Têkoşîna ku bi Qedem Xêr û Leylayan destpêkir

- Zeynep MURAD
665 views

Kurdên feylî beşêk ji netewa Kurd in û bi zaravayê kurdiya jêrîn diaxivin. Li her du aliyên sînor, di navbera dewletên Iraq û Îran ê; ji Xaneqîn û bakur ve heya parêzgeha Îmare li başûrê Iraqê û ji Îlam, Kirmanşa, Loristan û cihên din yê Îranê binecih in. Ew bi hezarî salan in li van herêman, li ser vê axa pîroz dijîn. Hejmareke ber bi çav a Kurdên Feylî li bajarên wek Bexda û Tehranê jî dijîn.    

Dagirkerî, talan û têkoşîna jinê a parastinê

Di navbera salên 1623 û 1629’ an de, di encama peymana di navbera her du Împaratoriyên  Osmanî û Sefewiyan de, ax û warên Kurdan, cihên ku Kurdên feylî lê dijiyan hatin dagirkirin û rê nedan ku xwe bi xwe, xwe birêve bibin û ew bi darê zorê xistin bin desthilatdariya xwe. 

Di dirêjahiya dirokê de Kurdên feylî wek tevahî pêkhateyên gelê Kurd li hemberî dagirkerî û ji bo parastina ax, nasname û nirxên civakî berxwe daye, ji berxwedanên bê hempa re pêşengtî kirine. Civaka Kurdên Feylî di tevahiya dîrokê de li ser bingehê hilberîn û afirîneriyê û rexmê êrîşên dijwar ên qirkirinê jî, karîne xwe biparêzin û heya roja îroyîn bên. Bê guman jinên Feylî jî di parastina nasnameya civaka xwe de pêşengtiya têkoşînê kirine û weke aktorên sereke di nav civakê de rol lîstine.  

Jin di nav civakê de bi rola pêşengtiyê rabûye, xwedî li nirxên xwe derketiye û bi baweriyek mezin a ji nû ve avakirina civaka xwe tevgeriya ye. Di avakirina civakê de bala xwe daye ser rastiya nasnameyê, her wiha balkêşaye ser girêdan û hezkirina ji ax û welat… Bi bawerî û sekna xwe a berxwedêr û têkoşer kariye li hemberî zilm û zordariyê serî rabike. 

Ji êrîşan herî zêde jinê zirar dît

Di encama pêlên komkojî û qirkirinê yên li dijî Kurdên Feylî de herî zêde jin bi êrîşan re rû bi rû ma û zirar dît. Bi taybetî jî di pêvajoya bi êş a nîjadkujiyê ku Kurdên Feylî li Iraqê rastê hatin. Êrîşa bi darê zorê a veguhestina Kurdên Feylî a ji Nisana 1980’an de, di serî de ji koçên mezin destpêkir û heya sala 1990’tî dom kir.  

Piştî ku nasnameya Iraqî ji dest wan hat girtin, dest danîn ser her çi mal û milkê wan heye û kesên mayî jî girtin. Dokument, belgeyên wan ên fermî û ne fermî jî ji dest wan girtin û bi sedan hezar kes avêtin ser sînor; bi hezaran Kurdên Feylî ên di navbera 11 heta 30 salî de jî desteser kirin, bê ser û binî kirin. Di derbarê aqobeta kesên ku hatin winda kirin de heya roja îro kes tiştekê nizane. 

Helbet yên ku herê zêde rastê êrîşan hatin jî jin bûn. Ziyan û zirara herî mezin bi jinê ket, ji ber ku ew neçar bûn bi tenê, tevî zarok, pîr û kalên malbatê derbasî aliyê din yê sînorê Îranê bibin. Di dema rêwîtiyê de, di nav jiyana mişextiyê de bûyerên pirr bi êş û dilêş qewimîn. Dema ku rejîma berê ew avêtin ser sînor, ew bi zarokên xwe re bi rojan di sir û seqema zivistanê de, tî û birçî man. Weke ku ev jî ne bes be, ew neçar man di nav zewiyên mîman de bimeşin; ji xwe gelek ji wan di encama teqîna mîman de jiyana xwe ji dest dan.   

