Têkoşîna gelan a di pêşengtiya jinê de heq û mafeke rewa ye

- Site varsayılanı
667 views

SEMRA TEMEL 1

Semra Temel salên dûr û dirêj e ku li welatê xerîb dijî. Dema hîn zarok bû tê Ewrûpa û rastê jiyana zehmet a penabertiyê tê. Lê, rexmê temenê xwe yê ciwan jî di demeke pirr kin de dikeve ferqa polîtîkayên asîmîle û bişavtinê yên pergalê û ji bo vê jî hîn zêdetir di nav kar û barê tevgerên Kurd yên li Ewrûpayê de cih digire. Niha jî emê nêrîn, kar û xebatên Semra Temel bi we xwendevanên hêja re parve bikin.

Hûn dikarin xwe bidin naskirin?

Navê min Semra Temel, ez 32 salî me. Di sala 1997‘an de hatim Elmanya yê. Ez niha li Wûppertalê dijîm. Destpêkê bavê min wek penaber hat Elmanya yê, em jî li ser daxwaza bavê xwe hatin vir. Bêguman em jî wek hemû penaberên ku dihatin welatên Ewrûpa, bi polîtîkayên entegrasyona sîstemê re rûbirû diman. Di dibistana ziman de ez fêrî zimanê Elmanî bûm. Piştî ku asta zimanê min baş hate dîtin, min wek pîşe di beşa tendûrîstiya ku bi awayek lezgîn di malan de nexweşan derman dikin de dest bi perwerdeyê kir û demek dirêj jî kar kir.

Ji bilî jiyana rojane a li Elmanya yê, te xwe çawa birêxistin dikir?

Em weke malbat Tevgera Azadiya Gelê Kurd ji bo xwe nirxek bêhempa dibînin û hewl didin ku erkên welatparêziyê jî di jiyana xwe de pêk bînin. Ji bo ku em bikarîbin di nav pergala

modernîteya kapîtalist de xwe biparêzin û pêşeroja xwe biafrînin, pêwîstî bi bîreweriya bîrdoziya

azadiyê hebû. Bi taybetî jî li Ewrûpayê di bin sîwana tevgerê de jiyan kirîn, ji bo me wek pergala xweparastinê bû. Li ser vê lêhûrbûnê, min jî xwest ez wek jinek Kurd xwe birêxistin bikim. Lêgerîna min a welatparêziyê û jinek birewer hîşt ku ez jî beşdarê karê Tevgera Azadiya Jinên Kurd bibim. Ev

heşt salin di nav meclîsa Jinan a Viyan li Wûppertalê de cîhê xwe digirim. Di nav komîsyona

dîplomasiyê de kar dikim. Gelek caran di bergeha Navenda Civaka Demokratik a Wûppertalê de

ez li gel meclîsa gel karê hevpar jî dimeşînim. Ev nêzî salekî ye di nav Civaka Îslamî a Kurdistanê

de ez berdevka komîsyona jinan a mizgefta Wûppertalê me.

Li gorî ola îslamê jin û mêr di astekî de kar dimeşînin, hûn vê çawa dinirxînin?

Semra Temel: Bêguman ev yek bi serê xwe di asta şoreşekê de ye û gelek bi wate ye. Pergala hevserokatiyê ji bo mizgeftan hîna nehatiye pêkanîn. Li herêmên din ev çawan dikeve meriyetê an jî pergal di çi astê de pêk hatiye, ez zêde ne xwedî agahî me, lê li herêma Wûppertalê li mizgeftê pergala me wek pergala hevserokatiyê ye, kar û xebatê me jî ligor vê pergalê tê meşandin. Yek astê de bi hev re kar kirin tê esas girtin, biryar û plansaziyên hevpar tên amade kirin.

Her çend hemû ol û bi taybetî jî di civaka îslamê de jin wek hebûnek pîroz bê dîtin û vê ferasetê bipejirîne jî di pêşeroja jinê de jiyanek mayînde diyarî jinê nehatiye kirin. Hûn vê rewşê çawan dinirxînin?

Semra Temel: Lazime ku em berê hertiştî mêze bikin ka jin di ola Îslamê de çawan tên birêvebirin û jin di şopa çi û kê de ne. Şêx û mele şêweyek çawa diafirînin. Dema em behsa azadiya jinê dikin yekser bertek tên nîşan dayîn û dibêjin azadî ne pêwist e. Di heman demê de ev peyv di nav me de qedexe ye. Ev nêzikatî jî ji bê bîr û baweriya azadiyê û zayendiya jinê tê. Ya rastî ola Îslamê li dijî azadiyê nîne. Ji xwe îslametî di cewherê xwe de tê wateya aşitî û azadiyê. Divê ku mirov azadiyê tahm bike. Berdêla azadiyê giran e, lê birûmet e. Pêwiste her kes ji xwe û derdora xwe bipirse ”Azadî çi ye?” Li gorî ku ez di zarokatiya xwe de jî hîn bûme, di ola îslamê de azadiya jinê herî pêş de bûye. Lê a îro bi navê Îslamê tê kirin, ne rastî ye û berovajî kirina heqîqetê ye. Bi navê dîn û Îslamê ferasetên şaş di nav civakê de belav kirin û civak ji heqîqeta wê dûr xistin e.   

Her çar bawerî li gorî bîrdoziya xwe mêzin in û binirx in. Di nav dewletên îslamî de ferasetên

ku baweriyên cûda napejirînin jî hene û di pergala gelek dewlet-netewan de jî ev yeka han li dijî jinê wek amûrekê tê bikaranîn. Hûn vê nakokiyê çawan pênase dikin?

