîtalîst e û hilweşiya ye. Cûdahiya vê çîrokê bi yên din re, “yekanebûna” wê ye; hema bêje ev nêzî bîst salane ji aliyê Rêber Apo we bi ked û berxwedanek mezin derketiye holê. Aliyên dîrokî-civakî yên komploya navnetewî, armanca wê, ka ji aliyê çi kesan we pêk hat, cih û dema ku pêk hat, bi kinahî di her alî de ji aliyê Rêber Apo we ku di nav pêvajoyek giran a li Îmraliyê de dibohirand, hat zelal kirin û vala hat derxistin. Herçend lîstokvanên komploya mezin a gladîo diyar bin jî di hundir û derve de, di nav xwe de jî rastiyek ewçend tevlihev e. Kareke ku hostahî û şarezatiyê dixwaze. Rêber Apo kariye ku bi awayek şareza di nav vî karî de derbikeve.

Polîtîkayên modernîteya kapîtalîst ku di gelemperiya cîhanê de bi modela netew-dewletê hewl dida hegemoniya xwe saz bike, mohra xwe li dused salên dawî da. Bandora giran a van polîtîkayan herê zêde gelên li Rojhelata Navîn dijiya, ku di nav salên dirêj de bi awayek giran pêvajoya qirkirin û kumkujî jiyan kirin û hîna jî dijîn. Gelên ku derveyê pergala hegemonîk a kapîtalîst ku serê wê Îngîltere û DYE yê dikşand û desthilatdariya perçe dikir û parve dikirin birêve dibirin de diman, têkoşîna xwe a hebûnê bi berxwedaniyek mezin heya roja îroyîn anîn. Yên ku pêşengî ji têkoşîna hebûn û azadiya gelê Kurd kir jî Rêber Apo û PKK bû. Têkoşîna ji bo hebûn û azadiya gelê Kurd jî ev çil sal in di nav yekgirtinekê de tê birêve birin.

Hegemonyaya modernîteya kapîtalîst li ser neçareseriya pirsgirêka Kurd hewl dide xwe di Rojhelata Navîn de bide jiyan kirin. Veguherîna pirsgirêka Kurd a ji pençeşêrê, polîtîkayek teybet a pergala navnetewî ye. Neçareseriya modernîteya kapîtalîst wek çareseriyê li ser gelê Kurd tê ferz kirin. Dij derketina Rêber Apo a li hemberî neçareser kirinê, dîsan lêgerek alternatîf a ji bo çareseriyê, ji aliyê pergala navnetewî wek tehlûkeyek mezin tê dîtin. Ji ber ku PKK hem li dijî modernîteya kapîtalîst, hem jî li dijî desthilatdariya dewletê derdikeve û yekane hêze ku li hemberî wan berxwe dide. Kevneşopiya berxwedêr a civaka demokratîk pergala heyî ya dewlet-hêzê ditirsîne, ji ber vê jî wî neçarî tedbîr girtinan dike. Ji hêla pergalê we Rêber Apo û PKK wek bîrdozî-teorî, felsefîk-polîtîk, jiyanî û leşkerî dijberbûnê îfade dike. Kurdistan di navbera çar netew-dewletan de hatiye perçekirin, Kurd jî ji aliyê hêzên hegemonîk yên kapîtalîst de wek şivê gef xwarinê hertim li hemberî van netew-dewletan tên ragirtin. Modernîteya kapîtalîst a di pêşengtiya hegemonyaya DYE´ yê, li hemberî Rojhelata Navîn û Kurdistanê, ev bi sedsalanin ku proje û planan dixin devrê. Ji ber ku alternatîf û hêzên çareseriyê yên cûda hertim ji pergalê re wek tehdît û tehlûkeyê tê dîtin, “Komploya Mezin a Gladîo” yê pêk hat.