Dîroka jinê, dîrokek ji berxwedanê ye

Jinên Feylî piştî van hemû zor û zehmetiyan, li welateke din, bi zimaneke din û bi tena serê xwe dest bi jiyaneke din a bi zehmet kirin. Ew li wir jî rastê hîn zehmetiyên din ên cihê dihatin. Lê belê ew xwedî vînek ji pola bûn û serê xwe li hemberî tu kesî, tu zoriyê netewandin. Bi israr û vîna xwe karîn dîsan rabin ser pêyan û civaka xwe ji nû de avabikin, wan ji her cûre qirkirinê biparêzin. Ev ruhê têkoşer yê jinên Feylî xwe dispêre mîrateya jinên Kurd ên berxwedêr.  

Di dîroka gelê Kurd de gelek jinên berxwedêr derketine û mohra xwe li serdemekê dane. Hem bi têkoşîn û berxwedana xwe, hem jî bi lehengiya xwe roleke bi bandor a di parastina ax û nasnameya xwe de lîstine. Di asta leşkerî, siyasî, zanistî û civakî de bûne deng û rengê civaka xwe. Jinên Feylî jî karîne navê xwe di nav dîroka berxwedana Kurd de bi tîpên zirîn bidin nivîsîn û di her pêvajoyekê de, li dijî qirkirinên fîzîkî û çandî bibin dengê têkoşîna civaka xwe. Ji xwe dîroka Kurd bi berxwedaniyên bi vî rengî barkiriye û ev dîrok hatiye tomar kirin. 

Qedem Xêr a Feylî

Yek ji mînaka vê berxwedaniya jin jî Qedem Xêr e, keça mîr Qendî Qelawendî ye ku di dawiya sedsala 19. û destpêka sedsala 20’an de hatiye dinê. Ew  bi lehengî, bedewî û hişmendiya xwe dihat nasîn. Bi têkoşîna xwe a li dijî Riza Şah Pehlevî tê nasîn û ji şoreşê re pêşengtiyê dike. Serhildana wê li Loristanê û li gel şoreşa Simkoyê Şikak li dijî desthilatdariyê bû. Qedem Xêr, li çiyayên Loristanê û bi armanca serxwebûnê li dijî artêşa Şahê Îranê berxwe dide. Ew li herêma Loristanê li dijî artêşa dagirker serkêşiya şer dike, şer birêve dibe. Qedem Xêr di dema têkoşîna xwe a ji bo parastina axa Loristanê ya li dijî dagirkeriyê, nameyekê ji bo şêx Mehmud Hefîd ku serkêşî ji şoreşa li başûrê Kurdistanê re dikir, dişîne û dibêje; “Ez li Kurdistana Îran ê, li dijî zilm û zordariyê, li dijî koletiyê şer dikim û ez ê tu caran dest ji têkoşîna xwe bernedim, xwe radestê Şah nekim. Ez ê welatê xwe rizgar bikim.” 

Mînakek din ji jinên têkoşer yên Kurdên Feylî jî Leyla Qasim e, keça şarê Xaneqîn. Leyla wek jineke Kurd a xwedî kesayetek serhildêr û berxwedêr tê naskirin ku mohra xwe li têkoşîna netewî a Kurd daye. Leyla Qasim ku bi awayeke çalak di têkoşîna li dijî mêtîngeriya rejîma Baas a li Iraqê de cih digire, bi vê helwesta xwe ya bi rûmet û wêrek dibe qehremana pêşeng a berxwedana jina Kurd.

Rol û mîsyona jinê nayê dîtin

Her wekî ku di van mînakan de jî tê xûya kirin, têkoşîna jinên Feylî di cewher û ruh de xwe dispêre çanda dayîka xwedavend ku di civaka xwe de roleke diyarker dilîze. Têkoşîna jinên Kurd a li dijî qirkirin, bê nasname hîştin û mêtîngeriyê heya roja me ya îro, li her devereke Kurdistanê û bi her awayî didome. Lê belê em dibînin ku di nav civaka Kurdên Feylî de rol û mîsyona jinê nayê dîtin û jin bê bandor tê hîştin. 

