Tekoşîna Jinên Kurd buye hêviya azadika jinên Efganîstan û Îranê

- Zeynep ERDEM
607 views

Li Rojhelata Navîn bi pêşengiya jinên Kurd  tekoşîna jinan gihiştiye asteke bilind. Ev tekoşîn bandorê li seranserî Rojhelata Navîn dike. Jinên ku hişyar bune êdî hemu zagonên bi deste zilaman di elêhê jinê de hatine danîn dikin bin lêpirsînê, wan zagonana weke heye napejirînin.

Ya din, jin bi hêza xwe hesyane, ketine ferqa ku dikarin jiyaneke nu bi afirînin.Ji ber ku jinên Kurd li çar beşên Kurdistan û bi taybet jî li Rojava û Bakurê Kurdistanê hem li hember pergala desthilatdar a Netew Dewlet şer dikin, li hember hêzeke weke çeteyên DAIŞ, dijminê mirovahiyê şer dikin, hem jî di nava civakê de xebatên Neteweya Demokratîk didin meşandin. Van karana bê guman bandoreke mezin li ser jinên herêmê dike.

Bi taybet di pêvajoya ku jinên Kurd bi berxwedana xwe derketin pêş, bandoreke mezin bi giştî li jinên Rojhelata Navîn kir, bi taybet jî jinên Îran û Efganîstanê, ji jinên Kurd îlhama berxwedanê digrin.

Pergala ku niha dewleta Îranê pê tê birêvebirin pergaleke dij-jin, dij-civak û dij-mirovahiyê ye.Lê bi şêwazekî xwe di nava civakê de meşru kiriye û bi zextan civakê bi rêve dibe. Efganîstan jî her wisa.Di vê demê de jinan ew zagonên ku benê sêdarê dixe stuyê jinan û hemu  civakê, bi destê dewletê her xerabî bi civakê tê kirin na pejirînin.

Dewleta Îranê bi her şêwazê xerabiyê, li her derê derdikeve pêşiya însanan.Di bin nave parastina exlaq de bê exlaqiya herî mezin dide meşandin.Mînak; berya demekê li Tehranê hejmarek ciwan diçin pîknîkê, sîxurên dewletê pêşiya ciwanan digre, zilaman girê didin û li ber çavê wan destdirêjiyê li ser jinan dikin. Berya niha bi demeke kurt li bajarê Îranê Gîlanê cezayê bi kevirbaranê were qetilkirin li jinekê  hat birîn.Buhara 2015’an jina Kurd bi nave Ferînaz Xusrewanî li bajarê Mehabat’ê rastî destdirêjiya endamekî  îtleata Îranê hat. Ferînaz ji bo xwe ji destdirêjiyê biparêze xwe ji qatê çaran yê avahiyê ve avêt xwerê û jiyana xwe ji dest da. Xwendekara Kurd Şeyda Hatemî di yekê adara 2014’an de li zanîngeha bajarê Urmiyê hate qetil kirin. Jina bi navê Sumeye li bajarê Rojhelatê Kurdistan Şino hat qetilkirin.

Rojane bi dehan jin li Îranê rastî êrişên asîd rijandina ser ru yê wan tên û gelek caran demê ev êrîş tê kirin zarok di hembêza wan de ye û ew zarok jî birîndar dibin, çavê xwe an jî hin organên laşê xwe ji dest didin.

Dîsa li Efganîstanê jî di nava salekê de bi dehan jin li nava kolanan ji aliyê zilaman ve hatin kevirbarankirin,şewitandin û kuştin. Herî dawî Jina 19 salî Rexşane li Kabîlê ji aliyê çekdarên Talîban ve bi kevirbarankirinê hat qetilkirin, li ser buyêrê bi pêşengiya partiya Hembestegî jin daketin qadan.

Li hember van zext û zilma hem ji aliyê dewletê û hem jî di nava civakê de ji aliyê zilam ve tê meşandin jin jî bê deng neman. Li hember kuştina Ferînaz bi hezaran gel rabu ser piyan û heseb ji dewletê xwestin.Ew qanunên ku bê lêpirsîn ji aliyê civakê de dihatin pejirandin êdî rewa bûna xwe wenda kirine.Li Efganîstan cenazeyê jinan êdî li kolanan namîne.Jin xwedî li wan jinên bi destê zilaman û dewletê tên kuştin derdikevin. Wan jinên hatine kuştin naxin bin lêpirsînê. Êdî zagon û feraseta wan jinan li kolanan qetil dike dixin bin lêpirsînê û li hember vê bi dengê bilind serî radikin.

Dîsa li Îranê jin dixwazin di parlamentoyê de ruyê jinan hebin. Bi taybet di hilbijartinên meha adarê li Îranê werin li darxistin de jin jî dixwazin xwe bibînin û vîna xwe bibin parlamanê.

Li hember van zextên ewqas giran belki van helwestên derketin holê gelek kême lê li hember wan deng derxistin ji bo têkbirina vê pergala desthilatdar gava yekemîne. Ku jinên Efgan cesret dikin u li cenazeyê jinên li kolanan ji aliyê zilaman ve hatine kuştin xwedî derdikevin û bi girseyî xwepêşandanan li dardixin ev geveke nikare biçuk were dîtin.cesareteke mezine.

Bê guman ev liv û tevgera jinan li van welatan, dîsa ev lêgerîn wekî me got bingeha xwe ji rola pêşeng ya tekoşîna jinên Kurd digre. Ji ber ku zext û zordariya li ser jinan sinorên Dewlet Netewe derbas kirine.Ji ber wê jî demê xwe birêxistin çêdibe li hember vê pergalê balê dikşine ser xwe. Niha li herêmê tekoşîna jinên Kurd jî dide roleke bi vî awayî dilize.

Asoyeke nu ji jinan re vedike riya çareseriyê dide avakirin. Biryardariya di tekoşina azadiye de derdixe olê. Bi kurtasî nexşerêya azadiyê destnîşan dike û em dibînin ku jinên herêmê li gor vê nexşerêyê dest bi tekoşîneke ku bikaribin mafê çarenusa xwe destnîşan bikin  kirine. Ev jî hêviyeke mezin dide ku em careke din jinên bê hêvî, jinên teslîmî çarenusa xwe bunê û bê hêvî ketine nebînin. Li cihekî weke Efganîstan ku deng û rengê jinan weri bihistandin û dîtin weke guneh hatiye pejirandin bi civakê jin dadikevin kolanan û sloganên azadiyê diqirin. Ev yek dide xwuyakirin çawa zilma li ser jinan çiqas bê sînore be, azadiya jinan û tekoşîna jinan jî ewqas bê sînore, sînoran nas nake.Arîn Mîrkanan ji ber wê dengê xwe gihandine jinên Îranê û Efganîstanê…..