Li Îmraliyê derketinek nû a paradîgmayî

MANSETJi nû de destwerdana li Rojhelata Navîn, biryara pêvajoya ku em wek şerê cîhanê ya sêyemîn binav dikin, bi anîna Rêber Apo a li Îmraliyê hat destpêkirin. Rêber Apo, “ez kilîda sereke a yek ji pêngava pêşîn a ji bo Projeya Mezin a Rojhelata Navîn bûm û operasyona yekem jî li dijî min pêk hat.” Destwerdana leşkerî a li Efqanîstan û Iraqê, kaosa ku her ku diçû li welatên herêmê belav dibû; a rast şer berê wê de hatibû plan kirin. Ji holê rakirina Rêber Apo û PKK´ê, anîna ser desthilatdariya AKP´ê, dîsan gor kirina şerê li Bakurê Kurdistan ê, dest dirêjiya li ser Suriyê, di her firsendê de mudexeleyê Îran û Tirkiyê kirin, projeyên ji bo Başûrê Kurdistan ê û gelek tiştên din berê de hatibûn plan kirin û niha dixin meriyetê, hînê ji wan jî hêj li benda pêk anînê ne. Lê, her kes di ferqê deye û dibîne ku hin tişt ne bi rêk û pêk diçe. Mînak hewldanên modernîteya kapîtalîst a ji bo dirêjkirina emrê netew-dewletê û qeyîm kirina wê hîn zêdetir rê li komkujî, qirkirin, serûbinî kirina hevsengiya di navbera aborî û ekolojiyê de vedike. Jiyan veguherandine cihekê ku qet têde neyê jiyan kirin.

Rêber Apo, ji bo ku vê yekê bide sekinandin paradîgmayek ku çareseriyên girîng yên teorîk-têgehî, felsefîk-polîtîk, dîsan îdeolojîk û pratîk derxist holê. Paradîgmaya civaka li ser bingehê azadiya jin û ekolojiyek demokratîk û pergala wê a konfederalîzma demokratîk înşa kir. Bi red kirina çareseriyên yek alî ya modernîteya kapîtalîst, perspektîfa wekhev û azad, demokratîk, civakî pêş xist. Li dijî çareseriya modernîteya kapîtalîst a netew-dewletê, çareseriya pirr alî a civakîbûnê, netewa demokratîk pêşkêş kir. Ji pirsgirêkên bingehîn û îroyîn ên dîrokî-civakî yên Tirkiye, Suriye, Îran û Iraqê re çareseriyên bi hêz û rastîn danîn holê. Her ku Rêber Apo çareseriyên alternatîf pêş xistin, tecrîta li ser jî hat gran kirin. Ji ber ku Rêber Apo rê nade pirsgirêkan, di serî de Kurd, rojeva Tirkiyê û herêmê diyar dike û ligor wê pêşketinan destnîşan dike, ev yek jî li ser civakê bandorek xwe a ber bi çav çêdike. Asta  zanebûna Rêber Apo a  dîrokî-civakî hîşt ku li ser konjoktûra heyî xwedî gotin be, rojevê û polîtîkayên heyî diyar bike, her wiha hîşt ku wek kes û saziyek herê girîng bê dîtin.

Têkbirina tecrîta girankirî pêkane

Bê guman lingê esasî yê gladîoya mezin li Îmraliyê ket devrê. Di hundir de ji holê rakirina Rêber Apo, bê tesîr hiştin, ji cîhan, tevger û gel qot kirin; ji bo vê jî her cûre şerê taybet dana meşandin, şêweyê şerê derûnî û tecrîta girankirî xistin meriyetê. Lêbelê Rêber Apo li hemberî van hemû êrîşan jî berxwedanek mezin raber kir û qomploya mezin a gladîo vala derxist. Rêbertiyê derxist holê ku ev lîstoka mezin a di şexsê Wî de pêk anîn, di rastiyê de, li dijî gelê Kurd û Tirk, êrîşek bû ku li dijî hemû mirovahiyê pêk dihat. Xeta NATO Gladîo ku bi vî rengî winda kir, ji bo tola xwe hilde, bi destê desthilatdariya faşîst a AKP´ê, polîtîkayên xwe yên êrîş kirinê li Îmraliyê xistin meriyetê. Di çerçoveya konseptek navnetewî de hat xwestin qomploya navnetewî  bi awayek cûda pêk bînin. Bi vî rengî tecrîta li ser Rêber Apo hat giran kirin, carekedin polîtîkayên îzolasyonê xistin devrê.