Helbet jin zû bi zû serî natevîne û dest ji têkoşîna xwe bernade. Tevî zext û zoriyê jî di her kêliyeke jiyanê de têkoşîna wê a civakî bê navber dom kiriye. Sedema van zext û ji nedîtî hatina rola wan ew e ku jinên Feylî nekarîne xwe birêxistin bikin û yekgirtina xwe avabikin. Di xislet de em dikarin jinên Feylî di nav malbatê de weke jineke xwedî biryar û berpirsyar bibînin ku di her pêvajoyekê de mil bi milê mêran û di eniyên herê pêş ên civakî de cihê xwe girtine. Di qadên têkoşînê de cih girtine û bi awayek qehremanî jiyane, xebat kirine û ked dane. Li dijî zîhniyeta zilam salarî, pergala desthilatdar û mêtînger berxwe dane. Lê belê ev xebat û têkoşîna wan ji ber ku ne birêxistinkiriye, ne bûye sedem ku xwe û civaka xwe ji êrîşên helandin û bişavtinê rizgar bikin. Ger têkoşîna rizgariyê dabin meşandin jî nekarîne axa xwe ji destê dagirkeran rizgar bikin. 

Ew hîn bi tehlûkeyan re rû bi rû ne

Tevî ku civaka Kurdên Feylî civakeke ku rastê komkujiyên mezin bûye û her tim bi hêviya jiyaneke azad jiyane, lê belê em dibînin ku ev civak ji aliyê din de jî ji aliyê hêzên mêtînger tê bikaranîn û bi wan dilîzin. Ev yek jî ji ber vê yekê ye ku wek civak nekarîn heya niha xwe birêxistin bikin, pişta xwe bidin xwe û a herî girîng jî pergala xwe a parastinê pêş bixînin. Ji ber ku a îro ji bo civaka me a Feylî hewceye û di serî de jî ji bo jinên Feylî pêşxistina pergalek bi hêz a parastinê ye. Pergalek parastinê a ku xwe dispêre hêza wan û bikare wan ji her cûre qirkirinê biparêze. 

Mixabin ji aliyê din de jî hêzin Kurdî ên li başûrê Kurdistan ê, bi feraset û zîhniyeta netew-dewletê tevgeriyane û li hemberî civaka Kurdên Feylî kêmasiyên cidî kirine, ketine nav şaşiyên mezin. Di pêvajoya guhertina rejîma li Iraqê, beriya rûxandina rejîma Sedam lîstokên qirêj dan meşandin. Her wekî Kurdên Feylî bi xwe jî tînin ziman, di navbera hikûmeta Iraq û hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê de li ser civaka Feylî bazariyên qirêj hatine birêve birin. Mixabin gelek kes ne di ferqa vê dene û heya roja îro bi xemsarî nêzî çarenûsa civaka Feylî bûn ku hîna bi hehlûkeyek cidî a qirkirinê re rû bi rû ne. Ji xwe hêzên desthilatdar hewl didin civaka Feylî ji gelê Kurd qut bikin û ji bo wê jî her tiştekê dikin. 

Jiyaneke din jî pêkane

Di roja îro de erka pêşî girtina li van plan û lîstokên qirêj jî dikeve ser milê jinên Feylî, ji ber ku vegera ji rastî û dîroka xwe encax bi têkoşîn û meşeke rast li ser şopa jina berxwedêr Qedem Xêr û Leylayan pêkan e.

A herî girîng jî têkoşîna jina Kurd a 40. salan ji bo xwe esas girtin e, vê têkoşînê wek mîrateyek dewlemend a ji bo xwe birêxistinkirinê bibînin û li gor wê yekbûna xwe avabikin. Ji ber ku jinên Kurd jî bi saya mîrateya ku Zarîfe, Qedem Xêr û Sarayan hiştibû îro gav bi gav hêviyên azadiyê bilind kirin û bingehê jiyanek wekhev û azad avakirin. Wan bi têkoşîna xwe da diyarkirin ku pêkane li ser van axan û di pêşengtiya jinê de gelên herêmê azad bijîn. Jinan bi taybetî bi avakirina rêxistinbûna xwe û li ser bingehê felsefeya jiyana azad îro ji Rojhelata Navîn û cîhanê re pêşengtiyê dikin, bi avakirina bergaleke demokratîk a navend jin têdikoşin û erkên girîng dane ser milên xwe.      

Bê guman jinên Feylî jî dikarin xwe li ser vî bingehî birêxistin bikin û di nav refên têkoşînê de cih bigrin. Ji xwe encax bi rêxistinkirineke bi hêz û berz dikarin tola qirkirinan hildin û berxwe bidin. Bi vê yekê re jî dikarin di nav şoreşa avakirina civaka demokratîk de cih bigrin, daku bikaribin birîn û êşên xwe yên dîrokî derman bikin.