Pergala desthilatdar li gorî pîvanên serdestiya zilam hatiye avakirin. Niha em desthilatdariya li ser civaka Kurdistanê şîrove dikin. Her dewletek li gorî berjewendiyên xwe îslamiyetê ji bo xwe  wek amûrekê bikar tîne. Îslama rast hertim hatiye berovajîkirin. Mirov dikare ji bo vê jî dewleta Îranê mînak nîşan bide. Li Kurdistanê jî bi şêweyên şerê taybet û qirêj ev feraset tê belav kirin û hewl tê dayîn bi vê yekê re rê li pêşiya têkosîna netewî bigirin. Mijara îslamiyetê wek mijarek sereke derxistine pêş. Mafê mirovan an jî pirsgirêka azadiyê têk birinê. Ji ber vê jî dema behsa azadiyê tê kirin, ev ji îslametiyê cûda tê dest girtin. Azadiya civak û kes wek pirsgirêka îslamê nayê nirxandin. Ligor min pêvîste pirsgirêkên azadiyê wek pirsgirêkên îslamê bê dest girtin û nirxandin. Raste siûda me dibe ku girêdaye xwedê be, lê ev yek nayê wê wateyê ku em ji sîstem, civak û kesên dîktaror û desthilatdar re koletiyê bikin. Ev nêzikatî jî îro bi awayeke zanebûn li hemberî gelê Kurd tê meşandin û tê xwestin gelê Kurd dest ji azadiya xwe berde. Pergalên desthilatdar û faşîst bi navê ol û nêzikatiyên wek tu Êzdî yî, tu Elewî yî , tu Sûnî yî, tu Cihû yî û hwd. xwestiye gela bera hev bide û di navbera civakan de nakokiyan bide çêkirin. A rast bi van ferasetan em ji hev veqetandine. Bi rastî jî bi van amûran em civak ji hev belav kirine. Îslamiyet li ser lêgerînên azadiya civak û mirovahiyê derketiye pêş. Di dema Pêxemberê me de her ziman, bawerî û netew bê ku bê têkbirin hatine pêjirandin. Ev jî rêgezên hevpeymana Medîneyê ye. Wê demê nêzî 10 hezar kes li wir jiya ye. Pêxemberê me jî xwestiye bizanibe ka çend netew û bawerî li gel hev dijîn. Bi feraseta ku hemû kes li ser baweriya xwe û bi ferasetek azad bijîn. Em roja me îro de jî yekîtiya gelan a li ser bingehê bi hev re jiyanê nêzikatiyek bi nirx dibînin û baweriya jiyanek hevpar a hemû baweriyan hembêz dike dipejirînin. Bingehê sîstema konfederalîzmê vîna gelan esas digire.

Civaka Îslamî a Kurdistanê cara yekem konferansa jinan li darxist, hûn vê yekê çawan dinirxînin?

Konferans gelek girîng û bi wate bû. Ji ber ku cara yekem li Ewrûpayê xebatek di vê astê de hate meşandin. Di konferansê de rewşa jinê a di nav îslamiyetê de hate nîqaş kirin. Di konferansê de me pirsên wek “di nav îslamiyetê de cih û rola jinê” girt dest û bi berfirehî nirxand. Em cih girtina jinê a di nav ol de girîng dibînin. Ji ber ku di bin navê ol de gelek têgihîştinên nerast raberê

gel tê kirin û ya ku li pêşiya wan şaşiyan bisekine jî jin e. Divê em civakê bîrewer bikin û azadiya jinê jî wek bingeha jiyanê bigirin dest. Yê ku koledar be û wek koleyan bijî, li dijî ola îslamê ye.

Biryarên konferansê di çi astê de ne?

Em di destpêkê de îslama hêrî rast derxînin pêş û gel di mijara heqîqetên civakî de lazime agahdar bikin. Pêwîste em wek civak dîrok û nasnameya xwe ji bîr nekin. Cihê ku em lê hatinê tu caran ji bîr nebin. Lazime her gel û civak bizanibe ka kê ye û xwedî li nirxên xwe yên civakî derkeve. Ji bo doza me jî divê yekitiya me her tim hebe. Di nav îslamê de li hemberî neheqiyê an jî dagirkeriyê, mêtingeriyê bêdêng mayîn nayê qêbûl kirin. Wê gavê welatê me tê talankirin û dagirkirin em nikarin li hemberî vê bêdêng bin. Têkoşîna gelan a di pêşengtiya jinê de heq û mafeke rewa ye.

Pêwîse asta tevlîbûna jin a di îslamiyetê de çawan be?

Ji bo ku jinek bibêje ez hemû erkên xwe yên olî pêk tînim, hewceye berê her tiştî li dijî tûnd û tûjiya li ser jinê bêdeng nemîne. Jin rastê tûndiyê tên, bi darê zorê tên zewicandin an jî têne qetilkirin, pêwîste li hemberê van nêzikatiyên der mirovî hişyarî û zanebûn hebe. Ji ber ku li hemberî van nêzikatiyan bêdeng mayîn li gorî îslamiyetê nayê qebûlkirin. Çi dibê bila bibê divê em li hemberî neheqiyê serî daneynin. Eger em bi vê şêwazê tevbigerin emê gelek aliyan ve serkeftî bin. Divê jin xwe ne tenê di ola îslamî de di hemû qadên jiyanê de xwe pêşbixe. Ji ber ku yê di mal de zarokan mezin dike perwerde dike jine. Zarok jî bi feraseta jinê mezin dibin. Ew jina ku di hêla zayendî û civakî de birewer be hedefê wê jî mezin dibe. Dîsan em wek jin lazime ku bizanibin di îslamê de kar kirin ne şerme û ne qedexe ye, mafeke herê xwezayî ye.