Li Iraq û Suriyê planek navnetewî a ku Kurdan bi ser Îran û Tirkiyê paş de bêxin di meriyetê de ye. Polîtîkayên dewleta Tirk yên îmha û înkarê ku sedsale didome, îro jî bi heman rengî berdewam dike. Dewleta Tirk ku hertim li herêmê ji bo hêzên hegemon rola jandarm û cerdevan dilîze, di şerê cîhanê yê sêyemîn de ketiye nav lêgera hîn zêdetir par xwestinê, lê, li hemberê ji vê zêdetir par nexwestinê, çav li tesviye kirina tevgera azadiya gelê Kurd hatiye girtin. Li cem hêzên hegemonîk wê rol û mîsyona dewleta Tirk neyê guherîn, li hemberî vê yekê jî li dijî polîtîkayên qirkirina Kurd wê bêdeng bimînin. Armancek wiha a konsepta nûjen ya navnetewî jî heye. Vê her cûre têkilî bi Rêber Apo re bên birîn, tecrît bê giran kirin û Kurd ji nû de bi qirkirinekê re rû bi rû bên hîştin. Ev konsept ne tenê bi Bakurê Kurdistanê re bi sînor dimîne, perçeyên din jî digire nav xwe. Ji xwe herê dawî a di şexsê Kerkukê de a li Başûrê Kurdistanê hat jiyan kirin, vê yekê rast derdixîne. Ji bo vê, vala derxistina qomploya navnetewî encax bi şikandina tecrîta giran kirî a li ser Rêber Apo û bidawî kirina wê bêkan e.

Serkeftina statûya civakî û têgihiştina heqîqetê

KURDS DEMONSTRATE IN SUPPORT OF OCALAN IN RAMBOUILLETRêber Apo di parêznameyên xwe de bi dirêjahî cih dide xwe ferz kirina pergala Îmralî û sedemên ji holê rakirina wê û van du aliyan wiha pênase dike; “A rast şert û mercên derve, îdareya girtîgehê û girtîgeh bi xwe, her çend xwedî amûrên taybet yên qesrekê bên jî lê, têra ka çawa li hemberî tecrîta ser min xwe radigire, nake. Lazime faktorên sereke di mercên heyî  û nêzikatiyên dewletê de neyê gerîn. A diyarker ew bû ku min xwe di mijara tecrîtê de qanî kiribû. Diviya bû sedemên min yên wisa hebûna ku min karîba li hemberî tecrîtê berxwe bidim, herçend tecrît be jî em bikarin jiyanek mezin raber bikin. Li ser vê bingehê dema difikirim, pêvîste berê hertiştekê behsa du pêşketinên têgehî bikim.

A ewil, di derbarê statûya Kurdan a civakî ye. Ez wiha difikirîm: Ji bo ez jiyanek azad daxwaz bikim, civaka heyî, civaka ku ez girêdayîme hewce dikir ku azad bibe. Ji hêla civaknasiyê de, azadiya ferd hema bêje bi asta azadiya civakê re girêdayî bû. Kesên ku hebûna wan a civakî di nav koletiyek mutlex de bû, heta kesên belavbûn dijiyan, her cih wê ji bo wan xwedî heman taybetmendiyan baya. Cihêtiyên wek hundir xirab, derve baş e, a bi çek xirab, a bê çek baş e, wê hewldanên sereke yên hebûn û têkoşîna azadiyê neguherîne. Ger jiyana mirov encax dema azad be bi wate be, wê demê bê azadî li ku bê jiyan kirin bila bê jiyan kirin, ewder hertim wek girtîgehek tarî ye.

Têgeha duyem, bi ya ewil re girêdayî pêşketina têgihiştina heqîqetê ye. Yegane dermanê hêza berxwedanê ji xwe li girtîgehê pêşxistina têgeha heqîqetê ye. Jiyana ku bi têgeha heqîqetê mezin dibe, dikare êşên herê mezin jî veguherîne bextewariyê.”

Girtîgeha Îmraliyê statûyek taybet a pergala navnetewî ye. Mirovek di nav şert û mercên giran de encax dikare şerê jiyanî bide, ji vê zêdetir hêvî kirin ji xwe rast nabe. Rêber Apo di nav vê pergalê de, nêzî bîst sale ne tenê ji bo xwe, ji bo gerdûn ê, xweza, cîhan, welatê xwe, civakê, jin û zarok an, derfet û pêşketinên jiyanek azad derxist holê. Bi hewldan, biryardarî, wêrekî û fedakariyek ji jiyanê barkirî, ji her qada jiyanê re proje pêş xistin. Bi encam kirina vê berxwedana bi heybet, ji vir û şûn de dikeve ser milê tevger, gel, rêheval, yanî her yek ji me. Ji bo azadî, ewlehî û parastina tenduristiya Rêber Apo, hewceye rê û rêbazên rakirina tecrîta girankirî bi şêweyên hîn afirîner li ser bê ponijandin. Berxwedana ku ji aliyê gelê Kurd, dostên wî, jin û ciwanan hatiye raber kirin û xeta çalakiyên wan bi xwe re destkeftiyên mezin anî, lê di rewşa heyî de ev yek têra nake. Çalakiyên ku di nav salekê de li hemberê tecrîta girankirî hatiye pêşxistin, lazime li ser bingehê xeta çalak û ruhê fedayî bê pêşxistin. Hewceya ruhê fedaî yê piştî qomployê derket holê, ruhê berxwedêr carekedin zindî bibe. Hemleya ´Sonda me ye: Emê pergala Îmraliyê perçe bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn!´ ku ji aliyê tevgera jin ve hatiye destpê kirin, ji hêla pêşengtî kirin û şikandina tecrîta girankirî de girîng e. Em di qonaxa duyemîn a vê hemleyê dene ku ji sê qonaxan pêk tê. Çalakiyên jin û gelê me yên li Ewrûpayê ku di çerçoveya hemleyê de bênavber didomin, hem ji hêla raya giştî a navnetewî û  hem jî ji hêla xebatên dîplomatîk de xwedî girîngiyek mezine.

Têkoşîna 24 saetan a ji bo hebûn û azadiyê 

-Yek ji rojeva sereke a tevgera me azadiya Rêber Apo, tenduristî û ji bo ewlekariya Wî bilind kirina têkoşînê û ji wê re pêşengtî kirine. Şerê cîhanê yê 3.an herê zêde me Kurd an, gelên herêmê û jinan ku yek ji dînamîkên sereke yên vê paradîgmayê ne, elaqeder dike. Ev şer li dijî projeya Rêber Apo a ji bo jinan tê pêşxistin.  Tecrît ne tenê fîzîkî ye, armac ew e ku nehêlin ramanên Rêber Apo bi civakê re bigihe hev. Ji ber ku tesîra Rêbertiyê a li ser civakê baş tê zanîn, ji guherînên di encama ramanên Rêbertiyê de pêk tên, ditirsin.

Bi pêvajoya hemleya ku ji aliyê tevgera me ya jin we hatibû destpê kirin, li çar perçeyên Kurdistanê çalakiyên girîng yên jinan pêş ketin. Bitaybetî gelê me yê li Bakurê Suriyê û Rojava dijîn, dîsan gelê Ereb û çalakiyên jinan yên girseyî, sekna ku raber kirin pirr girîng bû, şanazî bû. Rêber Apo wek rêberê xwe dîtina jinên Ereb û li ser vî esasî xwedî derketin, coş û moralek mezin e. Bi xwedî derketina ji Rêbertiyê re, bi awayek herê zelal dane nîşandayîn ku azadiya wan di azadiya Rêbertiyê de derbaz dibe. Di vê zanebûnê dene ku hêza ew di tarîtî, kirêtî û zilma DAIŞ´ê de rizgar kirin, ked û ramanên Rêber Apo ye. Ji ber vê çendê jî xwe nêzî Rêber Apo dibînin. Şoreşa jinê a li Rojava, destkeftiyên ku ji bo gelên Bakurê Suriyê û jinan bidest xistiye, hêviyek nû daye avakirin.

Yegane rêya bihorandina ji Şerê Cîhanê yê 3.an û rewşa krîz û kaosê, felsefeya jiyanî a Rêber Apo û pergala konfederalîzma demokratîk e. Vê yekê ne tenê ji bo Rojhelata Navîn, mirov dikare ji bo tevahiya cîhanê bîne ziman. Em wek jin û gelan dixwazin bi Rêber Apo re azad bijîn. Û em baş dizanin ku rêya azad ya jiyanê jî di raman û pratîk kirina pergala ku ji aliyê Rêber Apo hatiye pêşxistin re derbaz dibe. Çiqas em xwe ji hêla civakî de azad bikin, emê ewqas nêzî Rêber Apo bibin. Ji ber ku Rêber Apo serket û qezenc kir, em jî neçarin ku bi ser bikevin û qezenc bikin.